[ ÎNÊ, 2021-02-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir
» Koçer Bîrkar digel dayika xwe Sakîneyê
 
HEWLÊR, 2/8 2018 — Rêberê miletê kurd serok Mesûd Barzanî îro bi daxuyaneyeka nivîskî pîrozbahiyeka jidil û germ li profesorê kurd Koçer Bîrkar kir û got ew jî ”yek ji wan çil milyon kurdan e ko bi biserketina” Koçer Bîrkar kêfxweş bûye.  »Bixwîne
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye
» Kurdan li hev kir – serxwebûn nêzîk e
 
HEWLÊR, 8/6 2017 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî digel partiyên siyasî yên Kurdistanê û berpirsên hikûmî civiya û biryar hat dan ko 25-ê îlona 2017-ê referanduma serxwebûna Kurdistanê pêkbêt.  »Bixwîne
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike
» Îbrahîm Bro: Emê behsa zilma PYD-ê jî bikin
 
ENQERE, 28/1 2017 — Serokê Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Îbrahîm Bro îro got Wezareta Derve ya Emerîkayê ew dawetî Washingtonê kirine û dê meha sibatê heyeteke resmî rêkin Emerîkayê da ji bo derbasbûna pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Sûriyeyê îdareya Trump qane bikin.

Îbrahîm Bro ji AA-yê re behsa plana çûna heyeta ENKS-ê kir û got:

— Emerîkayê em ji bo mizakerekirina pirsgirêka çarenivîsa herêmên kurdî û rewşa giştî ya Sûriyê dawet kirin. Emê jî bername û projeyên xwe pêşkêşî rêvebiriya nû ya Emerîkayê bikin û piştgiriyê ji wan bixwazin.

Li ser mijara çûna Leşkerê Roj-Pêşmergeyê Rojava jî Bro diyar kir ko wan berê jî ev mijar bi Emerîkayê re axivîne û got:

— Di seredana me ya Emerîkayê de yek ji daxwazên me yên serekî ji rêvebiriya Washingtonê ew e ko Leşkerê Roj vegere Sûriyê. Emê ji Emerîkayê bixwazin ko zextê li ser PKK-ê bikin da ko astengiyê li ber vegera Leşkerê Roj dernexin. Leşkerê Roj dê herêmên kurdan biparêze. Emê Emerîkayê li ser wê yekê jî agahdar bikin ko Leşkerê Roj ji kurdên Sûriyê pêk hatiye û perwerdeyeke baş dîtiye. Herwiha perwerdeyeke baş jî li ser bikaranîna çekan û teqemeniyan dîtiye. Hewcehiya Sûriyê jî bi hêzeke wisa heye.

Bro destnîşan kir ko dê di heqê zext û zilma PKK-ê û rejîma Sûriyê de jî agahiyê bidin rêvebiriya Emerîkayê û wiha pê de çû:

— Emê ji Emerîkayê re bêjin ko PKK/PYD û grûbên çekdar li Sûriyê xelkên sivîl dikujin û direvînin. Li deriyên sînorî jî xerac û bertîlê ji xelkê distînin. Emê belge û agahiyên li ber destê xwe bigihînin wan. Emê îdareya Donald Trump li ser wê yekê agahdar bikin ko ev grûbên çekdar sedemê koçberbûna xelkê Sûriyê ne.

Bro îdareya Barack Obamayê serokê berê yê Emerîkayê jî rexne kir û got:

— Mixabin rêvebiriya Obama ji me re rê xweş nekir û nebû arîkar. Ji bo ko Leşkerê Roj vegere Sûriyê jî piştgirî neda. Emerîkaya Obama ji bo razîkirina PYD-ê rê li ber Leşkerê Roj venekir. Lê em bi îdareya Donald Trump re di têkiliyê de ne ko wan razî bikin. Baweriya me ew e ko dê helwesta Trump di vê mijarê de cuda be. Herwiha dê gavên berbiçav jî çêbin.

Serokê ENKS-ê diyar kir ko avakirina herêmeke aram li bakurê Sûriyê di xêra hemû xelkên Sûriyê de ye û got:

— Şerê di navbera hêzên çekdar de û bidawînehatina pevçûnan xelkê li herêmê ji welatê wan derxist. Eger herêmeke aram li bakurê Sûriyê çêbe dê xelk vegerin ser malên xwe.

Bro bal kişand ser derengketina çêkirina herêma aram û got:

— Bi rastî diviyabû berî çend salan ev kar bihata meşandin. Lê ji ber çend sebeban çênebû. Bi taybetî jî li herêma kurdan gelekî baş dibe. Lewra eger herêmeke aram û ewle were çêkirin dê şer bisekine, hêdî hêdî dê jiyan jî asayî bibe. Vê seeta ko niha ez tê de diaxivim ji sedî 50 xelkê Sûriyê penaber bûye. Bi çêkirina herêmeke aram dê ew penaber hemû vegerin malên xwe. Ev yek dê aloziyên Sûriyê jî hêdî hêdî bidawî bîne. Li aliyekî din warên xerabûyî jî dê werin avakirin.

Bro civîna Astanayê jî girîng wesifand û got:

— Armanca kombûna Astanayê sekinandina şer bû li Sûriyê. Eger biryarên ko li wir hatin wergirtin werin bi cih kirin dê ji bo bidawîanîna aloziya Sûriyê gelekî baş be.  »Bixwîne
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin
» Kurdên Îranê dibêjin PJAK jî her PKK ye
 
HEWLÊR, 18/1 2017 — PJAKê pêşniyar kiriye, di navbera partiyên Rojhilatê Kurdistanê de eniyeke hevbeş pêk were. Beşek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêşniyara PJAKê bo pêkanîna hevpeymaniyekê yan jî eniyeke hevbeş di navbera hêz û aliyên Rojhilat de red dikin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihandiye, li gorî demên bihorî, niha ew di biryardanê de pitir serbixwe ne û niha ew dixwazin pêwendiyên xurt bi partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanêre hebin û weke berê êriş nekin ser wan.

Lê belê li hember wê daxwaza PJAKê, beşek ji aliyên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, wan bawerî bi wê yekê nîne ko PJAK bikare xwe biryarê li ser pêwendiyên xwe bi aliyên din re bide.

Serokatiya nû ya PJAKê, bi destekî tijî ji civîna li gel partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê nevegeriya.

Piştî hilbijartina destyeke nû ji bo serokatiya PJAKê dikongreya pêncem a wê partiyê de, PJAKê dest bi civînên xwe li gel partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir û li gel piraniya wan partiyan civiya.

PJAKê di hevdîtinên xwe yên li gel partiyên Rojhilatê Kurdistanê de ji wan re got, ew dixwazin rûpeleke nû di têkiliyên xwe yên bi wan partiyan re hildin.

Partiyên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwediyê nêrîneke hevbeş li hember PJAKê nînin, beşek ji wan PJAKê weke şaxeya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojhilatê Kurdistanê dibînin û bi ti awayî amade nînin, ko pê re rêkevtinê bikin an jî li gel wê partiyê hevpeymaniyekê pêk bînin.

Hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi vî awayî hizir nakin, beşek ji wan dibêjin, bo pêkanîna eniyekê û hevpeymaniyeke hevbeş nabe ti hêleke sor (xeteke sor) ji bo ti aliyan hebe.

PJAK pêşniyara pêkanîna eniyeke hevbeş an jî hevpeymanîtiyekê pêşkêşî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele), Partiya Demokrata Kurdistanê Îranê (HDK ango PDKa Rojhilat) û Rêxistina Xebatê kiriye.

Lê belê ji ber nakokiyên wan li ser şêweyê civînê, ti civîn di navbera PJAKê û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ ango HDKA) de pêk nehatiye.

PJAKê daxwaz kiriye, pêngavên pratîkî bo hevkarîkirinê werin destpê kirin.

PJAKê herwiha ew yek jî daxwaz kiriye ko partiyên Rojhilatê Kurdistanê komîteyeke demkî bo karkirina pêkve diyar bikin û bi şîretkirina li gel serkirdatiyên xwe, biryarê li ser mijarên taybet bi Rojhilatê Kurdistanê bidin. [rûdaw]  »Bixwîne
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand
» Serokê Kurdistanê digel hemî rengên Kurdistanê
 
BAŞÎK, 18/11 2016 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî roja çarşemê, 16-ê vê mehê li bajarokê Başîkê bi amadebûna nûnerên ji dînên cida, ji mezhebên cida û ji miletên cida axaftineka dîrokî kir û got ew Kurdistana ko wî dixwest ava bike tam ev Kurdistan e ya ko bi rengên xwe yên cida îro li vêderê amade bûne.

Axaftina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ko bi zaravayê kirmancî bû derseka mezin e ji bo hemî xêrnexwazên daxilî û xaricî yên Kurdistanê û hêviyeka nû da miletê kurd li her cihê dinyayê. Versiyoneka kurtkirî ya axaftina serok Barzanî li jêrê ye:

— Em li vêderê li Başîkê, li bajarê spehî yê zeytûnan kom bûne. Ev ew tabloya spehî ya Kurdistanê ye ko em şanaziyê pê dikin. Neteweyên cida, dînên cida û mezhebên cida, hemî brayane û xwişkane pêk ve dijîn. Kurdistana ko me divêt tam ev e. Ev ew Kurdistan e ya ko pêşmergeyan xwîna xwe ji bo wê rêt. Hemî takekesekê vî welatî azad e ka çi bîr û baweriyê bo xwe hilbijêre, çi dîn û mezhebî bo xwe hilbijêre û ji kîjan neteweyeî be bila bibe berî hertiştî em hemî xwişk û brayên êkdu ne.

— Careka dî dibêjim: Ev ew tabloya spehî ye ya ko em şanaziyê pê dikin: Mela bangê xwe li mizgeftê dide. Zengilê kilîseyê lêdide. Êzdî li perestgeha xwe taetê xwe û îbadetê xwe dikin. Tam ev e ya ko me divêt û înşaellah dê wiha bimîne jî. Pêşmergeyan xwîna xwe rêt da axa Kurdistanê rizgar bibe û ev bihayên mezin bên parastin.

— Gelek kes dipirsin, aya çi karê me li Mûsilê heye. Heger Mûsil nebe cihekê ewle ewlekariya herêma Kurdistanê jî di bin tehdîdê de ye. Heta ko terorîst li Mûsilê bin em nikarin bibêjin ko herêma Kurdistanê ewle ye. Hemî wextan em di bin tehdîdê de ne. Berî hertiştî ji bo ewlekarî û asayîşa herêma Kurdistanê û xelkê herêma Kurdistanê gelek ferz bû ko pêşmergeyên qehreman beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Berî ko Daiş bikeve bajarê Mûsilê zêdetirî 300 hezar kurd li wî bajarî dijiyan. Qedera wan kurdan ji bo me gelek giring e, ne ya wan tenê, ya ereban, ya misilmanan, y amesîhiyan, ya êzidiyan û ya hemiyan. Vêca dema ko 300 hezar kurd li bajarekî bijîn em dê çawa pişta xwe bidin wan?

— Me digel Emerîkayê tifaqek heye. Tifaq di nêvbera Wezareta pêşmergeyan û Wezareta bergiriyê ya Emerîkayê, Pentagonê de. Herwiha tifaqek di nêvbera Wezareta pêşmergeyan û hikûmeta Iraqê de. Ew xeta parastinê [ya pêşmergeyan] ya berî operasyona rizgarkirina Mûsilê minaqeşe jî li ser nayêt kirin. Ev xetên [cepheyî] yên ko niho [pêşmerge ketinê] hemî hedefa me ew e ko xelkê van mintiqeyan yê xwecih ewlekarî û asayîşa xwe biparêzin û pêşmerge jî dê arîkariya wan bike. Me digel ordiya Iraqê tifaqek heye ka eskerên Iraqê dê biçin kûderê û pêşmerge dê biçin kûderê. Û dê li kû bi hev re bin û dê li kû bi serê xwe bin. Ez yek tiştê bo we bibêjim: Em we bi tenê nahêlin û nahêlin ko careka dî kes destê xwe dirêjî we bike.

— Em nizanîn ka piştî Daişê çi belayên dî dê bi serê me de bên. Çênabe em bibêjin Daiş xelas bû û çi xeter li ser me neman û îstirahetê bikin. Wisa xuya dike tehdîdên bi vî rengî dê berdewam bikin, ji ber hindê pêşmerge jî dê berdewam be û heta niho me çiqas giringî dabe pêşmergeyan dê ji niho û pê ve hêj zêdetir giringiyê bidinê û rewşa wan baştir bikin. Em dê xwe organîze bikin, sîlehên xwe nûve bikin, tedrîba xwe baştir bikin û dê ji bo hemî tehdîdan hazir bin. Ti caran siyaseta me ne ew e ko em biçin ser erdê ti kesê yan ser malê ti kesê. Lê belê divêt em hazir bin da heger yekê çavê xwe yê timahiyê berda ser welatê me em xwe biparêzin û rênedin ko ew tecribeya ko hat serê me careka dî bêt serê me.

— Rewşa nêvxweyî. Heta niho em mijûlî vî şerî bûn. Lê belê niho wext yê hatî ko em jî gotina xwe bibêjin. Ev du sal in ko gelê Kurdistanê digel xirabtirîn û dirindetirîn rêxistina terorîstî ya cîhanê Daişê şerekê xwînî dike. Ya ko me dîtiye û bihîstiye dema ko miletek bikeve bin xeterê hemî dilsoj û xelkê wî miletî hevdu digirin û problemên xwe dinivînin û milên xwe didin êkdu û wê problemê ji miletê xwe dûr dikin.

— Me jî ew hêvî hebû ko aliyên Kurdistanî hemî yekrêz bin û rûbirûyê dijminî bibin û piştgiriya pêşmergeyan bikin. Lê belê cihê daxê ye ko me dît hinekan rewşeka çawa çêkir ko ne lazim bû bikin. Ji kodetayê destpê kirin û heta gehiştin wê radeyê ko baregahan bişewitînin û xelk dan kuştin. Pişrsiyara min bo wan ew e: Erê berî ko hon teşebisa kodetayê bikin rewşa we baştir bû yan niho baştir e? Pirsiyara didoyê ew e: Ewrê we çi bi dest ve anî? Çi bi destê we ket û we çi guhort? Niho jî ez li vêderê dibêjim: Hon çiqasê dî xwe biwestînin û teşebisa kodetayan bikin tiştek bi destê we ve nayêt. Nesîheta min bo we ew e ko xwe newestînin jhi ber berî niho çi bi destê we ve hatibe dê niho jî ew bi destê we ve bêt.

— Nuqteyeka dî ya gelek giring ko ez dixwazim behsê bikim ev e: Gelek kesan hesabê xwe li ser wê yekê kiribû ko pêşmerge dê ji ber hev derkevin û dê dubendî çêbe û Xwedê neke dê şerê brakujî û xwekujiyê çêbe. Lê belê pêşmergeyên qehreman îsbat kirin ko kurên Kurdistanê ne û ji xeleka hizbayetiya teng derketine û bergiriyê li miletê xwe û keramet û şerefa miletê xwe dikin. Xwîna pêşmergeyan di yek sengerê de tevlihev bû. Ji bo me ya ji hemiyê giringtir jî ew e ko xwîna kur û keçên hemî parçeyên Kurdistanê di yek sengerê de tevlihev bû. Û ev bidestketiya herî mezin bû. Li nik min ew yekrêziya pêşmergeyî û ew qehremaniya pêşmergeyî û ew hestkirina pêşmergeyî bi mesûliyeta dîrokî mezintirîn destkeft û mezintirîn biserketin bû. Ev e ya ko me dehf dide em pêngava ber bi paşerojeka zelal ve bavêjin ji ber pişta me bi Xwedê germ e û bi vî pêşmergeyê qehreman germ e. Pêşmergeyan jî îsbat kir ko kurên Kurdistanê ne û ne aletên di destê vê hizbê û wê hizbê de ne.

— Gelekan dilê xwe bi wê yekê xweş dikir ka serxwebûn û referandum li kû man. Min hemî deman gotiye ko meseleya serxwebûnê heqekê tebî‘î yê miletê me ye û em di bin hîç zordariyekê û di bin hîç şertekî de dest jê bernadin. Lê belê hemî caran min gotiy eko ev prosesek e ko divêt bi xweşî û ji şidetê dûr û bi diyalogê bêt kirin. Di sefera me ya dawiyê de li Bexdayê me behsa vê meseleyê kir. Me gelek vekirî ji Bexadyê re behsa vê yekê kir û cihê kêfxweşiyê ye ko bersivdaneka baş hebû.

— Dema ko bersiveka erênî hebe ya herî baş ew e ko em bi hev re bigehin rêyekê. Madem ji me nehat ko em şirîkatiyeka rêkûpêk [bi Bexdayê re] bikin werin em cîranetiyeka rêkûpêk bi hev re bikin. Bila em cîranên hevdu bin, brayên hevdu bin û arîkarên hevdu bin. Vêca heger em û Bexda li hev bikin dibe ko pêwistî bi referandumê çênebe jî. Heger lazim jî bibe hingê dê hêsanîtir be û dê zêdetir îtibar jê re hebe û li derve jî dê zêdetir piştgiriya me bikin. Me li hev kir baş e û em li hev nekin jî dê referanduma xwe bikin.

— Bersiva min bo wan kesên ko dilê xwe bi vê yekê xweş dikin ka çima referandum çênebûye ev e: Ew mayînên ko Daişê danîn ser rêya pêşmergeyî, pêşmergeyî rakirin û Kurdistan paqij kir. Dirist wekî wê, ew mayînên siyasî yên ko we jî danîn ser rêya me, me gelekên wan rakirina û dê yên mayî jî rakin. Vêca heta hingê ew ji bo xwe tiştan binivîsînin, hilperin, xeberan bibêjin, çi bibêjin bila bibêjin û bikin û me qet ha ji we nîne û ti hesaban jî bo we nakin.

— Niho ji nû ve cenabê hinekan dê ji me re sîstema wîlayetan ava bikin. Evqas xwîna ko hatiye rêtin, heta îro 11 hezar û 500 ezîzên me yên şehîd û birîndar bûyîn. Vêca hon dê ji nû ve vegerin ser sîstema wîlayetan? Me ev şer digel Paul Bremerî kir, me ev şer digel wan kesan kir ko hingê dixwestin vê sîstema wîlayetan ava bikin. Hingê me şerê wan kir û ew bi ser neketin. Îro jî ew tinazên xwe bi xwîna şehîdan dikin. Ne mimkin e ko em rê bidin vê yekê.  »Bixwîne
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye
» Selahattin Demirtaş û Mesûd Barzanî
 
HEWLÊR, 4/11 2016 — Serokatiya Kurdistanê îro bi daxuyaniyeka nivîskî got girtina hervserokên HDP-ê û parlamenterên wê cihê endîşeyê ye û rewşê aloztir dike.

Teksta daxuyaniya serokatiya Kurdistanê li jêrê ye:

— Biryara girtina herdu hevserokên Partiya Demokratrîk ya Gelan û hejmarek parlamenterên wê partiyê û desteserkirina wan ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve cihê endîşeya me ye. Xetera wê yekê heye ko kiryarên bi vî rengî bibin sebebê aloztirbûna rewşê û problem kûrtir bibin.

— Em hêvî dikin herçiqasê zûtir be ev problem bêt çareser kirin û dawî bi girtin û desteserkirina hevserok û endamên Partiya Demokratîk ya Gelan bêt anîn û girtiyên siyasî yên wê partiyê bên berdan, ji ber ew ne di xizmeta îstiqrar û pêkvejiyana siyasî û civakî de ye.  »Bixwîne
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no
» Mesûd Barzanî û Binali Yildirim
 
ENQERE, 24/8 2016 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî li Enqereyê digel serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civiya û paşê jî serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li koşka Çankayayê bi alaya Kurdistanê pêşwazî li Barzanî kir. Digel nakokiyên heyî herdu aliyan biryar da ko diyaloga xwe berdewam bikin.

Di civîna Barzanî û Edogan û Barzanî û Yildirim de nemaze behsa şerê li dijî Daişê hat kirin û serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo desthilata sivîl ya Tirkiyeyê nîşan da û got Kurdistan terefdara wê yekê ye ko Tirkiye bi rengekî cardî prosesa çareseriyê bide destpê kirin.

Tirkiye qebûl nake ko prosesa çareseriyê careka dî bide destpê kirin û Mesûd Barzanî îro bêyî ko navê PKK-ê bide got gelek kar ji bo têkdana prosesa çareseriyê hat kirin û ew xwe bêhêvî nake û dê cardî jî xebata xwe ya ji bo prosesa çareseriyê berdewam bike.

Tirkiyeyê ji serokê Kurdistanê xwest ko dibistanên girêdayî cemaeta Fethullah Gulen li Kurdistanê bigire û Barzanî got ew naxwazin xwendekarên li wan dibistanan mexdûr bibin û ew dê lêbixebitin ko bi rêyeka meqûl vê problemê çareser bikin.

Di civîna herdu aliyan de behsa ticareta dualî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê jî hat kirin û Kurdistan dixwaze ne tenê dergehê gumrikê Brahîm Xelîl lê belê dergehên gumrikê yên li rasta Şemzînanê û Çelê jî bên aktîv kirin. Tirkiyeyê vîze daniye ser hemwelatiyên Kurdistanê û Iraqê û ticareta bi rêya gumrika Brahîm Xelîl jî lawaz bûye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro got ko wî ji Barzanî re gotiye Tirkiye bi hîç rengekî rênade ko li bakurê Sûriyeyê yanî li Kurdistana Sûriyeyê herêmeka cida çêbe û got Tirkiye bi serê xwe tenê be jî dê yekîtiya axa Sûriyeyê parastî bihêle. Erdogan got Tirkiye bi midaxeleyeka eskerî ya mezin jî be nahêle herêmeka kurdî li Sûriyeyê çêbe.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji siyaseta yekdest û dîktatorî ya PYD-ê li Kurdistana Sûriyeyê nerazî ye û di civînan de behsa zordariya PYD-ê li ENKS-ê û kurdên dî kir. Lê belê serokê Kurdistanê berevajî Erdogan û Tirkiyeyê piştgiriya herêmeka federal li Kurdistana Sûriyeyê dike.

Tirkiye zêde îsrarê li ser yekîtiya axa Iraqê jî dike û dixwaze ko Kurdistan wekî herêmeka federal ya Iraqê bimîne. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dixwaze li başûr dewleteka serbixwe îlan bike û baweriya wî bi federaliya digel Iraqê nemaye.

Mesûd Barzanî îro got "guhortinên hesas" li Rojhila-nêvê û herêmê çêdibin û got ew dê diyaloga digel Tirkiyeyê berdewam bikin. Ji gotin û sîmayê Mesûd Barzanî nîşanên hemfikiriyeka baş digel Tirkiyeyê xuya nedibû û wisa xuya dike ko Kurdistan û Tirkiye dê hêj gelek serê xwe bi "diyaloga dualî" ve biêşînin.  »Bixwîne
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî
» Mesrûr Barzanî spasiya babê xwe kir
 
HEWLÊR, 15/8 2016 — Babê min yê hêja û ezîztirîn kes û serok û pêşmergeyê Kurdistanê,

Bi minasebeta salvegera jidayikbûna we û 70-saliya damezirandina Partiya Demokrat ya Kurdistanê, digel hêviya temendirêjiyê bo we ji Xwedayê mezin dixwazim ko hertim parastî û serkeftî bî.

Bi minasebeta serkeftina pêşmergeyên qehreman pîrozbahiya xwe pêşkêşî we dikim. Ez xwe serfiraz dibînim ko wekî her pêşmergeyekî û wekî endam û kadirên dî di xizmeta we de hînî kurdayetî, xebat û têkoşînê bûme. Ez şanaziyê bi we dikim ji ber we di hemî temenê xwe de xizmeta Kurdistanê kiriye. Heta ko mabim ez xwe deyndarê dilpakî, dilfirehî, dilsozî û meziniya we dibînim.

Di vê rojê de ko em 70-saliya xebat û qurbanîdana PDKê bi bîr tînin, piştrast im ko bi rêberiya we Partiya Demokrat ya Kurdistanê dê ji demên berê xurttir têkoşîn û xebata xwe bo bidestxistina maf û serkeftinên zêdetir bo gelê kurd bidomîne.

Hêvî dikim bo ko ruhê bilindfir yê şehîdan asûde û aram be û ked û berxwedana gelê me beytişe neçe û bi serokatiya we zû armanca ezelî ya gelê me bêt bi dest xistin û bi serxwebûna Kurdistanê şad bibîn.

Mesrûr Barzanî  »Bixwîne
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan
» Pêşmergeyên Kurdistanê ruhê Daişê distînin
 
HEWLÊR, 11/8 2016 — Di destpêka meha borî de Wezareta pêşmergeyan ya Kurdistanê û Pentagonê protokoleka eskerî ya hevkariyê îmza kir. Wezareta pêşmergeyan îro got Emerîkayê arîkariya malî şand.

Li gor Rûdawê, sekreterê giştî yê Wezareta pêşmergeeyan Cebar Yawer îro got:

— Li gorî protokola di nêvbera herêma Kurdistanê û Emerîkayê de ew (Emerîka) dê meaşê beşek ji wan hêzên ko li eniya şer in bide û beşa dî jî hikûmeta herêma Kurdistanê dê bide. Biryar ew e ko meaşê meha heftê ve ev proses destpê bike û hewl têt dayîn ko di heyama çend mehan de hemî meaşê pêşmergeyan bêt dabeş kirin. Diyarkirina roja dabeşkirina meaşê meha heftê di desthilata Wezareta darayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê de ye.

Diwazdehê meha borî protokolek di nêvbera Wezareta pêşmergeyan ya Kurdistanê û Pentagonê de hat îmza kirin. Emerîka di qunaxa destpêkê de dê bi qasî 415 milyon dolaran arîkariya madî bide Kurdistanê.  »Bixwîne
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin
» Elissa Slotkin, Mesûd Barzanî û Kerîm Sincarî
 
HEWLÊR, 13/7 2016 — Wezareta bergiriyê ya Emerîkayê (Pentagon) û Wezareta pêşmergeyan ya Kurdistanê duhî li Pîrmamê di bin çavdêriya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de peymaneka hevkariyê û hevdufêmkirinê di warê erskerî de îmza kir. Kurdistan ji êriş û planên Îran, Tirkiye, Iraq, Sûriye û dijminan hat parastin.

Duhî wezîrê pêşmergeyan yê Kurdistanê Kerîm Sincarî û Elissa Slotkina arîkara wezîrê bergiriyê yê Emerîkayê ko di heman demê de li Pentagonê berpirsa dosyaya Natoyê ye îmzaya xwe danî ser belgeyeka tarîxî di nêvbera hêzên çekdar yên Kurdistanê û hêzên çekdar yên Emerîkayê de.

Serokê hemî hêzên çekdar yên Kurdistanê Mesûd Barzanî di merasima îmzakirina wê peymana hevkarî û hevfêmkirinê de amade bû û destxweşî li Kerîm Sincarî û Elissa Slotkinê kir. Barzanî got hemahengiyeka temam ya bêemsal di nêvbera pêşmergeyan û hêzên çekdar yên Emerîkayê de heye.

Li gor vê peymanê pêşmergeyên Kurdistanê, ordiya Iraqê û hêzên çekdar yên Emerîkayê dê bi hev re beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê jî bibin û hevkariya eskerî piştî rizgarkirina Mûsilê jî her dê berdewam bike.

Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye van demên dawiyê bi hemî rengî dizî yan aşkera civînan dikin û li rêyên lihevhatinê digerin da rê li ber avakirina Kurdistaneka serbixwe bigirin. Ev peymana Pentagonê û Wezareta pêşmergeyan dê rê li ber plangêrî û êrişên mihtemel yên xêrnexwazên Kurdistanê bigire.  »Bixwîne
NÛÇE   
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
Barzanî: Ne Daiş û ne jî hêzeka dî dikare rê li ber pêşketina kurdan bigire (2016-03-14)
Sîrwan Barzanî: Bi nêzîkbûna şerê Mûsilê re êrişên Daişê zêde bûn (2016-03-09)
Mesrûr Barzanî: Xetera Daişê mezintir dibe – bila cîhan sîlehên giran bide me (2016-03-07)
YNK bi erêya Hêro Talebaniyê xwe nêzîkî PDK-ê dike (2016-03-07)
Kurdistan piştgiriya Sûriyeyeka federal dike (2016-03-03)
Emerîkayê got neçin bakurê Kurdistanê (2016-03-01)
[analîz] Li Sûriyeyê çi diqewime (2016-02-18)
Heyder Ebadî li dijî referandumê ye û behsa meaşê ko nade dike (2016-02-16)
Tirkiyeyê li hedefên PYD-ê da – Emerîkayê got raweste (2016-02-14)
Barzanî dê li ser jeopolîtîka Rojhilata-nêvê û derzên ko ketine wê baxive (2016-02-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2021 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org