[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Gumana tirkan ji “tirkîtiya” Stenbolê heye
KURDISTAN, 16/8 2006 — Tirkan dihesiband ko ji sala 1453-yê ve Stenbol ya wan e. Tirkan dihesiband ko ew mîratxwerên osmaniyan in û Stenbol jî ya wan e. Tirkan dihesiband ko wan Komara Tirkiyeyê ava kir û Stenbol ebediyen bû ya wan. Lê belê îro tirk gumanê ji ”tirkîtiya” Stenbolê dikin.

Îro tirk ji sala 1453-yê zêdetir gumanê ji ”tirkîtiya” Stenbolê dikin û lewra ew kesên ko ji xwe re dibêjin ”tirk” û nemaze eskerên tirkan wekî ko nû Stenbol vegirtibin li serê her girek yan bêrzaneyeka Stenbolê alayeka tirkan ya 150 metreçarçik bi singekê 35 metre bilind ve hildane.

Çawa ko sala 1453-yê Stenbol ne ya tirkan bû wisa îro jî Stenbol ne ya tirkan e. Împeretoriya osmaniyan ne împeretoriya tirkan tenê bû. Împeretoriya osmaniyan ji gelek netewe û grupên etnîkî yên cida pêkdihat û di wê împeretoriyê de tirk grupa etnîkî ya herî bêqîmet bû û ji ber hindê jê re digotin ”etrak-i bî-îdrak”, yanî ”tirkê korfêm”.

Dewleta ko Mustafa Kemal Ataturkî ava kir eve zêdetirê 80 salan e lêdixebite ko miletekê bi navê ”tirk” çêke û ew û komara wî bi ser neketin. Miletekê ko navê wî ”tirk” be çênebû. Hinek kes yan jî rêxistineka ko ji xwe re dibêje ”tirk” çêbûye û ew rêxistin jî ji grupên etnîkî yên cida pêk têt.

Îro îmkana ko kurd wê rêxistina ko navê ”tirk” e tarîvarî bikin heye. Kurdan li başûrê Kurdistanê dewleteka federal ava kir û li bakur jî kurdan prosesa temambûn yan jî avakirina miletekê bi navê ”tirk” rawestand. Hêdî kurd kurd e û kurd miletekê xudangotin û xudanîrade ye. Miletê kurd tirsa ji şebekeya ko navê wê ”tirk” e ji dilê xwe avêtiye û miletê kurd ne tenê li bakurê Kurdistanê li Stenbolê jî quweteka mezin e.

Quweta kurdan ya li Stenbolê tirs êxistiye dilê tirkan de û lewra ew piştî 550 salan ji nû ve alayên tirkan li serê bêrzaneyên Stenbolê hildidin. Tirsa tirkan ne ji rom û grekan e, tirsa tirkan ji kurdan e.

Berî sê hefteyan li Stenbolê ez li taksiyekê siwar bûm û ji taxeka Stenbolê diçûm berava Bakirkoyê da bi otobusa deryayê derbasî aliyê Asyayê yê Stenbolê bibim. Şofêrê taksiyê ”tirkekê” ji Trabzonê bû û temenê wî jî zêdetirî 50 salan bû. Di nêv sohbetê re şofêrî rexne li hikûmeta AKP-ê girt û got ew general bûya wî dê hemî parlamenterên AKP-ê îdam bikira. Şofêrî got AKP xayîn e û li hemberî Emerîkayê li ber xwe nade. Min gotê:

— Serokerkanê Tirkiyeyê Hilmi Ozkok jî nêzîkî xeta siyasî ya AKP-ê ye. Her kî bibe serokerkan mecbûr e digel hikûmetê bixebite.

Şofêrî behsa şerê Iraqê kir û got ew bi xwe xazî ye û wî li Qibrisê jî şer kiriye. Wî got heger desthilata eskerî ya Tirkiyeyê di destê wî de bûya wî dê di yek rojê de ”bakurê Iraqê” yanî başûrê Kurdistanê vegirta û wisa bikira ko pêşmerge jî wekî ”cewrikan” tarîvarî bibin û cihê vehewandinê nebînin. Min jî gotê:

— Pêşmerge belakir in. Emerîka bi hemî hêzên xwe yên eskerî ve nikarin çend terorîstên ereb tepeser bikin û serê axaya dinyayê Emerîkayê bi wan re ketiye belayê. Tirkiye piştî Emerîkayê xudana ordiya herî mezin ya Natoyê ye û divêt ew bikare pêşmergeyan lê xuya ye ko ne wisa ye. Kurd û pêşmergeyên wan belaya serê tirkan in.

Şofêrî kîn û kerba xwe ya li hemberî kurdan aşkera kir û got:

— Li Tirkiyeyê hemî kes qebûl dikin ko bibêjin ew tirk in lê belê tenê kurd qebûl nakin. Bûka min û zavayekê min jî kurd in ...

Şofêrî dikir dijûneka pir pîs bide bûk û zavayê xwe lê xwe ragirt. Min gotê ma tu ji kû yî, wî got ew xelkê Trabzonê ye lê tirk e. Min gotê ez dibêjim koka te ne tirk e û wî got eslê wî laz e lê belê ew xwe tirk dihesibîne. Min gotê:

— Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî hinek caran dibêje ”kurd, tirk, ereb, laz, çerkez û hwd hemî wekhev in û ya ko wan bi hev ve girêdide hemwelatiya Tirkiyeyê ye, ne tirkbûn e”.

Şofêrî nûansa di nêvbera ”hemwelatîtiya” Tirkiyeyê û ”tirkbûnê” de fêm nekir û got ew ji taxa Eyûp Sultanê ya Stenbolê ye û xwe tirk dihesibîne. Min gotê Yaşar beg jî ji Eyûpê ye, yanî hemşerî û hemtaxiyê te ye. Wî fêm nekir ka ez behsa kîjan Yaşarî dikim û min careka dî gotê Yaşar Buyukanit yanî serokerkanê ordiya tirkan yê nû jî ji wê taxê ye.

Wisa diyar bû ko şofêrê me yê bi eslê xwe laz lê belê tevlî rêxistina ”tirkan” bûyî ji Yaşar Buyukanitî hez dikir û got esker divêt dersekê bide kurdan û nemaze derseka baş bide pêşmergeyên li ”bakurê Iraqê”. Ji bo ko wî hêj pirtir provoke bikim min gotê:

— Niyeta kurdan pir xerab e. Zêdetirî pênc milyonan kurd li Stenbolê hene. Çavê kurdan ne tenê li Diyarbekir, Wan, Entab û Meletyayê ye. Çavê wan li Edene, Mêrsîn û bi taybetî li Stenbolê ye. Kurd dixwazin Stenbolê jî vegirin. Ma tu nabînî ji tirsa kurdan de tirkan çawa alayên mezin li serê gir û bêrzaneyên Stenbolê hildane. Ev hemî ji tirsa kurdan e.

Şofêrê me hê jî fêm nekiribû ko ez bi xwe jî kurd im. Zarokên me li kursiyên piştê bi zimanekê biyanî bi hev re diaxivîn û şofêrî digot belkî ez turîstek bim ko fêrî tirkî jî bûbim. Em gehiştin Bakirkoyê û daketin. Xanima min got çima te ew şofêr hewqasê li hemberî kurdan sor û germ kir, niho ew ji kurdan nefretê dike.

Heger min şofêr li hemberî kurdan sor û germ nekira û bigotayê kurd miletekê xudanrêz û xudandîrok e û Kurdistan welatê wan e û tirkan Kurdistan dagîr kiriye û divêt dewleteka kurdî ava bibe hingê ew dê yekcar dîn û har bibûya û me yekcar nedikarî em ji hev fêm bikin.

Bi vê diyaloga li jorê ya digel şofêrê ”tirk” min careka dî fêm kir ko kurd û tirk nikarin bi hev re bijîn. Ji bo ko kurd wekî milet bikarin li bakurê Kurdistanê serweriyê li welatê xwe bikin û li Tirkiyeyê jî bibin şirîkê desthilatê divêt ew rêxistina ko navê wê ”tirk” e tarîvarî bibe. Di destê me de du rê hene: Yan em dê rêxistina ”tirkan” tarîvarî bikin yan jî ew dê wekî şofêrê tirk gotî kurdan û pêşmergeyên Kurdistanê tarîvarî bikin.

Tirk ji kurdan ditirsin. Tirk ji kurdên Stenbolê ditirsin. Kurdan tirsa ji tirkan ji dilê xwe avêtiye. Kurdên Stenbolê hêdî ji tirkan û tirkên li Stenbolê natirsin. Hildana alayên tirkan li serê gir û bêrzaneyan nîşana tirsa wan e. Kurd wê tirsê ji dilê wan dernaxin.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
Weşandin: 2006-08-16
Xwendin: 6925
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org