[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurd, gundîtî, bajarvanî û sîyaset
STOCKHOLM, 27/1 2006 — Ev nêzî panzdeh salan e ko li başûrê welatê me kurdan çarenûsa xwe xistîye destê xwe û li gorî tecrûbeyên xwe yên sîyasî, li gorî taqeta xwe ya îqtisadî û sewîyeya xwe ya civakî ya ji hêla perwerde û têkilîyên bi hev re, îdareya xwe bi rê ve dibin û bi qasî ko ji destê wan tê pirsgirêkên xwe çareser dikin. Bêî ko rewşa welatê me û miletê kurd ya li ber çavan dubare bikim dixwazim li ser çend xalan rawestim an jî ya bi rastî bala we bikişînim ser hin mijarên civakî ji hêla çanda bajar û serwerîyê.

Kurd yek ji wan miletên bindest e ko pirsa xwe ya miletbûnê, bi gotineke din dewletbûnê hîn çareser nekiriye. Li gorî dewletên sermayedar û fikra bajarvanîyê kurd pir direng mane. Divîya pirsa milî ya kurdan sed sal berê bihata çareser kirin. Lê her çawa be jî pirsgirêk li ber derîyê kurdan e û kurd nikarin di ser re xwe hilavêjin û li problemê hûr nebin. Heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin, pirsa miletê kurd derbasî qonaxeke din nabe û bi giştî nikare bi problemên din ve zêde mijûl bibe.

Ji ber dagirkirna welatê kurdan û sîyaseta dewletên kolonyalîst ya li ser kurdan ferzkirî, civata kurdan dîroka xwe bi awayekî siruştî nejiya. Bi gotineke din ji hêla civakî de çînên civateke normal li cem me çênebûn. Ji ber tunebûna van çînan di ser hemîyan re çîna sermayedar û kultur û îdeolojîya vê çînê li welat û civata me reh negirt an jî çênebû. Hoyên wê çi bin jî kurd bi giştî wek civateke gundî man. Û wek tê zanîn gundî, jiyan û dunyaya gundîyan jîyaneke bi sînor e, xwe nuh nake, çi bêje ko timî xwe dubare dike; ji lewre nabe sebebê dînamîkên civakî. Li çar alîyên dunyayê çîna ko dînamîkên civakî yên guhertinê di nav xwe de diparêze sermayedar in, sermayedarên kapîtalîst; ev qudret ji rewşa wan ya aborî, zanîn û tekilîyên li sîstema kapîtalîzme tê. Ev çîn bi îdeolojî, kultur û sermayeya xwe, li bajaran bi cihbûna xwe, bi têkilîyên xwe yên civakî û aborî, di nav demê de gundîtîyê ji hev dixîne û dibe sebebê guherînên radîkal.

Eger mirov berê xwe bide tarîxa kurdan, ji hêla civakî û sîyasî de lê hûr bibe, dê bibîne ko pêşevanên tevgerên kurdan, mîr, beg, şêx, serokeşîr û axa bûne, ev jî ne ji ber tesadufê ye, ji ber hêza van kesan ya piralî ye. Herçiqas di nav tevgeran de carinan yên rewşenbîr bên dîtin jî, potansîyela tevgeran gundî û serekên wan jî yên destnîşankirî bûne. Ev rewşa hanê çi mixabin hîn jî nehatîye guhertin. Hîn jî gewdeyê tevgerên kurdan gundî ne; her çiqas karmend, xwende, rewşenbîr ketibin nav van tevgeran jî, ji ber bêîstîqrarîya xwe ya civakî û reh û kultura gundîtîyê, kêm zêde ew jî di çarçoveya gundîtîyê de mane.

Gava mirov berê xwe dide partîyên kurdan yên sîyasî û awayê wan ê birêvebirin, bijartin û bicihanîna fermandarîya serektîya partîyan, digel ko gelek ji wan ji xwe re sosyalîst, demokrat, lîberal dibêjin jî, lê mentalîteya gundîtîyê di hemî waran de xuya dibe. Şêxên me yên herî bi xwe bawer û xwedî hêz jî, gava berê xwe bidin têkilîyên endamên partîyên sîyasî û yên seroktîya partîyan, dê bibînin ko ”şexên modern” qet ji wan ne bi paş de ne û heta mimkin e ko şêxên me ji ber vê rewşê bi çavekî hesûd li serokên partîyan binihêrin. Îdeolojîya şêxên xwedî terîqet ji hêla olî û bawerî de ye, ”şêxên modern” yên xwedîyê îdeolojîyên qaşo hevdem, him ji hêla bawerî, him sîyasî, him jî bi zordestî murîdên xwe ”perwerde” dikin û qet û qet rê nadin ko takekes bi serê xwe bifikirin û bibin xwedî biryara xwe.

Ji ber pêşketinên teknîkê îro êdî li çar alîyên dunyayê herkes bi guhertinên nûjen dihese, jê kelk werdigire, di bin tesîrê de dimîne an jî tesîr lê dike. Îro rewşa çînên civakî heta dereceyekê hatîye guhertin, lê digel vê jî serwerîya kapîtalîzmê li temamê dunyayê heye û heta niha jî alternatîfeke realîst ko insan qebûl bikin nehatîye danîn. Bergehê xebat, menfaet, kar û çanda burjûwazî îro global e, sînoran nas nake, li temamê cîhanê bazara kar, sermaye, kirîn û firotin û borse tev bûne global û şîrketên navdewletî bi hev re dixebitin. Herwisa gelek pirsgirêkên civakî yên wek jîngehê, maf û azadîyên mirovan, xebatên sîyasî ketine qalibeke global. Di rex dewletan gelek dezgehên navneteweyî yên bi serxwe li çar alîyên dunyayê li ser bûyeran radiwestin û li gorî şîyana xwe midaxele dikin.

Kurd îro bi tenê li Kurdistana Îraqê xwedî serwerî ne, lê wek ko me li jor jî got, xwedî tecrûbeyeke kurt in, kultura bajarvanîyê lawaz e, têkilîyên bazara sermayedarîyê pir kêm in. Erê rast e, erk di destê kurdan de ye, lê ji hêla danûstendinên civakî yên aborî, çandî, rêxistinî û hwd de qelsî li ber çavan e, bi welatên kapîtalîst re muqayesekirina wan ne mimkin e; û bi hewldanên îradî jî ne mimkin e ko di demeke kurt de civata kurd xwe bigihîne asta civakên din. Ji hêla civakî de ji mentalîteya gundîtîyê rizgarbûn û wergirtina çanda bajarvanîyê ne hêsa ye, jê re çend nifş divên. Lê divê mirov îradeya birêvebirên dewletê û midaxeleya wan ya ji bo guherîn û pêşdebirina civatê ji bîr neke. Herçiqas ev îrade di hin xalan de bi sînor be jî, bi sîyaseta xwe ya aborî, perwerde û demokratîzekirina hiqûq û civateke demokratîk li ser bingeha demokrasîya hevdem, dikare bibe rêveker û zemînexweş ji bo dînamîkên civakî.

Divê civata Kurdistanê dînamîk be, ev jî bi ked û xebata insanan, bi berpirsîyarîya hevwelatîyan ya li hember civatê mimkin e. Bi gotineke din divê ferdên civatê kar bikin û îdareya xwe bi keda xwe bikin da ko civat dînamîk be. Ji lewre mesûlîyeta birêvebirên sîyasê mezin e, ew bi dezgeh û metodên hevdem dikarin pêşî li gendelî û kislanî bigirin. Divê him li dijî gendelîyê qanûn hebin him jî di bin sîbera parlamentoyê de dezgehên xwedî desthilat hebin da ko pêşî li rizandina hikumî bigirin. Divê jiyana sîyasî ya partîyan û xebata dezgehên dewletê ji hev bêne qetandin. Divê dezgehên dewletê nebin warê mûçegirtinê. Divê hikûmet ji kesên nexwedî meslek re, îmkanên perwerdeya meslekî peyde bike da ko her hevwelatîyek bibe xwedî karekî bikêrhatî û berhemdar.

Dezgehên dewletê wek hemî dewletên dunyayê timî ne, lê partîyên sîyasî bi program û planên xwe yên helbijartinan ji xelkê deng werdigirin, bi hilbijartinan dibin hikûmet û bi hilbijartinan ji hikumetê dihêne bi dûr xistin. Lê herçî karmendên dewlet û dezgehên dewletê ne, divê li gorî pîvanên navneteweyî ji ber hêginîya wan ya di warê karê xwe de ji wan re bibe bingeh ji bo karê wan. Heke ne wisa be, dê him ji hêla karûbarên dezgehan de him jî di hêla profesyonalîya van karmendan de sewîye dakeve û bibe hoyê bîrokrasîyeke hantal.

Danîna sinaîyeke giran ne hêsan e, jê re wext, sermaye, şîyana meslekî a karkeran û bazar divê. Lê ji kargehên sinaîyên piçûk re pêwistîyên sinaîya mezin hewce nakin û di demeke kurt de danîna wan mimkin e û dikarin bibin motora gerandina bazara hundir. Bi gavên weha him hevwelatî dikarin hatinên wek zad, av, mêwe û tiştên weha yên xwarin û vexwarinê ji cotkarên welat bikirin, him jî ji gelek kesan re bibin warê karkirinê. Heke sermayedarên Kurdistanê ji ber çi be jî xwe nedin ber karên weha, divê di vî warî de planên hikumetê hebin.

Kurdistan û civata wê di demeke nazik, guhêrbar, dînamîk û lez re dibihure. Dînamîzm û guherîna li dunya û herêmê li bendî civata kurd nasekine, ji lewre ji hemî alîyan ve, xebateke berhemdar pêwist e. Ji hêla sîyasî, aborî, çandî, dîplomasî û ewleyî, civakî, bi kurtî di hemî waran de, divê Kurdistanî di xebateke maksîmal de bin.

Pirsgirêk hene ko çareserkirina wan ne di destê kurdan bi tenê de ne, lê herçî problemên hundurî ne, yên wek danîna dezgehên dewletê, bîrokrasî, hiqûq, maf û azadî, pirsa çareserkirina wekhevîya jin û mêran, peydakirin û avakirina kar û kargehan, bazara hundir, perwerde, medya û gelek alîyên din di destê civata kurd de ye û berpirsîyarê herî li pêş jî parlamento û hikûmeta Kurdistanê ye.

-----------------------------------
Nivîskar: SERDAR ROŞAN
Weşandin: 2006-01-27
Xwendin: 5074
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Bi xatirê we û agahdarîyeke kurt! (2009-10-05)
Ava feratê diçe (2009-09-30)
Gelo nivîskarên edebî sêrbaz in? (2009-09-18)
Me hişekî hevbeş divê! (2009-08-26)
Gelo kurd dê bibin bilûrvanên tirkan, an ...!? (2009-08-01)
Em dest ji dewleta Medan an dest ji efsaneya Dehaq berdin!? (2009-07-06)
Forma roman û novelê (2009-06-23)
Bêdengkirina sîlehan û çareserîya pirsgirêka miletê kurd (2009-03-27)
Fîrdewsî, Dehaq, efsane û realîte (2009-03-12)
Spas bavo – spas Elîyê Mele Tahîr (2009-03-09)
Siwarê hespê xelkê timî peyar e! (2009-02-22)
Dilê kurdan nîne ko bibin milet û newrozê di roja wê de pîroz bikin! (2009-02-16)
Her tişt ji bo mêran! – suneta keçan! (2009-01-03)
TRT-ya kurdî dê bibe rêveker ji bo hestên neteweyî (2008-12-28)
TRT û kanala kurdî (2008-12-23)
Heftê horî û pirjinîya simbêlboqan (2008-12-06)
Jîyan bê te tehl e! (2008-11-23)
Xeyala reşikan pêk hat, dora me ye! (2008-11-06)
Gelo civat bi darê zorê dibin milet!? (2008-08-21)
Kevnehukumranên dewleta tirkan bêçare ne! (2008-07-20)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org