[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Welîd Canpolat: Kurdbûn ji bo min şerefek e û ez dixwazim bêm serdana Kurdistanê
» Welîd Canpolat
BEYRÛT, 26/12 2008 — Siyasetmedarê esilkurd yê Libnanê yê naskirî Welîd Canpolatî di hevpeyvîneka digel Ako Mihemedî de behsa rewşa Libnanê, Iraqê, Kurdistanê û kurdbûna xwe kir û got: — Bavê min ji min re got, em bi esil û di bingeha xwe de kurd in û binemala me di çerxa 17-ê de hatiye Libnanê. Ji bo min cîhê şerefê ye ez ji aliyê dîrokî ve girêdayî kurdan im.

Hefteya derbasbûyî aborî û hilbijartinên Libnanê di rojeva Parlamentoya Ewropayê de bû û di heqê vê mijarê de giftûgûyên girîng hebûn. Lê belê pêngava serokê Hîzbûllahê Hesen Nasrûllah ya piştgiriya rêxistina Hamasê, hevpeymanên wî yên parlamenter û siyasetmedar xist nav rewşekî zehmet de. Rewşa balkêş ya Libnanê careke dî Welîd Canpolad anî bîra me.

Welîd Canpolat serokê Konseya Durziyên Libnanê ye. Herwiha ew serokê Partiya Pêşketinxwaz ya Sosyalîst ya Libnanî ye û li Parlamentoya Libnanê serokê fraksiyona El Lîqa el Dîmokratî ye. Wezîrê transportê yê hikûmeta Libnanê Xazî Erêzî ji partiya Canpolat e.

Bi alîkariya Segvan Xelîl me têkilî bi Welîd Canpolat re danî. Dema hevdîtinê de me berê xwe da koşka wî ya li navçeya Kilîmenso ya Beyrûtê. Serê kolanê bi dîwarên betonû ji aliyê parêzvanan ve hatibû girtin. Piştî xêrhatin û silavdanê em di kontrola ewlekariyê re derbas bûn. Xaniyê Canpolat bi gulan, nav xanî jî bi bêhneke xweş û wêneyên ciwan pêşwaziya mirov dike. Ew li ber deriyê asansorê li qata heştê li ser derinceyan ji bo pêşwaziya me rawestiyayî bû.

Odeya xebatê ya Welîd Canpolat bi sedan rojname, dosye û kaxez û kitêban ve tejî ye. Herçend ew kurê binemaleke mezin û deshilatdar e jî, dibêje:

— Ez naxwazim vî xaniyê xwe yê mitewazî bi qesrên biha re buguherînim. Ez ne Seîd Herîrî me.

***

Pirs: — Cihê partiya we di nexşeya siyasî û parlemena Libnanê li kuderê ye?

Welîd Canpolat: — Partiya Pêşketinxwaz ya Demokrat beşek ji hevpeymana 14-ê adarê ye. Em her bi vî navî jî dê tevlî hilbijartinên sala bê de bibin.

Pirs: — Pêşketinek di giftûgoyên we û Hizbûllahê de heye? Hûn gihîştine çi xalê û li gel Hizbûllahê di têkiliyên xwe de dixwazin bigihîn çi astê?

Welîd Canpolat: — Bi giştî ligel Hizbûllahê û mixalifetê piştî Peymana Dewhe, em gihiştîn pêkhatinekê ko jê re dibêjin: "Pêşketina Aramiya Etfaq El-Tehdîe.” Li gorî wê rêkeftinê pêwîst e peyv û biwêjên astbilind li beramberî hev bi kar bînîn. Piştî wê em di ceribandineke dijwar re derbas bûn û spasiyê ji bo Xwedê dikîn ko rastî şerekî navxweyî nebûn. Em bi vî şeklî li ser aramkirina siyasî û ragihandinê rêkeftin. Lê hemû jî li cihê xwe yê siyasî de mane. Hevdîtineke girîng di navbera Seîd Herîrî û Hesen Nasrûllah de çêbû. Eger ji Hizbûllahê bê û baş bibe û ez û Seyîd Hesen Nasrûllah bikevin, ti tewîtiya min nîne.

Pirs: — Piştî dema Obama li Koşka Spî, pêşbîniya we ji bo rewşa Libnan û milmilaneya li gel Sûriye çi ye?

Welîd Canpolat: — Pêşkêşkirina Rojavayê bi şeklekî giştî û bi taybet jî Emerîka piştî hatina Obama, ji bo rejîma Sûriye vekirinek e. Ez mikûr im li ser helwesta xwe ya siyasî li beramberî Sûriyê. Piştî kuştina Refîq Herîrî di 14-ê adara 2005-ê de me got; ”Êdî wext hat, em dê radeyekî ji bo rejîma Sûriyê danin û têkiliyên wekhev li gel vê rejîmê çêkîn. Hîn jî daxwazên me ji rejîma Sûriye hene, diyarkirin û danîna sinorên Zeviyên Şiba li gel Sûrî, hilgirtina bingehên Sûrî ko em jê re dibêjîn ”çekên Filistîniyan ji derveyê çadiran" ko di rastiyê de têkilî bi xêvetgehan ve nîne û sekinandina hemû çekdarên ji Sûriyê ji bo Libnanê.

Pirs: — Kurdên Libnanê û cihên din yên wek kesek girêdayî binemalekî kurd temaşeyî te dikin. Tu xwe wek kurd dibînî?

Welîd Canpolat: — Ev ji bo min şeref e. Bavê min ji min re got, em bi esil û di bingeha xwe de kurd in û binemala me di çerxa 17-ê de hatiye Libnanê. Ji bo min cîhê şerefê ye ez ji aliyê dîrokî ve girêdayî kurdan im. Lê bêguman li Libnanê ez libnanî û ereb im. Lê erebbûna min tenê erebbûnekî çandî ye. Ne ko erebbûneke şoven e ko ereb û Sûrî li dijî kurdan pêrew dikin.

Pirs: — Bavê te tevlî hinek çalakiyên kurdan dibû. Lê me cenabê te di tevlîbûneke çalakiyên kurdan û di pêvajoya hebûna Kurdistanê de nedît. Çima?

Welîd Canpolat: — Spasî ji bo herêma Kurdistanê ko serxwebûneke navxweyî ya mezin bi dest xistiye. Lê em hîn jî li Libnanê di pêvajoya yekem ya serxwebûnê de ne. Ji sala 2005-ê heta niha, lêdan piştî lêdanê li me dikin. Lê Herêma Kurdistanê di encama tevlîbûna Emerîkayê de destkeftiyên mezin bi dest ve anî.

Pirs: — Dîroknasên kurd nawê Şoreşa Canpolatan wek ”canê polayî” datînin ev yek rast e?

Welîd Canpolat: — Belê, bavê min jî herwiha ji me re gotiye ko bingeha şoreşa me bi wî şeklî ye.

Pirs: — Tu derwanînên kurdên Libnanê çawa dibînî ko dibêjin ”em pêkhateyek ya gelê Libnanê ne” û di serdema deshilatdariya eyûbiyan de hatine Libnanê?

Welîd Canpolat: — Kurdên Libnanê hemwelatiyên dilsoz yên Libnanê ne. Lê hinek ji mafê wan yê siyasî nehatîne dilsoz kirin. Mînak; Ji ber ko piraniya wan rûniştvanên Beyrûtê ne û li ser beşa sinnîyan in, divê ko li parlamentoyê kûrsiyên wan hebin.

Pirs: — Di pergala etnîkî ya Libnanê de kurdên Libnanê xwe wekî şikestîtirîn tayfeya Libnanê dibînin. Heta niha jî wek kêmnetewe û tayfedanîn li wan nehatiye nêrîn. Çima rewş wiha ye?

Welîd Canpolat: — Pêwîst e di parvekirina siyasî û parlemanê de mafê kurdên Libnanê jî bê dayîn. Lê ji bo vê pêwîst e peymanek di navbera xelkên Beyrûtê û kurdan de bê kirin. Ji ber piraniya kurdan rûniştvanên Beyrûtê ne û li wê derê dengê xwe didin.

Pirs: — Li Libnanê hejmara qîptiyan ji 5 000 kesan kêmtir e lê ew wek kêmnetewekî hatîne bi nav kirin û ev mafê kurdan nehatiye dayîn. Ev yek wêneyê çewsandinek eşkeretir nîşan nade?

Welîd Canpolat: — Qîptî wek kêmnetewekî hatîne nas kirin. Lê heta niha nûnerê wan li parlamentoyê nîne û bêmafî li hemberî wan jî heye.

Pirs: — Li Libnanê di hilbijartinan de herdem dengê kurdan diçe bo lîsteya siniyan. Zêdetir jî ji bo lîsteya Tiyar El-Misteqbîl ya Herîrî. Lê heta niha ew amade nebûna navê kurdekî jî bixin nava lîsteya xwe û heta kûrsiyekî jî bide kurdan. Bi sedema têkiliyên te yên germ li gel Herîrî, te çi hewlek ji bo kurdan nedaye?

Welîd Canpolat: — Min hewl daye û hewl jî didim. Lê heta niha faşil bûme.

Pirs: — Çima?

Welîd Canpolat: — Ji ber kul li Libnanê parvekirina binemalî û mezhebî heye. Pêwîstiya vî karî bi hewildanekî zêdetir heye.

Pirs: — Kurd hest bi nêzîkbûna we dikin. Çima hûn nêzî kurdan nabin û ji bo wergirtina deng û gihandina daxwazên wan bi navendên siyasî yên biryarderê Libnanê?

Welîd Canpolat: — Têkiliyên me hebûn. Têkilî zêdetir jî bi rêya Xazî Erêzî çêdibû ko nûnerê Beyrûtê ye. Ew bi berdewamî tevlî cejnên neteweyî û hebûna rewşenbîrî ya kurdan dibe. Lê pêwîst e ew li Libnanê têkiliyên zêdetir di navbera partiya me û nûnerên kurdan de çêke.

Pirs: — Yanî armancek we ya wiha heye?

Welîd Canpolat: — Bi hêviya Xudê.

Pirs: — Tu di despêka rûxandina rejîma Sedam Hisên de li dijî helwesta Emerîkayê bû. Lê piştî rewşa Libnanê li gel Sûriyê bû alîgirê helwesta Emerîkayê ya li dijî Sûriyê. Çawa di helwesta te de ev gûhertin çêbû?

Welîd Canpolat: — Cara yekem me grupeka romanî hebû. Jêre dibêjin Qewmiya Erebî. Li gel meşîn û li dijî vê yekê ko jêre dibêjin “Deslêwerdana Emerîka” li Iraqê sekinîne. Wiha dizanim ew yek şaşitî bû. Lê ya baş ew bû ya ko di xwepêşandanan de çêbû, elhemdûlilah ez ne gotarbêjê wan xwepêşandanan bûm. Herwiha ez li gel wan xwepêşandanan neçûm û me wêneyê Sedam Hisên bilind nekir. Ez hest dikim ko pêwîstî bi rakirina Sedam Hisên hebû. Lê diviya me ev yek berî niha bi sê salan bikira û rojava li hilweşandina rejîma Sedam dereng ma. Wan Sedam Hisên heta dawiyê bi kar anî û mixabin rojava ji derveyî helwesteke şermoke, ti tişteke dî beramberî şer, komkûjiyên Sedam yên beramberî kurdan, başûrê Iraqê û heta beramberî siniyan jî nebû. Bi giştî rojava dereng ma.

Pirs: — Tu qet li gel rêveberekî kurd civiyayîn?

Welîd Canpolat: — Ez du caran li gel birêz Mêsûd Barzanî civiyame. Carekê li Dîmeşqê û carekê jî li Mûxtara Libnanê. Herwiha berî çend heyvan di kongreya Enternasyonala Sosyalîst ya li Yunanîstanê li gel birêz Celal Talebanî bûm.

Pirs: — Tu bi rêya nûçeyên dezgehên ragihandinê dikarî çavdêriya rewşa Kurdistanê bikî?

Welîd Canpolat: — Belê hinek caran. Min gelek caran protestoya kiryarên terorîstî kiriye û ji wan jî ev komkujiya vê dawiyê ya li Kerkûkê.

Pirs: — Ez dixwazim vê pirsê dubare bikim; Çima te heta niha serdana Kurdistanê nekiriye?

Welîd Canpolat: — Ji ber rewşa siyasî û ewlehiyê ew şansê min çênebû. Rewşa me gelek dijwar û giran e.

Pirs: — Eger tu bêyî vexwendin, tu dê serdanê bikî?

Welîd Canpolat: — Belê ez dê biçim. Lê ne di ser esmanê Sûriyê de. Eger Tirkiye rê bide min, ez dê bi rêya Stenbolê biçim Kurdistanê. Ez dixwazim tu bibî wasiteya min (bi pêkenînî).

Pirs: — Tu li Iraqê karê rêveberên kurd çawa dinirxênî?

Welîd Canpolat: — Ez li Iraqê piştgiriya doza rewa ya kurdan dikim. Lê di heman demê de ez şîreta wê yekê jî dikim ko aram û li ser xwe bin. Hemû welatên cîran li dijî daxwazên rewa yên kurdan in. Ez ji bo kurdan li gel otonomiyê me. Lê pêwîst e kurd ji welatên cîran agahdar bin.

Pirs: — Baş e federalî?

Welîd Canpolat: — Eger di çarçeweya Iraqê de be, ez lige lim. Lê parçekirin dê Iraqê bixe nav karesatê û ji vê yekê agehdar bin.

Pirs: — Wek siyasetvanekî xwedî ezmûn, şarezayê navçeyê û hişê erebî, paşeroja Kurdistanê çawa dibînî?

Welîd Canpolat: — Fikra erebî pêşneketî ye. Herwiha fikra tirkî û farisan jî beramberî kurdan pêşneketî ye. Ji ber wê pêwîst e hestyariyekî zêde daxwaza rewa ya kurdan nîşan bide. Ji ber ew bûyerên bi serê kurdan hatîn ji peymana Lozanê heta niha ew komkûjiyên li dijî kurdan hatîn kirin li her derê gelek zêde ne.

Pirs: — Tu agahdarî wan komkujiyan bûyî ko rejîma Iraqê beramberî kurdan yên wek Helepçe û enfal kirin. Hestê we beramberî wan çawa bû?

Welîd Canpolat: — Ez ji Helepçe agahdar bûm, ew gaz ji rojava hatibû û Sedam bi vê gazê kurd kîmyabaran kir.

Pirs: — Dema Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Libnanê bû, têkiliyên te li gel wê çawa bû? Tu karê Abdullah Ocalan çawa dinirxînî?

Welîd Canpolat: — Dema eejîma Sûriyê Abdullah Ocalan teslîm kir, ez tevlî wan meş û xwepêşandanên li Libnanê yên ji bo Abdullah Ocalan bûm. Wiha dizanim ez tevlî du meşên wiha bûm ko li Beyrûtê çêbûn. Lê di jiyana min de çavê min bi Abdullah Ocalan neketiye.

Pirs: — Tu bawer dikî ko ev çarenûsa Adullah Ocalan ji ber sedema têkiliyên wî li gel dewleta Sûrî bû?

Welîd Canpolat: — Ez dikarim bêjim Sûriyê xwestiye Abdullah Ocalan ji bo armancên xwe bi kar bîne û dema bi tirkan re peyman çêkir, ew firot. Herwiha Sûrî ev li hemberî kesên din jî kiriye.

Pirs: — Rêya esmanî di navbera Libnan û Kurdistanê de heye û şîrketên libnanî li Kurdistanê dixebitin. Çi sedem heye ko bibe sedemê bilindkirina asta têkiliyên siyasî û aborî?

Welîd Canpolat: — Rewşa siyasî û vejandina aborî wiha kiriye ko şîrketên libnanî biçin Kurdistanê. Ev ji bo kurd û libnaniyan gelek bi sûdmend e.

Pirs: — Libnan ko yekta dewleta demokratir û vekirîtir ya ereb e, Kurdistan ji vê yekê sûd digre?

Welîd Canpolat: — Ez ne zêde agehdar im. Lê wiha dizanim sûd ji van têkiliyan wergirtiye. Hinekî bankayên libnanî şaxên xwe li Kurdistanê vekirîne. Herçiqas têkiliyên aborî zêdetir bin, ev yek sûdekî zêdetir digihîne Kurdistan û Libnanê. Wek hûn jî dizanin libnanî di karê banke û bazirganiyê de biînsîyatîf û zîrek in.

Pirs: — Wek siyasetmedarekî agahdar ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn, li gor te çarenûsa Kerkûkê di navbera Kurdistan û Bexdayê de dê çawa be? Bi nêrîna te di heqê vê meselê de pêwîst e rêveberên kurd çi bikin?

Welîd Canpolat: — Divê kurd gelek bi hestyarî kar bikin. Ji bo ko li gel ereb û Bexdayê pirsgirêk çênebin, pêwîst e hewl bidin pirsgirêkê bi aramî çareser bikin. Sebir encamê dide. Lezkirin dibe ko hinek ereban li dij kurdan vegerîne hestên kevn yê şovenî.

Pirs: — Wek navendên Emerîkayê behs dikin hilweşîna rejîma Sedam xeleka yekem ya dirûstkirina ”Rojhilata Navîn ya nû” ye û hilweşîna eejîma Îranê, dê bibe xeleka duyem. Bi nêrîna te dibe ko ev proje berdewam bike?

Welîd Canpolat: — Bi nêrîna min Emerîka eger pêngavekî siyasî û leşkerî li dijî Îranê bike, dê ev yek aloziyekî firah dirûst bike. Mijara dosyaya atomî ya Îranê gelek aloz e. Lê çareseriya leşkerî di vê mesele de encamekî nade.

Pirs: — Ihtîmala êrişekî li ser Sûrî heye?

Welîd Canpolat: — Emerîka êrişê Sûriyê nake. Berevajî li gorî zanînên min dê balyozê xwe vegerîne Sûriyê. Lê em wek libnanî û tevgera 14-ê adarê pêwîst e li ser amadebûna xwe ya li Washington û Ewropayê berdewam bikin. Ji bo bêdengkirin û hilgerîna dijminiya Sûriyê ji bo deskeftiyên ko me bi destê xwe ve anîne, bi taybetî jî ew pêşketinên pêşkêşî dadgeha navdewletî ya terorkirina Refîq Herîrî me bi dest anîye. Ji ber ko sala 1975-ê ko Libnan parçe bûbû, wezîrê derve yê Emerîkayê Kissinger rê da Sûriye da ko bê nav xaka Libnanê. Her wê demê kurd jî di dema Mistefa Barzanî de bûn xwedî ezmûnekî tal li gel siyaseta Emerîkayê û peymana Cezayîrê ya 1975-ê.

Pirs: — Niha li Iraqê wiha hatiye ko ew jî têkeve nav mînaka pergala siyasî ya Libnanê, ko ewder welatekî pirtayfeyî ye. Pêşbîniya te ya ji bo paşeroja Iraqê ya vê sîstema nû ya pirrengiyê çi ye?

Welîd Canpolat: — Ew sîstema “yek netew û yek fikir” ko me jê re digot ”elmanî” gelek karesat bi serê Iraqê de anî. Lê rejîma Beesê ya bi serokatiya Sedam kesek nehêla; ne şûî, ne nasirî û ne kesekî din. Hemû girtin û kuştin. Iraq niha di qonaxa xwegûherînê re derbas dibe. Pêwîst e bi kêmtirîn tundûtîjiyê û bi lihevkirinên siyasî vê prosesê derbas bike.





-----------------------------------
Nivîskar: AKO MIHEMED – Rûdaw
Weşandin: 2008-12-26
Xwendin: 10986
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org