[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Tirk, Sevr, kemalîzm û du rêyên li pêş kurdan
STOCKHOLM, 26/6 2007 — Turk: Koka vê gotinê vedigere berî du hezar salan ko çînîyan ji bo barbarên ko ji rojava diavêtin ser milkê çînîyan û talan dikirin bi kar dianî. Çînîyan ji wan re digot “tuka”. Ev gotina “tuka” piştî du hezar salan ji alî antropologên ewropî ve ji bo binavkirina grûba etnîkî ya birêvebirên dewleta osmanîyan bi kar anîn. Lê osmanîyan bi xwe ji xwe re nedigot tirk û gotina tirk wek heqaretê qebûl dikirin. Piştî ko îdeologên tirkîtîyê ji bo dewlet û civateke homojen bergeheke îdeolojîk û sîyaseteke nîjadperest danîn, birêvebirên tirkan yên sîyasî biryara xwe li ser tirkîtîyê dan û projeya miletekê bi navê tirk dan pêş xwe û ev 85 sal e ko ji bo biserketina vê projeyê kar dikin.

Di sedsala hejdeh û nozdehan de li seranserê Ewropayê dewletên milî hatin damezrandin û osmanî mecbûr man ji balkanan vekişin, rewşenbîr û birêvebirên dewleta osmanîyan jî ketin nav lêgerînekê da ko çareyekê ji belavbûna împaratorîyê re bibînin. Yusuf Akçûrayê macir bi nivîsareke bi navê “Sê awayên siyasetê” nivîsî ko ev nivîsar bû wek çirayeke pêxistî ji bo birêvebirên dewletê yên panturkîst ko dixwestin bi vê sîyasetê hemî tirkan bigehînin hev. Bi vê xeyal û îdeolojîyê wek hevkarê almanan tevî şerê cîhanê yê yekem bûn lê di hemî cepheyan de şikestin; di dawîyê de bi mutarekeya Mondrosê teslîmê îngîlîz û frensîyan bûn.

Peymana Sevrê: Piştî şikestina osmanîyan, di sala 1920î de li Frensayê, li bajarokê Sevrê, dewletên serketî û osmanîyan peymana Sevrê îmze kirin. Li gorî bendên vê peymanê yên 62-64an li rojhilatê çemê Firatê dewleteke otonom ya kurdî dihate damezrandin û piştî salekê, tevî wîlayeta Mûsilê (Kurdistana başûr) heke kurdan serî li Cemîyeta Miletan bida û bigota em dixwazin serxwebûna xwe îlan bikin, osmanî li gorî vê peymanê dê li dij dernekatana…

Di vê peymanê de herçiqas kêmasî û çewtî di danîna sînorên Kurdistanê de hebûn jî, lê ji bo kurdan serkeftineke mezin bû ko îtîraf bi mafê çarenûsê yê kurdan dikir û kurd li welatê xwe dibûn desthilat. Ji hêla din de peymana Sevrê ji alî huqûqa navneteweyî ji bo kurdan wesîqeyeke pir hêja ye ko kurd karin timî wek bingeheke destpêkê, di hemî dezgehên navneteweyî yên sîyasî û huqûqî de bidin pêş.

Kemalîzm: Mirov kare kemalîzmê wek îdeolojîya macir û dewşîrmeyan bi nav bike ko piştî têkçûna dewleta osmanîyan grûba ko desthilat xist destê xwe, projeya li jorbehskirî bû sîyaseta resmî ya wê grûbê, bi gotineke din ya birêvebirên komara tirkan. Lê ji ber ko cemawerekî welê mezin li meydanê tune bû, kemalîstan bi darê zorê milet û grûbên etnîkê yên li Tirkîyeyê dan ber xwe û xwestin bi her awayî wan asîmîle bikin û civateke homojen pêk bînin. Hewildanên wan hemî bi vê perspektîfê bûne û hîn jî ev sîyaseta dewleta tirkan nehatîye guherîn.

Kemal paşa giregirên tirkan, profesorên wan, hemî dan ser hev û ji wan xwest ko zimanekî biafirînin ko tirkîyeke ji gotinên xerîb pak be lê di encamê de zimanekî welî derket holê ko yên ko ew ziman afirandin jî jê fam nekirin û neçar dev jê berdan. Ji hêla din de demekê ji bo bişibin ewropîyan muzîka tirk î(turk halk muzigi - ko bêtir kurd van stranan dibêjin û gotine) li radyoyan qedexe kirin, klasîk muzîk û operet lêdan; Guneş Dil Teorisi ko hemî medenîyet û miletan tirk dihesibîne parastin, wezîrê Kemal paşa yê perwerdeyê, Mahmut Esat Bozkurt di salên sihî de digot: Li Tirkîyeyê bi tenê miletek heye ew jî tirk in, yên din kole ne û bi tenê wazîfeyeke wan heye, ew jî ji tirkan re xizmetkirin e. Heyeta tirkan ya resmî di roja pîrozkirina jidayîkbûna Hîtler de diçû Elmanyayê û Fufrer pîroz dikir; Hîtler jî spas dikir û digot “Ataturk mamosteyê min e”.

Sîstema devşîrmeyan: Mirov kare vê sîstemê wek bingehê perwerdeya resmî ya dewletê destnîşan bike ko li fikrên Ziya Gokalpê turkîst digunce. Gokalp di kitêba xwe ya bi navê “Esasên Turkîtîyê” de, dibêje awayê perwerdebûnê mîlîyeta mirov tayîn dike. Ango mirov bi eslê xwe ne tirk be jî lê bi perwerdebûnê dibe tirk.

Wek tê zanîn di dema osmanîyan de, ji welatên balkanan ji bo ordîya osmanîyan bi darê zorê zarok dihatin berhev kirin û ew zarok li Îstanbolê dihatin perwerdekirin, mejîyê wan dihate şûştin da ko zaroktîya xwe, dê û bavên xwe, mîletên xwe, kultura xwe ji bîr bikin. Birêvebirên tirkan, kemalîstan, ev sîstema perwerdeyî ya mejîşûştinê careke din bi kar anîn; lê vê carê li ber destê wan welatên balkanan nema bûn, ji lewre temamê Tirkîyeyê bû qada ceribandina vê sîyasetê. Bi dibistanên xisûsî yên dewletê (Yatili Okul) zarokên kurdan û yên miletên din bi carekî ve ji çand û jîngeha wan bi dûr xistin û hewil dan ko wan bikin tirk. Lê qîma xwe bi vê yekê jî neanîn, li temamê dibistanên seretayî sirûda “ez tirk im, jîrek im…” xistin plana perwerdeyê û dest bi mejîşûştina temamê civatê kirin; bi gotineke din ew dibistanên dewşîrmeyan yên dema osmanîyan bi awayeke din modernîze kirin û Tirkîye seranser bû dibistana devşîrmeyan.

Çawa ko dewşîrmeyên osmanîyan diçûn diavêtin ser gund û bajarên bav û kalên xwe û bi navê dewleta osmanî ew talan dikirin, di dema komara tirkan de jî, gelek kesan her ew tişt li dijî miletên xwe dikir û dikin. Vê sîstema devşîrmetîyê welê li insanan kirîye ko li Tirkîyeyê bi sedhezaran mirov ji nasnameya xwe bi dûr ketine, bûne şûrê nijadperestîya tirkan an jî peyayên dewleta totalîter. Li Tirkîyeyê nimûneyên vê yekê bi sedan û hezaran hene, bi hezaran birvebirên dewleta tirkan bi eslê xwe ne tirk in lê ji bo îstîfadekirina nîmetên dewletê û wê sîyaseta devşîrmeyan, xwedî li nasnameya xwe dernakevin, eslê xwe înkar dikin, bi awayekî vekirî sîyaseta dewletê, îdeolojîya resmî, kemalîzmê diparêzin û pesnên Kemal paşa didin…

Kurd: Mirov îro êdî du xetên cuda û ji hev dîyar di nav kurdên Kurdistana bakur de dibîne. Ji partîyên sîyasî bigire heta bi sîyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, stranbêj û serokên beledîye û takekesan, di hemî refên civakê de, yên bi sîyasetê ve mijûl dibin, ev dubendî xwe dîyar dike û alîgirên wan hene. Xeta pêşîn li ser esasê ko kurd mîlet in û xwedî welatekî ne, welatê wan hatîye dagir kirin, wan xweser zimanek, kulturek, tarîxek, sembolên neteweyî hene û divê tevgera sîyasî û bixurtkirina şiûra milî re kurd li welatê xwe bibin desthilat û qedera xwe, bi xwe tayîn bikin.

Xeta diduyan di nav xwe de xwedî tevlîhevî û hin cudahîyên fikrî be jî, xwe ji xeta pêşîn ji alî mefhûma milet û welat de vediqetîne û di esasê program an jî sîyaseta vê xetê de entegrasyona kurdan bi tirkan re heye û vê helwestê êdî eşkere diparêze. Bi gotineke din hewl didin ko kurd bibin parçeyek ji miletê tirk ko mirov kare parêzerên vê xetê wek alîyên prokemalîst an jî protirk bi nav bike.

Meseleya me û tirkan hatîye gihîştîye vê qonaxê. An em ê bi her awayî xwe têkûz bikin û li welatê xwe bibin desthilat, an jî bi alîkarîya kurdên prokemalîst, em ê li ber bayê projeya tirkan ya asîmîlasyon û entegrasyonê bi temamî ji hev bikevin û bibin parçeyek ji miletê tirk!

-----------------------------------
Nivîskar: SERDAR ROŞAN
Weşandin: 2007-06-26
Xwendin: 4831
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Bi xatirê we û agahdarîyeke kurt! (2009-10-05)
Ava feratê diçe (2009-09-30)
Gelo nivîskarên edebî sêrbaz in? (2009-09-18)
Me hişekî hevbeş divê! (2009-08-26)
Gelo kurd dê bibin bilûrvanên tirkan, an ...!? (2009-08-01)
Em dest ji dewleta Medan an dest ji efsaneya Dehaq berdin!? (2009-07-06)
Forma roman û novelê (2009-06-23)
Bêdengkirina sîlehan û çareserîya pirsgirêka miletê kurd (2009-03-27)
Fîrdewsî, Dehaq, efsane û realîte (2009-03-12)
Spas bavo – spas Elîyê Mele Tahîr (2009-03-09)
Siwarê hespê xelkê timî peyar e! (2009-02-22)
Dilê kurdan nîne ko bibin milet û newrozê di roja wê de pîroz bikin! (2009-02-16)
Her tişt ji bo mêran! – suneta keçan! (2009-01-03)
TRT-ya kurdî dê bibe rêveker ji bo hestên neteweyî (2008-12-28)
TRT û kanala kurdî (2008-12-23)
Heftê horî û pirjinîya simbêlboqan (2008-12-06)
Jîyan bê te tehl e! (2008-11-23)
Xeyala reşikan pêk hat, dora me ye! (2008-11-06)
Gelo civat bi darê zorê dibin milet!? (2008-08-21)
Kevnehukumranên dewleta tirkan bêçare ne! (2008-07-20)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org