Prînt bike
Newzad Hirorî: Hîç kesî biryar nedaye ko soranî li başûrê Kurdistanê kurdiya resmî be
» Newzad Hirorî
STOCKHOLM, 7/3 2008 — Zimannasê kurd Newzad Hirorî di vê hevpeyvînê de dibêje "hîç kesî biryar nedaye ko soranî li Îraqê û başûrê Kurdistanê bibe kurdiya resmî" û dibêje "alfabeyeka mişterek dê bibe wesîleyek ko em xwe ji xirûcirên ko li ser nebûna alfabeyeka mişterek tên kirin û kîjan alfabe baştir û kîjan nebaştir e xelas bikin".

Min vê carê digel zimannasê kurd Newzad Hirorî minaqeşeya ziman û zaravayên kurdî û xirûcirên li ser resmîbûn yan neresmîbûna zaravayekî û başî û nebaşiya alfabeyên ko kurd bi kar tînin kir.

Di dawiyê hevpeyvînê de Newzad Hirorî hinekê behsa zaroktiya xwe û jiyana xwe ya taybet dike û dibêje:

— Jin mirov e. Gelo, jin wesîleyek e ko mêr xwe pê digehîne hez û armancên xwe yan pêwîstiyek e ko mêr xwe pê temam dike yan jî herdu bi hev re ne, ez nizanim. Lê, jiyan bê jin bêtam e.

***

Enwer Karahan — Kek Newzad, ez dixwazim ji pirsekê dest pê bikim ko di hevpeyvîna min û Mistefa Aydoganî de wî qal kiribû. Qeneeteke Mistefayî heye ko zimanê kurdî ji grûpeke zimanan pêk tê, tu ji bo vê yekê çi dibêjî? Heger zimanê kurdî ne ji dîyalektan lê ji grûpeke zimanan pêk were, çi dibe? Gelo di rewşeke weha de kurd ê ji netewebûyina xwe tiştekî wenda bikin?

Newzad Hirorî — Pirsa te di eslê xwe de du pirs in.

Enwer Karahan — Rast e.

Newzad Hirorî — Yek ji wan cidahiya navbera ziman û zaravayan e û ya din girêdana navbera ziman û netewbûnê ye. Bila ez di pêşiyê de behsa ziman û zaravayan bikim. Ethnologue kataloga zimanên cîhanê ye û lînka malpera wê http://www.ethnologue.com e. SIL International (Summer Institute of Linguistics – Enstituya zimannasiyê ya havînî) xwediya vê katalogê ye. Di vê katalogê de navên 6,912 zimanên zindî hatine qeyd kirin. Herçend mirov nikare bibêje ko amarên (statistîkên) vê katalogê yên herî bawerbar in, lê hîç çavkaniyeka din ya ev qas têragahdarî û berfireh di vî warî de bi dest mirovî nakeve. Pîvanên SIL-ê ji bo tesnîfkirina ”zarên” cîhanê ev in:
1 – Heger qesekerên zarekî bişên bi alîkariya zarê xwe û bê fêrbûna zarê din danûstandinê li gel qesekerên zarê din bikin, herdu zar wek zaravayên yek zimanî tên hesab kirin. Bo nimûne, îngilîziya ko li Brîtanya, Emerîka, Kanada, Afrîkaya Başûrî û Australiyayê têt bi kar anîn zaravayên yek zimanî ne.
2 – Heger qesekerên zarekî neşên bi alîkariya zarê xwe danûstandinê li gel qeserekên zarê din bikin lê qesekerên herdu zaran xwedî edebiyateka hevbeş yan nasnameyeka etnîkî û zimanî ya hevbeş û zarekê navendî yê ko herdu fêm dikin bin, herdu zar wek zaravayên yek zimanî tên hesab kirin. Bo nimûne, erebiya Îraq, Kuwêt, Qeter û cîranên wan gelek ji ya Mexrib, Tunis, Cezaîr û Morîtanyayê cida ye. Lê, ereb hemû dikarin ”erebiya klasîk” bixwînin û jê fêm bikin.
3 – Heger qesekerên zarekî bişên bi alîkariya zarê xwe danûstandinê li gel qesekerên zarê din bikin lê xwe xwedî nasnameyeka etnîkî û zimanî ya cida ji nasnameya etnîkî û zimanî ya qesekerên zarê din dihesibînin, herdu zar wek du zimanên cida tên qebûl kirin. Bo nimûne, zimanên serbî û kroatî li Yugslaviyaya berê.

Mirov nikare zarên ko kurd pê xeber didin bi hêsanî bêxe jêr hîç katagoriyekê ji van hersê katagoriyan çunkî qesekerên zarên kurdî yên cida nikarin bi rehetî bê fêrbûna zarê din ji hevûdu fêm bikin û ev qeseker ne xwedî edebiyateka hevbeş û zimanekê navendî yê mişterek in. Bes, heger mirov sinorên katagoriya duyê firehtir bike û mercên ”edebiyateka hevbeş” û ”zarekê navendî” jê rake, hîngê zarên kurdî dê wek zaravayên yek zimanî bên qebûl kirin.

Pîvanên Ethnologuê ji bo ferqkirina ”zarava” û ”ziman”-an li ser bingehên civakî, etnîkî û siyasî hatine ava kirin û mebesta wan ya destpêkê ji tesnîfkirina zar û zimanan wergerandin û belavkirina Încîlê bû. Lê, hinek pîvanên din yên zimannasî jî hene ko zarên mirovan dikin zaravayên zimanekî yan zimanên cida. Ew pîvan xwe dispêrin guhorîna sîstematîk ya dengan. Bo nimûne, peyvên texmînî ”yuhba”, ”coba”, ”yova” û ”yoba” bêjeyên zarên A, B, C û D ne û wateyên wan nêzî hev in. Em dibînin ko hinek deng di van zaran de tên guhortin. Konsonantên [y] û [c] û [b] û [v] tên guhortin. Heger ev guhorîn sîstematîk bin, anku, di gelek peyivên din jî yên van zaran de peyda bibin, hîngê mirov dest pê dike û van zaran wek zimanên cida dihesibîne. Bi vî awayî, fîlolojên sedsala nozdeyê xwe bi lîsteyan dûr û dirêj yên zimanên kevn û nû ve mijûl kir û di encamê de malbatên zimanan destnîşan kirin. Ji ber van hemberkirinan kurdî bûye endamek ji koma zimanên îranî ji malbata zimanên hindoewropî.

Bo nimûne, dengên [şm] û [zm] kurdiyê ji zimanên din yên îranî vediqetînin ji ber ko ew deng di kurdiyê de bûne [v] yan [w]. Nimûne: ”çeşm”-a farisî, ya ko bi kurdî ”çav/w” e, di belocî, goranî û vefsiyê de ”çem” e, di gîlekiyê de ”çum” e û di ormurriyê de ”cimî” ye. Herweha, [ç]-ya lêkerê ”çûn”-ê kurdiyê ji hemî zarên îranî yên nêzîkî wê cida dike çunkî ev [ç] di wan zaran de bûye [ş].
Vêca, yên ko van pîvanên dengguhorînê ji bo tesnîfkirina zarava û zimanan bi kar tînin, soranî û kurmanciyê wek du zaravayên zimanê kurdî qebûl dikin û kirmanckî (zazakî) û goraniyê wek du zarên din yên îranî dihesibînin.

Rojhilatnasên sedsala 19-ê kirmanckî û goranî wek zaravayên kurdî bi nav dikirin. Fikra ko ew herdu zar nekurdî ne di sedsala 20-ê de peyda bûye. Zimannasên kurd hîç wextî şik nekiriye ko ew du zaravayên kurdî ne.

Heger mirov li gor pîvanên zimanî hereketê bike, hîngê ”zimanê kurdî” ji zaravayên ”bakur (kurmancî)”, ”navendî (soranî)” û ”başûr” pêk têt û kirmanckî (zazakî) û goranî ne kurdî ne. Lê, mesele li vê derê bi dawî nahêt. Kirmanckîaxêv û goranîaxêv xwe kurd hesab dikin. Ji ber vê yekê, zimanê ko ew pê xeber didin ”kurdî” ye. Ev nasnamaya etnîkî gelek caran faktereka giringtir e ji tesnîfkirinên zanistî.

Enwer Karahan — Îcar li gora vê îzehatê, em dikarin kîjan navî li kurdiyê bikin?

Newzad Hirorî — Gava em qebûl bikin ko kurmancî, soranî, kirmanckî û goranî ”kurdî” ne, êdî ew qas ne giring e ka mirov jê re ”zar”, ”zarava” yan ”ziman” bibêje.

Enwer Karahan — Mesele, norwecî û swêdî du zimanên cuda ne lê ew ji soranî û kurmancî bêtir nêzî hevdu ne, ev çawa tê?

Newzad Hirorî — Mimkin e ko cidahiya di navbera norwecî û swêdiyê de ji wê ya di navbera kurmancî û soraniyê de kêmtir be. Norwecî û swêdî wek du zimanên cida hatine qebûl kirin ji ber ko ew zimanên resmî yên du dewletên cihê ne. Di nav Swêdê bi xwe de, lehceya Skåneyê ya başûrê Swêdê û lehceya Piteåyê ya bakurê wê ji hev ferq in. Tevî wê jî, herdu wek devokên swêdiyê tên hesab kirin ji ber ko ew di nav sinorên dewleta Swêdê de ne. Pîvanên siyasî û etnîkî di meseleya ”zaravabûn” û ”zimanbûn”-a zaran de gelek caran ji pîvanên zimannasiyê serdesttir in.

Enwer Karahan — Vê gavê zimanê îdareya kurdan yê rismî soranî ye û her weha li mintîqeyên ko kurmanc lê piranî ye jî li dibistanan soranî zimanê perwerdeyê ye, ev ne neheqî ye?

Newzad Hirorî — Kurdiya soranî di jiyana rojane de zimanê îdareyê yê herêma Kurdistanê û Îraqê jî ye. Ya rast, hîç kesî biryar nedaye ko soranî bibe kurdiya resmî li Îraqê û Kurdistanê. Di destûra Îraqê de hatiye ko erebî û kurdî zimanên resmî yên dewletê ne. Vêca kurmancî û goranî wek soranî xwedî heman resmîbûnê ne. Lê, soranî têt bi kar anîn ji ber ko îngilîzan û piştî wan dewleta Îraqê her wextî piştgiriya soraniyê kiriye û ew pêş xistiye.
Tecribeya bikaranîna soraniyê di dibistanên devera Behdînan de di sedsala borî de bi ser neket. Kurmancên Îraqê dixwazin bi kurdiya xwe bixwînin û binivîsin. Bi min, rêya hera baş ew e ko perwerde, îdare û medya li deverên kurmancîaxêvan bi kurmancî be û li deverên soranîaxêvan bi soranî be. Herweha, li dibistanan kurmanc dersekê ji bo fêrbûna soraniyê û soran dersekê ji bo fêrbûna kurmanciyê bixwînin.

Enwer Karahan — Hin kes hene ko pro-soranîparêstiyê dikin û kurmanciyê tune dihesibînin, ev helwêsta hanê dê me bigîhîne kê derê?

Newzad Hirorî — Kesên ko înkara kurmanciyê dikin înkara beşekê gelek giring yê ziman û çandeya kurdî dikin. Ew ji bîr dikin ko kurmancî ji kevin zimanê edebiyat û perwerdeyê bû. Ew ji bîr dikin ko kurmancî xwedî berhemekê devkî û nivîskî yê dewlemend e. Heger înkarkirin ji ber wê yekê be ko berhemên edebî û zanistî yên soranî gelek ji yên kurmancî bêtir in, ev îdîa bêbextî ye. Kurmanciyê li hîç parçeyê ji parçeyên Kurdistanê ew keys û delîveya ko bi dest soraniyê ketiye nedîtiye. Gava pûte bi kurmanciyê bête kirin, statuya wê bête bilind kirin û pare lê bête xerc kirin, ew jî, wek soraniyê, dibe xwedî berhemên edebî û zanistî yên pir û hêja.

Enwer Karahan — Hin kes jî îdea dikin ko li herçar perçeyên Kurdistanê û her weha li Ermenîstan û Sovyeta berê û li seranserê Ewrûpayê kurmanc hene ko ji beşekî mezin ji nifûsa kurdan e, heger kurmancî bibe zimanê kurdan yê fermî dê yekîtiya kurdan zûtir pêk were, tu ji bo vê îdeayê çi dibêjî?

Newzad Hirorî — Ziman nikare bibe alavê yekkirina kurdan ji ber ko ziman nebûye sebebê ji hevveqetandina kurdan. Zimanê îngilîzî li seranserî cîhanê têt bi kar anîn, lê emerîkî neşên yekîtiyeka cîhanî pê çê bikin. Ereb zimanê Quranê bi kar tînin, lê du dewletên erebî nikarin bi diristî dostîniya hevdu bikin.

Enwer Karahan — Teva ko li başûrê Kurdistanê mintîqeyeke berfirah kurmancîaxêf in jî serokên kurdan yên ko ew bi xwe jî kurmanc in –wek nimûne Barzanî– pi piranî ew di civîn û daxwuyanî û axaftinên xwe de soraniyê bi kar tînin, ev yek jî nabe sebeb ko kurmancî li hemberî soraniyê piçûk dibe; yanî ew payeya ko ew didin soraniyê, nadin kurmanciyê, ne weha ye?

Newzad Hirorî — Hejmara kurmancîaxêvan li başûrê Kurdistanê ji ya soranîaxêvan kêmtir e. Kurmancîaxêv kêmanî û soranîaxêv piranî ne. Di civakeka wek ya başûrê Kurdistanê de ko sinorên siyasî û cografîk di navbera qesekerên zarên cida de nebin û hatinûçûn di navbera wan de hêsan be, kêmanî di danûstandinên xwe yên herêmî de zarê xwe bi kar tînin û di xîtaba xwe ya giştîtir û berfirehtir de dikarin bi rehetî bi zarê piraniyê xeber bidin. Ev tendens di halê xîtaba siyasî de xurttir dibe. Bifikire ko kirmnackîaxêvek (zazakîaxêvek) serkêşiya bizava siyasî ya kurdî li bakurê Kurdistanê bike û di hemû civîn û suhbetan de bi tenê bi kirmanckî bipeyive, çi qas kurmanc dê karibin wî qebûl bikin? Min bihîstiye ko serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî aciz bûye dema zimannaseka soranîaxêv gotiye ko bila soranî zimanê resmî yê herêma Kurdistanê be çunkî rehmetî Mistefa Barzanî jî bi soranî dipeyivî.

Enwer Karahan — Li gorî baweriya te, ji bona tevahiya kurdan zimanekî hevgirtî û yekgirtî mimkun e? Yan jî pêwîstiyeke weha heye?

Newzad Hirorî — Pêwîstiya me hertim bi zimanekê hevbeş û mişterek heye. Bi zimanekê hevbeş em dê di danûstandinên xwe de aktîvtir û berhemdartir bin. Îro me zimanekê hevbeş nîne û di şert û mercên niho de peydabûn yan jî peydakirina zimanekê weha ne mimkin e. Li aliyekî, kurd qebûl nakin ko zarek ji zarên kurdî bibe zimanê hemî kurdan. Li aliyê din, otorîteyeka kurdan ya seranserî nîne ko zarekî bike zimanê Kurdistanê. Çêkirina zimanekê yekgirtî bi tevlihevkirina zarên kurdî fikireka zerermend e.

Enwer Karahan — Qeneetek heye ko meseleya elfabeyê çareser bibe dê jihevfahmkirina di navbera zaravayan/zimanan de hêsantir bibe, tu ji bo vê meseleyê çi dibêjî û çi pêşniyar dikî ko kurd xwe bispêrinê? Bi gotineke dinê, tu kîjan elfabeyê pêşiyar dikî û kîjan dê ji bona kurdan baştir be, yan jî rêyeke din heye?

Newzad Hirorî — Alfabeyeka mişterek dê bibe wesîleyek ko em xwe ji xirûcirên ko li ser nebûna alfabeyeka mişterek tên kirin û kîjan alfabe baştir û kîjan nebaştir e xelas bikin. Herweha, alfabeyeka mişterek dê danûstandinên di navbera xwendevanên zarekî, wek kurmancî, hêsantir bike. Lê, alfabeyeka mişterek nikare bi serê xwe jihevfêmkirina di navbera zarên kurdî de bê prosesa fêrbûn hêsantir bike. Gelek kurmanc dikarin tekstên kovara Vateyê ya ko bi kirmanckî (zazakî) û tîpên latînî ye bixwînin. Bes, çend kes jê fêm dikin? Gelek soran dikarin tekstên rojnameya Evroyê ya ko bi kurmancî û tîpên erebî ye bixwînin. Lê, çend ji wan tê digehin? Gava kurmancekê Mêrdînî bixwaze xwe fêrî soraniyê bike, divê xwe fêrî alfabeya soranî jî bike. Heger soranî bi alfabeya latînî bihataya nivîsîn, hîngê astengek ji rêya yê Dêrikî radibû û prosesa fêrbûnê bileztir dibû.
Ez bi xwe terefdarê alfabeya latînî me çunkî şiklên tîpên wê û rêzkirina wan hêsan e û ev taybetmendî bikaranîna wan hêsantir dike.

Enwer Karahan — Li başûrê Kurdistanê mîna ko bi tenê soranî û kurmancî hebin, ma tu zaravayên din jî tune ne (her çi qasî ew piçûk bin jî) ko qala wan nabe?

Newzad Hirorî — Ji bilî kurmancî û soraniyê, zarên kurdî yên dî jî hene. Feylî û lurî li wilayeta Diyalayê, lakî li başûrê Hewlêrê û derdorên Kerkûkê, goranî ko zarê hewramî, kakeyî, bacelanî û şebekan e, li devera Hewramanê, li Xaneqînê û derdorên Mûsilê têt bi kar anîn. Goranî di sedsala 17 û 18-ê de zimanê îdare û edebiyatê yê mîrgeha Erdelanê bû.

Enwer Karahan — Mîr Celadetî ji bona kurdan rêbazeke zimanî çê kirê û elfabeya latînî hilbijart, lê îdea heye ko ew ajanê xerbiyan û yê M. Kemal Ataturkî bûye, tu ji bo vê meseleyê çi difikirî?

Newzad Hirorî — Îdîayên bêdelîl û bêbingeh gotinên vala ne.

Enwer Karahan — Mîrî hin tişt bi esehî ji bona kurdan zelal nekirine, wek tewanga navdêran, meseleyên ergatîvê û hwd, tu ji bo wê çi dibêjî?

Newzad Hirorî — Celadet Bedirxanî bi zelalî behsa tewanga navdêran kiriye. Ew dibêje ko tewanga navdêrên nêr ”î” ye.

Enwer Karahan — Lê ne tenê ”Î”, wî gotiye ko du şeklên din jî yên tewanga navdêrên nêr heye, ne weha?

Newzad Hirorî — Wî behsa tewanga bi ”î”-yê wek tewanga normal kiriye. Paşî wî behsa tewanga bi vokalguhorînê, wek ”şivan/şivên”, kiriye. Wî gotiye ko tewanga bi ”î”-yê ber bi terikandinê ve diçe. Hersê form jî, ya bi ”î”-yê, ya bi vokalguhorînê û ya netewandî, ji bo wî rast in.

Enwer Karahan — Her weha wî ”Î”yên berî ”Y”yê wek ”I” bi kar aniye, lê vê gavê hin kurd û zimannas dixwazin wê biguherin, qeneeta te çi ye?

Newzad Hirorî — Yên ko ”î”-ya peyiva ”xanî” di fraza ”xanîyê me” de diparêzin prinsîpa ”parastina koka peyivan” bi cî tînin. Ev tendes di eslê xwe de ne xerab e; lê, ev prinsîp di hemû haletan de nahêt parastin. Bo nimûne, ”şuştin” û ”bişo”, ”heft” û ”hevde”, ”parastin” û ”parêz” hene. Ez di gelek nivîsan de dibînin ko hinek hemû ”i”-yên berî ”y”-yê wek ”î” dinivîsîn. Bo nimûne, forma lêkerê ya di dema borî ya nêzîk de bi ”î”-yê têt nivîsandin; wek ”filan kesî karek kirîye” li şûna ”kiriye” û herweha hinek peyiv, wek ”siyaset”, êdî bi ”î”-yê tên nivîsandin. Ev tendens ji bo rêzinmê ne baş e. Bi qenaeta min, awayê Celadet Bedirxanî baştir e. Heger em qebûl bikin ko hîç navdêra kurmancî bi ”i”-yê naqede, hîngê em bi rehetî tê derdixin ko ”i”-ya berî ”y”-yê di esil de ”î” ye. Yan jî em dikarin qaîdeya xwe giştîtir bikin û bibêjin ko ”î” ti caran li pêşiya ”y”-yê nahêt.

Enwer Karahan — Tu bawer dikî ko divê reformek di rastnivîsîn û gramera kurdiyê de bibe?

Newzad Hirorî — Ez bawer dikim mebesta te ji ”kurdî”-yê kurdiya kurmancî ye.

Enwer Karahan — Helbet…

Newzad Hirorî — Ji bo kurmanciya nivîskî, pêwîstiya me bi standardan heye. Gelo, em navên mehan, navên gelan, navên zimanan û hwd bi tîpên gir yan tîpên hûr dest pê bikin? Gelo, em kîjan nîşanên niqteşaniyê, yên tirkî, yên îngilîzî, yên elmanî, yên swêdî û hwd, bi kar bînin? Gelo, em kîjan forma peyivê, wek ”têgîhiştin”, ”têgihiştin”, ”têgehiştin”, ”têgîştin” û hwd, bikin forma serekî û standard? Di warê rêzimanê de, pêwîstiya me bi zelalkirina hinek têgeh û diyardeyan heye. Bo nimûne, gelek ji me wisa tê dighein ko ”-î” û ”-ê”-yên ko bi ser navdêran ve tên berdan nîşanên zayendê ne. Ev ne rast e. Ew nîşanên tewangê ne, lê di halê navdêrên yekhejmar de zayendê jî kifş dikin. Gelek pirsên weha pêdvî zelalkirinê ne.

Enwer Karahan — Kek Newzad, wek cenabê te jî dizane di rasnivîsîna kurdî te tevliheviyek heye. Nivîskar bi xwe jî gelek şaşiyan di nivîsên xwe de dikin; tu bi xwe jî endamê ”Civîna Kurmanciyê” yî û heta bi niha îmlayeke kurdan ya nivîskî (ji xêndî hin îstisnayên piçûk) tune ye, çima hûn tiştekî weha nakin ko nivîskarên kurd û kesên dixwazin bi kurdî binivîsin xwe bispêrin wê?

Newzad Hirorî — Grûpa Kurmancî ya Enstituya Kurdî ya Parîsê organeka xêrxwaz e. Encamên kar û xebatên wê pêşniyar ne biryar in. Ew grûp di salê de du hefteyan dicive. Di wan civînan de çend babet tên minaqeşe kirin û piraniya wan ne babetên rastnivîsandin û rêzimanê ne. Grûpa kurmancî di vî wextê kurt de neşêt pirsgirêkên acil yên wek rastnivîsandinê bi lez çareser bike. Bi min, divê çend kes ji medyaya kurdî, ji nivîskar û ji yên bi zimanî ve elaqedar bi vê meseleyê ve mijûl bibin û li ser hinek standardan li hev bikin.

Enwer Karahan — Em hin caran dibîhîzim ko hin hewildayin çêdibin ko li ser yekkirina zimanî û arîşeyên vî warî de civîn o konferansan çê dikin, lê zimannasên mîna te beşdar nabin, hîna bêtir ew kesên ko bi partî û rêxistinan ve girêdayî ne yan jî nêzî rêxistinan in beşdar dibin, çima hûn beşdar nabin yan jî însiyatîveke berfireh wernagirin?

Newzad Hirorî — Mimkin e beşdarnebûna min di civînên weha de ji ber wê yekê bûye ko ez nehatibûme vexwandin yan jî îmkana min nebûye ko ez beşdar bibûma. Ez vê pirsa te wek gilî jî fêm dikim. Tu bi heq î. Me zimannasên kurd toreka (şebeyeka) danûstandinan û peywendiyan ava nekiriye. Îro pêwîstiya me bi toreka wisa heye.

Enwer Karahan — Teva ko tu ji mintîqeya Behdînanê yî jî tu di devokê xwe de cahd nakî û xwe dispêrî standardîzekirina kurmaciyê; wek em zanin kesên ko ji devera Behdînanê di devokê xwe yê mehelî de cahd dikin û ev yeka hanê jî dibe astengiyeke di navbera wan û perçeyên din yên Kurdistanê de, ji ber vê yekê tu çi pêşniyar dikî? Ew ji ber vê helwêsta te ji te aciz nabin?

Newzad Hirorî — Min heta niho ji behdîniyekî/ê nebihîstiye ko xwe ji awayê kurmanciya ko ez di nivîsarên xwe de bi kar tînim aciz kiribe. Bervajî wê, min gotinên positîv ji wan bihîstine. Ev nîşanek e ko kurmancên Behdînan di devoka xwe de ne gelek serhişk in û awayên din yên kurmanciyê qebûl dikin. Di salên heştiyê yên sedsala borî de, çend nivîskarên Behdînan dest pê kir bi kurmanciya Celadet Bedirxanî nivîsand. Di piraniya tekstên nivîskarên Behdînanê de, ”-ên” ya îzafeyê ketiye cihê forma lokal ”-êt”-ê. Hindek qaîdeyên rêzimanê yên ko ez pê dinivîsim, wek tewanga navdêrên nêr, ergatîvî û forma îzafeyê, ji kurmanciya min ya Behdînan in û bi baweriya min ew qaîde ji bo kurmanciyê bi giştî derbaz dibin û divê di kurmanciya standard de bên tesbît kirin. Li van salên dawiyê, berpirsên beşên kurmancî yên radyo û televizyonên Kurdistanê dest bi xerabkirina qaîdeya ergatîviyê kiriye û, bo nimûne, dibêjin ”Şandên herdu dewletan civînek saz kirin”. Min gelek caran ev babet li gel wan berpirsan vekiriye û gotiye wan ko ev qaîde di kurmanciyê û kurmanciya Behdînan de ne wisa ye û ez fêm nakim çima hûn xwe dispêrin awarteyekê ko kurmancên hinek deverên din bi kar tînin. Bi baweriya min egerên ko dibin asteng di rêya başjihevfêmkirina di navbera kurmancên Behdînan û yên deverên din de ne rêziman û qaîdeyên wê ne lê bêje û peyivên rojane ne yên ko tên bi kar anîn. Kurmancên Behdînan ji ber sîstema perwerde û îdareyê ya Kurdistanê peyiv û termên soranî yan jî yên lokal bi kar tînin. Binghê gelek ji wan peyiv û terman erebî ye. Kurmancên Tirkiyeyê xwe dispêrin zimanê tirkî û gelek peyiv û terman li ser binghê zimanê tirkî diafirînin. Yekkirina van peyiv û terman ji bo hemû kurmancan di halê hazir de proseseka gelek dijwar û zehmet e.

Enwer Karahan — Lê bi piranî nivîskarên devera Behdînanê di berhemên xwe de xwe dispêrin devokê xwe, ne weha?

Newzad Hirorî — Belê, çunkî ew ji bo xwandevanên devera xwe dinivîsin.

Enwer Karahan — Ji ber devokê kurmanciya Behdînanê yê mehelî, hin kesên kurmanc dibêjin ko ji dêvla ev ”kurmancî” dê bibe zimanê fermî, soranî bibe baştir e; tu çi dibêjî?

Newzad Hirorî — Ev dîtin dîtineka xerab e. Kurmancên Behdînan ji bo guhorînan vekirî ne. Piraniya wan dixwazin kurdî bi tîpên latînî bête nivîsîn û gelek nivîskar hewil didin peyivên kurmancî li şûna yên soranî di nivîsarên xwe de bi kar bînin. Zêdeyî vê yekê jî, kurmanciya Behdînan taybetmendiyên ergatîviyê û tewangê yên kurmancî parastine. Têkilî û danûstandinên berdewam yên kurmancên devera Behdînan û kurmancên parçeyên din yên Kurdistanê weha kiriye ko nêzîkbûnek di navbera devokên kurmancî de peyda bibe. Divê em ji bîr nekin ko kurmanciya kurdên deverên Şengalê, Şêxanê û Zaxoyê gelek nêzîkî kurmanciya kurdên Sûriye û Tirkiyeyê ye. Dîsa em ji bîr nekin ko kurmanciya devera Behdînan hertim zindî bûye û zimanê rojane yê malê, kolanê, bazarî û medyayê bûye. Xurtkirin û piştigirîkirina kurmanciya Behdînan xurtkirina kurmanciyê bi giştî ye.

Enwer Karahan — Hin kes îdea dikin ko elfabeya latînî kurdan ji hev perçe dike, kurd cîranê ereb û farisan e û kulturên wan nêzî hev in û bi salan e ko wan quran û kitêbên din bi erebiyê xwendiye, loma jî dêvê kurdên Tirkiyeyê jî derbasî elfabeya erebî bibin, qeneeta te çi ye?

Newzad Hirorî — Her ji destpêka avakirina dewleta Îraqê û heta niho, kurdên Îraqê hez kiriye tîpên latînî ji bo nivîsîna kurdiyê bi kar bînin. Bi baweriya min, desthilatdarên dewletê nehişt ew tîp bên bi kar anîn da kurdên Îraqê nêzîkî kurdên Tirkiyeyê nebin. Bes, bila em ji bîr nekin ko hilbijartina me ya alfabeyê û ya gelek tiştên dî girêdayî norm û sîstema wê dewletê ne ya ko em dagîr kirine. Kurdên Sûriyeyê wek kurdên dî nekiriye. Ew zimanê erebî bi tîpên erebî û yê kurdî bi tîpên latînî dinivîsin. Lê, îdîaya ko alfabe dikare gelan parçe bike yan bike yek îdîayeka bêbingeh e. Va ye bîst û yek dewletên ereban hene û hemû jî yek alfabeyê bi kar tînin, lê nikarin xwe bikin yek dewlet. Indonesya bi nifûsa xwe mezintirîn dewleta îslamî ye û avakera rêxistina Hevgirtina Dewletên Îslamî ye, alfabeya latînî ne ya erebî bi kar tîne.

Enwer Karahan — Tu helwêsta wan kesên ko duzimaniyê diparêzin çawa dinêrxînî –ku hîn bêtir li Tirkiyeyê ew tendens heye? Tu bawer dikî ko kurd dê bi vî awayî zimanê xwe zûtir fêr bibin û li nivîsîna kurdiyê vegerin?

Newzad Hirorî — Gava em behsa Tirkiyeyê wek dewlet bikin, Tirkiye bi hikmê qanûnê dewleteka yekziman e. Ji tirkiyê pêve çi zimanên dî di îdare, perwerde û dadgehan de nahêt qebûl kirin û dewlet bi xwe hemû hewilan dide ko zimanên dî ji holê rake. Gava em behsa Tirkiyeyê wek civak bikin, Tirkiye civakeka pirzimanî ye. Ji bilî tirkî û kurdiyê, li dor 30 zimanên dî li Tirkiyeyê hene. Dewletê qesekerên hemû zimanên dî, û kurdî jî pê re, mecbûr kirine ko tirkîzan bin û rê li ber zimanên wan girtine. Vêca, qewmên ko li Tirkiyeyê dijîn, ji bilî tirkan bi xwe, bi zorê bûne xwedî du ziman. Bi giştî, şarezayiya wan ya zimanê tirkî ji ya zimanê wan xurttir e û ew hêdî hêdî ber bi yekzimaniyê ve, anku ber bi tirkîzebûnê ve, diçin. Duzimaniya berhemdar wisa pêk têt gava qeseker bi heman şert û mercan fêrî du zimanan dibe. Di rewşa bakurê Kurdistanê de, duzimaniyeka neadil peyda bûye. Şert û mercên fêrbûna tirkiyê bi hîç awayî ne wek yên fêrbûna kurdiyê ne. Vêca, heger kurd bi dewletê bidin qebûl kirin ko ew di qanûna esasî de Tirkiyeyê wek dewleteka duziman (tirkî û kurdî) yan pirziman (tirkî û zimanên dî) tesbît bike, hîngê rewşa zimanê kurdî baştir dibe. Lê, heger daxwaza xurtkirina ”duzimaniyê” bi tenê ji bo civaka kurd be, wê gavê aliyê xesarbar di vê teraziyê de her kurdî ye.

Enwer Karahan — Tu wan kesan nivîskarên kurd dihesibînî ko bi zimanên biyanî dinivîsin û bi eslê xwe kurd in?

Newzad Hirorî — Belê, ew nivîskar kurd in, lê berhemên wan ji mîrata kulturî ya kurdî nahên hesab kirin. Ew berhem ne zimanê kurdî lê zimanê biyanî dewlemend dikin.

Enwer Karahan — Wek zimannasekî tu çi pêşniyar dikî ko ew kes li zimanê xwe vegerin û bi zimanê xwe berhemên xwe biafirînin?

Newzad Hirorî — Ez nabînim şermek be ko hinek nivîskarên kurd hebin bi zimanên biyanî binivîsin. Pêwîstiya me bi wê yekê heye ko em doza xwe, kultura xwe û hêjayiyên xwe bi gelên din re bidin nasandin. Şerm ew e ko hîç kurdek nebe bi kurdî binivîse yan jî ji bo kurdan bi zimanê biyanî binivîse.

Enwer Karahan — Hin kes hene ko bi kurdî nizanin û dibin serokê dezgeh û partiyên kurdî, tu çi dibêjî? Ma divê şertekî weha hebe ko ew kes îlhes bi kurdî zanibin da bibe serokê dezgehên weha?

Newzad Hirorî — Ez fêm nakim ka çawa partiyeka siyasî ya ko ji bo bidestxistina mafên neteweyî û kulturî yên kurdan tê dikoşe xebata xwe bi zimanekê nekurdî dike! Ez fêm nakin ka çawa endamên partiyeka weha qebûl dikin ko danûstandinên wan ne bi kurdî bin! Mesaja kurdan ji bo biyaniyan dikare bi zimanên biyanî be; lê, mesaja kurdan ji bo kurdan divê bi zimanê kurdî be.

***

Enwer Karahan: — Têkiliya te û edebiya tê çawa ye?

Newzad Hirorî: — Herçend ko min zêdetir xwe bi meseleyên zimannasiyê ve mijûl kiriye, lê min xwe ji berhemên edebiyatê bêpar nekiriye.

Enwer Karahan: — Nivîskarên ko tu berhemên wan diecibînî hene?

Newzad Hirorî: — Berî ez bibêjim kî û kî, ez dixwazim vê yekê destnîşan bikim ko hinek xwarin û vexwarin hene dilê mirovî dibijiyê û hinek jî hene mirov qet jê hez nake. Awazine muzîkê hene ko mirov pê mest û şeyda dibe û hene ko mirov guhên xwe jê digire. Herweha berhemên edebî hene ko mirov bi xweşî û lezet dixwîne yan guharî dike û berhemin hene ko mirov hîç xweşiyê jê his nake. Xwarin, muzîk, risim û edebiyat berhemên hinerî ne. Mirov kîjan berhemê hinerî ji wan diecibîne û kîjan red dike di dereceya esasî de girêdayî his û tecribeyên şexsî yên mirovî ye û ne bendedarî awayê afirandina wî berhemî ye. Vêca, heger ez bibêjim ko min ji berhemên Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Enwer Karahan, Bedirxan Sindî, Hisên Arif û Goranî.

Enwer Karahan: — Heger em bên ser meseleya te, tu dikarî ji me re bibêjî, bê tu di zaroktiya xwe de yekî çawa bû? Bi piranî zaroktiya te û xortaniya te li kê derê derbas bû?

Newzad Hirorî: — Ez li Mûsilê ji dayik bûme, lê ez ji şeşsaliyê pê ve li Dihokê jiyame. Hema ka tu min niho çawa dibînî û nas dikî, ez di zaroktiya xwe û xortaniya xwe de jî weha bûm. Min zûtir dest bi axiftinê kir û ez derengtir rabûm ser piyan. Ez herdem di warê xwandina dibistanê de zîrek bûm û ez herdem aram û şermîn bûm. Min ji guhdariya muzîkê û gotina stirana gelek hez dikir û bi şahidiya dost û hogiran dengê min jî xweş bû. Dema ez li sinifa şeşê ya dibistanê destpêkê bûm, mamostayê muzîkê ez hilbijartim ko min fêrî stiranbêjiyê bike. Wî ez birim odeya temrînan. Çaxa ko min dîtî ode tijî keçên muzîkhez in, ez ji şermê sor bûm û morala min xirab bû. Stirana ko min ji bo wê rojê hazir jî kiribû ji hişê min firî û ez ji odeyê derketim. Êdî min ji wê rojê pê ve xwe nêzî stiranbêjiya dîwankî nekir. Heger ji wê şermê nebûya, kî dizane, min dê ji dêvla van rêzik û peyvên ko ez dibêjim bendeka peste û meqaman ji te re bigotana.

Enwer Karahan: — Hevalên te ji te hez dikir?

Newzad Hirorî: — Nayê bîra min ko kesî ji dil ji min hez nekiribe.

Enwer Karahan: — Kesî di zaroktiya te de li te dixist, tahde li te dikir?

Newzad Hirorî: — Ne babê min ne jî dayika min li min yan li xwîşk û birayên min nexistiye. Li bîra min e ko mamostayê me çand caran ez û teva şagirdên sinifê bi darê midûrê dibistanê rezîl kiribûn. Tadeya psîkolojîk ya herî mezin ko li min bûye ji aliyê civaka me bi giştî bûye. Ji ber ko ez sîs im û di nav xelkê de xwedî rengekê cida me, reftara civakê jî li gel min cihê bû.

Enwer Karahan: — Tiştek heye ko tesîreke gelekî mezin li te kiribe û tu nikarî ji bîra bikî?

Newzad Hirorî: — Ez nikarim wê ji bîra xwe bibim dema bildozerên beesiyan gundên nêzî Dihokê bi roj li pêş çavên me kavil dikirin.

Enwer Karahan: — Kek Newzad, têkiliya te bi siyasetê re çêbû qet, tu tev li tu rêxistin yan jî partiyan bûyî?

Newzad Hirorî: — Ez qet tevlî rêxistineka siyasî nebûme û min siyasetvanî nekiriye.

Enwer Karahan: — Heger em bi çend gotinan qala jiyana Swêdê bikin, wê çi tesîr li te kir, çi da te û çi ji te bir?

Newzad Hirorî: — Çend mehan berî ez bême Swêdê, min xewnek dît. Di xewnê de, ez hatim Swêdê û bûm mêvanê dostekê xwe yê ko min li Dihokê nas kiribû û bi rastî li Swêdê dijiya. Wî ez li otombîla xwe ya reş siwar kirim û di hinek kolanên teng re birim. Li ciyekê otomobîl têk çû û rawestiya. Di wê bîstikê de û ji nişka ve erd hejiya û ez bi wê lerzînê veciniqîm û ji xewê rabûm. Gava ez bi rastî hatim Swêdê, dostê min ez negerandim û erd jî li jêr min nelerzî. Lê, liv û herekta (otomobîla) wê jiyana min, û ya her kesê mişext yê wek min (dostê min) ya ko me di cih û warê xwe yê esil de diajot û tevnê hizir û raman û têkiliyan yê ko me radiçand sist bû, ket tengasiyê (kolana teng) û rawestiya. Piraniya bîrûbaweriyên me, pîvanên têgihiştina me ji bo jiyanê û wicûdê û planên me ji bo paşerojê yên ko me man û nemana xwe li ser ava kiribû (erd) bi mişextbûna me têkhijiyan û lerizîn. Heger min û dostê xwe li vê Swêdê bîrûbaweriyên xwe, pîvanên xwe û planên xwe yên paşerojê hemû ji dest nedabin jî, me qismek ji wan guhortiye. Min li vê derê hest kir ko rengê min, kincên min, zimanê min, dînê min û hizirên min hirmetdar û parastî ne. Îslama ko civaka me behs dike û pê dixurre li vî welatê ”bêdîn” têt tetbîq kirin.

Enwer Karahan: — Temanê te?

Newzad Hirorî: — 44 sal

Enwer Karahan: — Tu di jiyana xwe de qet aşiq bûyî?

Newzad Hirorî: — Erê.

Enwer Karahan: — Jin ji bona te çi ye?

Newzad Hirorî: — Jin mirov e. Gelo, jin wesîleyek e ko mêr xwe pê digehîne hez û armancên xwe yan pêwîstiyek e ko mêr xwe pê temam dike yan jî herdu bi hev re ne, ez nizanim. Lê, jiyan bê jin bêtam e.

Enwer Karahan: — Tu bi wê gotinê re ye ko dibêjin her mêrekî bi serketî jineke bîrketî li pişt wî ye?

Newzad Hirorî: — Ev gotin gelek giştî ye û ”mêrê biserketî” û ”jina berketî” têgehên nisbî ne û li gor kesan, civakan, deman û cihan tên guhartin. Lê, bala mêran dikişîne ko rola jinan ji bîr nekin.

Enwer Karahan: — Di jiyanê de çi heye ko te pir bextewar dike?

Newzad Hirorî: — Ez kêfxweş dibim dema ez xizmetekê ji kesekî re dikim û ew kes ji karê min memûn be.

Enwer Karahan: — Tu qet sporê dikî?

Newzad Hirorî: — Nayê bîra min ka min kengî spor kiriye.

Enwer Karahan: — Spora ko tu jê hez dikî?

Newzad Hirorî: — Fotbol, bi tenê temaşe kirin.

Enwer Karahan: — Tu ji heywanan hez dikî?

Newzad Hirorî: — Ez jê hez nakim, lê ez dijminiya wan jî nakim.

Enwer Karahan: — Te heywan kuştine?

Newzad Hirorî: — Nexêr.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan xwarinê hez dikî?

Newzad Hirorî: — Ez dizanim ka ez ji kîjan xwarinê HEZ nakim. Tirşika bamiyan, kulîçeyên bigoşt û masiyê bihestî.

Enwer Karahan: — Tu kîjan xwarinê xweş çêdikî?

Newzad Hirorî: — Savar û nîsk.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan rengî hez dikî?

Newzad Hirorî: — Rengê şîn.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan muzîkê hez dikî?

Newzad Hirorî: — Muzîka klasîk, muzîka Kamkaran

Enwer Karahan: — Dengê kê?

Newzad Hirorî: — Mihemed Arifê Cizîrî, Ednan Kerîm

Enwer Karahan: — Pirseke dawî, kitêba te kengî derdikeve?

Newzad Hirorî: — Gava nivîsandinê wê biqede.

Enwer Karahan: — Ez bi sohbeta te gelekî kêfxweş bûn, bi hêviya ko xwendevanên me jî kêfekê jê bistînin.

Newzad Hirorî: — Gelek spas ji bo mazûvaniya te.

Enwer Karahan: — Sipas.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2008-3-7
Xwendin: 7838