Prînt bike
KCK dixwaze ko Ocalan rêbertiya wê ya pratîkî jî bike
» Karayilan dixwaze rêbertiya xwe ya pratîk jî dewrî Ocalanî bike
DIYARBEKIR, 6/8 2011 — PKK-ê duhî bi navê KCK-ê ji Qendîlê daxuyaniyek belav kir û got bila dewleta Tirkiyeyê îmkanan bide rêberê wê Abdullah Ocalanî da bikare ne tenê di warê siyasî û fikrî de lê belê di warê pratîkî de jî rêbertiya PKK-ê bike û daxwaza serbestkirina wî kir.

Heta niho gelek caran serokê Konseya brêvebir ya KCK-ê Murat Karayilanî digot rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan nikare di warê pratîkî de rêbertiya wan bike û nîşana wê yekê dida ko ew bi serê xwe biryarên pratîkî didin.

KCK-ê di daxuyaniya xwe de şertê xwe wiha rave kir:

— Divêt dewlet nîşanî me bide ko ji bo çareserkirina pirsa kurdî wê dest ji şidetê, çewsandinê û tesfiyekirinê berdaye û piştî niho dê ji bo çareseriyeka demokratîk ya li gor qanûna esasî semîmî be û ji bo serokatiya me jî rewşeka azad, ewle û saxlem biafirîne. Yan ne ji bo me wekî hereket û wekî gel ti beyan û rûdan ne qaneker û têrker in.

Li gor daxuyaniya KCK-ê divêt dewlet Abdullah Ocalanî berde, îmkanan bideyê û ewlekarî û saxlemiya wî jî biparêze û jê re bibêje kerem ke PKK-ê bi dilê xwe îdare bike û rêbertiya wê ya pratîkî bike.

Rewşa siyasî ya îro ya Tirkiyeyê ne wisa ye ko serokwezîrek yan hikûmetek bikare rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî serbest bike. Ev daxuyaniya KCK-ê nîşan dide ko PKK dê siyaseta antagonîzmê û şerî bimeşîne û kuştin û pevçûn dê berdewam bin.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2011-8-6
Xwendin: 2470