Prînt bike
Heyştê adarê
» Firat Cewerî
STOCKHOLM, 8/3 2009 — Di heyştê Adara 1982an de, li komelê, di civîna di derheqê jinan de, Mamosta Çetîn destûra peyvê xwestibû û bi germî dipeyivî:

– Gelî hevalan, ez ê li vir zêde behsa problemên jinên dinyayê nekim. Qesta min ne ew e ko problemên jinên dinyayê tune. Belê, hene... Bi hezeran in... Problemên jinên ewrûpiyan jî hene. Ew jî bindest in, ew jî tên mêtin. Lê ji ber ko di vir de armanca min jinên kurdan e ez ê nexwazim dûr û dirêj behsa jinên dinyayê û problemên wan bikim. Erê hevalno! Wek hûn dizanin, jinên kurdan bindest in. Ew hem cinsî, hem neteweyî, hem jî sinifî bindest in. Civata me civateke paşdemayî ye, civateke xwedî gelek bermayên feodalî ye. Di vê civata paşdemayî de, di vê civata nexweş û bi sinif û bi berberî de jinên me yên xweşik û spehî di bin êş û zilmeke dijwar de dinalin. Ew wek hêsîran tên kirîn û firotin. Ji wan re evîn tuneye, xweşî tuneye, jiyan tuneye. Ew kole ne, hevalno! Ew bindest in! Divê em xwendevan û ronakbîrên kurd li jinên xwe xwedî derkevin. Em keçên xwe bidin xwendin, em wan bigihînin, jinên zana ji wan derxînin. Em keçên xwe bi dilê wan bidin. Em jinên xwe bi xwe re bibin komeleyan, civînan, civatan, dîlanan. Em wan bibin şev û şahiyan. Bila jinên me bixwînin, nûjen bibin. Gelî hevalan, bi kurtî, divê jinên me serbest û azad bibin!

Mamosta Çetîn bi van gotinan dawiya peyva xwe anî, ji bo destûra peyvê spasên xwe ji serokê civînê re got, ew gulpa qehwê ya sar, ko berî bi nîvsaetê di binê fîncana wî de mabû, bi hêdîka, bêî ko firrîniyê jê bîne, vexwar, çavên xwe bera sernaveke rojnameya li ser masê da û bêdeng ma.

Nêzîkî sîh kesan beşdarî civînê bûbûn. Ji wan sîh kesan bi tenê yek jin bû. Xuyabû peyva mamosta Çetîn baş tesîr li jinikê kiribû. Wê bi hêdîka, bêî ko haya kesî bigihînê, bi destmalka xwe ya kaxizî hêsirên xwe pakij dikirin.

Piştî mamosta Çetîn, yekî din jî destûra peyvê xwest, bi kurtî behsa dîroka heyştê adarê, tevgerên jinan, behsa rola jinan di têkoşîna sinifa karker de, behsa feminîzmê û behsa ko çawa jinên kurd perçeyek ji tevgera jinên cîhanê ne, kir.

Civîna wan kurt, lê germ, bi minaqeşeyan ve tijî û bi serfirazî dawî hat. Mirov ev yeka han, piştî civînê ji rewşa beşdarên civînê jî ferq dikir.

Mamosta Çetîn piştî civînê jî bi du hevalên xwe re çû bîraxaneyekê û her yekî ji wan bîrayek du bîra jî vexwarin. Ew derengê şevê, saet li dor yanzdeh û nîvan çû malê. Digel ko mifta wî hebû jî, dîsa wî weke hertim li zengilê derî xist û li benda vekirina derî rawestiya. Di lêdana cara pêşî de gava derî venebû, mamosta Çetîn carek du carên din jî li derî da. Bi lêdana sisê an çaran re, jina wî çavlixew û bi kirasê şevê li wî derî vekir.

Bi vekirina derî re mamosta Çetîn bi dengekî bilind bi ser de qîriya:

– Ma qey heta ez bîst carî li derî nedim tu derî venakî?

– Deng nedihat min, jinikê bi çavlixewî got.

– Deng nayê te, ne? wî bi hêrs pirsî. Ger dengê Gulê bûya wê bihata te!

Gulê hevaleke jina wî bû. Ji ber ko ji eynî bajarî bûn û li welêt jî cîranên hev bûn, wan car caran hevdu didîtin.

Mamosta bi van hevdîtinên wan aciz dibû. Sedema acizbûna xwe jî bi nebaşbûna Gulê ve girê dida.

– Çi ye, te xêr e dîsa? jinikê got.

Mamosta Çetîn çakêtê ko ji xwe kiribû dirêjî wê kir û bi hêrs,

– Hişş, dîsa devê te vebû, got û derbasî metbaxê bû û li herdu beroşên li ser ocaxê nihêrî. Gava ew xwarina ji firavînê de mabû dît, bi dengekî bilind got:

– Êdî te dev ji çêkirina xwarinê jî berdaye, tu bûyî xanim!

– Ne te got, ez îşev nayêm şîvê, ez ê dereng werim malê. Xwarina me jî hebû, min got heyf e ko ez vê xwarinê hemûyî birijînim û xwarineke nû çêbikim.

Mamosta Çetîn li ser lingan, hema wilo bi sarî çend kevçî jê xwarin û li ser kursiyeke ber masa metbaxê rûnişt.

Jina wî jî, digel ko ji bêxewiyê gêj bûbû, li ba wî rûnişt.

– Rabe, ji min re çayekê çêbike, mamosta bêî ko lê binihêre got.

Jinik rabû ser xwe, çaydan nêvî av kir, danî ser ocaxê û dîsa hat li ba wî rûnişt.

– Pir kes hatibûn civînê? jinikê jê pirsî.

– Erê, pir bûn, mamosta bêî dilê xwe bersiv da.

– Jin jî hebûn?

– Erê, tenê tu kêm bû (!)

– Ev te xêr e îşev?

– Min xêr e? Êdî tu ne xwarinekê çêdikî, ne kincekî dişoyî, ne malê paqij dikî! Tu ancax bi Gulê re rûnî û paşgotiniyan bikî. Binihêre! Careke din jî tu bêî xebera min neçî cihekî!

Jinikê tu mane ji wan gotinên wî re nedît. Rabû ser xwe, jê re çaya wî dem kir, danî ber wî û xwest ko here ji xwe re razê.

***
Ji kitêba »Kevoka spî«, 1992

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2009-3-8
Xwendin: 1267