[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Miletê kurd kimyaya tirkan xirab dike – tirk dikarin dev ji jina xwe jî berdin
DIYARBEKIR, 1/9 2006 — Tirkan dev ji îdeolojiyan, Emerîkayê û Yekîtiya Ewropayê berdan û dikarin dev ji kemalîzmê, misilmanî û jinên xwe jî berdin.

Miletê kurd, bindestên tirkan e, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk, siyasî, civakî, îdarî bêpar dijî. Kurdistan, di statûya kolonî de ye. Dewleta tirk li Kurdistanê kolonyalîst e. Komara Tirkiyeyê piştî ko peymana Lozanê îmza kir, beşek berpirsiyarên kurdan xapandin, beşekî wan û serokên wan jî piştî serîhildanan kuştin: Kurd di qetlîaman re derbas kirin. Kurdistan wêran kirin. Komara Tirkiyeyê xwe dîsa jî di ewlekariyê de nedît. Ev car ji bona xwe çareseriyeke din dît. Ev çareseriya jî ew bû: Li dijî qanunên xwezayî yên civakî û mirovî, ji dervayî rastiya jiyana objektîf be jî, nebûna miletê kurd pejirandin.

Ev nêrîna di nav demê de kirin teoriyeke nayê guhartin. Pişt re her ko dîtin ko ev teoriya li hemberî jiyana objektîf, bi hebûna miletê kurd û bi tevgera miletê kurd li dervayî Tirkiyeyê, îflas dike û nerast derdikeve, bi zor û terora dewletê ev teorî meşandin. Bi asîmîlasyonê, xwastin kîmyaya miletê kurd û Kurdistanê biguherînin. Lêbelê ji bona ko miletê kurd, aliyê mazlum û mafdar e, xwediyê fezîletê ye ko kîmyaya xwe nû û derman jî bike. Miletê kurd, encama vê fezîletê, bû civateke zindî, rabû ser piya û ji bona mafê xwe rêûrêbaz nîşan da û tirs xiste dilê tirkan.

Di van salên dawî de, bi taybetî jî piştî şerê sar, vê pêvajoyê mecraya/riya xwe guhart, miletê kurd, hem xwe derman kir, hem jî kîmyaya tirkan xirab kir. Helbet miletê kurd, ji bona ko kîmyaya tirkan xirab bike, rêûrêbaz, metod û fikrên nemirovane jî bi kar neanî û hewildaneke taybetî jî nîşan neda. Miletê kurd dema ko bi riya meşrû mafên xwe daxwaz dike, li Rojhilata-Navîn û bi taybetî jî li Iraqê ji avabûna dinyaya nû û demokrasî/demokratîzebûna herêmê re xizmet dike, Iraqeke federal û Kurdistaneke Federe ava dike; xêrxwazên miletê kurd zêde dibin, li ciyê sekinî kîmyaya tirkan xerab dibe.

Tezahûra guhartina kîmyaya tirkan ew e, ko tirk ji Emerîkayê, ji Yekîtiya Ewrupayê, ji Îsraîlê re dijminîtîyê dikin, amade ne ko dev ji wan û îdeolojiyên xwe bi rehetî berdin. Tirk dikarin ji musilmanî, ji kemalîzmê û ji jinên xwe jî dev berdin. Ev jî diyar dike ko paşeroja tirkan qet ne baş e. Heger bi vî exleqî û menalîteyê hereket bikin, hem unsurên miletbûna tirkan bi destên wan bi xwe ji holê radibe û hem jî ji hawirdorên xwe re zerarên mezin bidin.. Ji bona vê li dijî guhartina statûya Rojhilata-Navîn derdikevin û rola kevneperestiyê digrin ser milên xwe..

“Gelo baş e, guhartina kîmyaya tirkan girêdayî kîjan pirsan e û çawa rûdide? Ev pêvajoya ber bi kû ve biçe?.” Dema ko em van pirsan vekirî û ilmên diyar bikin, wê demê emê çi rêûrêbazê bimeşînin, em dikarin bi hêsanî derxin holê.

Tirk, ne bes di vê merhelê de qible û ola xwe gorî dijminitiya miletê kurd tespît dike. Ev siyaseta tirkan li hemberî kurdan, siyaseteke dîrokî û domdar e.

Tirkan, di destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê de, xwe beşek ji rojava dizanîn, di şerê yekemîn yê cîhanî de hevalbendên Elmanyayê jî bûn. Tirkan, hem ji bona berjewendiya xwe ya millî û hem jî ji bona ko Yekîtiya Sowyetê wek cîrana Tirkiyeyê û dewleteke ko ji “mafê çarenivîsiya miletan re xwedî derdikeve” ji miletê kurd re nekeve nav pêwendiyan û ji tevgera kurd re nebe alîkar, bi Yekîtiya Sowyetê re, komunîzma wan û kafirbûna wan da aliyekî, ket nav pêwendiyê, alikarî girt. Piştî ko Komara Tirkiyeyê ava bû, ev car ji bona ko Yekîtiya Sowyetê ji tevgera miletê kurd re potansiyel piştgir didît, gelek bi xurtî bû dijminê Yekîtîya Sowyetê. Li cem vê yekê ji bona ko kurdên li tuxuba Tirkiyeyê nebin xeter, ji bona surginkirina wan aqil dida Stalîn. Lewra li Sowyetê hemû milet, civatên neteweyî, kêmnetewe û grubên etnikî, di çarçewa komaran, otonomiyan û herêmên ozerk de gihîştibûn mafên xwe yê çarenivîsiyê.

Dîsa piştî şerê cîhanî yê yekemîn miletê kurd, bi riya peymana Sewrê derfeta dewletbûnê xist destê xwe. Wê demê tirkan, ji wan dewletên ko ji peymana Sewrê re piştgirî dikirin re, dijminitîke xurt meşandin. Di serîhildanên millî yên kurd de, derfetê mezin, ax jî tê de, da wan dewletên cîran.

Di salên 60yî de li başûrê Kurdistanê şoreşa îlonê dest pê kiri bû. Li hemberî Iraqê, Îranê û bi riya Îranê Emerîkayê ji kurdan re alîkarî dikir. Tirkiye, her çiqas endama Natoyê, bi Emerîka û Îranê re di nav îttîfaqê de bû, Iraq bi Sowyetê re xwediyê îttîfaqê bû jî, ji bona dijminitiya kurdan bi Iraqê re dostaniya nêzik pêk anî, ji bona ko Iraq bi rehetî tevgera kurd bişikîne/têk bibe rêûrêbaz ji Iraqê re nîşan da. Di sala 1975-an de ji bona ko di navbeyna çar dewletên kolonyalîst de peyman pêk bê û Iraq serkeftî be, ji peymana Cezayîrê re bi xurtî piştgirî kir.

Di van salên dawî de û piştî şerê sar ko Emerîkayê biryar da ko projeya mezin ya Rojhilata Navîn bixe jiyanê, piştî şerê Kuweytê, mudexeleya Emerikayê û hevalbendên wê ya Iraqê, helwesta tirkan hat merheleke cînnetê/dînîtiyê.

Di şerê Kuweytê de ji bona ko dewletbûn û azadiya miletê kurd wek tehlukekê hate holê, li Tirkiyeyê her kes bû hevalbendê Iraqê û Seddamî; her kes bû dijminê Emerîkayê û rojavayê. Di dema mudexeleya Iraqê de, ji bona ko dewleteke Kurdistanê ava nebe, beşek tirkan ji bona vê rey dan tezkereya 1-ê adarê, ko di Iraqê de kurd nebin dewlet û desthilatdar, li Iraqê xwediyê sozê bin; beşek tirkan jî ji bona miletê kurd encama mudaxeleyê dê bibin dewleteke serbixwe, an ji li tevayî Iraqê dê bibin desthilatdar, rey nedan tezkerêye 1-ê adarê.

Ji bona kurdan, ew tirkên 60-70 sal e ko dostên Emerîkayê ne, bi tevayî bûn dijminên Emerîkayê. Baş tê zanîn ko heta van salên dawiyê ko berjewendiya Emerîkayê û kurdan li hev kir, ji derveyî sosyalîstan her kes, her hêz, her partî, her sinif, her dezgehê tirk, dostên Emerikayê bûn.

Dîsa ji bona ko Yekîtiya Ewrupayê dê yekîtiya Tirkiyeyê biparêze beşeke tirkan ji Yekîtiya Ewrupayê re piştgirîyê dikin: Heger ev beşa bizane ko Yekîtiya Ewrupayê ji mafê çarenivîsiya kurdan re dê bibe piştgir, ko Yekîtiya Ewrupayê gorî pîvan û rastiya welatên xwe yên federal û pirrmillet, mecbur e ko bibe piştgir, wê demê ji Yekîtiya Ewrupayê re dê ew jî dijminitî bikin. Beşek tirk jî, ji bona ko Yekîtiya Ewrupayê ji bo yekîtiya Tirkiyeyê, ji dewleta unîter û netewe û otorîter re xeter dibînin, ji Yekîtiya Ewrupayê re dijminitî dikin.

Bi kurtî li Tirkiyeyê, ji bo kurdan, ew dostên Yekîtiya Ewrupayê, Emerîkayê û Îsrailê, dev ji dostanî ber didin, dibin dijmin. Ew kesên sosyalîst, lîberal, sosyaldemokrat, sosyal liberal demokrat û hwd ji bona dijminitiya kurdan dev ji îdeolojiya xwe ber didin. Taha Akyol yek ji wan lîberalan e. Taha Akyol, di 20/7 2006-an de nivîsarek nivîsand. Ev nivîsara, ne nivîsara lîberalekî û dostekî Yekîtiya Ewrupayê bû, nivîsara nîjadperestekî û turkperestiyekî dijminê miletê kurd bû.

Heger Mustafa Kemal rabe, gorî rastî û objektîfîtiya Tirkiyeyê wek di dema xwe ya pragmatîst de helwestekê nîşan bide, hemû tirk dev ji wî û ji kemalîzmê jî ber didin. Lewra Mustafa Kemal goti bû ko: “Miletê kurd jî wek miletê tirk miletekî bingehî ye. Kurdistan jî heye.” Heger pêxember rabe bibêje ko “Miletê kurd jî qasî miletê tirk, ereb, faris û miletên din xwediyê maf e. Gerek tirk, ereb û faris dev ji welatên wan berde”, wê demê tirk dev ji musilmantiyê jî ber didin. Tê zanîn ko dema zarok û ciwan bên kuştin, zêdetir dayik dilêş dibin. Heger dayik û jinên tirkan rabin û bibêjin ko “êdî em naxwazin zarokên me bên kuştin. Ji bona vê êdî dev ji Kurdistanê berdin”, wê demê tirk dev ji jinên xwe jî dikarin berdin.

Ji bona vê ez ji aliyekî de dibêjim ko “Xwedê kurdan ji tirkan biparêze”, ji aliyê din de jî dibêjim ko “Xwedê ji tirkan razî be”. Lewra em kurd zêde ne bi aqil bin jî, ne hewce ye ko em zêde tiştan bikin. Ev dînîtiya tirkan dê ji me re bibe alîkar û dostên me li dinyayê zêde bike.

-----------------------------------
Nivîskar: ÎBRAHÎM GÛÇLÛ
Weşandin: 2006-09-01
Xwendin: 9400
 

KOLUMNÊN BERÊ   

discount drug coupon

coupons for cialis
Îflasa liberalîzma kemalîst a Taha Akyolî
(2006-12-03)
Divêt em giliya Tirkiyeyê li cem Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bikin (2006-11-15)
Gelo tirk û dewleta tirkan kurdên çawa dixwazin? (2006-10-27)
Şerrawestandina PKKê bi destê kê pêk hat û tê çi wateyê (2006-10-13)
Alaya Kurdistanê – serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Putîn (2006-09-22)
Tirkiye dixwaze pêşiya guhartinên statûya herêmî bigire (2006-08-15)
Bila doza Kemal Seyîd Qadir lekeyekê neyxe ser demokrasiya Kurdistanê (2006-01-15)
Belediyeyên Dehapê rê didin esker û bîrokratên tirkan ko îdareya bajarên kurdan bikin (2005-11-14)
Kurd dixwazin li bakur alaya Kurdistanê hildin, tirk li başûr li dijî alaya Kurdistanê derdikevin (2005-11-02)
Bakurê Kurdistanê – Kosova – Bakurê Qibrisê – Tirkên Bulxaristanê û Iraqê (2005-10-16)
Ji bo dewleteke federal li bakur pêwistî bi bêîtaetkariya sivîl heye (2005-09-30)
Kurd bi beşdariya Celal Talebanî ya Neteweyên Yekbûyî kêfxweş û serbilind bûn (2005-09-17)
Civîna çarê îlonê û konsepta du milet, du welat û yek dewleta neunîter: Tirkiyeya federal û Kurdistana federal (2005-09-09)
Çanda tirkan rê li ber fikirîna azad ya rewşenbîrên kurd digire (2005-08-27)
Serokwezîrê tirkan dît ko pirsa kurdî heye û Diyarbekir jî Kurdistan e (2005-08-20)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org