ZIMAN |
 |
 |
 |
 |
HELSÎNKÎ, 27/11 2012 — Gelek caran hin kes dibêjin ko formên lêkera ”hatin” yên wek ”ez bêm/têm” formên kurtkirî ne û divê li cihê wan mirov binivîse ”ez dihêm”. Lê gelo bi rastî formên wek "ew bên/neyên" yan "ew bihên/nehên" bo zimanê nivîsînê çêtir in?
Di peyva "hatin" ya rader de "h" heye lê hem di pirraniya kurmancî û hem jî pirraniya soranî û herwiha farisî û zazakî de jî "h" di rehê dema niha de ne li kar e.
— Bi soranî "d-êm" (ez têm) yan "y-êm" e, ne *de-hêm" yan *e-hêm.
— Bi zazakî: "yena" (ez têm), ne "ez *hena"
— Bi farisî: "men mî-ayem" yan "men mî-am" (ne *mî-hayem yan mî-ham").
Di zazakî (ameyen), farisî (ameden), hewramî (amay), pehlewî (amd-), avestayî (agem-) de "h" li destpêka peyvê nîne. Di kurmancî û soranî de "-m/ma-/me-" ji nîva peyvê ketiye lê "h" li destpêka peyvê zêde bûye ji ber ko bi taybetî kurmancî ji herfên bideng li destpêkê hez nake.
Lê di kurmancî de jî di pirraniya devokan de "h" tenê li peyva xwerû "hatin" zêde bûye, ne li rehê dema niha -ê- (soranî -ê-, farisî -a- yan -ay-, zazakî -yen-).
Bi kurmancî, wek ko ez agadar im, ji Konyayê bigire heta Zaxo û ji Ermenistanê heta Efrînê "ew t-ên" û "ew na(y)ên" e. "Ew di-hên" û "Ew na-hên" bi Behdînan û Hekariyan ve sinordar e.
Loma zêdekirina "h" li rehê dema niha anku bikaranîna formên wek "ez di-h-ê-m” hîperkorekt e anku mirov wisa zêde hewl dide sererast bike ko taliyê encama wê xelet derdikeve! »Bixwîne |
 |  |  |
DIYARBEKIR, 13/7 2012 — Bêguman mesela ziwan û dîyalektan, yew mesela zaf mûhîm û kehan a zanistîya lîngustîk a. Heta ewro na mesela zaf munaqeşe bîya, no derheq de tarîfê cîya ciyayê bîyê, labelê yew tarîf û îzehatêko maqul o ke herkes sero hemfikir bo nêbîyo.
Berdewamiya nivîsarê di vê dosyaya PDF de ye. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
STENBOL, 2/1 2011 — Pirtuka pîroz (Peymana kevn - Ehda etîq) dibêje “di serî de gotin hebû”. Qur’an dibêje ko Xwedê gerdûn bi gotara “kun=bibe” afirandîye. Nuzûla (dahatina) Qur’ana hekîm bi ayeta “Îqra” (bxwîne) destpê kirîye.
Feylesofên bastanî gotine “mirov heyvanê natiq e (diaxive)”. Di nav gotinên pêşîyan de gotarek wek “lîsanek însanek” heye. Evana hemû qedrê ziman, rûmeta gotinê û payebilindîya axaftinê didin xuya kirin. Bi kurtayî, çi esmanî, çi beşerî, hemû çanda mirovahîyê gotinê, axaftinê û zimên wek pîrozîkî dinirxînin.
Ciyawazîya navbera mirov û heywan, wek ziman destnîşan kirîye. Mirov gereke bi kemî yek zimanî zanibe ko di rêza mirovahîyê de bête jimartin. Çend zimanan bizanibî ewqas însan î. Bi îfadeke din, mirov çiqas di warê zimên de pêşde here, mirovahîya wî jî ewqeder pêş de diçe. Mirov ne bi kemiyet, lê belê bi keyfiyet zêde dibe. Çima ko ziman navgîna têgihîştinê ye. Hevfehmkirina mirovan bi navgînîya ziman pêk tê. Mirovekî pirziman, zaf fehma û zor zana ye.
Ko meriv bixwaze ji alîyê ontolojîk li meselê binihêre ev gotinên he rîya meriv rewşen dikin.
Me çima ji refikên bi xubar ev gotinan derxistin û cardin anîn bîra xwe?
Di van rojên dawîyê de li rojeva Tirkîyeyê de qala duzimanîyê tê kirin, lewra. Partîya Aştî û Demoqrasîyê daxuyanîk da ko, ji vir pê de êdî yê du zimanan bi kar bînin. Li ser vê daxuyanîyê jî qiyameta piçûk rabû, çav çavan nabîne. Min jî xwest bi nêrîneke din tevli niqaşê bim, lewma.
Dîmena ko ez dibînim, nakokîke kûr û dûr dîyar dike. Kitêbên esmanî, çanda azmûnîya beşerî û zagona naguhêr ya xwezayî tiştekî dibêjin, rewşenbîr û rayedarên welatê me tiştekî din. Qewlî gotî ve “ez çi dibêjim, tembûra min çi dijene!”
Çanda mirovahîyê bi wî teherî ko min îşaret kir, şikilîye û zihnîyeta rewşenbîrên Tirkîyeyê jî bi wî qaydeyî ko em ji çapemenîyê dibihîzin, dike sîstema gerdûnîyê berevajî bike. Dinê alem dixebitin ko zimanekî zêdetir hîn bin, rewşenbîr, rayedar û sîyasetmedarên welatê me dixebitin ko hevwelatîyên kurd bi zimanekî tenê biaxivin.
Ya rast ko îmkan hebûya yê bigotana qet neaxivin, lê hemd ji Xwedê re hê newêrin ewê bêjin. Dikin rûdavê berepaş bicirînin. Ma çem berepaş dikişe? Em dê bibînin. Em, encamê dizanin, lê ewê jî bizanibin ko zagona xwezayîyê naguhêre.
Li ber zagona xwezayîyê û rastîya gerdûnî halê rewşenbîr û sîyasetmedaran ev e, lê gelo qaremanên mijarê kurd di çi halî de nin?
Aya rastîya wan çawa şikilîye?
Ez di serî de bêjim ko şikir ji Xwedê re, kurd, di vî warî de gorî rastîya gerdûnî dijîn û ji gelek gelên rojhilata navîn jî pêşdetir in. Çima ko kurd hemû wek miletekî bi du ziman in.
Nava hemû gelan de kesên ko ji zimanê dayîka xwe zêdetir zimanan dizanin hene, lê wek gel, wek civak tenê kurd, bi du zimanan dizanin. Mercên sîyasî û civakî ên sedsala bîsta kurd mecbûr kiribin jî, gorî sîstema gerdûnî, ev pêşveçûnek e. Yanî çemê kurdan di cewa xwe de dikişe. Bi qewlekî din, ji xirabîyê qencî derhatîye.
Binihêrin, kurdên Îraqê him kurdî, him erebî dizanin. Kurdên Surîyê, nik kurdîya xwe bi erebî jî dizanin. Kurdên Îranê him kurdî, him farisî û kurdên Tirkîyayê him kurdî, him jî tirkî dizanin. Kurdên Azerbaycanê û yên Ermenistanê jî, cem kurdîya xwe azerikî û ermenîkîyê jî diaxivin. Yanî çawa ko azmûna beşerî destnîşan dike, kurd, ji xwe zêde ne. Mirovahî li mirovahîya xwe zêde kirine.
Ev duzimanîya kurdan dewlemendîke bêbiha ye. Him çanda xwe, ferhenga xwe, hunera xwe, dewlemendîyên, dîrokî, zimanî û civakî yên xwe dizanin, him jî yên cîranên xwe dizanin. Ev dewlemendîke çawa ko me got bêbiha ye, lê belê di asteke potansîyel de ye. Rê nedîtîye ko derkeve asta pratîkê. Heke ko kurd, vê dewlemendîya xwe ya potansîyel derêxin pratîkê, wî çaxî ne ew tenê, cîranên wan jî yê bigihîjin asteke herî bilind.
Ev gencîna kurdewarî, ger di destê ewropîyan de bûya, yê bixebitîyana ka çawa wê dagerînin dewlemendîke civakî. Yê bi hemû alîyan ve binirxandana û jê berjewendîyên bêhemta wergirtana. Yê îmkan bidana kurdan ko navendîya çandî ya xwe pratîze bikin. Bona ko nava van çandan da sentezekî li darxin, yê rîya perwerdebûna bi zimanê zikmakî li wan vekirana. Lê welatên rojhilata navîn, ên ko xwedî hevwelatîyên kurd in, kar dikin ka vê gencîneyê çawa hinekî din jî di axê de dakutin.
Birano! Hon tenê kurdan nafetisînin, paşeroja xwe jî difetisînin. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
CIZÎRA BOTAN, 28/10 2010 — Ji wê dema ko ez xwe nas dikim û vir ve hestiyarîya min ya li ser zimanê Kurdî heye. Taybet piştî sala 1996-ê ko di wê mêjoyê de ez ji karmendiyê malnişîn bûm, êdî bikirdarî ez li ser zimên dixebitim. Di vî parçeyê zemanî de qehr û kula min, xewn û xeyalên min zimanê kurdî bû, hêjan jî welê ye.
Carînan ji ber ko zimanê dayikê bikar naynin ez ji hinekan dixeyidim. Car dibe ez civatên bi vî rengî diterikînim. Ez bi ko ve herim hiş û hidamê min li ser axaftinê kesên li wir e. Eger ew kesana bi kurdî biaxêvin kêf kêfa min e, heke na, dilê min diqurmiçe, ez xemgîn dibim.
Spas bo Xwedê ko vê hestiyariya min berê xwe jî da bû sedem ko herî kêm ez heft pirtûkan dîyarî ziman û wêjeya kurdî bikim.
Hûn dikarin bibêjin ko ma çi hewceyî bi vê gotinê ye, ji xwe yên wekî te gelik hene û şev dikin roj, roj dikin şev, bênavbir bo vî zimanî dixebitin û sed qatan ji te bêhtir xizmet jî kirine. Û tu nabî toza simê hepsê wan. Erê rast e. Lê mebesteke min ya di vegotina vê çendê de heye. Yanê ez dixwazim bibêjim ko hestiyariya min ya li ser axaftin û nivîsandina kurdî wê rengê biguhore. Ji îro pê ve ez ê serê xwe bo axaftina ”kurdîya kurdî” biêşînim. Da kurdîya kurdî ji ”kurdiya tirkî” cihê bibe.
Dibe ko hûn bibêjin “kurdiya kurdî” jî çî ye, ”kurdiya tirkî” çî ye. Kurdiya kurdî ew e ko ji giyanê zimanê kurdî derneketibe, hem qalikê wê hem wateyê wê kurdî be. Kurdîya tirkî ewe ko qalikê wê ango peyvên wê kurdî be, lê wateya wê tirkî be.
Ez çi bibêjim, rûyê min li ber reş e, lê dema ko ez li hinek tv-yên kurdî guhdarî dikim û hin rojname û kovaran di heman şopê de ne dixwînim, min bibexşînin, lê kurdîya tirkî tê li ber çavê min.
Zinhar! Vê rexneya min weke xêrnexwaziya wê tv û rojnameyan nebînîn. Berevajî gelik kêfa min jî ji wan re tê. Bes ev kêfjêrehatina min a ji wan re bo rexnelêgirtinê nabe asteng.
Gotineke pêşiyan heye: “Here cem wî kesê te bigirîne, neçe cem wî kesê te bikenêne” Ev gotina pêşîyên kurdan rê li ber rexneyê vedike û feydeya rexneyê radixe ber çavan.
Serê pêşî ji destpêka nûçeyan ya: “Ji navenda nûçeyan a …tv. êvar baş temaşevanên hêja…” baş xuya dike ko ew bultena nûçeyan pêşî bi zimanê tirkî hatiye amade kirin paşê bo zimanê me hatiye wergerandin. Nûçe û gotarên ko di wê rojnameyê de cî digrin jî welê… Ma ev luksa amadekaran yan jî ya zimanê tirkî heye ko pêşî bi tirkî be paşê bo kurdî were vergerandin. Çima serê pêşî jî ne bi kurdî be? Ma qey zimanê tirkî gelik ji zimanê me dewlemendtir e, yan jî qey kêmasiyeke kurdiyê heye ko heta zimanê tirkî dikeve pêşiyê zimanê me?
Lewra dema tekstek ji zimanî tirkî bo zimanê kurdî tête wergerandin wê demê pirsgirêgeke bikaranînîn û wergerana biwêjên tirkî bo kurdî derdikevin holê. Wek tê zanîn di her zimanî de biwêj hene. Car heye ko biwêja zimanekî, bi heman peyvan di zimanekî din de jî hebe; carînan jî ew biwêj di zimanê pêşber de bi hin peyvên cûda û bi awayekî dî tê bikaranîn. Mînakên wan biwêjên ko hem di zimanê tirkî de hem jî di zimanê Kurdî de bi heman peyvan têne bikar anîn: “Şeytan dibêje…” (Şeytan diyor ki…), “agzindan çikti” (ji devê wî derket), “sirti yere gelmedî” (pişta wî nakeve erdê). Tu li şûna wan biwêjê tirkî yên kurdî bibêjî ti pirsgirêk dernakeve.
Lê tu nikarî “çok yaşa”ya tirkî ya ko dema yek dibêhnije de tê gotin wergerînî kurdî û jê re bibêjî “her bijî”. Hek tu welî bibêjî tu dê bibî pêkenok. Tu dikarî bibêjî “xêr be” Ya bêşber jî weke bersiv nikare “sen de gor”a tirkî wergerêne kurdî û ji bo te bibêje: “Tu jî bibîne” yan jî “bila bête serê te”. Dikare holê bibêje “Rehmet li dê û babê te” yan jî “Xwedê ji te razî be”. Mînakeke din: Ger tu biwêja tirkî ya “hem suçlu, hem guçlu”yê bi heman peyvan weke “hem tawankar e, hem jî bihêz” wergerînî kurdî şaşiyek e. Li şûna wê biwêja Kurdî ya “Pîrê tir kiriye, lê hê pîrê newekirî ye.” Ya rast e. Mînaka dawiyê: Biwêja tirkî ya “Aşagi tukursem sakal, yukari tukursem biyik” weke “Ez tûfî kim/tif bikim jêr rih, tûfî kim/tif bikim jor simbêl” tu wateyê îfade nake. Li şûna wê biwêjên kurdî yên weke: “Ez ho dikim bab dimire, ho dikim dê dimire” û “destê di bin berî de ye, derxênî wê bimerite, di bin de be wê biperçiqe” hene û ji derbirînê wê wateyê de bes in.
Mînak pir in. Ji ber vê çendê dema yek tekstekî ji zimanekî biyanî bo zimanê xwe wergerîne pêwîst e li biwêjên (deyim) herdu zimanan miqate be
Lê belê ji awayê wergera nîvis, nûçe û gotarên wan rojname, kovar û tv-yan dîyar e ko yê amadekar dest diavêje ferhenga birêz Farqînî û peyv li pey peyvê werdigerîne bo kurdî. Lê nenêrîye ka di wê bultenê (nivîsar) de biwêj hene, an na. Biwêjên zimanê tirkî hema bi heman peyvan werdigerîne Kurdî. Lê nanêre ka gotineke bi wî rengî di kurdîyê de heye an na; gelo kurdî-axêv dê jê fêm bikin? Jê fêm bikin jî dê ji sedî çend fêm bikin?.
Ez ê niha dest bi mînakan bikim:
1. “Gelo CHP diderize?..” Ango dixwaze bibêje “CHP’de çatlak mı var?” Gelo kê dîtîye lêkera derizandinê ji bo navdêrên razber hatiye bi kar anîn? Me her dîtiye hatiye gotin ko “dar deriziye”, “dîwar deriziye”, “ranê filankesî deriziye”
2. “…anî ziman...” Ev jî ji gotina tirkî ya “dile getirdi”yê hatiye kopîkirin. Gelo, mirov nikare bibêje got, “diyar kir”, “eşkere kir”
3-. “…di bin simbêlan re dikeniya...”. Fermo, ji we re wergereke ji biwêja tirkî ya “Bıyık altında guldu” yê. Diyare ko haya wî/wê amadekarî/ê yan jî nivîskarî/ê ji biwêjên kurdî tune ye. Ew kesê ko di nav kurdan de hinkê geriyabe û di sohbetan de mayîbe dê zanibe ko ew ne “di bin simbêlan re dikeniya” ye, “di bin lêva xwe de keniya” ye. Tu bibêjî ne girîng e, ha simbêl ha lêv, çi cudahî heye? Ez ê bêjim gelik cudahî heye. Ya me lêv e, ya tirkan simbêl e.
4. “…li pey xwe hişt...” ma hewce ye em bibêjin ev jî “..geride birakti…”ya tirkî ye. Li tu dera ko kurd lê dijîn de ev biwêj nînin. Li dewsa wê “Eve ewqas roj çûn”, “evqas roj/meh/sal li ser de derbas bûn” tê bikaranîn.
5. “Şer li ber derî ye”. Fermo! Ev wergera biwêja tirkî ya “Savaş kapida”yê ye. Di kurdî de biwêjeke bi vî rengî nîne. Di herêma Botan te ji bo tişta hatina wê nêzîk be holê tê gotin “haha bê, haha bê”, yan jî “ha bê, ha bê”. Ji dêl wergera biwêja tirkî ya “Şer li ber derî ye”yê dibû ko holê bihata gotin: Şer haha bê, haha bê, yan jî “şer nêzîk e”
6. “…jiyana xwe ji deste da…” Pir eşkere ye ko ev biwêja hanê ji biwêja tirkî ya “hayatini kayebetti”yê hatiye wergerandin. Baş e, gelo di kurdîya me de peyvên şûna wê bigrin nînin? Bê guman hene. “Wefat kir”, “mir”, “emrê Xwedê kir”, “canê xwe da”, “serê xwe danî”, “çavê xwe neqand/dada”, “temam bû”, “cihûmî”, “sekitî”, “kewitî”. Erê her çiqas peyva “wefat”ê bi erebî ye, lê ji hezar salî zêde ye ko di nav kurdî de ye û di derbarê mirina kesayetên ko di nav civakê de navekî wan hene de tê bikaranîn. Hersêkên dawiyê jî yan bo heywanan, yan jî bo kesên ev sifet ji wan re dîtin tê gotin.
7. “…serî li terorê da…” Ev jî wergera biwêja “terore başvurdu”yê ye. Qey ji dêl wergera biwêja tirkî mirov nikare bibêje “dest bi terorê kir.”, “rahişte terorê”.
8. “…tevahîya rojê…” Ev jî “gunboyu”ya tirkî ye. Li dewsa wê “heta êvarê”, “sibehê hetanî êvarê” tête gotin.
9. “…derabeyên dikanan îro nehatin vekirin” Gotineke bi vî awayî tune. Lewra ew wergera “kepenkler bugun açilmadi”yê ye. Rastî wê ya bi kurdî “Esnafan îro dikanên xwe venekirin.”
10. “…danîn ser maseyê…” Ev jî “masaya yatirdi” ya tirkî ye. Halehale di kurdî de jê re holê dibêjin: “Danîn ser berikê”, “danîn li ser merşikê, doşekê.”
11. “Bi saxî rizgar bû”. Ji “sag olarak kurtuldu”ya tirkî hatiye wergerandin. Rastiya wê “sax filitî”, “bi saxî filîtî”ye.
12. “Şêrê min…” wergera “..aslanim.”ê ye. Ya rastîya wê “berxê min.”e.
13. “Qîrek diteq e…” Ji “çiglik koptu”ya tirkî hatiye wergirtin Di kurdî de jê re “qîrînek hat”, “qîrînek tê” tê gotin
14. “Demîrtaş: “Ev şer nîne çi ye?” Ev jî ji tirkî hatiye wergerandin û eslê wê jî eve: “Bu savaş degildir de nedir?” Halehale li gorî giyanê zimanê kurdî hatiba nivîsîn dê holêba “Gelo ma ev ne şer bixwe ye?” yan jî “hek ev jî ne şer be nexwe şer çî ye?”
15. “…di axaftina xwe de cihek mezin da bûyera tacîz û destdirêjiyê…”. “Ciheke mezin da…” yanê “buyuk yer verdi” Holê gotiba çênedibô gelo: “Di nav axaftina xwe de gelik zêde behsa tacîz û destdirêjiyê kir.”
16. “…partiyên siyasî di perdeya herî bilind de diaxivin. “Di perdeya herî bilind de” ango “yuksek perdeden” Rastiya wê holêba ne çêtir bû gelo! “Xeberên ji xwe mezintir dibêjin”
17. “Hema her roj ez cilên xwe yên cuda cuda li xwe dikim.” Bêguman ev ji wergera tirkî ya “Her gun ayri ayri elbise giyiyorum.”ê tê. Hek te kurdiya wê divê fermo: “Ez her roj texlîteke cil li xwe dikim”
Ez dikarin van mînakan zêde bikim. Lê ne pêwist e.
Ji boyî nîşandana xetereyê ez ê vêya jî bibêjim: Wek çawa li bakur bi tirkî tête nivîsandin pişt re bo kurdî tête wergerandin em ferz bikin ko li Îranê jî pêşî bi farisî be pişt re bo kurdî û li Başûrê Rojava jî pêşî bi erebî be paşê bo kurdî were wergerandin wê demê werin seyr bikin ka dê zimanekî çawa derbikeve holê. Gelê me yê ko bi çar dîwarên sînoran ji hev hatî veqetandin dê çawa ji hev fêm bike. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
ENQERE, 12/10 2010 — Cihgirê serokê giştî yê BDP-ê û parlementerê Êlihê Bengî Yildiz got ew amadekiriya çêkirina formula çareseriya pirsgirêka kurdan dikin û got: — Di nava vê sîstemê de kurd dê li Kurdistanê, li Kurdistana Xweser zimanê xwe kurdî wekî zimanê yekê bi kar bînin. Zimanê resmî yê yekê dê kurdî be û zimanê wan yê didoyê jî dê tirkî be.
Li gor ANF-ê Tevgera Perwerdeya Zimanê Kurdî TZP-Kurdî ko kampanyaya perwerdeya zimanê kurdî dabû destpê kirin û di vê kampanyayê de 4 hezar îmze hatibûn kom kirin, piştî ko ew îmza dan Muduryeta Perwerdê ya Netewî, cihgirê serokê gruba BDP-ê û parlementerê Êlihê Bengî Yildiz daxuyaniyek da û got wan jibo çareseriya pirsgirêka kurdan formulek amade kiriye.
Yildiz da diyar kirin ko formulasyona wan “Tirkiyeyeke demokratîk, Kurdistana Xweser” e û wiha axivî:
— Formulasyona ko tevgera me, tekoşîna me jibo çareserkirina pirsgirêka kurdan pêşniyar kirî ev e: ”Tirkiyeyeke demokratîk, Kurdistana Xweser” û tevahiya Tirkiye belavî herêmên xweser bibin. Rayeyên rêveberiya navendî di rêjeyek mezin de belavî herêmên xweser bibin. Şêweyek yê rêveberiya ko gotin û biryar bikevin destê gel û herêman. Di vê sîstemê de jî kurd li Kurdistanê, di Kurdistana Xweser de zimanê xwe weke zimanê yekê dê bi karbînin.
Yildiz gotînên xwe wiha berdewam kir:
— Zimanê yekê dê kurdî be, zimanê didoyê jî dê tirkî be. Yanî dê hem kurdî hem jî tirkî fêrbibin. Pêwîst e em vê bi vî awayî bipejîrînîn. Rast e li tevahiya Tirkiyeyê zimanê fermî tirkî ye lê li gorî me pêwîst e zimanê kurdî jî weke zimanê didoyê bê fêr kirin. Tirkiye divêt erdnîgariya kurdan neke cihê helandinê û dest ji vê siyasetê berde. Waliyê wê kurdî nizane, qeymeqam nizane, emniyeta wê nizane, mamostayê wê nizane û hon dibêjîn ”emê we bi rê ve bibin”. Ewên ko zimanê vî gelî nezanin, ew pirsgirêkên vî gelî jî tênagehin. Ji xwe êdî daxwazeke wekî zimanê zikmakî rewa nikare paşde bidin û nebihîstî bihesibînin
Yildiz got kurd bi awayeke pir zelal daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe dikin û got:
— Îro raya giştî ya Tirkiyeyê, rewşenbîrên wê vê pirsgirêkê nîqaş dikin û didin diyar kirin ko perwerdeya bi zimanê zikmakî daxwazeke rewa ye û hiqûqî ye. Rewatî û hiqûqa zagonên wan tuneye, her wiha dan diyarkirin ko pêwîst e rewatiya zagonan jî li gorî van bên guhertin. Kurdan bi destpêkirina dibistanan re zarokên xwe ne şandin dibistanan. Îro jî hevalên me 4 hezar daxwazname dan muduryeta perwerdeya netewî. Kurd dixwazin perwerdeya bi zimanê xwe bibînin. Emê daxwaznameyên xwe bişînin meqamên fermî. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
PARÎS, 5/5 2010 — Gelek milet hene wek sirb, xirwat û bosnayiyan ko bingehê nasnameya wan olî ye, tevî ko zimanê wan yek e jî, lê jiber ko mezhebê wan cuda ye, ew bûne sê miletên cuda. Hinek milet jî hene ko nasnameya wan di nav dîrokê de çêbûye, dîrok bingehê nasnameya wan e.
Bingehê nasnameya kurdan zimanê wan e. Di nav kurdan de, êzdî, kakeyî, sunnî, şîî û elewî jî hene. Lê xala hevbeş ya di navbera wan de, zimanê kurdî ye, loma hemî wek kurd tên nas kirin.
Zimanê kurdî mîna piraniya zimanên ko li ser devereke erdnîgarî ya berfireh hatiye belav kirin, ji gelek zaraveyan pêk tê. Du zaravên serekî hene, kurmanciya jorîn û ya jêrîn li gel zazakî, dimilkî û yên din. Bêtiriya zimanên cîhanê ji gelek zaravan pêk tên, wek mînak zimanê çînî ko ji her çar mirovan li cîhanê yek çînî ye, ji diyalektên cuda pêk tê. Li Ewropayê jî wiha ye, li Îtalyayê ko zaravê bajarê florence wek zaravê serekî tê hesibandin, her navçeyê bi zaravê xwe dinivîsîne û dipeyive û ev yek nayê wateya ko Îtalî ne netewek in. Zimanê erebî jî ji gelek zaravan pêk tê. Li Fransa jî heta sedsala 16-ê, fransiyan bakur û başûr hebûn û heta şerê cîhanê yê yekem jî domand. Loma pirbûna zaravan ne kêmasî ye, lê dibe ko nîşana dewlemendiya ziman bi xwe ye.
Ziman di nava sedsalan de, peyde dibe û di nav çend nesl û nifşekî de winda dibe. Wek mînak, li vê navçeyê zimanê aramî hebû, ko nêzîka 600 salan zimanê siyaset û dîpolamsiyê bû li vê navçê, herwiha zimanê hezretê Îsa yê axaftinê bû, lê niha bi tenê li hinek gundên Kurdistanê û Sûriyê tê bikaranîn. Zimanê kurdî jî jiber bê dewletbûna kurdan, di sedsala bîstan de, li jêr metirsiya windabûnê ye. Nemaze li Tirkiyê zimanê kurdî ji 90 salan û virde li jêr xetera asîmalsyonê ye.
Dema Enstîtuya Kurdî li Parîsê hat damezrandin, yek ji erkên wê yên serekî parastin û vejandina zimanê kurdî bû. Cara yekem li sala 1983-ê, me hemî zimanzan û nivîskarên kurd ên Ewropayê yên ji hemî parçeyên Kurdistanê di nav wan de Brahîm Ehmed, Dr. Kemal Fûad û Ferhad Şakelî û kurdên Îran, Bakur û Sûriyê civiyan derbarê zimanê kurdî. Piştî çend rojan, em gihiştin wê baweriyê ko pêwîstiya zaravê kurmanciya xwarê yan soranî li Başûrê Kurdistanê bi karkirina li ser ziman tune û pirsgirêkên ko hene dikarin di çarçova karê "Korî Zanyarî Kurd" de bên çareser kirin. Man herdu zaravên din, kurmancî û zazakî.
Meseleya ger zaravê soranî bibe zimanê kurdî yê standart, xewnek e. Lewra ko ne mumkin e kurdên dinyayê bi tevahî fêrî soranî bibin û wê bi kar bînin û dewleteke kurdan ya yekbûyî tune ko xelk di xwendingehan de hînî vê zaravê bibin. Loma me baş dît, kurmanciyê bipêş bixin û ragihandin û medya bi vî zaravî rêkûpêktir bikin. Ev di heman demê de, parastina dewlemnediya zimanê kurdî ye û divê hemî zarav bên parastin û bigihînin nifşên nû.
Li ser vê bingehê, enstîtuyê biryar da salane du caran nivîskar û zimanzanên kurd bicivîne û di pêşî de pirsgirêka rêzimana kurdî bê zelalkirin, pirsgirêka rastnivîsa zimanê kurdî çareser bike û parastina gencîneya edeba klasîk a kurdî û gihandina berhemên wêjevanên klasîk ên wek Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran bo nifşên nû. Herwiha parastina gencîneya folklorê kurdî yê resen û peyvên rojane yên kevin û parastina devokên kurdî, herwiha karkirina li ser termînolojiyên nû yên ko derbasî nav zimanê kurdî dibin. Heta niha 66 kes beşdarî van civînan bûne, 34 ji wan ji Kurdistana Bakur, 19 ji Kurdistana Başûr, 3 ji Kurdistana Rojhilat, 4 ji Kurdistana Sûriyê, 3 Kurdên Sovyêtê û 3 zimanzanên biyanî bûne. Van zimanzanan bi nêzîka 10 zimanan dizanîbûn, loma van gengeşeyan sûdeke mezin dan pirsa me ya ziman.
Di çarçoveya enstîtuyê de du komisyonên me yên ziman hene, komisyonek li ser zaravê kurmancî kar dike û ya din li ser zaravê zazakî. Nêzîka 38-40 milyon kurd li cîhanê hene û nêzîka ji sedî 66-ê wan bi zaravê kurmancî dipeyvin. Li Kurdistana Bakur nêzîka 19-20 milyonan hene û derdora 15-16 milyonan bi kurmancî dipeyvin, li Kurdistana Îranê 10-11 milyon kurd hene û nêzîka 4 milyonan bi kurmancî daxivin, kurdên Sûriyê jî 2–2.5 milyon in û bi kurmancî daxivin, herwiha kurdên diaspora û derve wek kurdên Asya Navîn û Ermenistan, Lubnan û Yekîtiya Sovyêtê ya berê jî bi kurmancî daxivin.
Îro, nêzîka 2 milyon kurdan bi zazakî dipeyivin yanî ji sedî 5-ê kurdan, soranî jî nêzîka 10 milyonan pê dipeyvin li Îran û Îraqê angu ji sedî 25-ê kurdan. Loma kurmancî zaraveke pir giring e û divê bê parastin. Civîna me ya yekem li Catalonya ya Spanya bû û di 18-ê Nîsan a 1987-ê de bi hevkariya hikûmeta Catalonya hat li dar xistin. Di civînê de cara yekem nexşeya Kurdistanê bi navên kurdî hat amade kirin û belav kirin, du caran em li Brûkselê civiyan û du caran li Denmarka û du caran em bûn mêvanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Duhokê, herwiha civînên me yên din li Paris û Swêdê çê dibin.
Em encamên her civînekê di rengê belavokeke taybet de didin weşandin û li ser medya kurdî tê dabeşkirin. Îro rojnamegeriya kurdî ya kurmancî li Sûriyê û bakur van termînolijiyan bikar tînin, me di dirêjiya xebata xwe de kurmancî kir modeke nû û nivîsandina bi kurmancî akteul kir. Me hemî jimarên belavoka "Kurmancî" wek kitêb çap kir ko ji gelelk beşan û ji 1120 rûpelan pêk tê. Ev kitêb berî heftiyekê li Stenbolê derket. Ev xebata zêdeyê 20 salan e û em dixin jêr xizmeta zimanê kurdî bi mebesta hevgirtina ziman. Helbet, armanca me ne ew e ko kurmancî bibe zimanê kurdî yê standart, lê bi dîtina me divê hemî zaravên zimanê kurdî bên parastin û dewlemend kirin.
Serkanî: Rûdaw »Bixwîne |
 |  |  |
 |
Beşa yekê: Destpêk
LONDON, 24/3 2010 — Asoya çareserkirina pirsgirêka zimanê kurdî yê resmî û standard şêlîtir bûye. Tevî wê jî pirsgirêka soranî û kurmanciyê ne tiştekê nû ye û wê di salên 1931-1932 û 1958-1961ê de ser hilda bû, rêçareserî çi niho û çi di borîrojan de ne girêdayî lêkolîn û şirove û gêngaşeyê bûn û ew pirtir wek biryara siyasî û îdarî hatine berçav kirin.
Yên ko soraniyê bi zimanê resmî û standard dadinin ji gêngaşeyê direvin û ew di wê bawerê de ne ko wan rastî dîtiye û divêt axivtinkerên hemî zaravayan guhdariya wan bikin. Çend kesan jî sifreya dijûndan û biçûkkirinan raxistiye û bi propagendeya kîn û kerbê ve mijûl in. Lê di vê rewşa nebaş de, dîtin, rûgeh û rêbaz şiklê xwe digirin û jêk cuda dibin.
Niho, du lênêrîn yan du siyasetên cuda û li dijî hevûdu tên dîtin. Lênêrînek, pirsa pirlehceyiyê wek pirsa demokrasî û mafê zimanî dibîne û daxwaza wekheviyê bo lehceyan û azadiyê di bikaranîna wan de dike, û baweriya wê bi wê heye ko demokratîkirina jiyana aborî û siyasî û kulturî bê demokratîkirina peywendiya zimanî (kurdî, erebî, suryanî …) û lehceyan (kurmancî, soranî, hewramî …) pêk nayê. Lênêrîna dî pirsa pirlehceyiyê dike pirsa neteweçêbûnê û bi dîtina wan pirlehceyî çavkaniya çendhevrikiyê ye, û wekheviya kurmancî û soraniyê dê neteweya kurd parçe parçe bike, û yekîtiya neteweyî bê resmîkirina lehceya soraniyê nahêt parastin.
Dariştina behsê
Di vê pirsê de, pirsiyara serekî ew e: Di zimanê kurdî yê pirlehceyî de, ko sê adetên xwe yên edebî yên serekî (hewramî, kurmancî û soranî) û du lehceyên standard hene, divêt zimanê resmî yê »hikûmeta herêma Kurdistanê« bi kîj lehceyê be? Heta niho du bersiv ji pirsiyarê re hatine dan: 1- Soranî lehceya bi tenê ya standard e û divêt bibe zimanê resmî, û 2- kurdî, wek zimanê norwîjî, du lehceyên xwe yên standard hene û divêt herdu lehceyên wî yên serekî bên resmî kirin.
Ev pirsgirêk dikare bi canekê rizgarîxwaz û bi siyaseteka demokrat bêt çareser kirin. Lê ne di nav hikûmetê de û ne jî di nav civat û komelên nehikûmî de asoyeka weha têt dîtin. Ev jî ne nromal nîne. Demokratîkirina jiyana zimanî bi qasî demokratîkirina jiyana aborî û siyasî aloz û dijwar e. Rasmîkirin diyardeyeka siyasî ye û têt wê manayê eger lehceyek bêt resmî kirin wê gavê desthilat diçe bo axêverên wê lehceyê û di eynî wextî de desthilat li axêverên lehceya dî têt înkar kirin, jê têt standin, yan jî têt kêm kirin. Wek nimûne eger soranî bi tenê resmî be, û karê kurmancîaxêvekî û soranîaxêvekî bikeve ber îdareya dewletê (wek dadgeh û polîs û nexweşxaneyên dewletî), ew di peywendiyê de li gel desthilatê wekhev nabin û soranîaxêvek dikrae berjewendiya xwe baştir biparêze.
Di civakeka pirlehceyî de resmîkirin, çi ya lehceyekê yan du lehceyan be, dabeşkirina newekhev ya desthilata zimanî, siyasî û civakî ye, û di bingeha xwe de karekê nedemokratî ye. Nehevberiya zimanî û lehceyî beşek e ji sîstema civakî ko pir e ji newekhevî û nakokiyên çînî, cinsî, etnîkî, regezî û htd. Ew newekhevî ne jêk cuda ne û ew bi hevûdu ve girêdayî ne û pevre sîstemekê pêk tînin ko yekûdu diparêzin. Newekheviya lehceyî/zimanî berhema nakokiyên civakî ye lê ew newekhevî bi xwe jî çêkera nakokiyine din e. Tevî wê jî lehce di civakên pirlehceyî de nehevber in, her di çarçoveya wê sîstemê de dikarin peywendiyên zimanî, bi taybetî peywendiyên lehceyan, weha bên dariştin û organîzekirin ko newekheviya zimanî bêt kêmtir kirin û mafê zimanî û pirlehceyî yê mirovî yê axêverên lehceyên neresmî nehêt têk dan (1). Diyar e di çarçoveya welatekê pirzimanî de, pêwîst e zimanekê hevbeş hebe ko xelkên pirziman bikarin bi kar bînin û pê biaxivin, û ew jî pirtir zimanê resmî yan zimanekê ko piraniya xelkî pê diaxivin, lê hebûna zimanekê »hevbeş« yê weha çi netebayî li gel pirzimanî û pirlehceyiyê nîne. Herweha, di sewiyeya navneteweyî de pêdivî ye zimanekê hevbeş hebe ko miletên dunyayê bikarin pevre pê biaxivin û di hevûdu bigehin.
Alîgirên siyaseta »Bi tenê soranî« ji bo pejirandina projeya xwe di behsên du salên derbasbûyî de, sê gotar, îstîdlal, yan dîtin berçav kirine: 1- Gotara yeknetew/yekziman/yeklehce (ew dibêjin dulehceyî neteweyê dike du parçe), 2- Gotara piranî û kêmiyê (dibêjin soranîaxêv piraniya neteweyê pêk tînin û divêt lehceya wan resmî be) û, 3- Gotara pêşkeftî û paşkeftî (dibêjin soranî pêşkeftî ye û divêt bibe resmî). Ez di van rêzenvîsaran de wan dîtinan şirov dikim.
Alîgirên projeya »bi tenê soranî« ne komek yan desteyeka yekfikir û yekdeng in (2). Ew proje projeyeka siyasî ye û soranîaxêvan rêbazên xwe yê siyasî yên cor bi cor hene. Dibe ko kurmancîaxêvek alîgirê wê projeyê be û di eynî demî de soranaxêvek dijatiya »bi tenê soranî« bike. Herweha, alîgirên projeyê bi yek dîtin û têgehiştinê beşdariyê di wan behsan de nakin. Ez di van rêzenivîsan de bi tenê behsa rêbaza »şovînîsma zimanî« dikim. Ko dê behsa alîgirên »bi tenê soranî« yan »soranîxwaz« bikim û mebesta min ne giş alîgirên wê projeyê ne, û bi tenê dîtina şovînî jê vedikim.
Şovînîsma zimanî
Şovînîsm diyardeyeka siyasî ye û wek termekê siyasî hatiye bi kar anîn (3), wek nimûne di zanistê siyasetê de, şovînîsm »wefadariya bêsinor bo grupa xwe û biçûkkirina grupên navxweyî bi awayekê şerokî (4)«. Şovînîsma neteweyî »Bawerîkirn e bi wê ko netewe yan netewetiya wî ji her aliyî ve ji hemî netewe yan netewetiya yên dî bilindtir e. Ev jî dîtinek e ko xesleta wê zalbûneka bi pozbilindî ye li ser wan yên qaşo nizimtir in (5)«. Şovînîsma zimanî lênêrîneka siyasî ye ko ziman yan lehceya xwe ji ziman û lehceyên dî baştir, ciwantir, pêşkeftîtir, dewlemendtir, resentir û biserûbertir dibîne. Şovînîsm rêbazek, dîtinek, fikrek yan têgehiştineka siyasî ye: kes wek şovînîst ji dayik nabe û ew bi tenê di prosesa jiyana di civakê de, ko pir e ji nakokî û newekhevî û idiolojiyên cor bi cor, dikeve pey fikrên şovînî yan her dîtineka dî ya siyasî.
Ez dê vê behsê bi pêdeçûneka zû li ser şovînîsma farisî û tirkî û erebî dest pê bikim. Zimanê kurdî li her çar welatan amanca wê şovînîsmê bûye û kurdîziman bi tecrubeya xwe vê dinasin lê kesên weha hene ko baweriya wan bi wê nîne ko şovînîsma kurdî jî li dijî zimanên dî û li dijî lehceyên kurdî li kar e. Ew hersê nimûneyên şovînîsma zimanî û neteweyî diyardeyên siyasî ne û peywendiya wan bi tirkbûn yan farisbûn yan erebbûnê nîne û dibe ko tirkek li dijî şovînîsma tirkî be (wek Îsmaîl Beşikçî) yan tirkek alaya şovînîsma farisî bilind bike (wek Ehmedî Kesrewî li Îranê).
Şovînîsma zimanî ya farisî, tirkî û erebî
Van hersê şovînîsman li gel peydabûna nasyonalîzma farisî û tirkî û erebî di dawiya dawî ya sedsala nazdeyê de ser hildaye û di sedsala bîstê de, li pêşiyê li Îran û Tirkiyeyê û paşî li Îraqê û Sûryeyê bûn stûnên projeya netewebûn û dewletbûnê.
Jibilî hinek cudahiyên di navbera wan hersê projeyên nasyonalîst de, ew di bikaranîna zimanî de ji bo dariştina qewarwya netewe û dewletê ji hevûdu nêzîk in. Di her çar welatan de, di prosesa çêkirina neteweya »îranî«, »îraqî«, »tirkî«, û »sûrî« de, roleka mezin ji zimanî re hate dan. Ew hemî welat pir ziman û pirnetewe û pir kultur in. Siyaseta herçar dewletan ew bû ko bi serdezalkirina zimanekê resmî û qedexekirina zimanên neresmî, neteweyeka yekziman û yekkultur û yekqeware dabirêjin. Hikûmetê ji bo biserdezalkirina zimanê resmî, hem dezgehên şîdetê wek polîs, esker, dadgeh, û zîndan xistine xizmetê û hem jî amrazên idiolojî wek perwerde, ragihandin, huner, zanist û kultur bi kar anîn. Amanca dewletê, bi taybetî li Îran û Tirkiye û Sûriyeyê ew bû ko zimanê resmî bibe zimanê wan hemiyan yên ko bi zimanekê dî diaxivin. Zimanên erebî û farisî û tirkî bûn amrazên projeya zimankujiyê yan jenosîda zimanî.
Lê yekzimanîkirina xelkekê pirziman ne karekê hêsan bû û berxwedaneka mezin hate pêş. Tevî wê jî bikaranîna şîdetê amrazê serekî yê yekzimanîkirinê bû. Wan dewletan, bi tayebtî Îran û Tirkiyeyê pêkol kirin ko bi hêrişa idiolojî û fikrî zimanê kurdî bêbuha bikin û wî wek lehceyeka paşketî û bikêrnehatî bo jiyana kulturî û rewşenbîrî berçav bikin.
Li Tirkiye û Îranê (bi tayebtî di hikûmeta Rezşahê Pehlewî 1925-1941 de) bikaranîna zimanê kurdî di nivîsîn û xwendin û axiftin û heta guhdarîkirina radyo û muzîka kurdî de ji aliyê qanûnî ve tawanek (sûçek) bû li dijî dewletê, ew jî tawana têkdana »yekîtiya erdî« û »yekîtiya neteweyî« bû. Di xwendingeh û zanîngehan de, yan diviyabûya behsa kurdiyê nehatibûya kirin yan ew wek lehceyeka bêbuha ya zimanê resmî bihata bi nav kirin.
Wek mînak, di sala 1959ê de, demê Neşriya Amarê Imûmî bo cara yekê amara (statîstîka) ziman û lehceyên îranê belav kir û ragihand ko li Îranê deh ziman hene, çend mamosteyên zimannas hest bi xeterê (rîskê) kir û wan ragihand ko li Îranê ji bilî yek zimanî çi zimanekê dî nîne û ew jî farisî ye. Wek nimûne, mamosteyê zimanê pehlewî Sadiqê Kiyayî, di hevpeyivînekê de li gel rojnameya Kîhanê ko di bin sernavê »Der Îran feqet yek ziban wicûd dared« de belav bûbû, got ko di salên derbasbûyî de hewla wê yekê hatiye dan ko »Gûyêşê îranî« wek kurdî pê bêt nivîsandin û edebiyat jê bêt pêkanîan. Kiyayî got ko di wê têkoşînê de, ko mebest jê kêmkirina desthilata zimanê farisî ye, derket ko wan lehceyan şiyana danana peyivên zanistî û dînî û kulturî nîne û divêt ew wan peyivan ji farisiyê yan zimanekî dî werbigirin:
»Der çend salê exîr kûşeş şodê est ke berexî ez gûyêşhayê îranî manend peştu, beluçî, kordî şomalê Êraq der nêvêşten be kar rewed we suretê edebî we resmî peyda koned.
În kûşeş ke berayê berendaxtenê zibanê farisî encam mîgîred nêşan dade est ke gûyêşhayê îranî tewanaiyê saxtenê wajêhayê ‘êlmî we dînî we ferhengî ra nedarend we berayê tekmîl xod bayed îngûnê wajeha ra ez farisî ya zibanhayê dîger ‘ariye konend ya be teqlîdê farisî we texîrê muxteser der wajêhayê an luxat tazêyî bêsazend….
…Ez bîş ez hizar sal pîş temamê îraniyan der karhayê ‘êlmî we ferhengiyê xod yek ziban bêkar bordêend we mîberdend ve an ziban farisî est ke temamê mêletê Îran der an sehîm est… Zibanê farisî yêganê zibanê ferhengî we ‘êlmî we me’newiyê îraniyan hest we zibanî est bisyar sade we asan we zîba we tewana. Der în ziban herfê te’rîf we muzeker we moennes we xonsa, tesniyê, texîrê payanê êsm we zemîr we sêfet we der halethayê moxtelêf we serfê pîçîde we doşwarê fê’l wocûd nedared…(6)«.
Kiyayî di dirêjahyiya wan axiftinên xwe de û piştî ko wî ragihand ko kurdî û belûçî ne ziman in û »gûyêşê« (lehceyên) farisiyê ne, wî got ko erebî, tirkî û ermenî jî ne ziman in û divê ew wek lehceyên farisiyê bên danan, ji ber ko wan piraniya peyivên xwe, bi taybetî peyivên »manewî û ferhengî« ji farisyê wergirtine. Lê ew îdîaya ko (tirkî û erebî û ermeniyê peyivên xwe nî in) wek rastî şaş e û çêkirî ye, û di eynî wextî de henekkirin e bi zanistê zimannasiyê (ew weha dibîne ko ziman komeka peyivan e). Eger bêt û ew ziman nebin û ew lehceyên farisiyê bin, divê her li gor wê pîvanê farisî lehceyeka erbiyê be ji ber ko piraniya peyivên, hem yên »manewî« û hem yên »nemanewî« ji erebiyê hatine wergirtin (7). Kiyayî piştî wê jî eynî gotin di »Radyo Îran«ê di programa »Merzhayê danêş«ê de dubare kirin û got ko bikaranîna lehceyan di axiftina rojane û di karûbarên malbat û »mehelî« de ne eyb e, lê belê hewildana danana şîir û edebiyat û nivîsarên zanistî bi wan lehceyan dibe egera çêkirina nakokiyan di nav neteweyî de û »teesuba êlî û qewmî« derdixe:
»Bênezerê men bêkarbordenê gûyêşha der goftogûyê rozane we zendegiyê xanêvadêgî we mehelî ‘eybî nedarend welî kûşeş der pedîd awerdenê şê’r we edebiyat we nêwiştehayê ‘êlmî berayê anha kar bîhûdêyî est ke caz êtlafê weqt we tefrêqe der miyanê destehayê gûnagûnê mêlet we îcadê te’esobhayê îlî we qowmî we bî îtîla’ manden ez edebiyatê farisî we ferhengê kohenê muşterekê îranî kê rîxtêyê fêkir we kûşeş niyakan hemêyê ma est netîcêî nexwahed daşt.«
Kiya li vê derê propagendeyê bo proje û siyaseta lehcekirina (dialectization) zimanê nefarisî dike. Ew siyast jiyana rewşenbîrî û jiyana rojane li gor zimanî parve dike û jêkve dike: zimanê farisî dike zimanê »kultura bilind«, bi manaya zimanê rewşenbîrî ji bo xwendin û nivîsînê, zanist û hunerê, edebiyatê, perwerdeyê, û ragihandinê û zimanê dî dike »gûyêş«ek ko ew bi tenê bi kêrî wê tên ko di jiyana rojane de bên bikaranîn, ew jî her bi awayê devkî. Ew projeyeka nerewşenbîrkirina zimanî ye û di eynî wextî de projeya »mehelî«kirinê (lolkalkirinê) ye jî: Farisî zimanê neteweyî ye û zimanên dî »gûyêşê mehelî ne«. Lê Kiya bi mehelîkirinê jî ne razî ye û li gor wî navê wek »kurdî« ne durist e û çi qîmeteka zanistî nîne ji ber ko kurdiyê lehceyên xwe yên cor bi cor hene, û axiftina wan ji êl bo êlê û ji gundekî bo yê dî ji hev cuda ye û ew nikarin di hevûdu bigehin:
» … êstêlahatî manendê lorî we kordî ez nezerê ziban şênasî erzeşî nedared we şayêştê est kê ez în pes her yek ez gûyêşhayê anha ra bê namê codaganêyî xand we der berrêsîhayê ‘êlmî ferîb în gûnê namha ra nexord. Bayed dansêt kê her yek ez în gûyêşhay kordî we lorî… der daxilê xod ez îlî bê îlê dîger ez yek abadî bê abadiyê dîger ferqhayî peyda mîkoned…(8)«
Bi kurtî, şovînîsma farisî înkara pirzimaniya xelkê Îranê dike û dixwaze bi şîdetê diyar bike ko li Îranê bes yek ziman heye û ew jî farisî ye û zimanên dî lehceyên farisiyê ne. Wê îdîayê çi peywendî bi zimannasiyê ve nîne û ew bi tenê xeyalên nasyonalîstiyeka dijwar e ko dixwaze bi yekzimanîkirina xelkê pirzimanî yê Îranê neteweyeka yekgirtî ya farisî-axêvan çê bike. Lê farisyê jî wek kurdiyê û gişt zimanê dî, lehceyên xwe yên cor bi cor hene, û ew ji gundekî bo gundekî, ji deverekê bo deverekê, ji bajarekî bo bajarekî û car jî ji taxekê bo taxekê ji hev cuda ne (9). Herweha tev zimanên zindî peyivan qer dikin û farisî bi xwe di qerkirina peyivan de di rêza pêşîn de ye. Her zimanekî jî, çi kurdî û belûçî û çi farisî û fransî, dezgeha xwe ya peyivsaziyê heye û peyivên nû dadinin. Heta ew peyivên qerkiriî jî di wê dezgeha peyivsaziyê de kakil û tîvilê xwe yê xwemalî peyda dike. Zimanên giring yên dunyayê yên edebî her ji erebî û farisî û çîniyê li rojhilatê bigire heta îngilîzî û rûsî û elmaniyê li rojavayê, hem gelek peyivan ji zimanên dî qer dikin û hem jî peyivên nû dadirêjin. Zimanê ko peyivan qer neke ne zimanekê li kar û pêşkeftî ye. Tevî vê jî ko ziman roleka giring di çêbûna neteweyê û di hişa neteweyî de dibîne, yekzimanî qet nikariye yekîtiya axêverên xwe pêk bîne û biparêze. Wek nimûne, îngilîzîaxêverên Emerîkayê di 1776ê de ji Îngilîstanê cuda bûn û welatekê serbixwe bi navê »Welatên Yekgirtî yên Emerîkayê« damezrand. Herweha, piştî hilweşiyana împeratoriya nemsa-mecerê di 1918ê de, elmanîziman nebûn yeknetewe û beşekê wan netewe-dewleta Nemsayê pêk anî û beşek jê bûn neteweya elmanî û beşên din li gel axêverên zimanên dî neteweyên swîsrî, beljîkî û luksamburk damezrandin. Li rojhilatê, yekîtiya zimanê farisî, klasîk û edebiyata wî ya mezin qet neşiyaye axêverên wî zimanî di yek welatî de kom bike û wan bike yek netewe. Îro farisî, li sê welatên cîran û bi sê navên cuda û bi sê standardan (farisî, derî, tacîkî) zimanê resmî yê netewe-dewletên cuda ye. Zimanê erebî »elfusha« jî tevî wê serf û nehw û rênivîsa xwe ya yekgirtî nikarî yekîtiya neteweya ereb û welatê wan pêk bîne û niha ew bi ser bîstûyek netew-dewletan de dabeş bûye û standardên cor bi cor jê peyda bûne.
Demê ko şovînîst dixwazin gelek »demokrat« bin ew dibêjin pêwîst e hurmet li lehceyan bêt girtin û lêkolîn li ser wan bên kirin û ji bo dewlemendkirina zimanê farisî wec ji wan bêt dîtin (10). Dibe ko şovînîsma farisî ko Sadiq Kiya yek e ji nûnerên wê, nerimtir be ji şovînîsma tirkî, lê ew di warê siyasî û fikrî de ji eynî nifşî - şovînîsma netweyî ne. Li Tirkiyeyê şîdeta dewletê ya li dijî zimanê kurdî pir mezin bû û axiftin, çi di warê xisûsî de wek malê û çi di warê giştî de wek xwendingeh û qehwexane û cade û kolan û îdareyan de hat qedexe kirin. Şovînîsma zimanî bi propagendeya di amrazên ragihandinê û di xwendingehan de hewil da zimanê kurdî weha bê qîmet û bê hurmet bike ko kurdîaxêv ji ziman û binyatê xwe şermezar bibin û zarokên wan şerim bikin yan newêrin bi zimanê xwe biaxivin. Şovînîstên Tirkiyeyê wek yên Îranê, dixwest diyar bikin ko kurdî ne ziman e û bi tenê 8428 peyivên wî hene ko 300 jê kurdî ne û yên dî ji zimanên cor bi cor hatine wergirtin. Wan digot ko lehceyeka weha paşkeftî û şepirze nikare xwedî nivîsîn û edebiyat be û ew ya ko heye jî »biyaniyan» jê re çê kiriye (11).
Ew şovînîsm berê binaytî yê siyaseta zimanî ya rijêma kemalîst bû. Di wî demê ko tê de axiftin bi kurdî û ermenî û suryanî û yunanî û erebî dihat tepeser kirin, peyiv ji erebî û farisî bo tirkiyê û petîkirina wê dihatin wergirtin. Lê demê ew projeya petîkirinê sernekeftî, wan »teoriya zimanê hetav« peyda kir ji bo ko wê şikestina xwe pê biveşêrin. Îdiaya wê teoriyê ew e ko giş ziman ji peyiva tirkî »güneş« (hetav) hatine wergirtin, ew weha dikaribûn bibêjin her peyiveka qerkirî di binyatê xwe de tirkî ye. Sadiq Kiya jî nikaribû zimanê farisî petî bike, evca wî xwest diyar bike ko her peyiveka erebî ji peyiveka farisî çêbûye.
Rewşa damezrandina dewleta Îraq û Sûriyeyê ne wek ya damezrandina Îran û Tirkiyeyê bû. Li Îranê û Împeratoriya Osmanî, nasyonalîsma faris û tirk di dawiya sedsala nozdeyê de peyda bû û desthilata dewletî di destên wan de bû yan di wê desthilatê de beşdar bûn (li Îranê di 1906ê de û li Osmanî di 1908ê de û wêvetir). Berî şerê cîhanî yê yekê, demê nasyonalîstên ereb bi hêviya hilweşandina dewleta osmanî û serxwebûna welatê erebî bûn, qet di hizra wan de nebû ko netewe û welatê wan parçe parçe bibe û bîstûyek netewe û dewlet jê çê bibin. Lê li gel hilweşiyana dewleta osmanî nasyonalîst bi xwe bûn amrazê projeya dabeşkirinê ko îngilîz û fransiyan bi rêve dibir. Tevî wê jî du dewletên întîdabê (Îngilîz û Fransayê) Îraq û Sûriye wek dewletên erebî damezrandin, ne nasyonalîstên îraqê hebûn û ne jî yên sûrî. Lê di prosesa dariştina wan herdu dewletan de, nasyonalîsma erebî-îraqî û erebî-sûrî hat çê kirin. Wek nimûne, Ebu Xeldun Sati’ Elhuserî, ko ji xelkê Yemenê bû û hikûmeta întîdabê ew anîbû Bexdayê bo ko bibe »Mudîrê Mearifa Am« ya Îraqê (1921-1927), xwe ji wê nerazî kir ko hem xwendewar û hem jî »amet elnas« peyiva »ereb« bi manya »bedewî« û »felah« bi kar tînin. Sati’ Elhuserî mamsote agahdar kirin li ser wê ko bikaranîna peyiva ereb bi wê manayê li dijî perwerdeya nîştîmanperweriyê û neteweyî ye û ji erka mamosteyan e ko xwendinkaran hînî wê bikin ko ew wê fehim bikin ko peyiva »ereb« ne yanî çînek ji çînên xelkê ye lê ew têt manaya timamiya endamên ummeyê û nabe mamsote şaşiyeka weha bikin û divêt ew di ders û behsan de »navê wê ummeya mezin« bi dursitî bi kar bînin. Sati’ Elhuserî di »Elbelax Elam«ekê de ferman da ko divêt mamoste û xwendinkar peyiva ereb« bi manya »Neteweya ereb« bi kar bînin:
»Min elmeilûm ene amet elnas qed îtadû îstîimal kelimet »ereb« bîmeina »bedewî« we »felah«. Fekesîren ma yeqûlûn meselen »zehebe îla elerebî« ew »kan înde elerebî« bîmeina: »zehebe îla elbadiye« ew »kan beyne elbeduw«…
Lima kan haza elîtîbar muxalifen lima teqtezîhî elterbiye elweteniye we elqewmiye ko elmuxalefe, we lima kan esma elxayat elletî yecib en yestehdifeha elmuelimûn fî durûsihim we eimalîhim hiye besu elexlaq elfazîle bisûre ame, ew teqwiyet elşiûr elwetenî we elqewmî bisûre xase, reeyna en nulfît enzar cemî’ elmudîrîn û elmuelimîn îla haza elemir elmuhîm, we netlubu îleyhim:
»En yectehîdu fî îzalet haza elxete’ bîkulî maledeyhîm mîn quwet we neşat, ew en ufhîmû eltelamîz bîkulî dîqe we î’tîna’ meina »elfelah« we »elbedewî« we »elerebî«… we yuwezihû lehum en kelîmet elereb la tedulu ela sinif mîn sinûf elxelq, bel hiye tedulu ela cemî’ efrad elume, we yuewidûhum ela sîtîmalîha bîhazîhî elsûre we cucenîbû enfûsehûm mîn elîştîrak fî hazîhî elxelte, we îstîmal isim hazîhî elume elezîme elletî yecib en teftexîr fî elîntîsabî îleyha, bîhaza elme’na elamî, sea’ ekane fî durûsîhim, ew fî muhadesatîhîm« (12).
Her di wan salan de ko Sati’ Elhuserî tê de dixwest bi desttêwerdanê di zimanê erebî de hesta neteweyî ya erebî li Îraqê pêş bixe, wî rê li ber desttêwerdanê di alabeya kurdî de digirt ji bo ko zimanê kurdî nebe amrazê neteweçêbûna kurdî. Wek mînak, wî daxwaz ji Tewfîq Wehbî kir ko rêzimanekê kurdî bo xwendingehên destpêkê dabine lê diviyabûya wî ew rêzimanê kurdî ji erebiyê dûrnexistiba. Li gor dîtina Wehbî ji bo nivîsandina kurdiyê kêmasî di alfabeya erebî de heye û divê bêt çak kirin, û wî ji bo wê mebestê çend nîşan li ser herfên erebî zêde kirin. Sati’ Elhuserî bi dijwarî li dijî wê programê derket û got ko erebî zimanê Quranê ye û danana nîşanan û zêdekirina nuqteyan li ser herfên erebî kufr e. Wehbî di bersivê de gotê wextê Quran hat nivîsandin, î’rab û nuqte di herfên erebî de nebûn û destnivîsên Quranê yên herî kevin ne bi î’rab û ne bi nuqte bûn, piştî ko nîşan li ser hatin zêde kirin, zimanê farisî nuqte li ser zêde kir û hem nîşan (13).
Ev ya ko min heta niho gotî dilopek e ji deryayeka gotar, dîtin, siyaset û kiryarên şovînîsma farisî û tirkî û erebî. Di sedsala bîstê de, bi taybetî piştî şerê cîhanî yê yekê, gelê kurd û zimanê wî amanca siyaset û kiryarên wan sê şovînîsman bûn û dihat çaverê kirin ko qurbaniyên wan sê projeyên zimankujiyê bi xwe nekevin pey siyaset û kiryarên weha. Lê di gelek warên zimanî û siyaseta zimanî de, hinek ji soranîxwazan di wê rêyê de ya ko wan sê şovînîsman xweşkiribû diçin.
Şovînîsma soranî
»Şovînîsma soranî« lehceyên kurdî hildisengîne, nirxan jê re datîne, têxe dereceyan û sîstemeka bilindûnizimiyê (hîrarşî) pê çê dike û weha berçav dike ko ew derecedanan xweristî ye û pêdivî û neguhor e û divêt bêt parastin. Di wê sîstema bilindûnizmiyê de soranî li ser textê hikûmetê têt danan da ko lehceyên din xizmeta wê bikin. Ew dibêjin bilindrûniştina soraniyê ji ber wê ye ko ew ji lehceyên dî baştir, pêşketîtir, dewlemendtir, resentir û biserûbertir e. Lê ji ber ko çi bilindî bê nizmî nabin, baweriya bi bilindiya soraniyê tê hemberî bawereka dî: nizimbûn û paşketina lehceyên dî. Alîgirên »bi tenê soranî« di du salên derbasbûyî de, ew dîtin bi aşkerahî diyar kiriye, hem bi rehetî û hem bi dijwarî. Ez li vê derê hinekan ji wan dîtinan bê destkarî vedigêrim:
Erê gelo dibe herêma Kurdistanê bikin milkê şêwezaran, xelik bi giştî ji wan herdu şêwezarên di ragihandinê de tên bi kar anîn bêzar e, gera wê ye ko her bajar û gundek bi şêwezarê xwe bixwîne! Wek çawa niha li devera Behdînanê gaveka ji wî rengî hatiye havêtin!!!! Ev pêşniyaz taybetmendiya herêmê li ber çavan nagirin! Ko pirananiya piraniyê soranîbêj in, ji çar parêzgehan (wîlayetan) yek parêzgeha ko rêjeya kêm ya rûniştivanan jî heye, bi şêwezarê behdînî diaxivin! Ev bilindiya şêwezarê soranî weha kiriye ko behdînîbêj gelek baş ji şêwezarê soranî bigehin û pê biaxivin. Her di eynî demî de peyivîna behdîniyan tevliheviyek e ji soranî û erebiyê ko weha dike, ko soranîbêj pitir ji kurdên bakûr û rojava têbigehin (14).
Ev paragrafek e ji nivîsareka heşt-neh paragrafî lê ev çend rêz bingehên şovînîsmê bi aşkerayî diyar dikin:
1. Nivîskarî lehceya (şêwezarê) xwe (soranî) wek ziman danaye û yên din kirine lehce û dibêje eger kurmancî (behdînî) di nivîsîn û xwendinê de bêt bikaranîn weha dibe ko »her bajar û gundek dê bi şêwezarê xwe bixwîne.« Di zanistên zimanî de ji mêj de ev rengê siyaseta lehcekirinê wek buhaneyek ji bo binbirkirina zimanî hatiye behis kirin. Wek nimûne Tove Skutnabb-Kangas ko şehrezayekê mafê zimanî ye dibêje:
»Grupeka ko desthilata zêdetir hebe dikare bêje grupeka din: ‘Ev ya ko em pê diaxivin ziman e, lê ev ya ko hûn pê diaxivin her lehceya zimanê me ye. Zimanê me bi timamî pêşketiye, modern e, dewlemend e, mentîqî ye. Lê lehceya te destpêkî (prîmîtîv), nepêşketî, sunetî, peyivhejar, atifî, neeqlanî, ne bikêrhatî bo perwerde yan kargêriyê û edeb û fikirkirinê yan şaristaniyetê ye (çavkanî).’ Ev ew tişt e yê ko tirk dibêjin kurdan: Kurdî lehceyeka nepêşketî ya tirkî ye. Nûnerên dewleta Tirkiyeyê bo demekê dirêj ji kurdan re digot tirkên çiayayî, û ji zimanêm wan re jî digot lehceyeka tevlihevbûyî ya tirkî ko bi tenê li çiyayan hebûye û her ji ber wê jî hinek rûxsarên xwe yên taybetî hene ko di tirkiya rastîn û esîl de peyda nabin (çavkanî…). Helbet kurdiyê çi peywendî bi tirkiyê nîne, herwek çawa zimanê polonî peywendî bi yabaniyê nîne. Li vê derê emiyek têt çê kirin, lê ji wê bilindûnizmî (hierarchized) têt tertîb kirin: Em wek hev in, lê hûn, emeka kêmûkurt in û her ji ber wê jî ji bo we nabe ko hûn çarenivîsa xwe peyda bikin (15).
2. Nivîskar bes bi wê razî nabe ko ew lehceya xwe bi ziman dabine û lehceyên dî bixe di pileyeka nizim de. Ew dibêje eger bêt û zimanê kurdî du lehceyên xwe yên resmî hebin dê herêma Kurdistanê bibe »mexela şêwezaran«. Yanî Kurdistan bi soraniyê Kurdistan e û eger bêt û kurmancî jî li gel soraniyê bêt resmî kirin Kurdistanê dibe »mexela« lehceyan. »Mexel« peyiveka aborî-heywanî ya gelêrî ya Kurdistanê ye ko ew di ferhengê de weha hatiye şirove kirin: »peçey heywan« (Ferhengî kişt û kal, bergê duyê, r. 114). »Cêgay moldanî ajal« (Ferhengî Xal), »Meiwa elmewaşî leylen we fî elzuhur« (Ferhengî Mehabad, r. 592), û »Cay êstêrahetê gawan« (Ebas Celîliyan, Ferheng Başûr, Tehran, êntêşaratê Pirsman, 1385, r. 685). Bikaranîna »Mexelê« bo diyarkirina mebesta siyasî bo cara yekê li Kurdistana başûr di salên 1961-1991ê de ji hevedudaniya »Molgey caşan / Mexela cehşan« ket ser zaran û niha jî alîgirên rêbaza »Bi tenê soranî« wê bo lehceyên nesoranî bi kar tînin.
3. Her di wê paragrafê de, nivîskar dibêje ji ber hegemoniya soranî, »Behdînîbêj gelek baş şêwezarê soranî« fehim dikin û pê diaxivin. Li gor dîtina wî ev fehimkirina berferh ji ber wê ye ko »peyivîna behdîniyan têkelek e ji soranî û erebiyê«, weha ko soranîaxêv wan pitir fehim dikin ji »kurdên bakûr û rojava«. Bingeha vê îdiayê peywendî bi serweriya soraniyê heye: Ya giring ew e ko soranîaxêv xelkê Behdînanê fehim bikin, çimkî xelkê Behdînanê ji ber wê ko soranî zimanê kurdî yê rastîn e û ne tevlî erebiyê ye, soraniyê fehim nakin û divêt ew bên hînî soraniyê kirin. Bi kurtî, kurmancî lehceyek e debara xwe bê ziman û lehceyên din nake. Ez li vê derê nabînim ko pêwsît e vê dîtinê ji aliyê siyasî û ideolojî ve hilbisengînim. Lê bi tenê pêdivî ye bibêjim ko berûvajî wê dîtinê, li gor zimannasiyê, ziman ne ji komeka peyivan pêk hatiye. Ziman sîstemeka aloz ya pêkahtî ji çend jêrsîsteman e wek sîstema dengî, sîstema morfolojî, sîstema peyivan, sîstema hevokan, sîstema manayî, sîstema gotarî ko her yekê ji van jî sîstemên xwe yên hûrik hene û pevre girêdayî ne. Evca di vê sîstema aloz de, eger ew rast be ko kurmancîaxêvên Badînanê baştir soraniyê fehim dikin (16), ne ji ber wê ye ko badînî têkelî soranî û erebiyê ye. Eger »peyivîna behdîniyan« têkelî erebî û soraniyê ye, peyivîna soraniyan jî têkelî erebiyê û gelek ziman û lehceyên din e. Eger mebest jê ew e ko soranî bi awayekê ji ber xwe ve hatiye petî kirin û kurmancî jî, hevdem li gel soraniyê, bi kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû û Stêrê û çapemeniyên din ve (hem yên bi alfabeya erebî û hem yên bi ya latînî) bi wê rêyê de çûye. Ji bilî wê jî, piraniya peyivên petîkirî yên lehceyekê dikarin di lehceyeka din de bên bi kar anîn. Li gor zimannasiyê qerkirina peyivan ji zimanê din xesleta zimanî naguhore û, berûvajî, ziman xesletên peyivên qerkirî diguhore û wan dike xwemalî. Qerkirina peyivan ji zimanên din yek e ji prosesên zindîbûnê û zindîmana zimanî, lê şovînîsma zimanî wek mirinê li vê mêze dike.
4. Bi dîtina nivîskarî eger kurmanciya Badînanê ji aliyê çawatiyê ve bi kêr çi neyê, çi karê wê ji aliyê çendîniyê ve jî nîne: »taybetmendiya herêmê [ew e] ko piraniya pira wê soranîbêj in, ji çar parêzgehan yek parêzgeha ko rêjeya rûniştivanên wê jî kêm e, bi şêwezarê behdînî diaxivin.« Kesekê ko behdînan nedîtibe û bi hûrgilî nekve ber van axiftinan, dibe ko weha fehim bike ko dibe Badînan hatibe çol kirin. Em dikarin bipirsin ka gelo rast e »Badînan«ê rêjeyeka kêm ya rûniştivanan heye? Ew rêjeya kêm divêt çend be bo ko weha kêm bêt danan? Bi kîj serhejmariyê? Bi kîj belgeyî? Pîvana kêmî û piraniyê çi ye, ev kê daniye û ji kû derê hatiye, û çi peywendiya vê bi mafê zimanî heye? Ya diyar ew e ko hikûmeta herêmê heta niha serhejmariya lehceyan kom nekiriye û diyar e jî bê zanyariyeka weha nexşeyeka biserûber ya ziman û lehceyan li ber destan nabe.
Bila ez wê pirsiyarê bikim: Gelo ew kerb û kîn, ew bêhurmetkirin û sivikatîkirin bi lehceyên din ji kû derê tê û ber bi kû derê diçe? Ez bi wî çavî (çavê yekziman / yeklehceyiya soranîxwazan) nabînim ko pirlehceyî wek »baxçeyê şêwezaran« yan »gulistana şêwezaran« bêt fehim kirin. Lê wextê ko soranîxwazek nikare bi zimanekê heta hedekî bê alîgirî bibêje, wek nimûne »mozayîka şêwezaran« û li şûna wê dijûnan bide û bibêje »mexela şêwezaran«, ev ne bi tenê kerba dilî û xeyidîn e lê ew helwêsteka siyasî û idiolojiyane ye. Diyar e şovînîsma soranî nikare ji çarçoveya wê şovînîsma ko neteweyên din jê re dariştiye derbikeve. Wek mînak, demê ez pêşniyaz dikim ko dikarin di »hikûmeta Kurdistanê« de du lehceyên resmî hebin û belgeyên resmî wek pasport û pareyan bi herdu lehceyan bên nivîsandin, soranîxwaz dikevin beriya hikûmeta Bexdayê û bi heyirîn ve dibêjin tiştê weha nabe û bi sivikatîkirin dibêjen ev komêdya ye.
Sinorên çêbûn û ne çêbûnê
Dibe ko ew êdî xuya be ko bi dîtina Etaturkî û Reza Şahî û hakimên Bexdayê û zimannasên wan netewe yek e û yek zimanê xwe heye û zimanê wî yek lehceya edebî û standard heye. Lê ew ya ko şovînîst di xeyala xwe de bi neçêbûyî dadinin ev ji mêj de ye di jiyana zimanî û siyasî ya gelên dunyayê de çêbûye. Tekstên pareyên kaxezî yên dehrupî yên hindî bi hevde zimanan (17), pareyê çînî bi pênc zimanan, her yek ji pareyê sirîlankî û swîsrî bi çar zimanan û nasnameya swîsrî bi pênc zimanan tên nivîsandin. Herweha di parlamentoya Kanadayê de bi du zimanan û di ya Beljîkayê de bi sê zimanan diaxivin (18).
Demê di sala 1965-ê de fransî li Kanadayê bû zimanê duyê yê resmî, hîngê li gor dîtina hinek îngilîzîaxêvan tiştekê weha nabe çê bibe û yek netewe nikare xudan du ziman be. Niha, piştî 45 salan, ko îngilîzaxêvekî bivêt bibe serokwezîr yan bibe rêberê partiyeka federal divêt ew hind fransiyê bizane ko ji axiftina fransî têbigehe û bikare mebesta xwe bi wî zimanî derbibire. Kanada welatekê serbixwe ye lê serokê dewleta Kanadayê Qirala Birîtanyayê Viktorya ye û demê ew ji bo seredan têt Kanadayê, ew di axiftinên xwe yên resmî de bi herdu zimanan diaxive û wan têkel dike, çend hevok bi îngilîzî û çend hevok bi fransî. Ya ko tiştekê ne mumkîn bû, niha bûye warekê mumkîn. Diyar e soranîxwaz nikarin, ne di dunyaya fikrê û ne di ya kiryarê de, ji wî bazinê ko şonînîsma zimanî ya Bexda û Enqere û Tehranê jê re danayî derbikevin.
Ez kurt bikim, alîgirên projeya »Bi tenê soranî« bi wê dîtinê ne ko netewe bi zimanî ve girêdayî ye û zimanê neteweyî zimanekê tek-lehceyî ye û teklehce jî lehceya wan e. Û eger bêt û kurdiyê du lehceyên xwe yên standard yan yên resmî hebin dê netewe ji hev hilbiweşe û dê zimanê wî ji zimantiyê bikeve. Ev dîtin pişta xwe nade zanistên zimanî (zimannasî, zimannasiya civakî, civaknasiya zimanî…) û ne jî haya wê ji tecrubeyên zimanên gelên din heye. Ew li şûna wan siyaseta û praktîka zimanî ya nasyonal-şovînîsmî ya tirk û faris û ereban li ber çav digire. Heta pêwîst nake jê bipirsim ka çawa her yek ji netweyê norwîjî û ermenî û elbanî du lehceyên xwe yên standard û neteweyê swîsrî çar zimanên xwe yên resmî û neteweyê beljîkî sê zimanên xwe yên resmî bi kar tînin? Soranîxwaz dixwazin lehceya xwe bi ser lehceyên din de zal bikin û, ew niha ko dizanin xelkê Badînanê biryara xwe daye, dixwazin bi zimanê dîrokê îsbat bikin ko soranî lehceyeka pêşkeftî ye û kurmancî ya paşkeftî ye. Lê demê ew awiran li dîrokê didin, ew dikevin di nav dunyaya xeyalatan û faktan didin aliyekî û efsaneyan saz dikin. Ez dê di beşên dî yên vê nivîsarê de behsa efsaneyên şovînîsma soranî bikim. Lê ez li vê derê dixwazim biçim ser alternatîva şovînîsmê.
Pirsgirêka jêkveqetiyana neteweyî yan pirsgirêka demokrasiyê?
Di sedsala derbasbûyî de, tecrubeya zimanî li wan welatên kurd tê de dijîn tecrubeya zimankujî, şovînîsma zimanî, kulturkujî, komkujî, jenosîd, cînayetên şerî, û cînayetên dijî beşeriyetê bû. Mark Levîn, dîroknivîsekê jenosîdê, dibêje Anadola rojhilat (ku ji Kurdistan û Ermensitanê pêk têt) di dawiya sedsala nozdeyê de ta niha kirine »melbenda jenosîdê« (zone of genocide) û gelên ermenî û aşûrî û kurd tê de hatine jinav birin. Em dikarin bibêjin ko ew melbend, di eynî wextî de melbenda jenosîda zimanî jî bû. Jenosîd ne bi tenê di jinavbirina laşên xelkî de ye û kuştina zimanî jî wek formeka jenosîdê hatiye nas kirin. Hilweşandina »melbenda jenosîdê« ko berhema nasyonalîsma tirk û faris û ereb e, erkê sermilê azaîdxwazên tev gelên wê melbendê ye, û havêtina şovînîsma zimanî gavek e ber bi têkdana wê melbendê û demokratîkirina jiyana siyasî li wê deverê.
Hindî şovînîsma zimanî di mejî û hizra tekkesan de bimîne çi xetereka mezin jê nîne lê ko ew bibe siyaseta hikûmetê, ew hîngê dikare projeya zimankujiyê yan jenosîda zimanî bi can bixe. Erkê li ser milê soranîaxêvan gelek giran e. Soranîaxêv dikarin nekevin pey siyaseta sornaîxwaziyê û wê red bikin û li dijî rabiwestin. Soranî niha di dereceya desthilatdariyê de ye û divêt soranîaxêv bêtir û zûtir ji kurmancîaxêvan û axêverên lehceyên din alaya demokrasiya zimanî û mafê zimanî bilind bikin, û ew wek pirsgirêka maf û demokrasiyê li vê nakokiyê binêrin, ne wek pirsa qêriyên »parçebûna neteweyî«. Di dunyaya ziman û siyasetê de di sê salên debasbûyî de, gavên baş ber bi sîstemeka zimanî ya demokratîk hatine havêtin. Wek nimûne, di zanistê zimannasiyê yê niha de behsa »zimannasiya rizgarîxwaz« têt kirin û peywendiyên desthilat û zimanî bi şêweyekê berferehtir ji berê tên rave û teorîze kirin (19). Di warê mafî jî de, »mafê zimanî« niha bi awayekê berferh û kûr wek »Beyana cîhanî ya mafîn zimanî« (1996) zelal kirî, ji aliyê Unesco û piraniya rêxistin û bizavên mafên mirovî û zimannasan ve hatiye pejirandin (20). Gelo em dikarin bipirsin ka soranîxwazan mala xwe di parçeya niha ya dîroka mafê zimanî de li kî derê deynaye?
1. Bo zanyariyan li ser tepesrkirina zimanî, zulma zimanî, zimankujiyê û jenosîda zimanî binêre li:
J. Baugh, “Discirimination and language,” Encyclopedia of Language and Linguistics. Second Edition, Vol. 3, 2006, pp. 694-695.
Tove Skutnabb-Kangas, Linguistic Genocide in Education or Worldwide Diversity and Human Rights? Lawrence Erlbaum Asociates, Publishers, 2000-
2. Min terma »Bi tenê soranî« li gor pîvana »Bi tenê îngilîzî« (English Only) bi kar anî. »Tevgera bi tenê îngilîzî« li Emerîkayê dixwaze ko zimanê îngilîzî bibe zimanê resmî. Li wî welatî û li gor qanûn û destûrê çi zimanekê resmî nîne, lê niha ko axêverên zimanê ispanî pirbûne, ev tevger, dixwaze bi bihaneya parastina yekgirtina neteweyî wî zimanî tepeser bike. »Komeleya Zımannasî ya Emerkayê« (Linguistic Society of America) dîtina vê tevgerê ya di warê yekîtiya netewe û yekîtiya zimanî de bi şaş zanî. Herweha »Yekîtiya Azadiyên Medenî yên Amerîkayê« jî (American Civil Liberties Union) ragihand ko resmîkirina wê projeyê dê mafê wekheviyê li Emerîkayê têk bide. Ji bo zanyariyan li ser vê tevgerê binêre li: http://en.wikipedia.org/wiki/English-only_movement.
3. Wek mînak binêre li peyiva »şovînîsm«ê di ferhenga hizra siyasî de ya ko mamosteyê konservatîv yê zanistê siyasî Roger Scrutonî çê kirî:
Roger Scrutonê A Dictionary of Politicale Thought. Palgrave Mcmillan, 2007, p. 89.
4. Floyd James Davis, Minority-Dominant Relation: A Sociological Analysis. AHM Publishing Corp., 1978, p. 49.
5. Thomas Spira, Nationalism and Ethnicity Terminologies: An Encyclopedic Dictionary and Research Guide. Vol. 1, Academic International Press, 1999, p. 66.
6. »Der Îran feqet yek ziban wucûd dared«, Kêyhan, duşenbe, 18 behmen 1338.
7. Kiyayî, wek her kesê dî dizanî piraniya peyivên farisî ji erebiyê hatine qer kirin, lê wî di kitêba Qelb Der Zibanê Erebî de (êntêşaratê Danêşgahê Têhran, şomarê 671, 1340) xwest diyar bike ko piraniya peyivên erebî ji farisyê hatine wergirtin.
8. Sadêq Kiya, »Gûyêşhayê Îran«, Meceleyê Radyo Îran, şomare 53, dêy mahê 1339, s 35.
9. Ji bo zanyariyan li ser lehceyên parêzgeha faris binêre li: Ebdolnebî Selamî, Gencînêyê gûyêşşênasiyê faris, Têhran, Ferhengstanê ziban we edebê farisî, Gorûhê Neşrê Asar, Cildê ewel 1383, cildê dowem 1384, cild sêwom 1385, cildê çiharom we pencom 1388.
10. Wek mînak Çengîz Pehlewan («Zibanê farisî we tewse’êyê mêllî?«, Adîne, şomarê 15, ewelê mordadê 1366) dibêje »’elawê ber bernamehayê ‘umûmî (der radyo we têlêvîzyon) we êhtêramê gozaşten bê hemêyê gwîşeha.. bayed.. ez anha der cêhetê xenî kerdenê zibanê farisî meded bigîrîm«.
11. Binêre li têza doktorayê ya Salih Nekînî ya li ser binavkirina gel û welat û zimanê kurdî di nivîsara zanistî û siyasî ya tirkî de:
Salih Akin, Désignation du people, du territorie et de la langue kurdes dans le discours scientifique et politique turc. Université de Rouen, 1995.
12. Abu Xeldûn Sati’ Elhuserî, Muzekeratî fî El-Îraq 1921-1941. Elcuzu’ elewel 1921-1927, Menşûrat Dar Eltebîe, Beyrût, 1967, s. 479-480.
13. Tewfîq Wehbî, »Hewle meqal mesûliyet eledîb elkurdî elkubra«, Perwerde û Zanist, hejmara5, sala3, Bexda 1973, r. 81-91; herweha hevpeyivîna min li gel mamsote Tewfîq Wehb, London, 28/7 1976.
14. Binêre li sîteya Kurdistanpostê, »Divêt Emîr Hesenpûr lêborînname binivîse!«, yekşem 10/1 2010: http://www.kurdistanpost.com/
view.asp?id=962e3250
15. Berperê 152yê ji kitêba Skutnabb-Kangasî ko di perawêza yekê de hatiye.
16. Ev jî wek piraniya behsên din tiştekê bê lêkolîn û belge ye.
17. Binêre li pareyê dehrûpî yê hindî di Wikipediayê de ko ji bilî zimanê hindî û îngilîzî bi pazde zimanan li ser hatiye nivîsandin: http://en.wikipedia.org/wiki/Indian_rupee
18. Binêre li: Yasay zimane fermiyekan le çend wilatêkî fireziman da, pêşkêşkirin û amadekirina Tariq Cembazî, wergêrana Mecîd Asingerî, ji çapkiriyên Parlamentoya Kurdistana Îraqê, Komîteya Karûbarên Yasayî (21), Hewlêr, çapxaneya Şehab, 2007
19. Wek mînak binêre li herdu nivîsarên »Zimannasiya rizgarîxwaz« û »Tepeserkirin û ziman«:
I. Signorini, »Emnacipatory linguistics«, Concise Encyclopedia of Pragmatics, 1998, pp. 281-283.
J. Baugh, »Discrimination and language«, Encyclopedia of Language and linguistics, Second Edition, Volume 3, 2006, pp. 694-686.
20. Ji bo xwendina teksta kurdî ya wê belgeyê (Universal Declaration of Linguistic Rights) binêre li »Carnamey mafî zimanî« ya ko kekê Hesen Qazî ji îngilîzî wergerandiye (di sîteya »Ruwange«yê de):
http://ruwange.blogspot.com/2010/02/
universal-declaration-of-linguistic.html
Ji bo xwendina teksta wê ya îngilîzî jî binêre li:
http://www.unesco.org/cpp/uk/
declarations/linguistic.pdf
http://www.linguistic-declaration.org/index-gb.htm
Têbînî: Ev beşa yekê ji vê nivîsara Emîr Hesenpûrî ya bi sernavê »Şovînîsmî soranî û efsanekanî« ya ko di hejmara 22yê (9/3 2010) ya rojanmeya hefteyî »Ferheng«ê de ko pêveka rojnameya Hewlêrê ye de hatibû weşandin hatiye wergirtin. Sidqî Hirorî ew kiriye kurdiya kurmancî. Li şûna peyiva zarav, peyivên lehce û şêwezar di nivîsarê de hatine bi kar anîn û, wek xwe mane. (Kulturname) »Bixwîne |
 |  |  |
 |
STOCKHOLM, 5/10 2009 — Ev tîpên (herfên) ko min ev nivîs pê nivîsandiye û tu pê vê nivîsê dixwînî heman tîp in yên ko rehmetî Celadet Bedir-Xanî berî zêdetir ji heştê salan ji bo nivîsandina kurdiya kurmancî bi kar anîbûn. Ev tîp kurdî ne çunkî ew dengên kurdî dinimînin û hinek ji wan bi formên xwe di alfabeyên latînî yên ko ji bo nivîsandina zimanine din tên bi kar anîn de nînin.
Her ji serdema Celadet Bedir-Xanî û heta niho, bi hezaran kesan hizir û dîtinên xwe bi rêya van tîpan gihandine xwendevanên xwe û bi sedhezaran kes bê dijwarî û bê asteng di wan fikir û dîtinan gihiştine. Tevî vê jî, carûbaran hinek kes li vir û li wir derdikevin û bi behaneyên lawaz tîpine nepêwîst û neqebûlbar dixin şûna tîpên rehmetî Celadet Bedir-Xanî.
Mirov nikare îdiayê bike ko alfabeya Celadet Bedir-Xanî alfabeyeka mikemel û bêqisûr e. Her ji destpêkê, rehemtî Osman Sebriyî bala Celadet Bedir-Xanî kişandibû ser nebûna tîpan ji bo dengên peqok yên hewadar - wek »p«-ya »pel«-ê -. Dîsan, »h«-ya peyiva »heft«-ê û »x«-ya peyiva »xurbet«-ê dengên destpêker yên van herdu peyivan bi temamî temsîl nakin. Lê, heger ev qisûr bin, qisûrên weha û yên ji wan xerabtir di alfabeyên dî jî de hene.
Nivîskarê îrlandayî George Bernard Shawiyî xwast dijwariya newekheviya navbera bilêvkirin û nivîsandina bêjeyên îngilîzî bi henekekê diyar bike û got ko mirov dikare peyiva »fish« (masî) wek »ghoti« jî binivîse çunkî »gh« di peyiva »rough« (req) de wek /f/ têt bi lêv kirin, »o« di peyiva »women« (gelek jin) de wek /i/ têt bi lêv kirin û »ti« di peyiva »nation« (netewe) de wek /sh/ (ş) têt bi lêv kirin. Di alfabeya erebî de, tîp ji bo vokalan tune ne. Divê mirov rêzimana erebî baş bizane bona ko mirov bêjeyan serrast bi lêv bike. Îngilîz dizanin ko cidîtî di heneka Shawiyî de heye û ereb dizanin ko tîp ji bo vokalên erebî nînin; lê, ne îngilîz ne jî ereb dixwazin destkariyê di alfabe û bêjenivîsînên xwe de bikin ji ber ko van alfabeyan û van formên bêjeyan ciyê xwe girtiye û bûne beşek ji mîrata nivîskî ya îngilîzî û erebî.
Bi baweriya min, alfabeya Celadet Bedir-Xanî jî ciyê xwe di nav xelkê de kiriye û bûye beşek ji nirxên serekî û giring yên terkîb û bizava çandeyî û civakî ya kurdan. Hemû partiyên siyasî yên kurdan, hemû weşanxaneyên kurdan û hemû dezgehên ragihandinê yên kurdan van tîpan di berhemên xwe yên çapkirî û dijîtal de bi kar tînin. Herroj bi sedan û zêdetir nivîsar û e-name bi van tîpan tên nivîsandin. Hersal bi kêmanî 400 pirtûk bi van tîpan tên çap kirin. Hewlên ko tên kirin ji bo guhartina hinek tîpan dê bi ser nekevin çunkî piranî dê wan guhorînan qebûl nekin û kesên ko van hewilan dikin xwe bîlasebeb diwestînin.
Heye ko kesên ko dixwazin hemû tîpên alfabeya Celadet Bedir-Xanî bi kar neînin û hewil didin hinekan ji wan bi tîpine din biguhorin xebatên xwe dixin di çarçoveya peydakirina »alfabeyeka kurdî ya neteweyî« yan jî »hêsankirina prosesa fêrbûnê« de. Kesên ko weha difikirin têkoşîna xwe li ser hizir û dîtinên sist û bêhêz ava dikin. Bo nimûne, Dîlan Roşanî goranîaxêvekê rojhilata Kurdistanê ye û doktorname di warê endazyariya medenî de wergirtiye. Wî di van salên dawiyê de alfabeyek bi navê »The Kurdish unified alphabet« (alfabeya kurdî ya yekgirtî) çê kiriye û hinek berhem pê nivîsandine û di malpera xwe, www.kurdishacademy.org, de belav kirine.
Bê guman, ka çawa heqê rehmetî Celadet Bedir-Xanî hebû ko alfabeyeka esillatînî ji bo nivîsandina kurdiyê bi kar bîne, wisa mafê kesên din jî, wek Dîlan Roşanî, heye ko alfabeyên din pêşniyar bikin. Ferqa di navbera xebata Celadet Bedir-Xanî û bizava alfabeçêkerên nû de ew e ko alfabeya Celadet Bedir-Xanî bersiva pêwîstiyeka acil ya wê serdemê bû û wê alfabeyê zû ciyê xwe di nav kurdan de kir. Lê, ev alfabeya »yekgirtî« karê xwemijûlkirin û wextborandin û xwenasandinê ye. Goranîaxêv û soranîaxêv alfabeya esilerebî di nivîsandinê de bi kar tînin û hîç niyetên wan nînin ko destan ji wê berdin.
Kirmanckîaxêv (zazakîaxêv) alfabeya Celadet Bedir-Xanî di nivîsên xwe de bi kar tînin û qet hewil nedaye destkariyê tê de bikin. Li aliyekê din, alfabeya Celadet Bedir-Xanî ji bo nivîsandina kurdiya soranî û ya goranî jî bi kar têt. Şefîq Qezazî bêjeyên ferhenga xwe ya soranî-îngilîzî Şarezûrê bi wê alfabeyê jî nivîsîne. Tekstên kanalên tv-ê Kurdsat û GKTV-ê wê alfabeyê bi kar tînin. Hejmareka pirtûkên soranî bi wê alfabeyê di sîteya Nefelê, www.nefel.com, de belav bûne.
Herçî alîgirên tevgera »hêsankirinê« ne, ew kêmzêde li rewşa bakurê Kurdistanê difikirin û tesîra zimanê tirkî û alfabeyê wî li ser bikaranîna zimanê kurdî wek faktorekê neçarebar dibînin. Celadet Çelîkerî pirtûkek bi navê »Çend pirsên alfabeya kurdî« bi taybetî li ser meseleya pêwîstiya bikaranîna tîpên tirkî »i« û »ı«-yan li şûna tîpên kurdî »î« û »i«-yan derxist û xwast pê helwêsta kovara Roja Nû û berhemên weşanxaneya Dengê bi rêyên zanistî xurt bike. Tevî ko Roja Nû û Dengê ev helwêsta xwe berdewam nekir û bi gaveka wêrek û jîrane li tîpên Celadet Bedir-Xanî vegeriyan, hinek nivîskar hêj jî wan tîpên alfabeya tirkî ji bo nivîsandina kurdiyê bi kar tînin.
Nivîskarên han nikarin xwe li ber pêlên piraniyê ragirin çunkî alfabeya Celadet Bedir-Xanî bûye sîmboleka neteweyî ji bo kurdan. Osman Sebrî, Ezîz Akreyî û Qanatê Kurdo berhemên xwe bi alfabeya Celadet Bedir-Xanî nivîsandine. Vêca, heger hewil ji bo hêsankariyê bên kirin, divê hewiline wisa bin ka mirov çawa dikare alfabeya Celadet Bedir-Xanî li ber dilê zarokên kurd şîrîn bike û wê wek nîşaneka »kurdbûn«-ê pêşkêşî wan bike ne ka mirov çawa dikare kurdên bakur fêrî alfabeyeka tehmtirkî bike û hêdî hêdî wan ji kurmancînivîsên Sûriye, Îraq, Îran û Soviyeta berê veqetîne.
Mimkin e sebebek ji sedemên bikarneanîna hemû tîpên alfabeya Celadet Bedir-Xanî ji aliyê hinek kesan ve ew be ko tîpên Celadet Bedir-Xanî di warên çapkirin û komputerê de pirsgirêkên teknîkî derdixin. Dîlan Roşanî alfabeya xwe ya »yekgirtî« li ser bingehê standarda ISO-8859-1 ava kiriye. Ev standard ji tîpên latînî yên ko ji bo nivîsandina zimanên Ewropaya rojavayî pêk têt. Herçend tîpên »ç«, »ê«, »î« û »û« di nav vê standardê de hene, Dîlan Roşanî wan di alfabeya xwe de bi kar naîne ji bo ku, bi dîtina wî, kurd bikarin bi hêsanî û bê girift û asteng bi rêya wesîleyên elektronîk bi hevûdu re bidin û bistînin.
Hinek kesan rêya Dîlan Roşanî girtiye û li şûna tîpên Celadet Bedir-Xanî bi behaneya hêsankarîkirina teknîkî tîpine din bi kar tînin. Hewilên ji vî rengî, bi dîtina min, ne pêwîst in. Celadet Bedir-Xanî hem Hawar hem jî Ronahî bi tîpên xwe çap dikirin bê ko behsa aloziyên teknîkî bike. Hemû malperên kurdan yên ko bi tîpên latînî nivîsên xwe belav dikin, tîpên Celadet Bedir-Xanî bê pirsgirêk bi kar tînin û nîşan didin. Tîpên vê alfabeyê hemû di Unicodeyê de hene. Unicode bûye standardeka cîhanî û di hemû sîstemên komputerê yên vê serdemê de têt bi kar anîn û cihê standardên wek ISO-8859-1 jî girtiye. Bi gotineka sadetir, ji aliyê teknîkî ve, hîç pirsgirêk di bikaranîna tîpên Celadet Bedir-Xanî di komputer û internetê de nînin. Heger pirsgirêk peyda bibin jî, qisûr ne di alfabeya Celadet Bedir-Xanî de ye, lê qisûr di teknîkê de ye û çareserkirina pirsgirêkên weha di stoyê pisporên warê teknîkê de ye.
Ji ber ko piranî ji me hez dikin ko ew bin serkêş û destpêker û pûte bi keda yên berî xwe nadin, lewre berhemên pêşiyan bêqîmet dibin û xebatên di warê lêkolînên zanistî, civakî û kulturî de pêş nakevin. Berî em dest bi afirandina alfabeyeka nû bikin, pêşî bila em alfabeya Celadet Bedir-Xanî bikin bingeh îmkanên wê berçav bikin û minaqeşe bikin û paşî bila em li ser guhorîn yan negehorîna wê bifikirin. Tîpên Celadet Bedir-Xanî, bi hemû qisûrên xwe ve, bi awayekê giştî têra nivîsandina kurdiya kurmancî dikin, bê pirsgirêkên mezin û dijwar di komputer û internetê de tên xebitandin û »kurdîniya« xwe bi rêya wan dengên kurdî yên ko lê hatine bar kirin aşkira diyar dikin.
Ya pîwîst ew e mirov zarokên kurdan fêrî van tîpan bike, pê bide hez kirin û hesta wan ya neteweyî pê xurttir bike. Hinêr ew e mirov hewil bide van tîpan ji bo nivîsandina kurdiya soranî û kurdiya goranî jî bi kar bîne û bi qeseker û nivîskarên wan zaravayan bide qebûl kirin. Ne pêwîst e halê hazir mirov wext, hêz û şiyanên xwe di afirandina alfabeyeka kurdî ya latînî ya nû yan jî guhortina tîpên heyî de bimezixîne. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
DIYARBEKIR, 24/6 2009 — Di nava fîlimekê de wek kêrek di dilê min de bête çikilandin, şewat çû dilê min. Ji ber ko ez, ava heyina xwe ji vî zimanî distînim, xulam û evîndarê vî zimanî me. Hima yekê/yeka barê vî zimanî li xwe kiribe, xeletiyek an jî şêlotiyekê bêxe di nêv zimanê me kurdiya şêrîn de, ez di cihê xwe de dihelim.
Çiqesê baş e, zimanê ko em pê diaxivin bûye zimanê televizyonan. Bernameyên xweş, fîlimên dublajkirî…hwd tête li ser zindîcamên me. Ez vê yekê bo parastina zimanî wek çepereka bihêz dibînim. Lê belê ji ber ko me cihê wan di dilê xwe de çêkiriye xeletiyên wan jî ji bo me gelekê dilêş in. Taybetî dema ko ji zimanê tirkî raste-rast wergêrê dikin, ez dikarim bibêjim ko yên tirkî nezane, ji wan komeken fêm nake.
Bo nimûne:
Ji televizyoneka me: “Şeş kesan jiyana xwe winda kirin.”
Ya tirkî: ”Altı kişi yaşamını kaybetti”
Ya rast: “Şeş kes mirin/gihan dilovaniya xwe/çûn ber rehmetê”
Ji televizyoneka me ya dî: “Wî banqe tazî kiriye”
Ya tirkî: “O banka soymuş”
Ya rast: “Wî banqe şelandiye”
Ji televizyoneka me ya dîtir: “Navê te ji ber çavên min reviyaye”
Ya tirkî: “İsmin gözümden kaçmış”
Ya rast: “Navê te li ber çavên min ne ketiye”
Ji rojnameyeka me: “Got Nûh ne got peyxember”
Ya tirkî: “Nuh dedi peygamber demedi”
Ya rast: “Ji yeka xwe ne hat xwarê / Piyê xwe da tehtê”
Ji bilî wergerê, tewang û veqetandek di gelekê deran de ne hatiye bi kar anîn. Lê ya ez ecêbmayî kirime ew e ko navê “mê”-yan ditewînin lê yên “nêr”-an natewînin erê min ev fêm kir lê ya min fêm nekirî: çima navên mê yên biyanî natewînin?
Bo nimûne:
Ya rast: Ez Mihemedî/Mihê dibînim.
Ya xelet: Ez Miheme dibînim.
Ya rast: Ez Leylayê/Leylê dibînim
Ya xelet: Ez Leyla dibînim.
Ya rast: Aleksî got: Ez Lîsayê dibînim.
Ya xelet: Aleks got: Ez Lîsa dibînim.
Nexwe çima tewang bila bête bi kar anîn? Dema ko kesek bibêje: Ew kurekê zana ye. Em dê çawa bizanin navê babê wî Zana ye an jî ew kurekê zana ye? Lê dema ko bête gotin: Ew kurekê Zanayî ye hemî kes dê bizane ko navê babê wî kurî Zana ye.
An jî dema ko bête gotin temaşevanên tropîko, gotina “tropîko”yê weke rengdarekê ye weke bibêje: temaşevanên delal, temaşevanên baş û hwd. Divêt bigota temaşevanên Tropîkoyê. An jî di gotina “deriyê nan “ de mirov dibêjit qey derî ji nanî çêbûye. Lê gotina (wekî bibêje deriyê darçderiyê hesin…) deriyê nên/nanî biya me dê bizaniya “deriyê bo nanpeydakirinê ye.”
Nimûneyeka ji dîwana Melayê Cizîrî:
Tali’ ko têt û furset, muhlet li nik heram e.
Min ‘umrê Nûhî nîne wer saqiyo bilez xweş (1)
Melayî jî gotiye ‘umrê Nûhî û ne gotiye ‘umrê Nûh (di klasîkên me de mînakên vê gelek in. Min bo bibe mestere ev mînak tenê da)
Ez ne zimanzan, pispor an jî tiştekê dî me lê belê bo piştgiriya kurdîaxêv, dublajçêker û hwd. min hindek gotin, îdyom û gotinên pêşiyan yên ko wergêra wan zehmet in bo we amade kirine. Ka kerem bikin bixwînin.
Tirkî: Sağ gösterip sol sallıyor.
Kirmancî: Nanê Îsayî dixwe selewatan li ser Musayî tîne.
Tirkî: İnada girdi.
Kirmancî: Ket rikê
Tirkî: Başından savdı.
Kirmancî: Ji rûyê xwe kir.
Tirkî: Kafamın tasını attırdı.
Kirmancî: Avêt ceyndika/cêndika min.
Tirkî: Bana laf soktu.
Kirmancî: Gotingezkî li min kir
Tirkî: Benî takmadı.
Kirmancî: Ti pîşe/pakî li min nekir.
Tirkî: Hoca bana taktı.
Kirmancî: Mamosteyî kirija xwe da min.
Tirkî: Son pişmanlık fayda etmez.
Kirmancî: Piştî tirê kezî kurê
Tirkî: Açlıktan karnım zil çalıyor.
Kirmancî: Ji birça kefçika dilê min diêşe.
Tirkî: Her işe burnunu sokuyorsun.
Kirmancî: Kî zava be tu birazava yî/ tu xwêya hemî giraran î.
Tirkî: Meydanı boş buldu.
Kirmancî: Dema ko pisîk/kitik ne li malê be navê mişkî Evdirehman e.
Tirkî: Kaderinle oynuyorsun.
Kirmancî: Tu stoyê/stuyê xwe kêrê ve tînî.
Tirkî: Sen de boş değilsin
Kirmancî: Tu jî nanê xwe ziwa naxwî
Tirkî: Havasından geçilmiyor.
Kirmancî: Dibêje qonê pey min neyêt bêhn ji têt
Tirkî: Battı balık yan gider.
Kirmancî: Ji bangurî/bangerî zêdetir ser beytakê de nayêt./ piştî ko ava da serî çi bostek
çi çar tilî.
Tirkî: Boşa kürek çekiyorsun
Kirmancî: Tu paleyê pûşî yî.
Tirkî: Kirkindan sonra saz çalınmaz
Kirmancî: Gayê pîr naçe ber nîr.
Tirkî:Yediden yetmişe
Kirmancî: Ji şîrî heta pîrî.
Tirkî: Ummadık taş baş yarar.
Kirmancî: Pisîka/kitika miskîn hestiyê mezin direvîne.
Tirkî: Sağı solu belli olmaz.
Kirmancî: Liva nîskê ye ne ber e û ne pişt e.
Tirkî: Ne umdu ne buldu
Kirmancî: Pey bêhna/bîna kebabê çûl i ser daxdana keran ve bû.
Tirkî: Götü kalktı
Kirmancî: Ji ser paça xwe çû.
Tirkî: Ödüm koptu
Kirmancî: Zeravê min qetiya.
Tirkî:Senden nefret ediyorun
Kirmancî: Hişê min ji te diçe.
Tirkî: Burnundan soluyor
Kirmancî: Hima xwê dixwe û avê di ser de dike.
Tirkî: Bardağı taşıran son damla oldu
Kirmancî: Kêr giha hestiyî
Tirkî: Tükürdüğümü yalamam
Kirmancî: Ez nakim û lê banakevim
Tirkî: Dünden raziyim
Kirmancî: Mirîkar im.
Tirkî: Zoruma gîttî
Kirmancî: Tena min re çû.
Tirkî: Canım sıkılıyor
Kirmancî: Bêhna min teng dibe/bêhntengî min digire.
Tirkî: Kendine iyi bak
Kirmancî: Qedrê xwe bigire.
Tirkî: Tîmsah gözyaşları döküyor
Kirmancî: Di binê fîstanî de heft kirasan diqetîne.
Tirkî: Gıcıklık yapma
Kirmancî: Zinxîtiyê neke.
Tirkî: Gözlerini kin bürümüş
Kirmancî: Çavsorî lê ketiye.
Tirkî: Sütten çıkmış akkaşık mısın
Kirmancî: Ma tu mastê ne-şkandî/ne-şkênandî yî.
Tirkî: Har vurup harman savurma
Kirmancî: Heke hebe şilûmilo nebe keserûkulo.
Tirkî: Yalancının mumu yatsıya kadar yanar.
Kirmancî: Werîsê virê/derewê kurt e.
Tirkî: Su uyur düşman uyumaz
Kirmancî: Rih dibe bost dijmin nabe dost.
Tirkî: Balık baştan kokar
Kirmancî: Serkanî zelal be dûvkanî ji xwe zelal dibe »Bixwîne |
 |  |  |
 |
STOCKHOLM, 27/2 2009 — Di nivîsara berî vê de min behsa tewanga navdêrên binavkirî û nebinavkirî û tewanga pronavên zimanê kurdî kir. Di vê nivîsarê de ez dê behsa veqetandekên navdêrên binavkirî û nebinavkirî û paşê jî behsa tewanga veqetandekên navdêrên nebinavkirî bikim. Ji bo başfêmkirina ferqa di nêvbera tewangê û veqetandekê de û tewanga veqetandekê bi xwe de divêt mirov hinekê hûr lê binêre.
Ez bawer dikim piştî xwendina vê nivîsarê dê zelal bibe ka çima mirov dibêje »kurekê Hesenî« û nabêje »kurekî Hesenî« û ka çima mirov dibêje »kurekî got« û nabêje »kurekê got«.
Veqetandekên navdêrên binavkirî
Veqetandekên navdêrên binavkirî, wekî ko Celadet Alî Bedir-Xan dibêje, ji pronavên işarkî »yê«, »ya« û »yên«-ê çêbûyî ne. Gava ko bireserên navdêran didin pey navdêran ev veqetandekên he bi navdêran ve dibin.
Di eslê xwe de gava ev pronav dikevin pêşiya biresera navdêrekê »di-yek« dikeve nêvbera wan û bireserê:
[yê] -ê ji bo yekejimara zayenda nêr
Hesp yê di Keremî
Hesp yê di boz
Hesp yê Keremî
Hesp yê boz
Hespê Keremî
Hespê boz
[ya] -a ji bo yekejimara zayenda mê
Mehîn ya di Keremî
Mehîn ya di boz
Mehîn ya Keremî
Mehîn ya boz
Mehîna Keremî
Mehîna boz
[yên] -ên ji bo gelejimara herdu zayendan
Hesp yên di Keremî
Hesp yên di boz
Hesp yên Keremî
Hesp yên boz
Hespên Keremî
Hespên boz
Mehîn yên di Keremî
Mehîn yên di boz
Mehîn yên Keremî
Mehîn yên boz
Mehînên Keremî
Mehînên boz
Veqetandekên navdêrên nebinavkirî
Veqetandekên navdêrên nebinavkirî an ji pronavên nebinavkirî »yek« û »hin«-ê, an ji kombînazona pronavên nebinavkirî û pronavên işarkî »yek yê«, »yek ya« û »hin yên«-ê çêbûyî ne.
Veqetandekên navdêrên nebinavkirî yên ko hêj ti bireser bi wan ve nebûyî ne ji pronavên nebinavkiri »yek« û »hin«-ê çêbûyî ne:
[yek] -ek ji bo yekejimara zayenda nêr
Yek hesp hat.
Hespek hat.
[yek] -ek ji bo yekejimara zayenda mê
Yek mehîn hat.
Mehînek hat.
[hin] -in ji bo gelejimara herdu zayendan
Hin hesp hatin.
Hespin hatin.
Veqetandekên navdêrên nebinavkirî yên ko bireserekê daye pey, ji kombînazona pronavên nebinavkirî û pronavên işarkî »yek yê«, »yek ya« û »hin yên«-ê çêbûyî ne. Li hir veqetandekên nebinavkirinê »-ek« û »-in« û veqetandekên bireserên navdêran »-ê«, »-a« û »-ên« bi hev re ketine dawiya navdêran:
[yek yê] -ek-ê ji bo yekejimara zayenda nêr
Yek hesp yê boz giya xwar.
Hespekê boz giya xwar.
[yek ya] -ek-a ji bo yekejimara zayenda mê
Yek mehîn ya boz hat.
Mehîneka boz hat.
[hin yên] -in-ên ji bo gelejimara herdu zayendan
Hin hesp yên boz hatin.
Hespinên boz hatin.
ŞANEK 1
Ji bo sivikahiyê, di axaftinê de »-a«-ya »mehîneka boz« bûye »-e« û ev şiklê he standiye: »mehîneke boz«. Herwisa cardî ji bo sivikahiyê »-inên«-a »hespinên boz« bûye »-inen« û ev şiklê he standiye: »hespinen boz«.
Xelkên botî pronavên işarkî »ya« û »yê«-yê, pirê caran, serbixwe dihêlin. Yanî ew dibêjin »mehînek ya boz« û »Hespek yê Ristemî«. Lê belê xelkên torî – digel ko ew jî botî ne – »mehîneka boz« dibêjin.
ŞANEK 2
Di nivîsandina veqetandeka navdêrên nebinavkirî ya ji bo yekejimara zayenda nêr de, heta niho tevilheviyek heye. Ji ber ko bisporên gramera kurdiyê heta niho vê veqetandekê wekî ko hertim tewang be bi parkîta tewangê »î«-yê dinivîsînin.
Lê belê veqetandekên navdêrên nebinavkirî jî wekî veqetandekên navdêrên binavkirî ne: ji bo yekejimara zayenda nêr »-ê«, ji bo yekejimara zayenda mê »-a« û ji bo gelejimara herdu zayendan »-ên«. Xweseriya navdêrên nebinavkirî ew e ko »yek« û »hin« jî wekî veqetandek bi wan ve dibin: »-ek-ê«, »-ek-a« û »-in-ên«.
Di klasîkên kirmanciyê de û di kirmanciya botî, hacî beyrî, hekarî û behdînî de ev awa têt bi kar anîn û ji aliyê gramerê ve jî bingeh jê re heye.
Ji lewra Ehmedê Xanî di »Memozînê« de veqetandeka navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, holê dinivîsîne:
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem
Heger em van du rêzan jêk vekin dê holê bixwehîn:
Her yek mîr yê di wan bi bezlê Hatem
Her yek mêr yê di wan bi remzê Ristem
Gava ko »di«-ya klasîk bikeve û pronava nebinavkirî »yek« bêt paşiya bêjeya piştî xwe dê holê lê bêt:
Her mîrek yê wan bi bezlê Hatem
Her mêrek yê wan bi remzê Ristem
Heger ko pronava işarkî »yê« jî bi bêjeya beriya xwe ve bikele û bibe veqetandek dê holê lê bêt:
Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem
Çi kesê ko ne botî, hacî beyrî, behdînî û hekarî be û klasîkên kirmancî jî nexwendibin dikare tefsîrekê ji xwe re li beyta li jorê bide û bibêje ko »ê«-ya di bêjeyên »mîrekê« û »mêrekê« de şaş hatine nivîsandin û rastiya wan divêt »mîrekî« û »mêrekî« be.
Mirovekê botî gava behsa zelamekê qenc bike holê dibêje:
Ez bi zelamekê qenc re diaxivim.
Ew ticaran nabêje:
Ez bi zelamekî qenc re diaxivim.
Min hespekî qemer ji xwe re kirî.
Nimûneyeka dî ji Ehmedê Xanî:
Tacdîn sekinî û pirsiyar kir
Pirsa xwe ji yêkê extiyar kir
Ew »ê-«ya ko dikeve paşiya veqetandeka navdêra nebinavkirî wekî »ê-«ya ko dikeve paşiya veqetandeka navdêra binavkirî ye. Herdu »ê« jî ji pronava işarkî »yê«-yê çêbûyî ne.
Hespê Keremî kayê dixwe. (binavkirî)
Hespekê Keremî kayê dixwe. (nebinavkirî)
ŞANEK 3
Guhortina ko li hinek deverên Kurdistanê ketiye veqetandeka navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, ji sivikkirinê pê ve ne titişt e. Çawa ko li hinek deveran »jineka spehî« dikin »jineke spehî«, welê »zelamekê têr« jî sivik dikin û dibêjin »zelamekî têr«. Yan ne, bi ti awayî mirov nikare »zelamekî têr« biparêze. Ev guhortin bi xwe re du problemên mezin tîne: 1) nediyarbûna tewang û veqetandekê, 2) guhortina rengdêran bi hokeran.
1) Nediyarbûna tewang û veqetandekê. Gava ko mirov veqetandeka navdêrên nebinavkirî ya ji bo yekejimara zayenda nêr jî bi »ekî« binivîsîne hingê mirov nikare bizane ka di komeka »zelamekî Hesenî li min da« de yê ko li min dayî »zelamek« e an »Hesen« e an jî herdu ne. Ji bo ko em bizanin yê ko li min dayî zelamek yê Hesenî ye, ne Hesen bi xwe ye, divêt em »zelamekê Hesenî li min da« binivîsînin. Di navdêrên binavkirî de ev problem nîne ji ber di halê tewangê de mirov dibêje »zelamî li min da« û di halê veqetandekê de dibêje »zelamê Hesenî li min da«. Ji lewra divêt mirov holê binivîsîne:
Zelamekî li min da. (tewang, Yek zelamî li min da.)
lê belê
Zelamekê Hesenî li min da. (veqetandek, Zelamek yê Hesenî li min da.)
2) Guhortina rengdêran bi hokeran. Gava ko mirov veqetandeka navdêrên nebinavkirî ya ji bo yekejimara zayenda nêr jî bi »ekî« binivîsîne hingê hemî rengdêrên di pey navdêrên nebinavkirî re tên dibin hoker û ev jî maneya komekan serûbin dike. Heger em »zelamekî xirab li min da« binivîsînin divêt mebesta me ew be ko zelamekî bi awayekê xirab li min daye, li hir bêjeya »xirab« hoker e. Heger mebesta me zelamek yê xirab be divêt em »zelamekê xirab li min da« binivîsînin, li hir bêjeya »xirab« rengdêr e.
Mirovekî têr nan xwar. (têr = hoker, Yek mirovî têr nan xwar.)
lê belê
Mirovekê têr nan xwar. (têr = rengdêr, Yek mirov yê têr nan xwar.)
Tewanga veqetandekên navdêrên nebinavkirî
Tewanga veqetandekên navdêrên nebinavkirî ji kombînazona pronavên nebinavkirî û parkîtên tewangê »yek î«, »yek ê« û »hin an«-ê çêbûyî ne:
[yek î] -ek-î ji bo yekejimara zayenda nêr
Yek hespî giya xwar.
Hespekî giya xwar.
[yek ê] -ek-ê ji bo yekejimara zayenda mê
Yek mehînê giya xwar.
Mehînekê giya xwar.
[hin an] -in-an ji bo gelejimara herdu zayendan
Hin hespan giya xwar.
Hespinan giya xwar.
ŞANEK
Xelkên çar herêmên Kurdistanê, botî, hacî beyrî, behdînî, hekarî û klasîkên kirmancan veqetandeka navdêrên nebinavkirî ya ji bo yekejimara zayenda nêr jî bi »ê«-yê ditewînin û dibêjin »zelamekê nan xwar«, »ez hespekê dibînim«. Ji ber ko »yek« di eslê xwe de jimarnav e gava ko ew dikeve paşiya navdêrekê zayenda jimarnavê (ango »yek«-ê) dibe zayenda raser (domînant) û navdêr hemî li gor zayenda »yek«-ê tête tewandin, ko ew jî »ê« ye.
Ji ber vê hindê ye ko Ehmedê Xanî di »Memozînê« de veqetandeka navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, holê ditewîne:
Di heqê Memo û Tacdînî de:
Willah yekê nemaye rahet
Billah yekê nemaye taqet
Di heqê daweta Tacdîn û Sitiyê de:
Her berderekê şemateyek lê
Her mecme‘ekê temaşayek lê
Di heqê Bekoyî de:
Çil car dikin yekê micerreb
Paşê ewî dê bikin miqerreb
Mirovekê botî veqetandekên navdêrên nebinavkirî holê ditewîne:
Ez zelamekê dibînim.
Ez jinekê dibînim.
Ez hin hespan dibînim.
(Ez hespinan dibînim.)
Ez hin mehînan dibînim.
(Ez mehîninan dibînim.)
Herçend ez bi xwe hacî beyrî me, li gor baweriya min, çêtir e ko mirov tewanga veqetandeka navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, bi »î«-yê binivîsîne bike »-ekî« û heger veqetandek be bi »ê«-yê binivîsîne û bike »ekê«.
Ez zelamekî dibînim. (tewang)
lê belê
Ez zelamekê bejinbilind dibînim. (veqetandek)
RAVEK
Tekstên Ehmedê Xanî, Melayê Cizerî, Melayê Bateyî, Mele Xelîlê Sêrtî û nivîskarên klasîk yên ko bi kirmanciya botan, hacî beyran, behdînan û hekariyan nivîsandine li gora isula zaravayê wan tên nivîsandin. Ev ji bo sedaqeta bi tekstên wan re pêwîst e.
***
Têbînî: Ev nivîsar ji kitêba »Bingehên rastnivîsandina kurdiyê (kirmancî)« (1997) hatiye girtin. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |
 |  | |
 |