[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Aqlê kurdî li serê kurdî û aqlê xelkê li serê kurdî
» Apociyan kurdên êzdî perîşan kirin
 
SWÊD, 17/12 2014 — Piştî valekirina Şingalê, hema bibêje di destpêka êrîşên pêşmergeyan de çûm Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê. Ez dê zêde behsa Silêmaniyê nekim ji ber nasên min lê nîn in û wê derê nas nakim. Lê dostên min li Dihok û Hewlêrê hene. Dê behsa wan bikim.

Wek kesên diçin Hewlêrê jî dibînin, hingî diçe xelkê Hewlêrê zêdetir dibe xelkê paytextî. Xelkek nerm, xweş danûstandin, digel mêvanan kêfxweş, digel hev xwidan misamehe, bêhnfireh û çaxê pêwist bibe amadeye arîkariyê bike. Ev tişteke ko hercara ez diçim Hewlêrê dibînim û hingî diçe baştir dibe.

Piştî kuştin, talankirin û valekirina herêmeka mezin ji Kurdistanê û hatina çekdarên Daişê (Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê) heta rexa Hewlêrê, li hêviyê bûm ko dê li bajarên Kurdistanê zêde xelkê ereb nebînim. Reqemeka esehî nizanim, lê behsa deh hezaran û sed hezaran erebên ji ber Daişê revîn, yên ji ber hikmê şîiyan revîn li Kurdistanê hene. Jixwe li bazar û dikanan dengê wan têt mirovî, mirov wan dibîne.

Vê rewşê rehetiyek û kêfxweşiyek bi min re peyda kir.

Paşê rojekê li teksiyekê siwar bûm da biçim cihekê. Xortek temenê wî 23-24 salî şofêr bû û me hindekê sohbet kir.

Yê şofêr got di destpêka şerê bi Daişê re: "Em xortên taxa me kom bûn û me det bi teftêşa malên erebên li taxê kir. Li hindek malan sê-çar çek hebûn. Heta li hindekan BKS hebûn. Me ew çek ji wan girtin û paşê hayê asayişê ji bûyerê çêkir û çek dan asayişê".

Min ji wî pirsî gelo we kes ji malên wan derxist, we danî kesên we çek li malên wan girtin.

Wî got nexêr. Me bi carekê xwe digel kesekê aciz jî nekir. Jixwe niho jî li taxê dijîn û bêminet hemî karê xwe dikin û jiyana xwe wek berê dewam dikin.

Vê ne tenê ez kêfxweş kirim, lê min şanazî pê kir ko ez ferdek ji vî miletî me ko di deriveyeka hinde teng de jî "aqlê wî li serê wî ye".

Aqlê xelkê li serê kurdî

Di destpêka çiriya ewil de Daişê êrîşê Kobanê kir û apociyan Kobanê vale kir. Xelkê Kobanê revîn, hatin ser hidûdî û paşê tirkan hidûd vekir û xelk derbazî aliyê Tirkiye bû.

Li ser daxwaza KCK-ê û gaziya HDP-ê terefdarên apociyan li bajarên Kurdistanê daketin kolanan û dest bi kuştin, talankirin, şewitandina malên kurdên terefdarên partiyên "îslamî" û belediyeyên AKP-ê kirin.

Belediyeya Patnosê bi carekê şewitandin. Li Kurdistanê bi hezaran avahî; dikan, fabrîke, cihên karî şewitandin. Li dor 40 mirovî hat kuştin û bi sedan kes birîndar bûn.

Li Diyarbekirê du xortên terefdarên Huda-Parê ko ne di nêv şerî de bûn girtin û bi wehşiyane kuştin.

Li Nisêbînê du kesên erebên ko hatibûn serdana xizmên xwe kuştin. Sebebê aşkere ew bû ko wan kurdî nedizanî û ji rihê wan diyar bû ko misilman in.

Rê û rêbarên li nava bajaran û rêyên di navbera bajaran de girtin. Herkesê herdu tiliyên xwe ranekira, negotiba "bijî serok Apo" yan rimûzên apociyan ranekiriba bernedidan.

Gelo armanc û daxwaza apociyan çi bû?

Daxwaz ew bû ko tiştên îro li Kobanê dibin pêk neyên.

Yanî li şûna ko balafirên emerîkî û xerbî li Daişê bidin, hêzên tirkan dê ketiban wê herêmê. Li şûna ko pêşmerge (her çenda wek rimûz be jî) biçin Kobanê eskerê tirk dê di Kobanê de bûya.

Ji xwe berpirsyarên PYD û KCK-ê aşkere kirin ko tirkan soz dabû wan – Gelo apociyan çi soz da tirkan, yan çi bo tirkan kir û tirkan soza xwe neanî cih? – ko korîdorekê ji Serê Kaniyê heta Kobanê vekin lê venekirin.

Mebest; heger karîban raya giştî qane bikin ko tirk bikevin Kurdistana Sûriyeyê, hêdî tesîra kurdên Iraqê li ser Kurdistana Sûriyeyê nedima.

Lê nebû. Emerîka û xerbê ev plan qebûl nekir. Plana tirkan û apociyan têkçû. Emerîkiyan xetek sor danî ber difna tirkan û apocî mecbûr man biçin Hewlêrê.

Aqlê kurdî li serê kurdî

Medyaya kurdên Iraqê medyayeka lawaz e. Tiştên pêwist nabêje lê ji belavkirina tiştên bêqîmet re jêhatî ye. Ji ber hindê jî mirov nizane ka xelkê kurd li Kurdistanê Iraqê çiqas û çawe arîkariyê bi mişextiyên ji Kurdistana Sûriyeyê re dikin û çawe arîkariya xelkê Şingalê kirin.

Lê piştî min dostê xwe Serdar Amêdî li Dihokê dît û wî behsa arîkariya xelkê Dihokê daye mihacirên Şingalê kir, min fêm kir ko heftiyên ewil, ji hikûmetê û dezgehên resmî zêdetir xelkê Dihokê bi carekê bûye seferber, mişextî hemî xwedî kirine. Nehêlane kes birçî bibe, bo mişextiyan cih û doşek birine, ew anîne malên xwe û hemî pêwistiyên wan pêk anîne.

Ev kar ne li ser navê partî û hêzan, lê belê xelkê bixwe û bi kêfa xwe kirine.

Ev arîkarî û fedakarî ne tenê li Dihokê, lê li hemî bajar û gundên Kurdistanê bû û dewam dike. Heta niho jî kesên xêrxwaz xarin û erzaqî bo mişextiyên ji Kurdistana Sûriyeyê dibin.

Aqlê xelkê li serê kurdî

Di tebaxê de Daişê êrîşê başûrê Kurdistanê kir. Ji Şingalê heta rexa Hewlêr, Dihok Kerkûkê vale bû, xelk revîn. Pêşmergeyan di destpêkê de ew quwet nebû ko xwe li ber Daişê bigire.

Apocî û medyaya apocîyan bo agir û ket bedena pêşmergeyan. Derewên ko kevir pê parçe bibin kirin. Videoyên "derew û çêkirî" weşandin û hingî medyaya apociyan derew kirin, medyaya kurdên Iraqê jî çeng û per bi derewên wan ve kirin û weşandin.

Di vê navberê de pêwist dibînim behsa axaftinên Qasimê Şeşo û qenaeta bi kurdên Tirkiye re peyda kiriye bikim.

Hindek kes bawer dikin ko gerek pêşmergeyî di wê êrîşê de şer kiriba û Şingal bernedaba.

Lê dostê min Serdar Amêdî li Dihokê ye. Wextê ez mêvanî wî bûm, kanalên televizyonên kurdên Iraqê li pey Qasimî bûn. Kanalekê ew dikir Rostem yê dî ew dikir Sellaheddîn.

Lê Serdarî got: "Ew jixwe re diaxive û tiştên dibêje vala ne. Pêşmergeyî nedikarî xwe li ber wê hêza Daişê bigire".

Wek xuya dike berpirsyarên pêşmergeyî qerareka rast dan, herêm vale kirin û ew jî bûye egera zerereka kêm.

Bawer dikim sebebê ko serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî Qasim Şeşo kir berpirsyarê çiyayê Şingalê tenê PR (Public Relations) bû û ne tişteka dî.

Axir axir.

Medyaya apocî gerîlayên ko li Şingalê nebûn kir rambo. Li gor îddiaya apociyan heft (7 ne zêdetir, Murat Karayilan dibêje 9) gerîlayên apociyan çûn pêşmerge û xelkê Şingalê rizgar kir. Kurdên Tirkiye jî bawer dikin wisa bû.

Li gor plana xwe apocî çûn hindek êzidîyên Şêxanê (Şêxan ne minteqeya şer e û Daiş nehatiye Şêxanê) û hindek kurdên Sûriyeyê li ser navê êzidiyan anîn Kurdistana Tirkiye. Li gor ko êzidî dibêjin gotine wan ko dê wan bînin Ewropayê.

Ew li gund û bajarên bakurê Kurdistanê cih kirin. Xelkê dest bi arîkariyê bi wan re kir. Lê piştî demekê apociyan got xelkê divêt hon arîkariyê bidin me û em dê bidin mişextiyan.

Xelkê qebûl kir. Paşê dîtin ko apocî qismê pereyan xombî (winda) dikin lê belê erzaq, xwarin û cilan didin êzidiyan. Didin wan lê dibêjin "serok Apo bo we rêkiriye". Piştî ko xelkê fêm kir "serok Apo" arîkariyê dike arîkarî kêm bû. Apocî mecbûr man êzidiyan ji nav xelkê derxin û bibin kampan.

Îro mişextiyên êzidî yên li bakurê Kurdistana di rewşeka xirab de dijîn. Çi dê bê serê wan ne diyar e. Wisa xuya dike ko ew tenê dikarin bibin eskerên apociyan û ne zêdetir.

-----------------------------------
Nivîskar: MEWLA BENAVÎ benavime@hotmail.com
Weşandin: 2014-12-17
Xwendin: 6672
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org