[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Alaya Kurdistanê – serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Putîn
DIYARBEKIR, 22/9 2006 — Di van rojên dawî de li Başurê Kurdistanê li ser alaya Iraqê û alaya Kurdistanê gengeşiyeke dîrokî û girîng destpê kir. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyek ji hemû dezgehên fermî yên Kurdistanê re şand ko ji derveyî alaya Kurdistanê alaya Iraqê li Kurdistanê nayê daliqandin û rakirin.

Alaya Iraqê ya heyî, alaya ko ji aliyê rejima Baasê û dîktatorê qetîl Sedam Huseyîn de hatibû guhartin û hatibû îdeolojî kirin. Alaya Iraqê ya dema Sedam, hebûna miletê kurd înkar dike; temsîla, komkujiyan, neheqiyê, nehuquqîbûnê, bêedaletiyê, hemû xirabiyan dike.

Li Iraqê piştî reforma 1958an, di qanûna esasî de miletê kurd û ereb du miletên bingehî û desthilatdar hatibûn pejirandin. Zimanê kurdî û erebî bibûn zimanê fermî. Vê yekê jî di alaya Iraqê de guhartin çêkiribû û taybetmendiyên nû yên dewleta Iraqê neqşî alayê bibû. Sedam ev alaya guhart.

Piştî rejima Baas hat ruxandin, li Iraqê pêvajoya federalîzmê û demokrasiyê destpê kir, amadekariya qanûna esasî ket rojevê. Di vê merhelê de berpirsiyarên kurdan daxwaz kirin ko alaya nû ya hevbeş ya dewleta federal çê bibe. Ji bona vê jî, xebatekê destpê kir. Hezar mixabin ev xebata neçû serî. Ji bona çareserkirina alayê gellek derfet jî hatibû dayin. Lê wusa diyar bû ko ji bo guhartina alayê, Ereb nedilsoz in. Serokê Kurdistanê wê demê xwe mecbûr û berpirsiyar dît ko ev daxuyaniya alayê biweşîne.

Li herêma Hewlêrê bes alaya Kurdistanê, li herêma Suleymaniyeyê alaya Kurdistanê û alaya Iraqê bi hev re dihat daliqandin. Ev yeka ji bo siyaseta şowenî ya ereb re dibû bingeh û ji ereban re derfet çêdikir ko ew beşdarî guhartina alayê nebin. Ev jî, ji bo herêma hevbeş zaafek bû. Serokê Kurdistanê, ji bona ko di her sehayê de hevbeşbûna herêma federe ya Kurdistanê jî pêşve diçe, çareserkirina pirsa alayê, yanî li tevayî Kurdistanê di pirsa alayê de helwesteke mişterek qewimandin jî, pêwîst dît.

Piştî daxuyaniya serokê herêma federe ya Kurdistanê, serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek pêşkêşî reya giştî kir, got ko “pêwîst e ko alaya Iraqê li her metrekareya Iraqê bê daliqandin. Gerek alaya Kurdistanê ji holê rabe û alaya Kurdistanê ne meşru ye.” Serokwezîr bi vê helwesta xwe şibiya Sedam, wî xwe xistibû ciyê dîktatorekî. Bîra kiribû ko Iraq dewleteke federal e.

Serokê Kurdistanê di civîna meclîsê de li ser gelek pirsên girîng yên Kurdistanê û Iraqê rawestiya, bersîva xwe li hemberî reyên serokwezîrê Iraqê jî di derbarê alayê de gellek aşkere diyar kir. Got ko “Kurd xwediyê desthilatê ne ko dewleteke sebixwe îlan bikin. Serxwebûn mafê miletê kurd e. Lê em di şertên îro de dixwazin di dewleta federal de bijîn.” Dîsa vekirî di vê axiftinê de bîrûreyên xwe li ser alaya Iraqê û Kurdistanê jî anî ser zimên.

Pirs di demeke kurt de bû pirseke navneteweyî. Helwest û reaksîyona dewleta tirk, reaksiyoneke edetî û ji aliyê me kurdan de gellek baş tê zanîn. Lewra dewleta tirk, li dijî her tiştekî kurd e. Daxuyaniya balkêş, daxuyaniya împaratorê Rûsyayê yê Putîn bû. Putîn, girêdayî pirsgirêka Kosovayê ji çapemeniyê re diyar kir ko “Emerîka û hevalbendên wê îdia dikin ko dê demokrasî li dinyayê û Rojhilata Navîn ava bikin. Feqet li Iraqê kurd alaya xwe bilind dikin û serxwebûnê dixwazin. Ev yeka jî miletên li Rusyayê ahbazya û miletên din re mînakeke baş nîne”.

Gelo wateya alayê çi ye?

Ala, sembola miletan û dewletên wan e. Nîşana serwerî û desthilatdariya miletan û dewletan e. Ji bona vê yekê her miletek xwediyê alayekê ye. Her milet jî qiymet didin alayê xwe. Ev yeka ji bo wan jî mafek e û bi giştî êrinî tê pesinandin. Her miletek bi piranî ji alaya xwe jî hez dike, jê re hurmet û rêz digre.

Hezar mixabin, dema ko alaya Kurdistanê tê rojevê, miletê kurd dixwaze alaya xwe re xwedî derkeve, qiymetê bide alaya xwe û bilind bike, ji aliyê dewleta Iraqê, Îranê, Tirkiyeyê û Suriyeyê de ev helwesta kurdan li hemberî serwerî û desthilatdariya xwe dibînın. Di vê yekê de heqiyek heye. Lê belê desthilatdariya li van dewletan (nuha Iraq ji derve), desthilatdariyeke meşrû nîne, desthilatdariyeke otorîter, yek miletî ya ereb e. Miletê kurd xwediyê desthilatdarî nîne. Yanî bi kurtî serkaniya helwesta van dewletan, sîstema kolonyalîst e.

Di Can-TVê de ji bona ko min diyar kir ko alaya tirk, alaya kurdan nîne, di derbarê min de doz hatiye vekirin, ev doza hîn dom dike.

Iraqê, piştî dewleta federal, demokratîk û parlamenî ava bû, pêwîst bû ko ev gengeşî û aqlê kolonyalîst ji holê rabûya. Lewra li Iraqê encama dewleta federal, miletê kurd li Kurdistanê desthilatdar, li Iraqê jî desthilatdarî parve kiriye. Serokwezîrê Iraqê jî baş dizane ko kurd desthilatdar in, Iraq jî dewleteke federal e. Lêbelê ji bona ko serokwezîr ji refleksa xwe ya miletê deshilatdarî ya ereb, ji şowenîzm û nîjadperestiyê xwe rizgar nekiriye, ev helwesta bêaqil nîşan da. Heger ereb ji refleksa desthilatdarî, şowenî û nijadperestî xelas nebin, miletê kurd mecbûr e ko xwe ji wan rizgar bike, dewleta xwe ava bike. Ev helwesta ji aliyê huquqa navneteweyî, beyannameya Miletên Yekgirtî de jî meşru û rewa tê dîtin.

Serokwezîr û hemû miletê ereb jî baş dizane ko ji bona ko rejima Baasê bê rûxandin miletê kurd 50 salî têkoşîneke gellek bê hempa da. Dema ko Emerikayê û hevalbendên wê, bi şerê 2emîn yê Kendavê Sedam rûxandin, dîsa miletê kurd rolekî mezin lîst. Deh sal beriya rûxandina diktatoriya Sedam kurdan ji bona ko li herêma xwe dest bi avakirina demokrasiyeke pirrrengîn û pirrdeng kiribûn, ev ceribandina miletê kurd ji demokratîzebûna Iraqê re jî bû bingeh û bû alîkar.

Gelo berpirsiyarên miletê ereb van rastiyan çawa nizanin?

Bîrûreyên serokê dewleta Kurdistanê li nasnameya wî dihat. Serokê Kurdistanê wek her demê gorî nasnameya xwe ya bilind, neteweyî helwest nîşan da. Wek min di destpêkê de jî di malperekê diyar kiri bû, “axiftina serokê Kurdistanê, axiftineke dîrokî, bi mesuliyet û tijî bû. Bîrûreyên wî, huquqa navneteweyî, peymanên navnateweyî û pîvanên demokrasiyê li hevûdu dikir. Serokê miletekî bes dikare wulo qise bike. Ew axiftina dê paşerojan da ji aliyê rewşenbîr û siyasetvanan de bi kûrî bê şirove kirin.”

Piştî axiftina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi lezûbez gengeşî û lêkolîna li ser bîrûreyên wî dest pê kir. Hîn jî dom dike. Dîsa wek min di destpêkê de jî diyar kiribû, pêwîst e ko rewşenbîr û siyasetvanên Kurdistanê; dezgeh û partiyên siyasî yên Kurdistanê ji serokê Kurdistanê re bibin palpişt û piştgir.

Gelo Putîn çima beşdarî mûnaqeşeye bû?

Serokdewletê Rusyayê Putîn, hîn ji çanda metingehkar ya dema Stalîn azad nebûye. Heger ew di ciyê Gorbaçov de bûya, tu dem îzin nedida ko ew miletên ko piştî glasnost û perestroîkayê dewlet ava kirin, azad û rizgar bibin. Wî dê hewil bida ko ew milet di bin nîr û desthilatdariya Rusyayê û rusan de bimînin.

Di vê merhelê de jî, ev pirsgirêkên millî yên li Rusyayê ji bona ko çareser nebe hewil dide, şerekî didomîne. Helbet dewletbûna miletê kurd, ji bo miletê di bin desthilatdarî û nîra wî de jî, wek wî jî diaxiftina xwe de diyarkiribû dibe model û mînakeke nebaş.

Putîn, di eynî demê de li dijî konsepta nû a nevneteweyî ye. Ew jî, wek dewleta tirk, li Rojhilata Navîn ji bona ko statû naye guhartin xebat dike. Ew bi hest û refleksa kevn ya împaratoriya Rusyayê dixwaze hebûna xwe nîşan bide.

Ji bandora Emerîka û hevalbendên wê eciz e. Demokratîzebûna dinyayê jî ne gorî senaryo ya wî ye.

Helbet Rusyayê, ji rejima Baasê ya dîktator re alikariyeke mezin kiribû. Putîn dixwaze encama keda Rusyayê ya ji bona dîktatoriya Iraqê hatiye dayin, paşve werbigre. Ev jî, di sîstema federal û demokratîk ya Iraqê û Kurdistana federe de pêk naye. Ji bona vê, ji şowenîst û nîjadperestên ereb re dibe palpişt. Lêbelê ev riya riyeke rast nîne, tu berjewendiya miletê rus jî di vê helwestê de tune ye.

-----------------------------------
Nivîskar: ÎBRAHÎM GÛÇLÛ
Weşandin: 2006-09-22
Xwendin: 9273
 

KOLUMNÊN BERÊ   

discount drug coupon

coupons for cialis
Îflasa liberalîzma kemalîst a Taha Akyolî
(2006-12-03)
Divêt em giliya Tirkiyeyê li cem Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bikin (2006-11-15)
Gelo tirk û dewleta tirkan kurdên çawa dixwazin? (2006-10-27)
Şerrawestandina PKKê bi destê kê pêk hat û tê çi wateyê (2006-10-13)
Miletê kurd kimyaya tirkan xirab dike – tirk dikarin dev ji jina xwe jî berdin (2006-09-01)
Tirkiye dixwaze pêşiya guhartinên statûya herêmî bigire (2006-08-15)
Bila doza Kemal Seyîd Qadir lekeyekê neyxe ser demokrasiya Kurdistanê (2006-01-15)
Belediyeyên Dehapê rê didin esker û bîrokratên tirkan ko îdareya bajarên kurdan bikin (2005-11-14)
Kurd dixwazin li bakur alaya Kurdistanê hildin, tirk li başûr li dijî alaya Kurdistanê derdikevin (2005-11-02)
Bakurê Kurdistanê – Kosova – Bakurê Qibrisê – Tirkên Bulxaristanê û Iraqê (2005-10-16)
Ji bo dewleteke federal li bakur pêwistî bi bêîtaetkariya sivîl heye (2005-09-30)
Kurd bi beşdariya Celal Talebanî ya Neteweyên Yekbûyî kêfxweş û serbilind bûn (2005-09-17)
Civîna çarê îlonê û konsepta du milet, du welat û yek dewleta neunîter: Tirkiyeya federal û Kurdistana federal (2005-09-09)
Çanda tirkan rê li ber fikirîna azad ya rewşenbîrên kurd digire (2005-08-27)
Serokwezîrê tirkan dît ko pirsa kurdî heye û Diyarbekir jî Kurdistan e (2005-08-20)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org