[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Nêçîrvan Barzanî got kuştina bi navê namûsê bêşerefî ye
» Barzanî û Okumuş
HEWLÊR, 7/12 2008 — Rojnamevanê kurd-swêdî Eşref Okumuşî di hevpeyvîneka dirêj de pirsên hûr û kûr di heqê sîstema civakî û hiqûqî ya Kurdistanê de ji serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kirin. Di vê hevpeyvînê de Nêçîrvan Barzanî got pir kêm jî be li Kurdistanê îşkence heye û got ew bi xwe ji bo kuştina bi navê “şerefê” jî dibêje “kuştina bêşerefiyê”.

Nêçîrvan Barzanî gotinên xwe yên berê ko li Kurdistanê xelk tembel in dubare kir û got rojnamevanên Kurdistanê jî bêtecribe û ne profesyonel in. Lê belê digel wê jî Nêçîrvan Barzanî got li Kurdistanê medyayeka azad heye û her partiyekê rojname û televizyonên xwe hene.

Rojnamevan Eşref Okumuşî ji bo vê hevpeyvînê wext ji serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwestibû û li gor agahdariyên Nefelê di heman demê de birêveberê Netkurdê Mûrad Ciwanî jî ji bo hevpeyvînekê wext xwestibû.

Şêwirmendên Nêçîrvan Barzanî wisa minasib dît ko ji bo herduyan bi hev re wextekî diyar bikin û lewra hevpeyvîna Eşref Okumuşî û ya Mûrad Ciwanî di eynî wextî de didoyê vê mehê hatiye kirin. Pirsên herduyan û babetên pirsên wan pir ji hev cida ne û di Netkurdê de hemî di nêv hev de hat belav kirin.

Nefel qismê hevpeyvîna Eşref Okumuşî ya digel Nêçîrvan Barzanî belav dike. Tekst û foto ji Netkurdê hatine girtin.

***

Eşref Okumuş: — Cenabê serokwezîr, ez ji bo rojnameya Expressen dinivîsim. Loma pirsên min bêtir ê ji bo xwendevanên swêdî bin.

Nêçîrvan Barzanî: — Tu bi xêr hatî. Baş e, kerem ke pirsên xwe bike.

Eşref Okumuş: — Cara yekê sala 1991-ê ez û rojnamevanekî swêdî em di ser Sûriyeyê re derbasî Kurdistanê bûn, di ser çem re… Zilamê yekê ko me ew dît yekî 70 salî bû. Min rêya Zaxoyê jê pirsî, got: “Wa, tu bi eslê xwe kurd î?” Min hemêz kir û got “Tu bi xêr hatî Kurdistanê, ser çavan.”

Duh êvarê li nêzî Hewlêrê pêşmergeyekî pasaporta min kontrol kir. Wî jî pirsî: ”Tu bi eslê xwe kurd î?” Min got ”Belê!” Got ”careka din neyê Kurdistanê.” Min got ”çima?” Wî got ”Kurdistan îdî welatê dewlemendan e û feqîr jî îdî kurd nînin.”

Di 1991-ê de Kurdistan pirr perîşan bû. Li nexweşxaneyan zarok ji birçîna û ji bêdermanî dimirin. Îroj kes namire, ko ciyê serbilindiyê ye. Lê xelk ji hukumetê gelek gilehiyan dike.

Belkî min ji 10 şofêrên teksiyan pirsî, ”hûn ji bo hukumetê çi difikirin?” Pirraniya wan dibêjin ”hukumet bes ji bo xwe dixebite…” Mesafeyeka gelek mezin di navbera hukumet û xelkê de peyda buye. Gelo sebeb çi ye?

Nêçîrvan Barzanî: — Bêşik ji sala 1990-91-ê heta nuha guherînên gelek mezin bune li Kurdistanê. Lê divê em bibîrbînin ko ji 1991-ê heta sala 2003-yê ko rejima Saddam ji desthilatê hat xistin, rewşeka me ya taybetî ya gelek dijwar hebû. Gelek mişkileyên civakî û nelihevkirin bi me re hebûn. Şerê navxweyî hê berdewam dikir. Pirsgirêkên me li gel dewetên me yên dorûberê jî hebûn.

Ez dikarim qonaxê li ser du beşan teqsîm bikim. Ji sala 1991-ê heta sala hilweşandina rejimê, Hukumeta Herêma Kurdistanê nekariye karekî ciddî bike, ne di warê avakirinê de, ne jî di warê civakî de. Siyaseta hukumeta Kurdistanê di vê dewrê de tevî wan mişkileyên navxwe û yên me yên li gel dorûberê ew bû ko me mihawele dikir em çawa temîna pêdiviyên jiyanê yên rojane ên xelkê bikin.

Ji sala 1996-ê ko programa ”petrol bo xurakê” ji bal Neteweyên Yekbûyî ve destpêkir, destê Saddamê dîktator yê li hemberî me xurttir bû. Û welatên dorûbera me, hûn bi xwe dizanin ko di gelek meseleyan de fikrên wan ji hev cuda bin jî di siyaseta li hember me de ew dibin yek, hevkariyê li gel hev dikin. Ya ez dixwazim bêjim, di qonaxa yekê da heta sala 2003-yê wek hukumet me neşiya em tiştekî berbiçav ê hêja ji bo miletî bikin.

Di warê avadankirinê, yê civakî û xizmetguzariyê de ez dikarim bêjim ko hê ancax di destpêka sala 2004-ê me de kariye em dest bi karê xwe bikin, ew jî wek du hukumetên cuda. Wek tê zanîn wê demê me du hukumet hebûn, yek li Hewlêrê, yek jî li Silêmaniyê… Sala 2006-ê di meha pêncê de herdu hukumet bûn yek û hukumeta yekgirtî ya Kurdistanê dest bi karê xwe kir.

Hukumeta me gelek kêmasî, pirsgirêk, nexweşî û mîrasên nebaş ên dema berê dewr girtine.

Êş û rêgiriyên dewra şerê navxwe, kultura tembeliya ji dewra rejima berê, gelek texrîbatên enfalê û êrîşên din jî ji dewra berê de gihaştine me.

Gava wek hukumet me dest bi kar kiriye, mihaweleya me ya yekê ew buye ko em pêdiviyên jiyana rojane ji bo vî xelkî temîn bikin, xizmetguzariyên bingehîn ên rojane bidin welatiyan.

Di dema rejima Sadamî û salên berî 2003-yê de, ji ber bêewleyî û bêbaweriyê xelkê medenî yê xwedan hêz, derfet û sermiyan îmkanên xwe nexistine warê sermiyangêrriyê û veberhênanê. Piştî hilweşandina rejimî hêdî hêdî xelkê destpêkir ko kar û ticaretê bike perê xwe têxe xizmetê.

Ez bi eşkereyî ji te re bêjim, helbet gelek gazin û şikayet hene ji civakê, em vê dizanin. Em vê jî tebîî dizanin. Çimkî ji alî hemû waran de em di rewşa guherînê (tranzîşin, intîqalî) de ne, di hemû waran de me kêmasî hene ko divê bên temam kirin, gelek tişt lazim e ji nuh ve bên pêkanîn û avakirin.

Di dewra vê guhertinê (întîqaliyê) de mişkile û kêmasiyên me yên mezin hene, di warê xizmetguzariyê de, di warê kulturî û civakî de, di warê mafê mirovan de, di warê mafên jinan de mişkileyên mezin li ber me ne. Ev tiştên nuha ko em bahs dikin, ez gelek tebîî dibînim ko hene, nayên înkarkirin û divê neyên înkar kirin.

Di eynî wextê de hin tişt hene ko lazim e em bizanin. Li Kurdistanê me medyayeka kamil azad heye. Partiyen me azad in, heryek ji wan televizyon, radyo û rojnameyên xwe hene. Tebîî ye ko xelk rexnan digirin. Di demokrasiyê de esas e ko xelk karibe rexneyan bigire, nerazîbûnên xwe diyar bike û daxwazên xwe pêşkêş bike.

Lê ez wek serokwezîr wê jî dibînim ko tişt li Kurdistanê ber bi baştiriyê ve diçin ne ko ber bi rewşeka xerabtir ve. Ev ciyê dilxweşkeriyê ye, lê di eynî wextê de me kêm û kurrê hene ko divê em cidîtir li ser wan rawestin wan rakin, rewşê baştir û îmkan û derfetan zêdetir bikin.

Eşref Okumuş: — Min duh êvarê li gel şefê polîsê Hewlerê, Ebdulxaliq, hevpeyivîn kir. Pirseka min ji wî ew bû ko li Kurdistanê îşkence, lêdan û bertîl di çi dereceyê de ye.

Cewaba cenabê Ebdulxaliq ew bû ko li Kurdistanê bi tu awayî, qetîyen ev tişt nînin. Li dinyayê welatekî ko lêdan û bertîl lê tunebe nîne. Çawa dibe ko li Kurdistanê bi tu awayî nînin?

Ev pirs li Ewropayê gelek tên minaqeşekirin van demên dawiyê. Bi taybetî pirsa rojnamevanên Kurdistanê, ko ne azad in, tên tehdîdkirin, li wan tê lêdan. Gelo hûn çi dibejin?

Nêçîrvan Barzanî: — Eger em bêjin “na bi tu awayî tiştên wiha; işkence û lêdan bi tu awayî li Kurdistanê nînin”, ê ne rast be. Lê ez dibêjim divê em berê xwe bidin ko siyaset û pêngavên hukumeta Kurdistanê yên di vî warî de davêje çi ne. Ez dixwazim li ser vê, hinekî rawestim.

Hukumeta Kurdistanê ciddî ye li ser biryarderiya ko li Kurdistanê bi tu awayî divê îşkence û lêdan nebin. Em di vê pirsê de qet’î ciddî ne, nabe ko bi tu awayî li welatê me însan bên îşkencekirin, an lêdan.

Di mesela azadiya rojnamevaniyê de jî em gelek ciddî ne. Me ji xwe re kiriye armanc ko lazim e rojnamevaniya Kurdistanê bi her awayî azad be.

Ji alî din ve gelek kêmasiyên rojnamevaniya me jî hene, rojnamevanên me ew rojnamevan in ko zanîn û tecrubeyên wan yên rojnamevaniyê li gor ên welatên azad û demokrat gelek kêm in. Ew azad in di her tişte de ko dinivîsin, lê gelek kêmasî û şaşiyan jî dikin. Em dizanin ko bi zeman ê rojnamevanên me bi perwerde, kurs, fêrbûnan û wargirtina tercubeyên dinyayê vê meselê çareser bikin.

Em welatekî wiha ne, hema hema di her warî de kêmasiyên me hene, di warê rojnamevaniyê de jî…. Em ji fezayeka girtî ber bi rewşeka vekirî ya azad; di qonaxeka têperiyê (tranzîsyonê) re derbas dibin. Gava vê prosesê destpêkir ji aliyekî de rojnamevanên me ketin nav kar, lê wan nezanî ew çawa tevbigerin, erk û berpirsiyariya rojnamevaniyê ya rojnamevaniya azad çi ne. Ji aliyekî ve jî desthilata me bi xwe baş nezanî çawa miamelê li gel van meseleyan bike. Em dizanin ko ev kêmasî û şaşî yên dewra destpêkê ne û ê gavbigav sererast bibin, wek ko li her welatekî din welê lê hat.

Lê ji alî din ve hukumeta me bi xwe jî her tiştî di halê xwe de nahêle. Em jî cidî li ser meselê radiwestin ko em dikarin çi bikin ji bo zûtirîn û çaktirîn awayekî sererastbûna vê.

Gava hukumeta me ya yekbûyî ava bû û ez bûm serokwezîrê vê hukumetê, min komîteyek danî ko ji sê mehan carekê dicive. Wezîrê mafê mirovan, hin wezîrên din di vê komîteyê de beşdar in, polîs û asayiş beşdar e û ji derve jî beşdar hene.

Gava em dicivin, em hemî caran mesela mafên mirovan, tundûtîjiya li hemberî jinan, îşkencê û prosesên dadgehkirinê di ber çav re derbas dikin. Wekî din hergav dezgehên navneteweyî yên mafên mirovan ên wek Amnesty û Helsinki Watchê tên welatên me lêkolînan di van waran de dikin, raporan amade dikin. Siyaseta me ew e ko em rê bidin van rêxistinan, bên welatên me, dadgehên me, zîdanên me, qereqolên me bibînin lêkolînan bikin. Ew bi xwe serdana me dikin, pirsan dikin. Yek ji erkên vê komîteya sê mehane ew e ko em bersiva pirsên van rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan bidin.

Rewşa me ya nuha li gel rewşa du sal berê xwedan ferqeka mezin e. Me gelek pêşxistin bidest ve înane. Di mesela mafê mirivan de, ez mîsalekê bidim. Gava ez bûm serokwezîr li zîndanên Kurdistanê qasî 700 kes bê mehkeme di zîndanan de bûn. Me gelek midaxele kir, nuha bawer dikim ko li seranserî Kurdistanê nimûneyên bi vî awayî ê negihîjin dehan. Ev yek…

Du, me hewl daye em di nav zindanan de rewşê baştir bikin. Nuha me biryar daye em zindanên ko standardên wan li gor yên navneteweyî ne ava bikin. Me yeka bi vî awayî li Duhokê avakiriye. Em nuha dixwazin li Hewlêr û Silêmaniyê ava bikin.

Me komîteyeka şopandinê heye ko taqîb bike aya di zîndanan de, an di dema îfadewergirtinan de îşkence tên kirin an na.

Ez careka din dibêjim ko em nikarin bêjin ko me îşkence binbir kiriye. Lê ez bi rehetî dikarim ji bo te bêjim ko ew gavên ko me di van du salan de avêtine ew qas mezin in ko cihê dilxweşkirinê ne û wek serokwezîr ez şanaziyê bi van gavên avêtî dikim.

Ez dixwazim li ser medyayê çend gotinên din jî bêjim. Helbet bi maneya gotinê medya li Kurdistanê azad e. Mişkila me yek jê ew bû ko li Kurdistanê heta nuha me tu qanûneka medyayê nebû. Lê berî demekê ji parlamentoya me qanûna rojnamevaniyê derket, ko hema hema temamiya rojnamevanên me dilgiraniya wê kirin, wan daxwaz ji cenabê serokê herêmê kir ko wê pesend neke. Cenabê serokê Herêmê jî qanûn pesend nekir, li parlamentoyê vegerand. Di dema gotûbêjan de komîteyek hat amadekirin ko rojnamevanên me yên derva û hundur jî tê de cih girtin û piştî lihevkirina komîteyê, qanûn bi guhertinên nuh ji bal parlamentoya Kurdistanê ve hat qebûlkirin. Me nuha ew qanûn heye û ew serwer e.

Mişkileyeka me heye ko rojnamevanên me gelek caran hest bi mesûliyeta xwe nakin. Ez ji bo te mîsalekê bînim. Mesela gelek caran wexta rojnamevanên Kurdistanê behsa min dikin, nabêjn karên wî çawa ne, dibêjin şiklê wî wiha ye, yan seyara wî wiha ye. Li ser karên min ranawestin.

Lê ez bawer dikim ev tiştên bi vî awayî jî du hundurê zeman de bi fêrbûn û tecrubeyan ê ji meydanê rabin.

Eşref Okumuş: — Gava ez ji Swêdê hatim min biryara xwe dabû ko ez serdana sê rojnameyên mixalif ên ko li Silêmaniyê ne; Awêne, Hawlatî û Livînê bikim. Min ew dîtin ji wan pirsî, min ji gelek rojnamevanên din jî pirsî û ez hîn bûm ko li Kurdistanê take rojnamevanek jî di zîndanê de tune. Bawer nakim li tu welatekî Rojhilata navîn, Tirkiye jî tê de, rewşeka wiha hebe. Ev pîvanek e, û sedemê serbilindiyê ye.

Lê li rojnameya Livînê rewşeka taybetî hebû. Rojnamevanekî wan bi navê Soran Mihemmed çendekî berê li Kerkukê hat kuştin. Wekî din ez dizanim ko planê kuştina sernivîserê Livînê Ahmed Mîre hatiye kirin. Asayişê ev plan eşkere kiriye û du kes girtine.

Li gor Mîre cenabê te telefon kiriye û jê re gotiye wek serokwezîr tu yê çi lazim be bikî û neticeya tehqîqatê jî jê re bêjî. Ji kerema xwe re tu dikarî bêjî, ev kî ne û gelo cenabê te li ser vê rewşê bi çi awayî radiweste.

Nêçîrvan Barzanî: — Ev tewereka (babeteka) gelek muhîm e. Ji bo min gelek giring e ko em rastgo bin li gel wan tişên ko em dibêjin. Em dibêjin azadiya rojnamevanî, em dibêjin demokrasî. Lazim e em rastgo bin li gel dîtinên xwe. Em miletek in ko me komek îdîa kirine, me gotiye azadî, me gotiye demokrasî, me gotiye azadiya rojnamevaniyê. Dibe ko li Afrîkayê li Zîmbabweyê Robert Mugabe karibe ji tiştên wiha xwe bide alî. Lê ne em û ne jî miletê me ji me re qebûl nake ko em ne rast bin li gel wan baweriyên ko me bi salan gotine. Divê em li gel miletê xwe rast bin.

Em li giravekê (cezîreyekê) dijîn ko li dorûberê me dilnexwaz û neyarên me tijî ne. Ew dibînin ko li Kurdistanê azadiya rojnamevaniyê heye, welat ber bi demokrasiyê ve diçe. Ev, ji bo me xalên bihêziyê ne, lê hin dorûberên me dixwazin wan xalan wek zaafekê li hember me bikarbînin û tecrûbeyên me yên ko li vê Kurdistanê hene li pêş çavên kurdên navxwe bêqîmet bikin. Bi awayekî sîstematîk piştgiriya hin derûdoran, kesan û gavan dikin. Dixwazin bi riya wan ji kurdên nik xwe re bêjin ko ew tiştên ko we pê şanazî dikir li wê derê, ne tiştên şanazîpêkirinê ne, ew fasid in, pare dixwin, ne demokratîk in filan dikin û bêvan dikin.

Helbet ez bi vê, naxwazim bêjim hemî tiştên ko tên gotin bêbingeh in, nînin. Ev yek.

Ya duyê, mesela ko te bahs kir…. şehîdbûna Soran. Wek hûn dizanin ko ew li Kerkukê hat şehîdkirin û ew der ne di bin îdareya Herêma Kurdistanê de ye. Loma ewleyiya wê derê ne di destê me de ye û em nikarin cewaba wê terorkirinê bidin. Ji xwe ji ber wê hindê ye ko di mesela maddeya 140-ê de em daxwaz dikin ko ew bê cîbicîkirin, emniyeta wir bi tevayî têkeve destê me da em bikaribin li wan deran jî bi berpirsiyariya xwe rabin.

Mesela Ahmed Mîre jî li Silêmaniyê rû da. Gava min ji rojnameyan xwend, min rasterast telefonî Asayişa Silêmaniyê kir ko dosyeya wê daweyê bê vê derê. Wan got ”lazim e em li Hewlêrê hin kesan bigirin, tehqîqatê bi wan re bikin”. Min got ”ehlen wesehlen”. Asayişa Hewlêrê alîkarî kir, ew neferên ko wan diviya hatin girtin. Min bi xwe jî telefonî Ahmed Mîre kir, min jê re got ”ez ji bo te bêjim, hindî ez dizanim, ez teekîd dikim ko tu ciheteka siyasî li Kurdistanê li pişt tehdîd û kuştina te nîne. Lê nuha ez hîç dengekî nakim û ez dihêlim ji bo tehqîqê. Ez ê heta dawîn mitabea vê tehqîqatê bikim û ez ê te bi xwe jî agahdar bikim ji encamê.”

Ev kesên ko Asayişa Silêmaniyê dixwestin bên girtin, hê girtî ne, komîteyek tehqîqa wan dike. Lê hê kesên tawanbar nehatine kifş û eşkerekirin.

Min ji Ahmed Mîre re ev jî got ko ”eger tu bixwazî heta zelalbûna meselê, ez li Silêmaniyê heresan ji bo te deynim, yan eger tu bixwazî bêyî Hewlêrê, ez te bidim parastin, heta ev mesele zelal dibe. Wekî din her daxwazeka te hebe ez hazir im ji bo te bidim cîbicîkirin.”

Min qasî 20 deqîqeyan li gel wî axaft û got ”em wacibên xwe yên siyasî û exlaqî dizanin ko piştevaniya rojnamevanên xwe bikin wan biparêzîn azadiya wan a rojnamevaniyê misoger bikin.”

Me bawerî bi karê rojnamevanan heye ko ew li Kurdistanê dikarin gelek xizmeteka hêja bikin, alikariyek mezin bi hukumeta Herêmê bikin, wan rexneyan bikin ko me ber bi başiyê ve bibin. Çavdêriya karûbarên me bikin. Wek hûn jî dizanin li her derê dinyayê wek li Ewropayê, li Amerîkayê û deverên din ên demokrat û pêşkeftî bi vî şeklî ye.

Em hêvîdar in rojnamevanên me jî bibin xwedan zanîn û tecrubeyên hêja da baştir bi mesûliyeta xwe rabin, bikarin bi temametî çavdêriya karûbarê hukumetê bikin.

Û tecrubeyên me yên van çar-pênc salan derxistiye ko gava miraqeba rojnamevaniyê baş têkirin li ser karûberên me, karûbarên me bi xwe jî baştir û rêkûpêktir dimeşin, wezîrên me, berpirsên me yên îdarî yên astên cuda karên xwe rêkûpêktir dikin, çunki dizanin ko zeaf, şaşîtî û kêmasî di bin çavdêriya rojnamevaniya azad de ye û ew ê bên eşkerekirin, raya giştî ê pê bihese.

Eşref Okumuş: — Duh min jinek xweveşartî bi navê Semîre dît. 23 salî ye. Birayê wê polîs e, bi şidet jinik mecbûr kiriye ko ew mêrê xwe berde, bi mêrekî 24 sal jê mestir re bizewice. Çûne dadgehê, dadwer (hakim) bi riya telefonê telaqê mêrê kevn ji jinikê berdaye û ji bo mehrkirina li mêrê nuh ji jinikê napirse, lê ji dayika wê dipirse. Li gor Semîre birayê wê 1 500 dolar ji mêrê nuh girtiye.

Heta nuha li Kurdistanê min li gel zêdetir ji 30 jinên kurd yên xwende û intelektuel axaftiye. Li gor wan ko herkesî wek serokwezîr di mesela şiddeta li hemberî jinan de kar bikiraya niha mişkileyên me ê gelek kêmtir bûna. Yek ji wan Mehabad Qeredaxî ye ko ez bawer im wê li gel cenabê te kar jî kiriye.

Di vê meseleyê de jî meriv ferq û mesafeyeka mezin dibîne. Gava meriv li cenabê te guhdarî dike û li rastiyên jiyanê temaşe dike, li mehkemeyan, li nik polîsî û di malbatê de, ferqên gelek mezin hene.

Nêçîrvan Barzanî: — Belê, meseleya şideta li dijî jinan, hûn li Ewropayê dimînin, hûn dizanin li her derê kêm zêde heye. Ev mesele li Kurdistanê jî heye. Lê li Kurdistanê me ferqek heye; heta nuha ev şiddet dihat bikaranîn û kesê bahs nedikir, wek tişteka tebîî lê dihat nêrîn. Tişt dibûn û kesê bahs nedikir, diçû. Di van waran de me tecrubeyên gelek xerab ên tahl hene. Hema tecrubeyên me yên ko li Swêdê rûdan gelek nexweş bûn.

Mixabin ev mesele pêwendî bi mesela kutur û têgihîştinê, bi perwerdeyê heye.

Meseleya ko cenabê te bahs dike; meseleya Semîreyê ez taze dibihîzim, lazim e ez tehqîqê li gel bikim, loma ez neşêm tişteka taybet bi wê bêjim, ez ê bi awayekî gelek cidî dûvçûnê li gel vê meselê bikim.

Lê ez bi şiklekî giştî bêjim, wek min berê behsa komîteyekê kir ko ji her sê mehan carekê dicive. Ev komîte di warê tundûtujiya li hemberî jinan jî kar dike. Hinek ji derve jî wek pispor tê de beşdariyê dikin. Em ji her sê mehan carekê dicivin da bizanin pêşketinên me yên di van waran de çi ne, proses ber bi ko ve diçe.

[Piştî hevpeyivînê ji mekteba serokwezîriyê bi riya telefonê agahiyek hat ko di meseleya Semîreyê de du tehqîqat hatine vekirin, yek jê li hemberî malbeta wê, ya din jî li hemberî dadwer (hakim) bi xwe. Ev herdu dosye jî gelek giring in, bi taybetî ya li hemberî dadwer xwedan asteka neteweyî ye ko hiqûq çawa dikare li hemberî welatiyan wiha narewa tevbigere.]

Nuha li her merkeza polîsan li seranserê welatê me yekîne (unite) hene ên ji bo karê tundutûjiya li dijî jinan. Ev yekîne kar dikin eger kesekê mişkileyek hebe, rudanek hebe ev yekîne midaxele dike, karê lazim dike.

Tesîra karên vê yekîneyê gelek e, gelek encamên hêja dane. Berî du sê hefeteyan me civînek kir. Min bi şanazî dît ko têgihîştin û rêveçûneka mezin di warê pirsa tundutijiya li hemberî jinan li dezgehên me yên resmî li mehkemeyên me rû daye, mahkemeyên me bi ciddî berê xwe didin van meseleyan. Gelek xelk hene ko ji ber tawanên şiddeta li dijî jinan hatine mehkemekirin û ededa van hukman jî ne hindik e. Min bi xwe bawer nedikir ko em ê encamên wiha baş werbigirin. Ji bo min ciyê kêfxweşiyê ye ko em encama karên xwe yên du salan bi awayekî baş dibînin.

Em qet veneşêrin, bêedaletiyeka pir mezin li vî welatî; li hember jinan tê kirin, di bin perdeya adet û teqalidan de, di bin perdeya ayîn de, di bin navê kulturê de. Tu ayîn van tawanan qebûl nake.

Helbet em bikin nekin hin rûdan dibin, lê wek hukumeta Kurdistanê em gelek cidî ne, da ev cerîme xweş neyên dîtin û cezayê xwe bibînin.

Li gor îstatîstîkên di destên me de tawanên mezin kêm bûne, lê nuha tawanên siviktir zêdebûne. Li gor tesbîtên me ew zêdebûn ne ji zêdebuna tawanan e, lê ji zêdebûna eşkerekirina tawanan e. Berê di malbatekê de li hemberî keçekê an jinekê tawanek bihataya kirin kesê deng nedikir, di nav malbatê de dima. Lê nuha ne welê ye, gava tawanekî bi vî awayî rû dide îdî xelk telfonî polîs û berpirsan dikin.

Lê cardin ez ji bo we bêjim, ev meseleyeka kulturî ye, gelek wext û têkoşîn jê re divê, welê zûbizû binbir nabe. Divê xelk berdewam bên ronahîkirin.

Me hin qanûn guherîne di vî warî de. Mezintirîn guherîn ew e ko a ko dihat gotin kuştina ji bo şerefê namûsê. A ko min navê wê guhertiye kiriye ”kuştina bêşerefiyê”. Çawa dibe ko tu însanekî bikujî û bêjî li ser şerefê ye. Van qanûnên me rê vekirine ko xelk li ser kuştina jinê heta bi cezayê îdamê bên hukumkirin. Belkî bihîstina vê li Swêdê ne baş be jî lê divê ez bêjim ko xelk heye ji ber kuştina jinê ji bal mehkemên me ve bi îdamê hatine hukumkirn û dadgeha me ya bilind a tenfîzê ew ceza tesdîq kiriye.

Eşref Okumuş: — Yanî wek terorîstan ew ê bê îdam kirin?

Nêçîrvan Barzanî: — Belê wekî terrorist ê miamele li gel bê kirin û bê îdam kirin. Helbet ne ko kêfa min ji îdamê re tê, lê ya ko ez dixwazim bêjim di van herdu salan de di encama mihaweleyên me de guhertinek buye û însanên me wekî berê li hemberî van tawanan bêdeng namînin.

Me jî îdî rêgiriyên ciddî hene. Hêviya min ew e ko ev proses ber bi pêş ve dewam bike. Ev mesele bi min tenê çênabe, divê civak hemû, her yek ji alî xwe ve bilive. Lê ez hay jê heme ko ez serokatiya vê bizavê dikim, min berpirsiyariyeka mezin di vî warî de heye.

Min baweriyeka temam pê heye ko lazim e em vê nexweşiya xwe îlac bikin. Ev ne siyaset e, ev meseleyeka cidî ya di ser hertiştî re ye û lazim e çareser bibe.

Eşref Okumuş: — Ez bi teksiyê çûm derekê, şofêr adres nedît, got ”hukumet niye”, teksî li ber lampeya sor a ser riyê hinekî rawestiya, got ”kak hukumet nîye”. Yek li ber deriyê zankoyê şemitî ket, vegeriya ser hevalê xwe got ”hukumet niye.”

Li Swêdê tiştek heye dibêjin ”muptelayê alîkariya sosyal a dewletê”. Fenomeneka pirr cidî ye, wek muptelatiya narkotîkayê lê tê nihêrtin. Mesele ne pere ye. Mesele gava ne berhemhêner be însan, çawa tê guhertin, mejiyê wî çawa tê guhertin.

Li Kurdistanê milyonek û 200 hezar însan meaş werdigirin û ne şert e ko li hemberî vê karekî bikin.

Ev rewş wek nexweşiyekê diyar dibe, miletekî xerîb bi vî awayî tê çêkirin. Fikra serokwezîr li ser vê diyardeyê çi ye?

Nêçîrvan Barzanî: — Wellehî rast e, heqîqeten jî miletekî xerîb çêdibe. Tu dizanî berî demekê mi di axaftina xwe de behsa vê diyardeyê kir, min got ”kultura tembeliyê’ di nav milletê me de cih girtiye”. Ew rojnameyên ko cenabê te behs dike ko ew xwe serbixwe û bê layen dibînin, wan kir tişteka pirr mezin li ser min ko xwedêgiravî Neçîrvan xebera ji miletê re dibêje, heqaretê dike, ew ji miletekî re dibêje ’tembel in’. Mihawele kirin bi van awayan tîrajên xwe bilind bikin, xeber li dijî hukumetê gotin.

Li Kurdistanê peyameka giştî ya neteweyî nîne, di medyayê de bêserûberiyek heye, 20 televizyon hene, her yek tiştekî dibêje, sed rojname hene her yek tiştekî dinivîse. Peyamek, xeteka giştî ya neteweyî di mesleyên heyatî de nîne.

Wek te jî bahs kir ko miletek li ser esasê quweta pereyan bê çêkirin wê quweta berhemhêneriyê û zîndetiyê namîne.

Meseleya ko ew qas kes bêyî karkirinê meaş û pere werdigirin ne diyardeyek e ko hukumeta me destpêkiriye. Sala 1976-ê gava rejima Saddamî gund xerakirin û valakirin rûniştiyên wan anîn bajaran. Bi vê, rewşa bajaran têk da, yên ko hatin ne man wek gundî ne jî bûn bajarî.

Jiyana xelkê Kurdistanê li ser çandiniyê bû. Lê Saddam 5 000 gundên Kurdistanê xera kirin û xelkên wan anîn bajaran. Li Kurdistanê bi vî awayî çandinî (zîraet) nema.

Xelk anîn bêyî ko kar bidin wan, ew kirin mûçexurên (memûrên hukumetê). Ev mesele ne ew e ko me peyda kiriye, ev jî mîrasekî xerab e ko hê ji dewra Saddam de ji bo me maye. Ew kar nakin, lê ji hukumetê pare werdigirin.

Nuha siyaseta me çi ye wek hukumeta herêma Kurdistanê? Helbet em nikarin van meaşan bi carekê de bibirrin. Jiyana xelkê heye, mal û zarokên wan hene, eger bi carekê de mesele bê rakirin ê jiyana wan serûbin bibe, rizqê wan bê birrîn. Lê em siyaseteka wiha dimeşînin ko bi riya peydakirina kar di warê îndustrî û çandiniyê de, bi riya sermiyangêrî û veberhênana sermiyanê derva û geşkirina kertê (sektora) taybet, berê wan didin karên van deran. Em teşwîq dikin yan ew biçin di nav kartê taybet de yan jî li gundan di zîraetê de kar bikin, bibin berhemder.

Me hin programên din jî hene; mesela yek jê ew e ko em nîvê meaşên wan bidin û bêjin qet meyên ji me re kar yan dewamê mekin, biçin heta şeş mehan, salekê ji bo xwe karekî peyda bikin da em ji hev xelas bin. Em hê li ser kar dikin ko programên din jî peyda bikin. Hukumet li serê misir e ko vê pirsê jî bi awayekî ko xelkê neêşîne çareser bike.

Eşref Okumuş: — Ez li Swêdê dimînim û dizanim azadiya rojnamevanî çi ye. Serdana min a sê rojnameyên li Silêmaniyê ji bo min eşkere kir ko çi mihaweleyeka ciddî li Kurdistanê ji bo azadiya rojnamevaniyê heye. Min rûpel bi rûpel ji wan xwest ko ew behs bikin çi di rojnameyan de hene. Ew behsa her tiştî dikin, dinivîsin ko mesela “Filan wezîrî pareyê xwe yê elektrîkê nedaye.” Rast e ne rast e, ez nizanim, lê xeber bi xwe pîvana tiştekî ye. Her alî dikare xwedan kêmanî be, lê ev diyardeya demokrasiyê ye.

Nêçîrvan Barzanî: — Kêmasiyên wan jî hene û kêmasiyên me jî hene. Hêviya me ew e ko em di prosesa çakbûnê de bi hev re kêmasiyên xwe temam bikin. Carina tu bibînî tu yê nebêjî ev azadî ye, bêjî ev bêserûberî ye, çawa dikarin tehamul bikin, ev serokwezîr çawa dikare tehamul bike. Lê baweriya me heye ko her tişt ber bi başbûnê ve diçe ew ê çê bibe. Rojnamevanên me baştirînên wan xwedan tecrubeyên pênc şeş salan e, ê ev tecrubeyeka gelek kêm e. Wekî din rojnamevanên profesyonel jî kêm in, di karên xwe de ne profesyonel in, her kesê ko rakiriye qelemê bûye rojnamevan. Li Îtalyayê her kesê ko rabe, dest davêje dirûna kincan, cilûbergan, li vê derê jî her kesê ko dest davêje qelemê dibe rojnamevan.

Eşref Okumuş: — Li Îtalyayê dewlet pere, meaş nade wan. Lê li vê derê dide wan…

Nêçîrvan Barzanî: — (Bi ken) Welle bi Xwedê, erê, rast e. Nexwe lazim e em ji nuh ve hizrê lê bikin.

-----------------------------------
Nivîskar: EŞREF OKUMUŞ
Weşandin: 2008-12-07
Xwendin: 15348
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org