[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Dengîr Firat: Siyaseta CHP-ê û Deniz Baykalî wekî ya naziyên Elmanyayê ye
» Dengîr Mîr Mehmet Firat
ENQERE, 2/9 2009 — Mîr û pîrê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firatî di hevpeyvîneka eksklusîv de ji Nefelê re behsa guhortin û reformên ko îro li Tirkiyeyê dibin kir û got divêt kurd bibin xudanê heman mafên ko tirkan hene û di nêv wan mafan de perwerdeya bi zimanê kurdî jî heye. Ji bo partiya CHP-ê jî wî got ew partiyeka »nasyonalsosyalîst« e û rê li ber demokratîzekirina Tirkiyeyê digire.

Dengîr Mîr Mehmet Firatê 64-salî bi eslê xwe ji Semsûrê (Adiyamanê) ye lê belê li Mêrsînê hatiye dinyayê û di nêv Ak Partiyê de qedrê gotina wî heye. Heta berî demekî ew arîkarê serokê Ak Partiyê Recep Tayyip Erdoganî bû û wekî parlamenter û siyasetmedar rêz ji gotinên wî re têt girin.

Di vê hevpeyvînê de Dengîr Mîr Mehmet Firat behsa prosesa ko Tirkiye tê re derbas dibe dike û dibêje aştbûna kurdan û tirkan dê bi rêya diyalogê û bi rêya wekheviya di maf û azadiyan de be.

***

Arif Zêrevan: — Li Tirkiyeyê li ser pirsa kurdan minaqeşeyekê destpê kiriye. Hinek dibêjin ”Kurt açilimi” yanî ”rêlibervekirina kurdan” hinek dibêjin ”rêlibervekirina demokratîk”. Li gor qenaeta te di netîceya vê minaqeşeyê de dê ji bo kurdan çi qezencên konkret çêbin.


Dengîr Mîr Mehmet Firat: — Di eslê xwe de pirsa esasî li Tirkiyeyê pirsa demokrasiyê û azadiyan e ji ber her hemwelatiyê kurd yê ko li Tirkiyeyê dijît di heman demê de hemwelatiyê dewleta Komara Tirkiyeyê ye. Herger Tirkiye komarek be di vê komarê de têkiliya dewletê û ferdan bi hev re li ser esasê hemwelatîbûnê ye. Ferqa vê ji dema osmaniyan ew e ko hingê ferd ”pêgir” yanî ”tebaa” bûn û niho ”hemwelatî” ne. Hemwelatîbûn ji mirovên ko li welatekî dijîn û xudanê heman mafan û heman heq û hiqûqê ne pêk têt û divêt dîskrîmînasyon di nêvbera wan de neyêt kirin. Pirsa esasî li Tirkiyeyê ev e. Tirkiyeyê hê jî di meseleya têkiliyên di nêvbera dewletê û ferdan de veguhortina ji ”tebaayê” bo ”hemwelatîbûnê” pêkneaniye. Di eslê xwe de pirsa esasî ya kurdan û kêmneteweyên dî yên ko li Tirkiyeyê dijîn ew e ko ew nebûne ”hemwelatî” yanî wekî ”hemwelatiyên kurd” nehatine qebûl kirin û mafên hemwelatîbûnê îstifade nekirine. Lewra jî ez, pirsa kurdî ya li Tirkiyeyê ji ”pirseka kurdî” zêdetir wekî pirseka ”hemwelatiyên Tirkiyeyê ya di warê demokrasî, azadî û maf û edaletê de” dihesibînim.

— Heger ev pirs bên çareser kirin yanî heger kesekê ko xwe kurd dibîne wekî kesekê ko xwe tirk dibîne bikare ji heman maf û azadiyan îstifadeyê bike li gor min problem dê ji halê rabe. Li gor ko ez dizanim di hemî rapirsiyên ko li Tirkiyeyê hatine kirin de ji % 90-ê hemwelatiyên kurd dibêjin niyeta wan ya avakirina dewleteka ji Tirkiyeyê cida nîne. Kurd dixwazin di bin banê Komara Tirkiyeyê de digel tirkan bi hev re û wekî hev bijîn. Ji bilî vê jî heger mirov teşebisa cidabûnekê bike jî problemên pir mezin dê derkevin ji ber bi qasî kurdên ko li başûrê Rojhilatê û Rojhilatê Anatolyayê dijîn kurd li rojavayê Anatolyayê û Tirkiyeyê dijîn. Kurd dibêjin: — Ez bi qasî wan kesên ko xwe tirk dibînin azadiyê dixwazim, bi qasî wan kesan heq û hiqûqê xwe dixwazim û bi qasî wan dixwazim di dewleteka hiqûqê de bijîm.

Arif Zêrevan: — Kurdek wekî hemwelatî dikare wisa bifikire û wan mafan bixwaze lê belê li ber destê me qanûna esasî ya dewleta Tirkiyeyê jî heye ko rêdide hemwelatiyên tirk ko bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin lê belê rê nade hemwelatiyên xwe yên kurd ko heman mafan bi kar bînin. Ev dê çawa çareser bibe?

Dengîr Mîr Mehmet Firat: — Ev ji pirseka qanûna esasî zêdetir pirseka helwêsta li hemberî kurdan e. Ne hewce ye em pir dûr biçin. Heta berî 15–20 salan li vî welatî kurd nebûn. Ne tenê li Tirkiyeyê li dinyayê jî nijadek bi navê nijada kurdan nebû û bi vê ve girêdayî zimanekê wiha jî nebû. Em ji wan rojan hatin îro. Ziman qedexe bû, stran qedexe bûn, navlêkirin qedexe bû hema-hema bibêje mirov nedikarî ji ti maf û heqan îstifadeyê bike. Mesele hemî têkiliya di nêvbera dewletê û hemwelatî de ye, yanî têkiliya hemwelatîbûnê ye. Heger yek [yanî hemwelatiyê tirk] mafê perwerde û hînbûna bi zimanê xwe yê zikmakî ji xwe re heq bibîne divêt wî mafê ji yê dî re jî [yanî ji hemwelatiyê kurd re jî] bibîne. Lewra ne hewce ye ko mirov bibêje bila dewlet filan û bêvan heqî bide kurdan û meseleyê bi hinek niqteyên taybet ve girêbide, divêt hemî hemwelatiyên kurd jî wekî hemî hemwelatiyên tirk mafê jêîstifadekirina heq û azadiyan hebe.

— Heger em di vê rewşa îro de, em rabin û bibêjin bila perwerde bi zimanê zikmakî yê kurdî hebe hinek problem hene. Bo nimûne ez kurd im lê belê ez kurdiyeka baş nizanim. Heger bi milyonan kurdên wekî min ko baş bi kurdî nizanin yan jî îmkanên wan yên pêşxistina kurdiya xwe nebin dê pir zehmet be ko mirov di vê rewşê de behsa perwerdeya bi kurdî bike ji ber pêkanîna wê bi xwe zehmet e. Berî hertiştî divêt lêkolînên esasî li ser zimanê kurdî bên kirin û li unîversîteyan beşên kurdî bên ava kirin. Herwiha divêt xebatek ji bo nehiştina ferqên devokên herêmî bêt kirin û em dikarin vê bi rêya weşanên televizyonê çareser bikin. Berî 20 salan li Tirkiyeyê ji bo zimanê tirkî bi xwe jî heman problem hebû lê belê piştî ko kanalên televizyonan zêde bûn li Tirkiyeyê ferqên devokan kêm bûn yan neman.

Arif Zêrevan: — Daxwazên kurdan yên destpêkê divêt çi bin?

Dengîr Mîr Mehmet Firat: — Divêt em vebijartinekê di daxwazên xwe yên destpêkê de bikin. Bo nimûne divêt em bixwazin ko berbendên li ser weşanên televizyonê û weşanên radyoyê yên bi kurdî rabin. Ne tenê TRT-6 divêt hemî kanalên xweser jî bikarin 24 seetan bi kurdî weşanê bikin. Ti sucê zimanî bi xwe nîne. Mirov dikare sûcekî bi tirkî jî bike, bi ingilîzî jî bike û bi kurdî jî bike. Unsurên sûcekî divêt bi zimanekî ve neyên girêdan. Ez vê ne tenê ji bo kurdî dibêjim, heger mirovên ji etnîsîteyên dî jî li Tirkiyeyê bixwazin bi zimanê xwe weşana televizyonê bikin bila bikin û ev niqteyeka esasî ya maf û azadiyên insanî ye.

— Ji bilî vê qedexeya li ser weşanê hewqas qedexeyên bê hed û hesab hene ko em nikarin xeyal bikin. Bo nimûne li Tirkiyeyê têt gotin ko kursên kurdî li dersxaneyan serbest e. Ev ne rast e. Belê li gor qanûnê wisa dixwehî ko ev maf heye lê belê di pratîkê de rê jê re nîne. Çimkî li gor madeyeka ko li biryarnameyê de hatiye nivîsandin de têt gotin ko ew derxaneyên ko kursên kurdî didin nikarin di hîç warekê dî de kursan bidin û ev jî wisa dike ko dersxaneyeka kurdî ji aliyê ticarî ve nikare xwe fînanse bike û nikare wî karî bi rê ve bibe. Ev bertengkirin tenê ji bo dersxaneyên kurdî heye. Lewra divêt dersxaneyên ko dersa kurdî didin bikarin dersa zimanê ingilîzî jî bidin, dersa kompûterê jî bidin û dersa meslekên cida jî bidin heta ko bikarin xwe fînanse bikin. Bo nimûne kurê min yê 25-salî nikare ji nû ve li dibistana destpêkê vegere û li wêderê fêrî kurdî bibe, lewra jî divêt li dersxaneyan îmkana ko kurdên temenmezin biçin û xwe fêrî kurdî bikin hebe.

— Belkî ev niqteyên wiha li ber çavê hinekan niqteyên sivik bin lê belê di eslê xwe de pir mihim in. Wekî dî li gor qanûna hilbijartinan di dema kampanyaya hilbijartinan de axaftina bi zimanekê dî ji bilî zimanê tirkî qedexe ye. Baş e ma li Tirkiyeyê kurd najîn? Mirovên ko bi tirkî jî nizanin hene. Mirovekê siyasî dê çawa bi wan kesan re baxive û ew kes dê çawa qenaetekê ji xwe re ava bikin û li gor wê dengê xwe bidin. Şerm û eybeka mezin e ko heta niho qedexeyên bi vî awayî hene. Qedexeya li ser navên cih û bajaran yên bi kurdî divêt rabe. Hêj nû van rojan TRT-ê rê da ko reklam bi kurdî dî di kanala TRT6-ê de bên belav kirin. Ew qedexeya ko heta niho hebû jî ji bo zimanê kurdî bû. Vêca li gor qenaeta min dema ko bi hezaranan qedexeyên wiha hebin û em li ser rakirina wan nesekinin û daxwazên xwe yên herî dawiyê di destpêkê de bibêjin hingê ew têt maneya ko em dixwazin xirûcirê derxin.

Arif Zêrevan: — Ev mafên esasî yên ferdan ko te jî behsa hinek ji wan kir li Tirkiyeyê pir dibin malzemeyê minaqeşeyên siyasî. Gelo kengê li Tirkiyeyê minaqeşe dê ne li ser van mafên xwezayî yên her insanekê kurd bêt kirin û siyaset dê li ser desthilata reel bêt kirin? Yenî kengê minaqeşe dê li ser wê yekê bêt kirin ka waliyê Diyarbekirê ji aliyê xelkê Diyarbekirê ve bêt hilbijartin yan ji aliyê hikûmeta li Enqereyê ve bêt tayîn kirin?

Dengîr Mîr Mehmet Firat: — Hemî bûyerên civakî û pêşketinên civakî girêdayî evolasyonekê ne. Mirov nikare rojekê piştî roja dî bûyereka civakî ji nû ve biafirîne. Mejiyê mirovan jî ne wekî mejiyê komputerê ye. Di serê mirovî de jî hafizeyek heye û di komputerê de jî hafizeyek heye. Lê belê komputerê bişkojeka ”resetkirinê” yanî sifirkirinê heye. Tu çiqasê zanyariyan li komputerekê bar bikî jî dema ko te pê li wê bişkojika ”resetê” kir hafizeya wê têt halê sifirê. Lê belê mejiyê insanî ne wisa ye. Tu nikarî pê li bişkojekê bikî û mejiyê insanî bînî halê sifirê û tiştên berê lê bidî ji bîr kirin û şiklekê nû bidiyê. Ji bo guhortinan pêwistî bi prosesekê heye û lewra guhortinên qanûnî jî dê di prosesekê de û ne di rojekê de pêk bên. Mirov nikare di rojekê de vê civaka ko ev 100 sal e hebûna kurdan înkar dike biguhore. Heger niyeteka mirov ya wiha hebe hingê dê ji mirovî re bibêjin ”xeyalperest”. Divêt sebra mirovî hebe û mirov digel prosesa veguhortinê bi rê ve biçe.

— Bêguman civaka me pir eziyet dît û pir neheqî lê hat kirin lê belê dema ko em niho li paş xwe dinêrin em dibînin ko prosesa veguhortinê bi lezûbez û ber bi başiyê ve bi pêşde diçe. Veguhortina prosesan bi vî awayî ne xwesera me tenê ye, li Ewropayê jî bi heman awayî bûye. Di destpêka sedsala 20-ê de li Elmanyayê û li Îtalyayê firtoneya Hitler û Mossolînî rabûbû û wan dinya tehdîd dikir. Bêguman divêt em pêbazka xwe danin cihekê bilind lê belê heger em danin cihekê wisa ko em nekarin di ser re xwe bavêjin hingê em dê bihilingivin û bikevin. Divêt em pêbazka xwe nedanin cihekê xeter û jixwe siyaset jî ev e. Lewra ez dibêjim divêt em xudansebir bin û bi gotina berê tercîha ”mihimtirê” ji ”mihimê” bikin. Divêt em vebijartin û rêzkirinekê bikin û bizanin ka aliyê li hemberî me jî çiqasê tehemila vê dikin ji ber yên piranî ew in û ne em in. Divêt em bikarin wan qane bikin ko ew û em brayên hev in û wan çi maf hene divêt brayên wan yên kurd jî heman maf hebin. Ya ko niho em dikin û dixwazin bikin ev e û lewra divêt em pir bi diqet digel vê prosesê bimeşin.

Arif Zêrevan: — Baş e, Deniz Baykalê serokê CHP-ya ko xwe sosyaldemokrat dibîne dibêje ”teror Tirkiyeyê parçe nake lê belê ziman dê Tirkiyeyê parçe bike” . Tu ji bo van gotinên wî çi dibêjî?

Dengîr Mîr Mehmet Firat: — Ez normal dibînim ji ber ez partiya CHP-ê pir baş nas dikim. Ez tarîxa CHP-ê dizanim û ruknên siyasî yên ko ew li ser rawestiyaye jî baş dizanim. Ez dizanim ka maneya her tîreka ji şeş tîrên CHP-ê çi ye û dema ko ez li wê difikirim ez nikarim bibêjim ko CHP sosyaldemokrat e. Ew partiyeka nasyonalsosyalîst e. Di nêvbera sosyaldemokratbûn û nasyonalsosyalîstbûnê de ferqeka mezin heye. Nasyonalsosyalîstî fikreka nazîstên Elmanyayê û mosolînîstên Îtalyayê ye. Sosyaldemokrasî jî fikra sosyaldemokratên li Swêdê û sosyaldemokratên piştî hilweşandina naziyan ya li Elmanyayê û welatên dî ye. Heta îro li Tirkiyeyê tevgereka sosyaldemokrat çênebûye û misebbibê vê jî CHP ye ji ber wê ew qada siyasetê girtiye. Digel ko CHP partiyeka nasyonalsosyalîst e ew xwe li Tirkiyeyê wekî partiyeka sosyaldemokrat dide nas kirin û rê li ber hereketeka sosyaldemokrat digire.

Arif Zêrevan: — Ji ber hindê jî problema Enternasyonala Sosyalîst bi CHP-ê re heye û dixwaze CHP-ê ji endametiya xwe bavêje?

Dengîr Mîr Mehmet Firat: — Ji wê jî zêdetir sebebekê esasî yê pêşneketina demokrasiyê li Tirkiyeyê û derengmayina wê hebûna CHP-ê ye. Tradisyona fikrî ya CHP-ê rêxistina Îttihad û Terakkiyê ye û şeş tîr jî îfadeya wê ne. Dema ko ruknên partiyekê yên esasî milliyetçîtî û dewletçîtî be ne ji dûr û ne ji nêzîk ve têkiliya wê bi sosyaldemokratbûnê ve namîne. Lewra jî dema ko ez guhê xwe didim rêzdar Deniz Baykalî ez heyirî nabim û dibêjim ew li eslê xwe vedigere û maskeya li ser rûyê xwe derdixe û xwe wekî xwe nîşanî xelkê dide. Heçî MHP ye jixwe fikr û siyaseta wê belî ye û ez zêde lomeyan jê nakim çimkî argumana esasî ya siyaseta wê milliyetçîtî ye.

— Li gor min berpirsiyariya esasî niho li ser milê aliyê kurdan e, li ser milê wan kesên ko îdia dikin ew temsîla kurdan dikin e ji ber polîtîkaya reel ew e ko mirov tirî bixwe û li rezvanî nexe. Me wekî Ak Partiyê heta niho rê li ber azadiyan vekir. Heger îro TRT-6 hebe û heger îro ew minaqeşeyên ko tên kirin rê jê re hebe bi sayeya Ak Partiyê çêdibe. Ez bawer dikim ko keda parlamenterên di nêv Ak Partiyê de jî di vê xebatê de pir e.

Arif Zêrevan: — Yanî keda parlamenterên ko eslê wan kurd e?

Dengîr Mîr Mehmet Firat: — Yên ko eslê wan kurd e û yên ne kurd jî tê de hene, ev ne mihim e. Ya mihim ew e ko keda Ak Partiyê di pêşxistina demokrasiya Tirkiyeyê û binecihkirina azadiyan de pir e û ew ked niho jî berdewam e. Ev minaqeşeyên ko niho tên kirin jî li gor min di cihê xwe de ne. Bêyî minaqeşekirina meseleyekê em nikarin xwe bigihînin netîceyekê.

Arif Zêrevan: — Lê belê ev minaqeşe pirtir di nêvbera tirkan bi xwe de têt kirin. Kurd zêde tevlî wê nabin?

Dengîr Mîr Mehmet Firat: — No. Hinek kesên ko xwe kurd dibînin jî beşdarî vê minaqeşeyê dibin. Ji aliyekî ve MHP diqêre û ji aliyê dî ve jî DTP diqêre lê belê ez fêm nakim çima herdu alî jî dikin qêrûvêr. Di eslê xwe de herdu alî jî pir ne xerîbên hev in. Herdu jî ji heman serkaniya felsefîk xwe xwedî dikin. Cardî jî dibêjim: Ew aliyê ko xwe kurd dibîne divêt pir bi diqet bi vê prosesê re miameleyê bike.

Arif Zêrevan: — Partiyeka siyasî ko xwe wekî nûnera kurdan lanse dike heye û ew jî DTP ye. Li pişt DTP-ê jî PKK û rêberê wê Abdullah Ocalan heye. Serokê DTP-ê Ahmet Turk çiqasê dikare bi serê xwe siyasetê bike?

Dengîr Mîr Mehmet Firat: — Serokatiya Ahmet Turkî di gumanê de ye ji ber ”hevseroka” wî Emine Ayna heye û wekî komserekê li ser serê wî ye. Ahmet Turk biçe kûderê Emine Ayna pê re ye. Ev ne diyardeyeka xweş e. Partiyeka siyasî divêt rêberek hebe û li dora wî rêberî jî heyet hebin. Lê belê dema ko serokê partiyekê tiştekê bibêje û hevseroka wê partiyê tişteka tam tersî wê bibêje hingê diyar dibe ko wesfên partîbûnê di wê partiyê de nînin. Ji bo partiyekê ya herî giring ew e ko di niqteyên esasî de wekî hev be û rêberên wê wekî hev bifikirin û digel hev bin. Mixabin di DTP-ê de ev wesfên wiha nînin. Yek dibêje A ya dî dibêje Z, yek dibêje spî ye ya dî dibêje reş e.

— Gelo DTP temsîla kurdan dike yan nake. Li gor min ew temsîla kurdan nake. Rast e ko ew temsîla parçeyek ji kurdan dike lê belê heger mirov li gor hejmar û reqeman lêbinêre Ak Partî ji DTP-ê pirtir temsîla kurdan dike ji ber dengên ko Ak Partiyê ji kurdan wergirtine ji yên DTP-ê zêdetir in.

— Lê belê li gor min ya herî mihim ne ev e jî. Ya herî mihim ew e ka li Başûrê Rojhilatê û li Rojhilatê Anatolyayê kurd bi serbestane û azadane dikarin siyasetê bikin û rêxistinan ava bikin yan ne. Ev ne mimkin e.

Arif Zêrevan: — Tehdîd pirtir ji aliyê dewletê ve têt yan ji aliyê PKK-ê ve têt?

Dengîr Mîr Mehmet Firat: — Ji aliyê herduyan ve jî têt. Lê belê niho herî zêde ji aliyê PKK-ê ve têt. Li wêderê siyaseta sivîl bi sêrika di serê lûleya tifengê de têt kirin. Dema ko zordarî bêt bi kar anîn li gor min ne mihim e ka kî wê zordariyê bi kar tîne. Te divêt bila Ahmet wê zordariyê bi kar bîne û te divêt bila Ehmo bi kar bîne nav ne mihim e. Ya mihim ew e ko insan bikarin bi îradeya xwe ya azad biryarê bidin. Divêt li Başûrê Rojhilatê Anatolyayê û deverên ko kurd lê dijîn insan bikarin bi azadane fikrên xwe bibêjin û bi azadane rêxistinên xwe ava bikin. Çênabe ko dewleta Komara Tirkiyeyê rê li ber vê bigire û herwiha çênabe ko PKK jî midaxeleyî wê bike.

Arif Zêrevan: — Te berê behsa ”pêbazkekê” kir. Gelo pêbazka herî bilind ya Ak Partiyê û hikûmetê di pirsa kurdan de çi ye?

Dengîr Mîr Mehmet Firat: — Demokrasiyeka temam û azadiyeka temam. Me endametiya Yekîtiya Ewropayê wekî hedef daniye ber xwe. Maneya vê ev e: Hemwelatiyên li Komara Tirkiyeyê dijîn dê bi qasî hemwelatiyên ko li welatên Yekîtiya Ewropayê dijîn maf û azadiyên xwe bi kar bînin. Dewleta Komara Tirkiyeyê jî dê wekî Swêd, Norweç, Elmanya û welatên dî bi demokrasiyê bêt îdare kirin. Hedefa me ev e. Welatekê ko ne demokratîk be nikare zengîn jî bibe. Hinek welat hene ko petrola wan pir e û ji aliyê ekonomîk ve dewlemend in lê belê ne azad û bextewar in.

— Em dikarin Tirkiyeyê bi Iraq, Îran û Erebistana Siûdiyê re miqayese bikin. Wan welatan petrol heye lê belê heger mirov ji kesekî bipirse ka tu dixwazî ji van welatan li kîjanî bijî ez bawer dikim ko piraniya wan dê bibêjin ko dixwazin li Tirkiyeyê bijîn. Dewlemendiyeka petrolê ya Tirkiyeyê nîne lê belê xelkê wê ji mirovên li rojhilatê xwe dijîn bextewartir in û ji mirovên li rojavayê xwe dijîn jî nebextewartir in. Divêt kurd mafên xwe bixwazin lê belê bizanin çi, kengê û çawa bixwazin.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN zerevan@nefel.com
Weşandin: 2009-09-02
Xwendin: 37989
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org