[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Gelo nivîskarên edebî sêrbaz in?
STOCKHOLM, 18/9 2009 — Her çi qas li ser ka edebîyat çî ye, lihevkirinek tune be jî, bi giştî mirov wek cûreyeke hunerê, dikare edebîyatê bi vegotina meseleyekê bi nav bike ko di vegotinê de divê, stîl û teknîka ko mirov bi kar tîne li awayê form û naveroka cûreya edebî bigunce, li hev be. Edebîyat kêfxweşî ye, ango wek xwendevan divê mirov jê zewqekê, lezetekê bigire, bi meraqê bide dû qewimînên li berhemê … ev jî bi saya estetîk, balkêşî û sipehîbûna edebîyatê dibe. Mirov hildiçîne, dineqîne, ji bo armanc û mebesta xwe modela xwe dixemilîne…

Tarîxa edebîyatê bi gelemperî dadikeve hezar salan, lê heke em hew qîma xwe bi edebîyata niviskî bînin, wê gavê imrê edebîyatê ji çend hezar salan nabihure. Li lewheyên kevin, bi alfabe û şikilên cuda, nivîsên edebî ji mirov û medenîyetên kevin gihîştine roja me.

Edebîyat ji şiîr, roman, novel, çîrok, senaryo û pîyesên tîyatro û nivîsên hunerî pêk tê.

Li rojavayê romana Cervantes ya bi navê Don Kîşot mîna destpêka romana modern dihê qebûl kirin ko çarsed sal berî niha hatîye nivisîn. Ez bi dorê nabêjim, lê piştî avabûna dewletên neteweyî û resmîyeta zimanên neteweyî û geşbûna sermayedarî (kapîtalîzmê), li gelek welatan romanên modern hatin nivisîn û vê cûreya edebîyatê gulvedaneke xweş û geş, bi xwe re dît.

Îndustrîyalîzmê, realîteya jîyanê, birêvebirên dewletan mecbûr kirin ko zimanê perwerdeyê, zimanê xelkî be. Berê ne wisa bû. Împeratorî û dewletên ko hebûn, di nivisînîn xwe yên danûstendinê de zimanên wek latînî, frensî, farisî, erebî bi kar dianîn. Ji bo karûbarên dewletê jî burokrasîya elît, hînî zimanên birêvebiran dibû, lê hînbûn çu carî danediket nav sefên civakê yên jêrîn. Mîr û hakiman jî serê xwe bi pirsgirikên welê nediêşand, an jî hingê ji bo civakê ne zerûrî bû ko hînî zimanê burokrasîyê bibin. Bi giştî çerxa gerandina dewletê weha bû: Gundîyan baca xwe ya salane dida, mîr û hukumdaran jî ew ji êrîşên derve diparastin.

Piştî geşbûn û berfirehîya kapîtalîzmê, ji bo industrîyê hewcedarî bi karkerine xwende û xwedî pîşe çêbû. Hingê birêvebir li biryarên perwerdeyeke berfirehtir fikirîn û hin bi hin li temamê welatan perwerdeya bi zimanê resmî û neteweyî gav bi gav bi cîh bû.

Wek tê zanîn çi ji hêla civakî de, çi jî ji hêla aborî de guherîn, pêşketin û geşbûn li temamê dunyayê an jî welatan bi hev re nabe û naqewime. Timî mirovine hebûne ko berî guherînên giştî gav avêtine û bûne rêberên ramanên nuh. Li îngîlîzîstanê berî çarsed salî Shakespeare, li Îranê Firdewsî, li Kurdistanê Ehmedê Xanî di vî warî de nimûneyên ber bi çav in. Şhakespeare, berhemên xwe bi îngîlîzî nivisîn, berî hezar salî Firdewsî ji bo xurtkirina şiûra farisî Şahnameya xwe di heyamê sîh salî de nivisî, Ehmedê Xanî berî sêsed salî Mem û Zîn nivisî û di gelek mijaran de fikirên nuh anîn pêş. Pirs ji xwe kirin, li pirsên xwe fikirî û bersîva pirsên xwe li berhema xwe dîyar kirin.

Helbet Ehmedê xanî ne kesê yekemîn bû ko bi kurdî berhemên edebî dinivîsî. Berî wî kesên wek Elîyê Herîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî bi kurdî nivisîbûn û hêginîya nivisîna bi zimanê kurdî ispat kiribûn. Lê cudahîyeke Xanî ji yên din hebû: Wî bi awayekî hestyar û têrraman sebebên nivisîna bi kurdî dîyar dikir û bala mîrên kurdan dikişand ser meseleyên sîyasî. Ji mîrên kurdan dixwest ko pûteyê bi zimanê kurdî bidin, ji wan dixwest ko bi rola hukumranî rabin da ko kurd bi xwe bibin hakimên welatê xwe û deverê. Ev tiştekî nû bû û piştre li gelek dever û welatan teqabulê ramana nasyonalîzmê kir.

Xanî di Mem û Zîna xwe de li bendekî weha dibêje:

Safî şemirand, vexwarî durdî
Manendê durê lîsanê kurdî

M. E. Bozarslan bi peyivine din, gotinên Xanî dinivise:

Şerbeta xwerû berda, tort vexwarî
Zimanê kurdî yê wek mirarî

Bozarslan, li kitêbê bi jêrenotekê meseleyê welê çêl dike : Mebest ji şerbetê, dev ji nivisîna erebî, farisî û osmanî berdan e; mexsed ji tort jî, zimanê kurdî ye…

Wek min hinekî berê got, Xanî dev ji zimanê serdest yê hikimdar û burokrasîyê ber dide û bi zimanê kurdî dinivîse, digel ko jê re bazar nîne û hîn rûmeteke civakî wernegirtibe jî. Werhasil li her derê, bi nivisîna bi zimanên xelkî re edebîyata neteweyî geş dibe û dadikeve nav qada civakê.

Ziman û edebîyata neteweyî

Ziman milî ne, edebîyat jî milî ne, bi giştî welê ye, lê mirov nikare wek du rengên cuda, reş û sipî lê temaşe bike û bêje weha ye. Wek hemî tiştên din, di vî warî de jî civak, welat û dewletên heyî me mecbûr dikin ko tesnîfên cuda hebin… Bi kurtî mirov kare behsa edebîyatên cuda bike: Edebîyata zimanekî, nimûne: Edebîyata kurdî, tirkî, bulxarî, yewnanî. Edebîyatên welatên cuda, nimûne: Îngîlîzî, emerîkî, irlandî, zelandî… Lê ji ber sebebên sîyasî welê lê hatîye ko gelek dewlet an jî civat eynî zimanî bi kar tînin. Eger em behsa edebîyata zimanekî bikin, dibe ko mirov karibe bêje, edebîyata erebî, edebîyata ingilîzî, edebîyata îspanî. Lê heke em behsa edebîyatên neteweyî bikin û her dewletekê an jî civatekî bi ser neteweyekê de bihesibînin, heye ko mirov wê gavê behsa edebîyata ingîlîzan, emerîkîyan, îspanîyan, brezîlî û angolayîyan bike. Herçiqas angolayî, mozambîkî, brezîlî û portekîzî, bi portekîzî biaxifin û binivisînin jî, hêja ye ko mirov lê hûr bibe ka çand û zimanên welatên portekîzîaxêf çi qasî tesîr li portekîzîya portekîzîyan kirine. Eynî tiştan mirov kare ji bo dewlet û welatên erebîaxêf jî bêje. Herweha gava behsa edebîyata Ewropa, Emerîkaya Latînî, edebîyata Afrîkayê dibe, bêguman hingê behsa edebîyata li ser cografyayekî dibe…

Zimanê edebîyatê

Zimanê edebîyatê bi giştî û yê romanê taybetî, ne zimanê zanistê ye, zimanê civakê yê rojane ye. Nivîskarê rûs Maksîm Gorkî vê ferqîyetê weha çêl dike: ”Ziman ji alî însanan de hatîye afirandin. Gava behsa zimanê edebî û zimanê xelkî tête kirin, heta dereceyekê, yek jê ”madeya xav” yê din madeya encama xebatê ye.”

Ehmedê Xanî jî di berhema xwe ya navgotî de, behsa tenzîm û sazkirina hunerê dike… Gava ji çîroka Memê Alan, Mem û Zînê diafirîne, ev mexseda Gorkî bêtir dîyar dibe û tê fam kirin ko nivîskar madeya xav bi kar tîne da ko bi zanîn û teknîka hewce, bi islûb û zanînê, bi mexsedekê berhema xwe binivîse.

Me berê behsa kapîtalîzmê, zimanê xelkî, perwerdeya giştî kir. Bi geşbûn û mezinbûna bajaran re civaka gundî ji hev ket, însanên ji cîh û warên cuda li bajaran bi hev re zewicîn, têkel hev bûn, rola takekesan hate pêş. Guherînên sîyasî, civakî û aborî, ferdên serbixwe afirandin. Ango pêwendîyên kevin rizîyan an jî helîyan û mesûlîyeta takekesan, ferdan di nav civakê de, bi hêztir bû. Jimara kesên xwende roj bi roj zêde bû û kesên ko karibin bixwînin, xasima jin û keçên arîstokratan, dewlemend û xalxweşan berê xwe dan berhemên edebî; bi vê re jî, ji edebîyatê û bi taybetî romanê re bazareke xurt peyde dibû.

Di rewşeke welê de cûreyên nuh yê edebîyatê ji xwe re meydana ceribandinê bi dest xistin.

Roman û novel:

Novel: Ji hêla avahîyê de, di noveleke tîpîk de bi giştî li ser bûyerek, meseleyek tête rawestan. Mesele bi vegotinê re digihîje kamilîya xetkevanê û helek ji novelê re tête dîtin ko encama novelê dîyar dike. Karekter hene, hew bi bûyer û rewşekê re, helwest û tevgera karekteran bi awayekî kurt û lezbar tê danînê. Ango novelîst danakeve kûrahîya jîyana karekterên xwe. Wek nimûne mirov kare novela Çêxov ya Mirina Karmendekî dest nîşan bike ko behsa bûyerekê û encamên wê dike. An jî Mircana Qelew ya Guy de Maupassant, digel ko gelek dirêj e jî, bi bûyer û qewimînan re, xusûsîyetên karekteran xuya dibin, lê nivîskar tu carî bi awayekî fireh û dûr û dirêj behsa karekterên novelê nake.

Hin nivîskarên xwedî tecrûbe û zanîn, der heqî novelê de weha dibêjin an jî li ba wan welê ye:

Bi ya Goethe, bi bûyereke mehdûd re, bi surprîzekê re karektera kesan eşkere dibe. Divê naveroka novelê di ser jiyana rojane re be û bûyerek ne edetî be.

Bi ya Edgar Allan Poe, divê her gotin parçeyek ji novelê be, ango ji bo novelê girîng be; û wê ber bi pêş bibe.

Li ba Guy de Mauppasant, surprîz û tiştê girîng di dawiya novelê de eşkere dibe.

Anton Çêxov, di novelên xwe de, pirî caran, ji jiyanê, resmekî çêdike ko ne destpêk ne jî dawî xuyaye.

Roman: Avahîya romanê ji hêla bûyer û meseleyan de berfirehtir e, aloz û tevlîhev e, berî ko dawî lê bê, dibe ko behsa çendîn bûyer û meseleyan bête kirin… Helbet meseleya asasî divê xira nebe; mesele û bûyerên din yên li derûdora ya asasî diqewimin, divê nebin sebeb ko meseleya asasî winda bibe, lê bi rêya bûyerên hawirdor, meseleya asasî çendîn caran ber bi topik hildikişe, berî ko çareserîyek ji ya asasî re bête dîtin. Bi bûyer û nakokîyên destê diduyan meseleya asasî ronî dibe, dihête fam kirin…
Roman behsa civak û ferdên wê dike, lê nivîskarê romanê wek civaknasekî kar nake û nanivîse; civaknas li gorî rastî û heyîya civakê tehlîlên xwe dike. Lê nivîskar kare ji yekî civaknas îstîfade bike û karekterên berhema xwe biafirîne; ji ber ko edebîyat fiksîyon e, mirov nikare wê wek zanistekî bi nav bike. Nivîskar bi afirîn, tevger, hest, raman û helwesta karekterên xwe, kare dîmenên civakî li ber çavên me raxe. Bi gotinnên Gorkî, ”nivîskar wek sêrbazekî ye,” bi rêya edebîyatê kesên tune diafirîne, ji tunebûnê karekterên jîndar tîne pêş çavên me, bi xwendê re em dibînin ko karekterên edebî, bi qasî însanên li derûdora me, mirov in. Her yek ji me di jîyana xwe de, bi dehan, bi sedan jin ji nêz ve dîtine, ew nasîne û dinase, lê ka em kîjan ji wan kesên dîtî, bi qasî Anna Karenînaya Tolstoy dinasin?

Nivîskar bi gotinên efsûnî, ji tunebûnê karekter û dîmenan vedijîne, diafirîne, ruh dide peykeran, bi estetîkeke bijarte modelan dixemilîne, ma gava Ehmedê Xanî Mem û Zînê, Shakespeare Romeo û Julietê, Tolstoy Anna Karenînayê, Gustave Flaubert Madam Bovary diafirîne, divejîne, ev ne sêrbazî ye!?

Afirandina karekteran:

Dema nivîskar karekterekî diafirîne bêguman hewcedarî bi zanînê heye, ango divê mirov zanibe ka çima ev kesê afirandî baş an xirab e, çima wisa lê hatîye, li paş vê başî û xirabîya wî an wê çi heye? Helbet wek nivîskar dest nade ko mirov bêje xirab an jî baş e, di afirandinê edebîyatê de, hunerê de, keyfîyet nîne, divê afirîner ne ko bêje, lê nîşa bide ko ev kes ji ber van sebeban weha ye, weha lê hatîye.

Maksîm Gorkî di kitêba xwe, ya bi navê Jîyana Min Ya Edebî de, ji bo afirandina karekterên romanê weha dinivîse: ”Dema nivîskar di şexsê dikandar, karmend an jî karkerekî de, xisûsîyetên sinifî, adet, helwest, tevger, bawerî û axaftina bîst, sîh, heta sed dikandar, karmend û karkerî danîbe, karîbûye ev xisûsîyet di şexsê yek dikandar, karmend an jî karkerekî de, bi kurtî gihandibe hev, hingê nivîskar karekterek afirandî ye, aha ev e huner.”

Gorkî behsa dikandar, karmend û karkeran dike, lê eynî tişt ji bo danîna karekterên tovrind, gundî, axa, beg û sermeyedaran jî hewce ne. Mesele dimîne ka serekkarekterê romanê kî ye, kî ne û nivîskar dixwaze berhemeke çawa binivîse.

Di kitêba xwe ya bi navê Hunera Romanê de, nivîskarê ingîlîz, Edward Morgan Foster jî, ji bo karekterên romanê weha dibêje:

“Roman hunereke wisa ye ko di jîyana rojane de nimûneyên wê nînin û ev berhema hunerî xwedî qaîdeyên xweser e; gava karekterên li romanê li gorî van qaîdeyan bijîn, hingê dibin wek kesên rastîn. Dema nivîskarê romanê der heqê kesekî de bi her tiştî zanibe, ew kes rastîn e. Dibe ko yê/ya nivîskar hemî zanîna xwe ji me re nebêje; agahdarîyên xwe, heta tiştên ko herkes kare bibîne jî, ji me veşêre. Lê der heqê kesê navbirî de her tiştî nebêje jî, dê li ba me hîsekê welê vejîne ko kare û mimkin e her tiştî bêje. Ev hest dê întîbayeke rastîn bi me re çêke ko em wê çu carî di jîyana rastîn de nabînin.”

Heke em li derûdora xwe binerin û lê bifikirin ka mirov çi qasî nas û dostên xwe dinase, hingê mirov dê bi hêsayî bibîne ko ev nasîn bi sînor e. Çu carî jîyana rastî dest nade ko mirov bi her awayî dakeve kûrahîya ruh, hest û hûrgulîyên kesên nas. Dev ji wê jî berdin, pirî caran di jîyana rastî de mirov hewl nade ko xwe jî nas bike, fikirên kesekî yên der heqê wê/wî bi xwe de û yên derûdor çu carî wek hev nînin.

Lê di karê hunerê de, nivîskar divê der heqê karekterên xwe de xwedî zanîn û agahdarîyeke pir berfireh û kûr be ko di nivisîna berhema xwe ya hunerî de karibe li gorî hewcedarî û daxwaza xwe ya modelê, bi awayekî hêsan û bi bijartineke hunerî hew tiştên hewce binivîse. Afirîner nivîskar bi xwe ye, ew bi xwe biryarê dide ka çi hewce ye.

Belam ji ber ko qaîdeyên vê hunerê hene, hingî dest nade ko mirov bêserûber, hima çawa dilê mirov bixwaze welê berhema xwe bihûne. Çê nabe di tevger, helwest û axaftinên xwe de, mirov karekterên romanê li gorî daxwaza xwe, bêserûber bilivîne û bide axaftin. Ji lewre hemî kirinên li romanê, divê li rastîya berhema nivîskar biguncin, li hev bin. Hemî liv, helwest, fikir û axaftinên karekteran divê bi jîngeh, zanîn, çand û ramanên karekteran re nekevin nakokîyê, lihevîyek hebe.

Form, avahîya romanê:

Nivîskara îngîlîz, Dianne Doubtfire, di warê avahî û forma romanê de bi awayekî sade û fambar meseleyê weha datîne:

“Mirov kare forma romanê bişibîne darekê. Xeta asasî û qalind ya meseleyê qurmê darê ye ko bi şaxên herî berz digihîze topikê; şaxên kêlekê meseleyên destê diduyan in, eger yek ji wan şaxan zêde mezin bibe, an jî zêde gurr bibe, form (ya romanê) mêzîna xwe winda dike. Gulî, pel, û berên darê hûrgilî ne ko dibin hoyê sî, ronahî, reng û bûyerên pircûre û atmosfereke rengîn. Mirov kare şibandinê ber bi pêş bibe û temaya romanê wek rehên darê bi nav bike. Mirov kare temayê texmîn bike lê ne dîyar e û roman hemî adana (hebûna) xwe ya hewce ji rehan werdigire. Fantasîya te (nivîskar) ya xurt axa berhemdar e ko tov lê şîn dibe.”

Wergirtin têra xwe meseleyê bi awayekî hêsa û fambar dide zanîn. Ez gotinê dirêj nakim.

Edebîyat û fakta:

Ji bo nivisîna berhemê, hewcedarî bi zanîn û agahdarîyeke mezin heye: Ez ê li vir bi kurtî behsa du romanan bikim ko nivîskarên wan, swêdî ne: Vilhelm Moberg û Jan Guillou.

Vilhelm Moberg, berî ko romanên xwe yên li ser koç û koçberîyê binivîse, dest pê dike û der heqê wê demê de agahdarîyan dide hev, li arşîvan hûr dibe, ji bo qet nebe hestên tecrûbeya wan rojan pê re veje, diçe li hin herêman digere, dinere. Ji bo berhema xwe têra xwe material ber hev dike, vî karî him li Swêdê him jî li Emerîkayê bi awayekî berfireh pêk tine…

Berhema wî ji çar kitêban pêk tê:

Koç: Vilhelm Moberg, ewil li ser jîyana van însanan, li ser zehmetî û pirsgirêkên sebebê koçê radiweste. Du hoyên asasî ji bo koçê xuya dibin. Ji hêlekê ji ber bawerîya wan, neheqî li hin însanan dibe, nikarin bi awayekî serbest wacibîyên xwe yên dînî pêk bînin. Ji hêla din û bi giştî, însan ji ber feqîrîyê mecbûr dimînin ko terka welatê xwe bikin. Kitêba ewil bi jîyana çend malbatan dest pê dike û bi gihîştina wan ya Emerîkayê re diqede.

Yên koçber: Li Emerîkayê ne, vêca divê li herêmekî bi cîh bibin, romana diduyan li ser ger û bi cîhbûna wan radiweste, malbatên navbirî, diçin li Mînesotayê bi cîh dibin.

Avakarên nuh: Romana sisêyan e: Ji xwe ji destpêkê de karekterên asasî yên van romanên Vilhelm Moberg, Karls Oskar û Krîstîna ne. Çend zarokên wan jî hene. Li welatê nuh li herêmek ko hinekî dişibe warê(welat) wan yê berê, ji xwe re li ber golekê xanî ava dikin. Roman li ser jîyana nuh, kar û xebata wan û zehmetîyan disekine… geh kêfxweş in, geh xemgîn in, bêrîya welêt dikin, pirsgirêka zimanê nuh heye, tevlihevîya du zimanan, helwesta kesan ji bo pirsgirêkan, xewn, xeyal û rastîya jîyanê, serfirazî û xeyalşikestinên wan… Nivsîkar bi awayekî hostayane û li hev dihûne…

Nameya dawî: Roman bi nivîsîna nameyekê diqede, êdî gelek sal di ser hatina wan re bihurîne. Zarokên wan mezin bûne, zewicîne, jîyan bi awayekî xuristî didome, pîr bûn, nexweş ketin û tiştên din. Ewil Kristîna dimire, piştre Karl Oskar.

Her çar kitêb, li ser hev li derûdora du hezar rûpelan in.

Tiştên ko Foster behs dikir li vir di prosesa nivisîna berhemê de dîyar dibin:

Lêhûrbûn, li arşîvan nerîn. Peydekirina agahdarîyan. Ji bo vejandina hestan, gera li deveran… Der heqê karekterên xwe de zanîneke berfireh. Ev hemî pêk ve dibin sebeb ko Moberg bi serfirazî karibe berhema xwe binivîse. Helbet kesên bi navê Karl Oskar, Kristîna û kesên din ko koç kirine û wek li romanê hatîye nivisîn jîyane, kesên weha tune bûn. Hemî fantazîyên Vilhem Moberg ne. Lê ji bo nivisîna van fantazîyên xwe, wî pêwistî bi zanîn û agahdarîyan hebû, wî jî ji wan îstîfade kir lê ne mimkin bû ko jîyana kesên koçkirî wek ya rastîyê binivîse. Hingî dibû tiştekî din ko nakeve nav hunera edebîyatê.

Ji bo ji rastîya jîyanê îstîfadekirinê nimûneyeke piçûk:

Vilhelm Moberg, rojekê li rojnameyekê dixwîne ko zilamekî ji bo kurê xwe ji qefilînê bifilitîne, gayê li pêş erebeya gayan ser jê dike, hûrên wî derdixe û lawik dixe zikê ga û bi xwe diçe hewarê û piştre tên lawik difilitînin. Gava tevî lawê xwe ji bajêr tên malê, berf dibare û li rê dimînin û ev mesele diqewime.

Moberg dibêje min kurtenûçeyeke welê li rojnameyê xwend ko ji paragrafeke kurt pêk hatibû. Lê min ev nûçe li romanê wek beşeke romanê nivisî ko ji 24 rûpelên romanê pêk hat.

Tê gotin ko Gustave Flaubert jî her wisa kirîye. Li rojnameyekê dixwîne ko jinekê întîxar kirîye. Piştî wê xebera piçûk fikira Madame Bovary pê re diveje. Ne xelet bim pênc salan li ser dixebite û di encamê de berhema xwe tîne ber destê xwendevanan.

Huner ev e, paragrafek an jî kurtenûçeyek ji bo nivîskar dibe îlham ko bi fantazîyên xwe beşekê binivîse, bi şertê ko bi temamê romanê re li hev be. An jî wek Flaubert romanekê binivîse.

***

Jan Guillou jî kêm zêde wek Moberg dike. Ew jî berî nivisîna romanên xwe yên ko karekterê sereke navê wî Arn e, ji bo mijarê li çavkanîyên dîrokî dinere, diçe herêma ko dê bûyer lê biqewimin, li wan deran digere, diçe Qudsê, Şamê, Îsrael, werhasil ji bo nivisîna romanên Li Ser Rêya Qudsê û Siwarîyê Kelehan, hemî tiştên hewce pêk tîne û digel fantazîyên xwe romanan dinivîse.

Helbet, li vir jî yekî bi navê Arn tune bû, Arn berhema fantazîyên nivîskar e. Lê ji zanîn û agahdarîyên berfireh îstîfade dike û nivîskar welê li hev tîne ko mirov dibêje qey rast e, welê qewimîye. Ji bo dirêj nekim, tiştên min ji bo Moberg gotin herweha mirov kare ji bo Jan Guillou jî bêje.

Lê li vir nuxteyeke balkêş divê bête dest nîşan kirin: Karekterên romanan divê berhemên hunera nivîskar bin û dest nade ko mirov karekterekî dîrokî wek karekterê sereke di hunerê de dayne. Karekterên weha hew dikarin di dereceya diduyan, sisêyan de cîh bigirin. Ji xwe Guillou jî bi zanîna vê yekê, di romana xwe de her çi qas behsa kesên dîrokî bike jî, çu carî nayîne radeya karekterê sereke. Di romanên wî de navê kesên dîrokî dibihure û behsa bûyerên dîrokî tête kirin, lê Guillou çu carî ji bîr nake ko kitêba li ber destê wî, berhemeke edebî ye, ne kitêbeke dîrokê ye. Yekî dîrokzan, dema li ser Selahedîn Eyûbî binivîse, bê guman dê li wesîqeyan binere, dê li rewşa sîyasî, fikirî û eskerî ya wê demê hûr bibe û li gorî wesîqeyan fikira xwe lê zêde bike.

Di romanên Guillou de navê Selahedîn Eyûbî û gelek kesên din heye, lê hemî kesên dîrokî li ber navê Arn, karekterê sereke, di dereceya diduyan, sisêyan de ne. Nivîskar hew li gorî pêwistîya li romanê behsa van kesan dike.

Ji lewre divê timî di bîra mirov de be ko roman berhema fantazîyên kesê/a xwedî berhem e. Fantazîyên kesên nivîskar, bi zanîn û agahdarîyên berfireh, dewlemed û xurt dibin. Jîyan, însan û dunyaya li romanan ne ya rastîn e. Hemî tiştên li romanê, hew di çarçoveyeke edebî û hunerî de, teqabulê rastîya li romanê dikin.

Baş e, heke welê be, gelo nivîskarên edebî ne sêrbaz in?

*****

Min ji kitêbên jêrîn îstîfade kir û jêgirtin wergirtin. Li cîhên hewce, min bi xwe jêgirtin ji swêdî û tirkî wergerandin ser kurdî.

1- Mem Û Zîn, Ehmedê Xanî, bi şirovekirina M. Emîn Bozarslan. Weşanên Deng, 1995. Rûpel: 62-63.

2- Att skriva en roman, Dianne Doubtfire. Werger: Ingegerd Leczinsky. Förlag: Halmstad Spektra Rûpel: 67

3- Hunera Romanê, Edward Morgan Foster. (Jêgirtina li jor, ji kitêba Fethî Nacî ya bi navê Eleştiri Günlüğü ye.) Özgür Yayın Dağıtım. Rûpel: 55-56. Fethi Naci jî, ji wergera Ünal Aytür, Adam Yayinlari rûpel 96. wergirtîye.

4- Edebîyat Yaşamim, Maksim Gorki, Payel Yayinlari. Wergera tırki: Şemsa Yegin. Rûpel: 26, 33, 61.

-----------------------------------
Nivîskar: SERDAR ROŞAN rosan21@nefel.com
Weşandin: 2009-09-18
Xwendin: 18415
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Bi xatirê we û agahdarîyeke kurt! (2009-10-05)
Ava feratê diçe (2009-09-30)
Me hişekî hevbeş divê! (2009-08-26)
Gelo kurd dê bibin bilûrvanên tirkan, an ...!? (2009-08-01)
Em dest ji dewleta Medan an dest ji efsaneya Dehaq berdin!? (2009-07-06)
Forma roman û novelê (2009-06-23)
Bêdengkirina sîlehan û çareserîya pirsgirêka miletê kurd (2009-03-27)
Fîrdewsî, Dehaq, efsane û realîte (2009-03-12)
Spas bavo – spas Elîyê Mele Tahîr (2009-03-09)
Siwarê hespê xelkê timî peyar e! (2009-02-22)
Dilê kurdan nîne ko bibin milet û newrozê di roja wê de pîroz bikin! (2009-02-16)
Her tişt ji bo mêran! – suneta keçan! (2009-01-03)
TRT-ya kurdî dê bibe rêveker ji bo hestên neteweyî (2008-12-28)
TRT û kanala kurdî (2008-12-23)
Heftê horî û pirjinîya simbêlboqan (2008-12-06)
Jîyan bê te tehl e! (2008-11-23)
Xeyala reşikan pêk hat, dora me ye! (2008-11-06)
Gelo civat bi darê zorê dibin milet!? (2008-08-21)
Kevnehukumranên dewleta tirkan bêçare ne! (2008-07-20)
Xeyalek, xewnek û alaya tirkan (2008-06-05)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org