[ ÇARŞEM, 2024-04-24 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Dijmin û xêrnexwazên miletê kurd dê di binê karesata Şengalê de bipelixin
» Mustafa Ozçelik
 
HEWLÊR, 9/8 2014 — Gava ko mirov şewqekê, ronahiyekê dide ser tarîtiyekê, mirov dikare gelek rastiyên ko xwe di tarîtiyê de veşartine bibîne. Di nava wê tarîtiyê de ne diyar e ko ka çi he ye, kî çi dike, rewşa kê çi ye? Lê gava ko tu şewqekê, ronahiyekê didî ser beşeke wê tarîtiyê, tu dibînî ka halê wê derê çi ye. Demên teng û xeter jî, dibin wek wê şewqê, wê ronahiya ko mirov dide ser tarîtiyê. Helwest û rewşa mirovan ya di demên teng û xeter de, "rastiya wan ya eslî" li ber çavan radixîne.

Êrîşa DAIŞê ya li ser Şengalê jî bû wek ronahiyeke ko tu bidî ser tarîtiyekê, gelek tişt rohnî kirin.

Rohnî bû ko her kesekê ko ji xwe re dibêje "pêşmerge", ne ew pêşmerge ye ko bi can , bi dil, bi xwîn dibêje "yan Kurdistan yan neman!" Rohnî bû ko çend mirovên gemar dikarin ji bo demeke kurt be jî, morala civatekê hinekî têk bidin.

Rohnî bû ko xwediyên vî welatî, xwediyên van destkeftan, xwediyên doz û dîroka miletê kurd hene. Rohnî bû ko çend kesekên lawaz nikarin navê pêşmergeyên qehreman xera bike.

Di demên weha de, bi awayekî zelaltir diyar dibe ko ka kî dost in, kî dijmin in.

Îroj careke din jî Rohnî dibe ko bi qasî wan "pêşmergeyên" ko bes navê wan "pêşmerge" ye; ew qas jî bi navê "rojnemavantiyê", bi navê "burokrattiyê", bi navê "esnaftiyê", bi navê "karsaztiyê", bi navê "hemwelatiyê", bi navê "kurdîtiyê" mirovên gemar, sextekar, durû û têkder jî hene. Ev kes jî bi propaganda, nûçe û gotin û kiryarên xwe yên derew, xerabker û dijminane, xwe diyar dikin ko ew nanê wan bi xêra şehîdan, bi xêra keda miletê xwe xwarine jî li wan heram e. Îspat dikin ko dilê wan ne bi miletê wan re ye; rêya dijminî xweş dikin. Lê wan ji bîr kiriye ko vî miletî gelek gemarên wek wan di Helebçeyê de, di enfalê de, di Barzanê de avêtiye ser sergoyan. Tu kesî nikarîbûye rê li ber Dewleta Federal ya Kurdistanê bigire; dê tu kes nikaribe rê li ber Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê jî bigire.

Cîhê şanaziyê ye ko ev mirovên dilxerab û xêrnexwaz ne zêde nin. Piraniya miletê kurd bi hemû beşên xwe ve li pişta pêşmergeyên qehreman in, li pişta Dewleta Herêma Kurdistanê nin. Bi ya min, kurd ne lawaz in weke ko hinek dor û ber dixwazin nîşan bidin. Dewleteke 23 sal e ko li ser piyan maye li holê ye. Kurd dê zû bi zû dest ji vê hebûna xwe, ji van destkeftinên xwe bernedin. Ew çend kesên ko li Şengalê liberxwe nedane nikare bibe pîvana nirxandina hêz û biryardarî û dilsoziya pêşmergeyî. Ew qatilên DAIŞê yên ji aliye dezgehên îstixbaratên hinekan ve berhevkirî ne, ew qatilên ko li ser navê îslamiyetê, mirovayetiyê jî îslamiyetê jî dikujin, nikarin di şerî de hêza pêşmergeyan bişkînin. Çekên qurs di destên DAIŞê de ne. Gelek dewlet piştgiriyeke mezin didine wan. Divê îroj êdî em DAIŞê ne weke rêxistineke terorist, weke "dewleteke terorîst" bi nav bikin û li gorî wê tevbigerin. Lê ev ne mirov in. Ew ên ko bawerî û canfîdayiya pêşmergeyan, bi van qatîlan re di eynî mêzînê de diwezinînin û didin berhev, heqareteke bi bêînsafî li miletê kurd dikin. Kurd ne xwedî çekên mezin û qurs in, ev jî aliyê lawaz yê kurdan e. Dibe ko Hikûmeta Kurdistanê di hesabkirina êrîşa DAIŞê de jî hinekî sist tev geriya be, di destpêkê de zêde cidî negirtibe. Bi taybetî jî planên ko dijminên kurd dikarin bi rêya DAIŞê pêk bînin, yan jî planên ko rê ji bo êrîşên DAIŞê re xweş bikin, baş fêm nekirin, baş hesab nekirin.

Belê, divê hemû kurdên cîhanê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bin. Divê em herkes li gorî qaweta xwe, bi bawerî û piştgiriya xwe, li gel Hikûmeta xwe bin. Û helbet ko di vê maneyê de jî em "teraf"in. Em terafê miletê xwe , terafê dewleta xwe , terafê pêşeroja xwe nin. Eve terafgiriya yekitî û hemahengiya neteweyî ya kurdên herçar perçeyên Kurdistanê ye. Herkesekî/a ko bi kiryar û propagandayên xwe bixwazin hemahengi, yekgirtin û morala miletê kurd têk bidin, bila zanibin ko dinya ne ew dinyaya berê ye, kurd ne ew kurdên berê ne. Helbet miletê kurd xêrnexwaziya van kesan dibîne û dê wan şermezar û mehkûm jî bike. Miletê kurd ew şervanên ko ji perçeyên din, yên li gel birayên xwe gihîştine nav sîperên şerî de jî dê ji bîr neke. Em terafê vê helwesta piştgiriyê ya dilsozane ya hemû kurda nin. Îroj piştgirî û yekitiya hemû kurdên cîhanê xurttir bûye. Ev jî destkeftineke neteweyî ye. Kurd li kê derê bi ser kevîn ev dê bibe destpêka serkeftina perçeyên din jî. Herweha kurd li kê derê şikestekê bixwin, dê ev bibe sedema şikestina hemû kurdan. Li kîjan perçeyî dibe bila bibe, em "terafê" parastina van destkeftinan in. Aqiliyet û hestên neteweyî vê yeke ji me re dibêje.

Televizyonên tirkan û mixabin hinek televizyon û dezgehên ragehandinê yên kurdan jî, bi derew û bi berevajîkirina rastiyan xizmeta xêrnexwazan dikin. Ya xerabtir jî, hin televizyon û dezgehên ragehandinê û kesên ko bi pereyên Hikûmeta Kurdistanê weşanê dikin, ji televizyon û ragehandinên xêrnexwazan kêmtir namînin. Hikûmeta Kurdistanê niha dest pê kiriye wan çend "pêşmergeyên" sextekar û pûç ceza dike; de ka em ê kengî bibînin ko dor bê ser van "rojnamevanên" sextekar, derewker û pûç. Azadiya çapemeniyê tiştek e , derew, berevajîkirin û binpêkirina mafê wergirtina rastiyan tiştekî din e. Ew ên ko ruh, aqiliyet û wîjdanê wan li ser kîsê hinekên din bin, yên karê xwe û dilsoziya xwe ya neteweyî di yek dilî de nestirên, helbet dê derew û berevajîkirinan jî ji xwe re bikin "kar".

Li Amedê 12 rêxistinên kurd di 07.08.2014an de daxuyaniyek belav kir ko tê de piştevaniya gelê me yê Êzidî, piştevaniya Başûrê Kurdistanê, piştevaniya têkoşîna her çar perçeyên Kurdistanê dikir. Di xalekeke daxuyaniyê de weha dibêje: " Di vê pêvajoya hessas de ko ji bo gelê me derfet û xetereyên mezin dihundurîne; pêşî em bangî hemû partiyên siyasî, rêxistin û şexsiyetan dikin ko li hember raya giştî gotinên kêmxistin, biçûkxistinê nekin û kesî nekin bin tohmeta îxanetê.". Ev bangeke baş û erênî ye. Lê divê ev 12 rêxistin bi dû vê banga xwe de biçin û giş pêkve ew kes û rojnamevan û siyasetmedarên ko niha bi derew û berevajîkirina rastiyan, bi propagandayên xêrnexwaziyê karekî xerab dimeşînin, şermezar û teşhîr bikin. Heger vê nekin, dê baweriyê nedine miletê kurd.

Helbet xeterî li ser serweriya Başûrê Kurdistanê hene. Dijminên miletê kurd pir in. Dewletên li dor û berê jî, hinek hêzên navneteweyî jî dê bixwazin "li ser maseyê" destê kurdan lawaz bikin. Nabe ko em plan û niyetên van dijmin û hêzan paşguh bikin. Xemsarî û îhmaleke biçûk dikare çi bîne sere miletekî, va ye me bi çavên xwe dîtin. Ez bawer dikim ko Hikûmeta Kurdistanê eslê vê meseleya "paşvekêşana" ewil ya li Şengalê, dê bi her awayî rohnî bike, dê cezayê wan kesan bidê û ji bo tiştên weha dubare nebin, dê dersên pêwist jê werbigire, dê tedbîrên xwe bistîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî, gava ko digot "Heger Bexda me wek şirîkekî nebine û pêwistiyên şirîkatiyê pêk neyne, em ê jî li rêya çarenûsiya xwe bigerin", di esasê xwe de bi pêşbîniyeke xurt behsa vê rewşa îroj dikir. Wî zanîbû ko DAIŞ dê êrîşî Mûsilê bike. Wî zanîbû hinek dewlet li pişta DAIŞê nin. Wî zanîbû ko çekên giran dê bikevin desten DAIŞê. Ji ber wê jî, digot "em şirîkatiyeke rasteqîn dixwazin, em xweseriya aborî dixwazin, em pêkanîna maddeya 140 ê dixwazin, em bi her awayî xurtkirina statuya pêşmergeyan dixwazin". Rêzdar Barzanî digot, "Em dîktatoriya Malikî qebûl nakin…". Û digot "heger ev daxwazên me yên rewa pêk neyên em ê jî ji bo mafê çarenûsiya xwe biçin raya miletê xwe wergirên". Di vê helwestê de, tu tiştekî ko xelet, tu tiştekî ko Rêzdar Mesud Barzanî " ji hedê xwe bihurî be" tune ye. Ev daxwazna, di eslê xwe de, li gorî qanûnesasiya Iraqê jî, mafên bingehîn yên yasayî yên miletê kurd in. Lê Malikî û hinek hêzên herêmî û yên navneteweyî dixwestin ko bi pêkneanîna van maf û daxwazên kurdan, kurdan bişkînin, lawaz bikin û "terbiye" bikin da ko bikarin "mecbûrî xwe " bikin. Û jiber vê niyeta xwe ya xerab, yan rê li ber êrîşên DAIŞê xweş kirin , yan çav niqandin û yan jî piştgiriya wan kirin.

Helwest û biryara Rêzdar Mesud Barzanî îroj jî rast e, di cîh de ye. Kes nikare miletê kurd hêsîr bistîne. Kurd dê dest ji mafê xwe yên rewa bernedin. Divê hemû kurd bi vê helwesta Rêzdar Mesûd Barzanî re bin. Emerîka îro bi balafirên xwe hatine alîkariya kurdan û li DAIŞê dixin. Îngiltere, Elmanya, Fransa, îtalya jî piştgiriya xwe beyan kir. Helbete ku, dê Kurd spasiya wan bikin Lê ew jî dizanin ko çav niqandina êrîşa DAIŞê ya li ser Şengalê û Hewlêrê dê bibe karesateke ko ew bi xwe jî di binî de bipelixin. Ew jî dizanin ko her tiştek hidûdekî wê heye. Îroj ne wek dema 1975an e. Rêdana şikestina miletê kurd , dê bibe rêdana şikestina wan jî. Miletê kurd her dibê bi konfederalî yan bi dewleta xwe ya serbixwe, xwe îdare bike. Kes nikare bi vê helwesta weke ya Malikî, miletê kurd mecbûrî aloziyê, serîtewandina li himberî dîktatoriyetê û ji destberdana mafên xwe bike. Kes nikare rê li ber xweseriya aboriya Kurdistanê bigire. Kes nikare rê li ber pêkanîna maddeya 140ê bigire; Kerkûk Kurdistan e. Kes nikare rê li ber xurtkirina hêza leşkerî ya pêşmergeyan bigire. Emerîka , Bexda û dewletên cîhanê yan çekên qurs, çek û teçhîzatên li gorî pêwistîya parastina Kurdistanê dê bidin Pêşmergeyên Kurdistanê, yan jî kurd di vî warî de jî bi çi awayî dibe bila bibe, dê bi xwe pêwistiyên xwe peyda bikin. Belê dê kes nikaribe rê li ber miletê Kurd bigir e.

Hişyarî, sîstemeke leşkerî û îstixbaratî ya xurt, aboriyeke xurt û xweser, aqiliyeteke neteweyî, plansazî, zanebûn, amadeyi, bawerî, dilsozî, biryardarî, dûrbînî, hemahengi û yekgirtina hemû kurdên Başûr û yên cîhanê, dê bibe bingehê azadî û dewletbûna kurd û Kurdistanê. Dem ne ew dema berê ye ko hinek hêz kengî bixwazin dê karibin kurdan bişkînin. Ne di demeke dirêj de, di demeke kurt de em ê bibîninin ko kurd bi awayekî xurttir, bi awayekî serkeftî dê "ji ser wê maseyê" rabin. Ew ên xwestin ko bi qetlîama birayên me yên Êzidî, bi rêdana êrîşên DAIŞê miletê kurd "bînin rêzê", "terbîye bikin", "mecbûrî xwe bikin" dê di binê karesata Şengalê de bieciqin, bipelixin. Şengal dê bibe mîladeke nuh, ji bo hemû kurdan jî, ji bo temama mirovayetiyê jî.

-----------------------------------
Nivîskar: MUSTAFA OZÇELIK mustafaozcelik65@gmail.com
Weşandin: 2014-08-09
Xwendin: 5516
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org