[STENBOL, 1997] — Digel zêdebûna xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, pêdiviyên xwendevanan jî zêde dibin. Ji ber vê yekê xebatên li ser zimanê kurdan jî, çeperên berê yên teng, dişikênin. Çend sal berê, dema ko kurd hêdî hêdî bi ser xwe ve dihatin, piraniya berhemên bi zimanê kurdî, tiştên zargotinî û pirtûkên ji bo fêrbûna zimên bûn. Piraniya van pirtûkên fêrbûnê ji aliyê metodolojiyê ve qels bûn. Di hinekan de nivîskar hemû agahiyên xwe yên li ser zimên û kurdayetiyê dinivîsandin; ji rêziman û rastnivîsê bigire heta gotinên pêşiyan û terîmên matematîkê... Taybetiyeke van berhemên navborî jî ev bû; rave û şîroveya wan bi tirkî bû.
Piştî derketina kovar û rojnameyên bi kurdî, êdî xwendevan û nivîskarên zimanê kurdî li ser warên cur bi cur berheman didin. Lewre jî mirov zêdetir li zimanê xwe hûr dibin; warên cuda dibin mijara lêkolînên cuda. Bo nimûne êdî, mijara dengzanîn, rêziman û rastnivîsê ji hev cuda tê fikirîn û her mirov bala xwe dide aliyekî zimên.
Piştî vê pêşekê em dikarin werin ser mijara xwe ya rastîn. Mijara me pirtûka Arif Zêrevan a bi navê »Bingehên rastnivîsandina kurdiyê (kirmancî)« ye. Pirtûk ji hêla Weşanxaneya Nefel ve li Stockholma Swêdê hatiye çapkirin. Arif Zêrevan ev berhema xwe diyarî Celadet Alî Bedir-Xan kiriye. Di destpêka pirtûkê de gotinên Celadet Bedir-Xan ên ko balê dikişînin ser girîngiya zimanê kurdî cih digirin. Berî ko em dest bi nirxandina naveroka pirtûkê bikin, divê em bibêjin ko ji aliyê formê ve, pirtûk bi awayekî qenc hatiye amadekirin.
Her wekî ji navê pirtûkê jî tê fêhmkirin, pirtûk li ser rastnivîsîna zaravayê kurmancî ye. Ji mijarên wekî jêgirtin, veguhastinê bigire, heta niqteşaniyê li ser gelek mijaran bi hûrbînî tê rawestin. Bi awayekî giştî dema mirov bala xwe dide zimanê nivîskar, tê dîtin ko ew bi ekola Celadet Bedir-Xan ve girêdayî maye. Têgihên rêziman û rastnivîsê yê Bedir-Xan hatine tercîhkirin. Bo nimûne, nivîskar di cihê »cînavk« de mîna Celadet »pronav« bi kar tîne. Lê di hinek xalên. rêzimanî de ji wî vediqete. Dîsa ji pirtûkê xuya dibe ko nivîskar girêdayî devoka herêmeke Kurdistanê maye. Dema ew dixwaze dîtinên xwe bide selmandin jî, serî li klasîkan û devoka derdora Botan û Behdînan dide. Bi taybetî di mijarên wekî tewanga navdêrên nêreza û jimarnavan, veqetandekên nebinavkirî de Zêrevan ji Celadet Bedir-Xan cuda difikire. Tevî ko Celadet Bedir-Xan dide zanîn ko navdêrên nêreza bi du awayan ditewin (wekî bajêr u bajarî) jî, nivîskar hemû navdêrên nêreza bi parkîta /-î/ ditewîne. Dîsa berevajî dîtina Mîr Celadet Bedir-Xan, li gorî Arif Zêrevan zayenda hemû jimarnavan mê ye. Yanê divê yek bibêje: yekê, duyê, sêyê, çarê, pencê.... ji bo vê yekê jî, ew ji Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî mînakan dide. Her wiha di pirtûkê de li ser veqetandekên nebinavkirî jî ramaneke ji ya Celadet Bedir-Xan cudatir heye. Li gorî nivîskar Arif Zêrevan, dema rengdêrek piştî navdêreke ko veqetandeka nebinavkirî ya nêreza girtiye tê, ew veqetandeka binavkirî /ê/ digire, lewre jî divê mirov nebêje »hevalekî baş«, divê bibêje, »hevalekê baş« ... Her çiqas ev mijar hêjayî gengeşiyê bin jî, hinek delîlên ko wî pêşkêşkirine, zêde xurt xuya nakin.
Pirtûk bi giştî, gelek warên rastnivîsîna zaravayê kurmancî zelal û diyar dike. Mirovên ko dixwazin, prensîbên rastnivîsê hîn bibin û li gorî rêz û rêçikên akademîk nivîskariyê bikin, dikarin ji vê berhemê sûdê wergirin.
SERWÎSA ÇANDÊ
***
»Azadiya Welat«, 25–31 çiriya-pêşiyê 1997 |