[ SÊŞEM, 2024-04-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Lîstikên kaxezan û qedera mirovan
SWÊD, 12/2 2015 — Mistefa Aydogan nivîskarekê pirhêl e û di xebatên xwe de bi mijarên balkêş û curbicur derdikeve pêşîya civatê. Lê wî bi vê xebata xwe dest avêtiye mijareka weha ko heta niha, ne tu kesî bi kurdîya kurmancî li ser wê nivîsîbû û ne jî tu nîşan hebû ko di demeka nêzîk de dê li ser wê bihataya nivîsîn. Loma ew ne bi tenê bi pirhêlîya xwe û bi hêza qelema xwe, herweha bi wêrekîya xwe ya entelektuel jî bala me dikişîne.

Ew bi vê xebatê jî bi kurdîya xwe ya rewan berhemeka gelek guhertî û cuda pêşkêşî me kurmancîaxêvan dike. Ev cihê kêfxweşîyê ye ko êdî mijarên qadên jîyanê yên curbicur bi kurdîya kurmancî dihên nivîsîn û kurdîya me jî wekî her zimanekê merivan taybetmendîya xwe ya di vî warî de nîşan dide û bersiva pêwîstîya me dide.

Nivîskarê vê berhemê di vê xebata xwe de peydabûna kaxezê di dîrokê de wekî bûyereka qederguhêr dibîne û balê dikişîne ser wê yekê ko ji dema peydabûna wê vir de jî kaxezê ji bo merivayîyê roleka çandhilgir wergirtiye û heta niha jî ev rola xwe pêk înaye. Di vê xebatê de herweha li ser pirsên paşeroja kaxezê û civata bêkaxez jî fikir û perspektîfên cuda dihên pêşkêşkirin û bi vî awayî minaqeşeyên di vî warî de dikevin rojeva civata me jî.

Ew herweha li ser dîroka kaxezên lîstikan û serpêhatîya veguhastina wan ya ji medenîyetekê ber bi medenîyeteka din ve jî radiweste û behsa wan midaxeleyan dike ko di bin sîya bawerî û çandên cuda de hatine kirin. Ew ji bo van xemilên jîyanê ji Rojhilata Dûr heta Ewropayê, di wê rêwîtîya dûr û dirêj de li bajarên vedîtî, li bircên wêranbûyî dibe mêvan, li bîrînanên gerokan guhdarî dike, bera dû şopgerên meraqdar dide û di rûyê kaxezên lîstikan de li şopên medenîyetên cuda û bawerîyên curbicur digere.

Bi nîşanên li rûyên kaxezan neqişandî re dikeve sihbetê, bi guherîna wan dadikeve û hewil dide ko wan yek bi yek bi me bide nasîn. Nîşanên kaxezên lîstikan bi qelema wî û bi kurdîya kurmancî bi me re dipeyivin û sirên xwe eşkere dikin. Li şopên medenîyetên cuda mikur dihên. Guwahîya dîrokê dikin. Her ko em wan nas dikin, danûstendinên me yên li gel wan bi awayekê cudatir pêk dihên. Piştî vê lêkolînê, êdî dîyaloga navbera me û van nîşanan dê bi awayekê xweştir û geştir bidome.

Ev berhem li ser rola lîstikan û têkilîya wan û taybetmendîyên civatan û herweha di lîstikan de dîyarbûna karakterên merivan jî radiweste û girîngîya wan ya di vî warî de destnîşan dike. Ew ji alîyekî ve kaxezên lîstikan wekî xemila jîyanê bi nav dike û loma behsa rola wan ya çê dike, lê ji alîyê din ve jî balê dikişîne ser awayê neçêbikarînana wan û vê neçêbikarînanê hem li vê kaxeza qederguhêr hem jî li kaxezên lîstikan yên xemila jîyanê wekî neheqîyeka dîrokî dibîne. Loma pêşnîyazî me dike ko em li dijî vê neheqîyê derbikevin û têbikoşin da ew bikarin rolên xwe yên çê pêk biînin.

Ji bo min her tiştê bi jîyanê ve eleqedar girîng e. Ma armanca merivayîyê ne ew e ko meriv ji bo jîyaneka xweştir û bextîyartir têbikoşe? Ma ev tiştekê rast e ko meriv li hember wan tiştan xwedîyê nêrînên neyînî be ko jîyanê dixemilînin? Ma meriv dikare feydeya werzişê piçûk bibîne? Bê pêwîstîya laşên merivan çawa bi werzişê heye, pêwîstîya mejîyê merivan jî ew çend bi werzişê heye. Wekî di vê berhemê de jî dihê dîyarkirin, kaxezên lîstikan û lîstikên kaxezan di vî warî de wesîteyên pir girîng in. Ew herweha ji bo pêşîlêgirtina kêmasîyên bi bîra merivan ve eleqedar jî dermanên peydanebar in. Loma pir girîng e ko civata me di warê rola wan ya pirhêl de bêhtir bihê agahdarkirin.

Divê ez vê yekê jî dîyar bikim ko wekî li jorê jî hat dîyarkirin, Mistefa Aydogan bi vê berhema xwe di warekê nû de xebateka berfireh û kûr herweha zengîn pêşkêşî me dike û bi vî awayî, nimûneyeka nivîsîna kurdîya kurmancî ya pêşketî jî nîşanî me dide. Ew wekî arkeologekî misqal bi misqal dikole û dide pey şopa agahdarî û belgeyên kaxez û kaxezên lîstikan.

Herçî lîstikên kaxezan in, ew wan wekî çalakîyên entelektuel dibîne û pêşnîyazî me jî dike ko em bi vî awayî li wan binêrin. Ji bo vê xebatê ji lîstikên kaxezan jî Pinîkêr hatiye hilbijartin. Li gor min, ev hilbijartineka di cihê xwe de ye. Lewre divê bihê dîyarkirin ko di nava lîstikên welatê me de lîstika herî populer ko ji qewla nivîskarê vê xebatê, meriv dikare bibêje serbêjinga lîstikên kurdistanîyan e, ew lîstik e ko navê wê Pinîkêr e.

Ew ji bo bidestxistina belgeyekê, peydakirina şopekê û rohnîkirina dîroka Pinîkêrî, li dîroka Swêdê, li yekîtîya wê û Norweçê, li şerên li parzemîna Ewropayê yên cuda, li Şerê Amerîkayê yê Navxweyî, li dîroka desthilatên qiralên cuda, li dek û dolabên ji bo desthilatê, li kûdetayan, li rojnivîskên qiralîçeyan û hwd hûr dibe encamên vê lêhûrbûnê li gel belge, şirove, qenaet, texmîn û spekulasyonên cuda pêşkêşî me dike.

Di vê berhemê de, lîstika Pinîkêrî wekî çandeka kurdistanîyan ya hevbeş dihê binavkirin û bi awayekê berfireh li ser dîroka vê lîstikê dihê rawestandin û di vî warî de belge û spekulasyonên cuda jî dihên pêşkêşkirin. Di beşê dawî de jî li gel guhertoyên Pinîkêrî yên xwemalîbûyî, herweha guhertoyên Pinîkêrî yên bîyanî jî dihên pêşkêşkirin.

Gava ko min ev xebata ha xwend, ji min re wekî xebata arkeologekî hat ko ew bi mercekê li ser fosîlan, li ser hestîyan, li ser amanên axînî û li ser gelek tiştên din li şopên medenîyetên cuda digerîya û li gel sira kaxeza qederguhêr û paşeroja wê, daye dû sira kaxezên lîstikan ya ji qewla E. van Autenboerî, wekî bişirîna Mona Lîzayê nepenî û herweha şopa Pinîkêrî jî diajo.

Helbet, dibe ko gelek kes weha bihizirin ko ma gelo lêkolîna kaxez û kaxezên lîstikan û serpêhatîya wan û dîroka Pinîkêrî ew çend girîng in ko nivîskarê vê xebatê xwe ew çend pê êşandiye. Ez dibêjim ko ji bo wergirtina bersiva vê pirsê, divê ko meriv vê berhema hêja bixwîne. Ez dizanim ko wekî di hemû civatan de xuya dibin, di civata me de jî pêşhikimên di vî warî de hene. Loma ez weha bawer dikim ko ev xebat û perspektîfên vê xebatê yên di vî warî de hatine pêşkêşkirin, dê weha bikin ko civata me ji niha pê ve êdî bi awayekê cudatir li kaxezan û lîstikên kaxezan binêre.

Ev berhem di vî warî de bi kurmancîya me xebateka yekem e û qenaeta min ew e ko dê bi vê zengînîya xwe bi salan wekî rêbereka vê mijarê fonksîyonê bilîze.

Destxweş Mistefa! Tu bi kurmancîya xwe ya xweşik û rewan berhemeka dagirtî û girîng pêşkêşî me dikî ko herkes dikare jê feydeyê werbigire. Spas ji bo vê berhemê!

Bi hêvîya berhemên weha yên balkêş û girîng...

-----------------------------------
Nivîskar: RIZA POLAT
Weşandin: 2015-02-12
Xwendin: 7679
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org