[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline

low dose naltrexone side effects autism

does naltrexone block tramadol azpodcast.azurewebsites.net
fiogf49gjkf0d
Serokkomariya Celal Talebanî gotinên wî red dike
STOCKHOLM, 28/6 2005 — Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî di hevpeyvîna xwe ya digel rojnameya tirkî Akşamê (25/6 2005) de behsa gelek niqteyên hêjayî minaqeşeyê kir û îdiayên xwe di çarçeweya Iraqê û başûrê Kurdistanê tenê de jî nehişt û xwe tevlî hemî parçeyên Kurdistanê kir. Realîteya başûrê Kurdistanê û miletê kurd bi giştî û serokkomariya Celal Talebanî bi xwe ya Iraqê piraniya gotinên wî red dike û ti esl û binyata gelek gotinên wî nîne.

Piştî ko medyaya Yekîtiyê jî ew hevpeyvîn wergerand û belav kir ez dihesibînim ko Celal Talebanî xudanê wan gotinan e û lewra ez wî berpirsê wan gotinan dihesibînim û vê nivîsê dinivîsînim. Ez dê di vê nivîsa xwe de hinek ji îdiayên wî bibijêrim û wan wekî tezên Celal Talebanî binivîsînim. Paşê ez dê wan tezên wî bidim ber realîteya heyî û paşê jî ez dê encama tezên wî û realîteyê rave bikim.

ÎDIA I.

Celal Talebanî: Min di hemî jiyana xwe de berê ji bo Iraqeka demokratîk û azad, û paşê bo mafên miletê kurd micadele kir. Yanî dema ko min ji bo kurdan û têkoşîna wan ya bo mafê çarenûsî kar kir min bi xwe wekî şexs ti caran nefikirî ko Kurdistan divêt ji Iraqê cida bibe yan dê cida bibe û min ew fikir neparast.

Realîte: Ev îdiaya Celal Talebanî dikare rast be ji ber ew behsa şexsê xwe û fikrên xwe û hisên xwe dike û em nikarin şûna wî biryarê bidin ka divêt ew çawa his bike û bifikire.

Ravek: Yanî Celal Talebanî digel ko sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye û belko piraniya pêşmergeyên wî ji bo Kurdistaneka serbixwe têkoşîn da û şehîd bûn cardî jî Celal Talebanî ji wan re dibêje qusûra min efû bikin ew mirina we ne ji bo serxwbûna Kurdistanê lê belê ji bo demokrasiya Iraqê bû.

ÎDIA II.

Celal Talebanî: Heger em niho sîstema federal bi awayekê binecih û saxlem ava bikin hingê em xewnên kurdan jî realîze dikin. Ew xewna ko ez li vê derê behsê dikim ne ew xewna hisî ye ko hinek şair û neteweperestên kurd behsê dikin. Ji ber xewnên bi wî rengî ne realîst in û pêkanîna wan jî pir zehmet e.

Realîte: Xewna kurdan ne dewleteka federal e li Iraqê. Kurdan di hilbijartinên 30-ê meha yekê de îsal referandumek çêkir û di wê referandumê de ji % 98-ê kurdan got ew dewleteka kurdî ya serbixwe dixwazin. Xewna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe ye û her roja hilbijartinê wî ji medyaya kurdî û cihanê re got dewleteka kurdî ya serbixwe dê ava bibe lê belê ew nizane kengê û mebesta wî jî ne piştî 50 û 100 salan lê belê piştî çendsalekê bû.

Ravek: Yanî Celal Talebanî ne li ser esasê hilbijartin û faktayan diaxive û ew gotinên wî bi xwe ne û ne yên miletê kurd e. Daxwaza avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe ne daxwaza hinek şair û neteweperestên kurd tenê ye û ew daxwaza piraniya miletê kurd e.

ÎDIA III.

Celal Talebanî: Em bibêjin ko dewleteka kurdî ava bû. Erê ew dê çawa bijît? Ew dewleta ko Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraq li dijî wê be dê çawa bijît? Heger ev dewletên he êrişî dewleta kurdî ya ko ava bibe nekin jî dikarin wê bifetisînin.

Realîte: Dijminên miletê kurd çawa li dijî avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe ne wisa jî ew li dijî avakirina dewleteka kurdî ya federal in û li dij bûn.

Ravek: Çawa dewleteka kurdî ya federal dikare bêt ava kirin û bijît wisa jî dewleteka serbixwe dikare bêt ava kirin û bijît. Dewletên cîran yên Kurdistanê ji sala 1992-yê ve dixwazin başûrê Kurdistanê bifetisînin û bi hemî awayan ambargoyên siyasî û aborî jî danîn ser lê belê cardî jî başûrê Kurdistanê îro dijît û bûye nimûneyeka pêşketî ya demokrasî û aboriya xweş li başûrê Kurdistanê û Iraqê. Yanî Sûriye, Tirkiye û Îran nikarin başûrê Kurdistanê bifetisînin û heger wan karîba wan dê ji zû de kiriba.

ÎDIA IV.

Celal Talebanî: Heger ez serokkomarê Kurdistaneka dorgirtî bûma ne te dikarî tu bêyî serdana min û ne jî min dikarî bêm Stenbolê û digel te masiyan bixwim.

Realîte: Celal Talebanî dema ko sekreterê giştî yê partiya xwe jî bû diçû Stenbolê û Enqereyê û cardî jî tirkan qedrê wî digirt ji ber kurd hêdî miletekê xudanhêz e û dijminên kurdan jî ne bi dilê xwe jî be rêza miletê kurd digirin.

Ravek: Yanî Celal Talebanî masîxwarina li Stenbolê ya digel rojnamevanekê antîkurd ji avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe giringtir dibîne û tehemila wî ya têkoşîna ji bo dewleteka kurdî ya serbixwe nemaye.

ÎDIA V.

Celal Talebanî: Bi temamî rast e ko şirîkkirina kurdan ya di deshilata Bexdayê de bû dawiya xewna kurdan ya serxwebûnê.

Realîte: Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî 17-ê nîsana 2005-ê di hevpeyvîneka digel kanala televizyona erebî El-Erebiyeyê de behsa serxwebûna Kurdistanê kir û got: “Hebûna kurdekî li ser kursiyê serokkomariya Iraqê wê maneyê nade ko kurd dest ji maf û daxwazên xwe berdidin. Hebûna kurdan li Bexdayê li ser esasê lihevkirina Iraqeka federal û demokratîk e û ne li ser esasê destjêberdana maf û daxwazên kurdan e.”

Ravek: Yanî Celal Talebanî behsa xwe dike û ne behsa kurdan û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dike ji ber kurd û serokê wan dewleteka kurdî ya serbixwe dixwazin.

ÎDIA VI.

Celal Talebanî: Hikûmetên berê yên Sûriyeyê hebûna kurdan jî qebûl nedikir. Lê belê niho Beşar Esed hebûna kurdan ya li welatê xwe qebûl dike û behsa dana mafên wan dike. Îro kurd meşan dikin, komele û partiyan ava dikin û karên siyasî dikin.

Realîte: Hikûmet û dewleta Sûriyeyê hebûna kurdan qebûl nekiriye û di qanûna bingehî ya Sûriyeyê de jî hebûna kurdan nehatiye qebûl kirin. Avakirina partiyên kurdî li Kurdistana binxetê qedexe ye û partiya Be‘sê di kongreya xwe ya dawiyê de jî got partî dikarin bên ava kirin lê belê partiyên kurdî nikarin bên ava kirin. Herwiha avakirina komeleyên kurdî û karên siyasî jî li Kurdistana binxetê qedexe ye û kurd çi dikin ji dizî ve û bêyî ko qanûnî be dikin.

Ravek: Navê partiya Celal Talebanî bi xwe Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye û li Sûriyeyê hîç partiyeka ko bêjeya “Kurdistan” di navê wê de be nikare bêt ava kirin û di parlamento û hikûmeta Sûriyeyê de jî hîç parlamenterek yan nûnerekê li ser navê kurdan nîne. Celal Talebanî wekî nûnerê miletê kurd û Kurdistanê çûye Bexdayê û bûye serokkomarê Iraqê û şiklê hebûna wî li Bexdayê vê îdiaya wî red dike.

Celal Talebanî bi van gotinên xwe heqareteka mezin li hemî kurdên Kurdistana Binxetê û serokên partiyên wan dike û herwekî ko rûne hemberî Hemîdê Hecî Derwêş, Nezîr Mistefa û hemî serokên partiyên Kurdistana binxetê û ji wan re bibêje. “Qusûra min efû bikin, herçend dema ko ez bûm serokkomarê Iraqê we ez wekî kurdekê birayê xwe hesiband û we pîrozname ji min re rêkir lê belê ez we birayê xwe nahesibînim û Sûriye jî çi ji we dike ew heqê we ye û hêj misteheqê we jî nedaye we.”

ÎDIA VII.

Celal Talebanî: Li gor min em tesîrê li Tirkiyeyê nakin û ew dê li me bike. Tirkiye welatê herî giring, modern, pêşketî û demokratîk yê herêmê ye. Tikiyeya demokratîk û xudana dîrokeka dewlemend ji bo me kurdan xudana giringiyeka stratejîk e. Bo nimûne li pişt şîiyên Iraqê Îran heye. Siniyan jî welatên ereban hene. Me jî Tirkiye heye û divêt me ew hebe.

Realîte: Li Tirkiyeyê hilbijartin têne kirin lê belê Tirkiye ne demokratîk e û heta niho jî di realîteyê de hêzên eskerî Tirkiyeyê îdare dikin. Li Tirkiyeyê 20 milyon kurdên birayên Celal Talebanî hene û ew nikarin partiyekê li ser navê kurdan ko bêjeya “Kurdistan” tê de hebe ava bikin û di Parlamentoya Tirkiyeyê de jî nûnerek tenê jî yê kurdan nîne û heger kurdek li wê derê hebe jî ew wekî tirk û endamê partiyeka tirkan li wê derê ye.

Li Tirkiyeyê heta niho jî perwerdeya bi zimanê kurdî qedexe ye û zimanê kurdî wekî li Iraqê ne zimanê resmî ye û li Tirkiyeyê herêmeka Kurdiastanê ya federal yan otonom jî nîne û serokkomariya Celal Talebanî ya li Bexdayê van gotinên wî red dike.

Ravek: Tirkiye dixwaze bibe endama Yekîtiya Ewropayê û ji ber nedemokratîkbûna wê ewropî dibêjin heta 20-25 sal dî jî ew nikare demokratîze bibe û bibe endama Yekîtiya Ewropayê. Ti stratejîk qîmetê pozîtîv yê Tirkiyeyê bo kurdan û Kurdistanê nîne û heta niho jî tirk li hemberî başûrê Kurdistanê û hemî Kurdistanê ne.

Yanî Celal Talebanî bi van gotinên xwe ji 20 milyon kurdan re dibêje: “Qusûra min efû bikin, ez we hemiyan kurd û birayê xwe nahesibînim û herin û bibin xulamên tirkan ji ber ew pir modern û pêşketî ne û ji wan demokrattir jî li mintiqeyê kes nîne. Vêca belasebeb xwe bi serokkomariya min jî kêfxweş nekin û pîroznameyan jî ji min re rênekin.”

***

Îdiayên Celal Talebanî yên di wê hevpeyvîna Akşamê de xelas nabin lê belê ez belaya xwe jê vedikim û yên mayî hon analîz bikin.

Kurd miletekê serbilind e û miletê kurd bi serbilindî Celal Talebanî wekî nûnerê xwe rêkir Bexdayê û kir serokkomarê Iraqê. Mirovekê kurd bi tayînkirina kurdan dikare bibe serokkomarê Iraqê lê belê mirovekê kurd ko bibêje ew 58 salan ji doza miletê xwe pirtir ji bo demokratîzekirina Iraqê xebitiye ti caran nikare bibe serokê miletê kurd û Kurdistanê.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
Weşandin: 2005-06-28
Xwendin: 5861
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org