[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Nakokî di navbera rapor û biryarê de
KURDISTAN, 29/12 2006 — Rapora Grupa Lêkolîna Îraqê ya ko ji kesayetiyên siyasî û diplomasî ji herdû partiyên sereke û serbixweyan tê hev û naskirî ye bi rapora Baker-Hamilton bi baldaneke mezin ji aliyê elîtên siyasî di Rojhilata navîn bi taybetî û rojava bi giştî de hate pêşwazîkirin, ji ber pêşkêşkirina wê di rewşên awarte de weke têkçûna partiya komarî a serdest di hilbijartinên nîvdemî de angu vebûna dergehên Koşka Sipî li pêşiya demoqratan piştî du salan, her weha, di bin saya mezintirîn guftûgoyên di gorepana amerîkî de derbarê bijarteyên pêwîst derheqê pirsgirêka iraqî û aloziyên wê yên ewlekarî û siyasî û pêşveçûnên xwînî yên ko her diçe zêde dibin bi mebesta pêşî li vîna lihevkirina niştimanî û bihêzkirina proseya aşîtiyê a demokratîk girtin, dîsa di rewşekê de ko bêtirî gorepanekê di Rojihilata navîn de berev tevlîheviyê ji ber pilanên hevpeymana dijayetîker bi serokatiya rêjîmên şam û tehranê yên despotîk û hevbendên wan ji girûpên islama siyasî ko teror û tundûtûjiyê bikartînin nemaze li lubnan û filistînî,diçin.

Ji dema berbijarebûna devera Rojhilata navîn ko bibe gorepana guherînên çavrêkirî ji dor du dehsalan ve, û destpêka qonaxa veguhastinî a ko ber bi dawiya xwe ve diçe derbas bike, gotûbêj xurt bû û raporên senterên lêkolînî û pispor û biryarderên rojavayê pir dibin, li dor rastî û paşeroja navçeyê û çareserkirina pirsgirêkên heyî li gor berjewendiyên xwe û di nav de raporên rexistinên neteweyên yekbûyî û komîteyên lêpirsînê yên navneteweyî derbarê dadgehkirina tawanbarên cengê û cinayetên li dijî mirovahiyê û xasime raporên herdû dadweran Dîtlîf Mîlîs û Biraymertes derbarê destkuştina serok Refîq Herîrî û ronakbîr û siyasetmedarên lubnanî, li gel raporên ewiropî û amerîkî yên ko dawa li Tirkiyê dikin ko dev ji siyaseta xwe a li dijî kurd û Qibirsê berde û kirîterên Kopengahê derheqî demokrasî û mafên mirovan pêk bîne.

Her weha dawa li Sûriyê û Îran dikin ko ew çaksaziyê bicihbînin û hew maytêkirinê di karûbarên Lubnan û Îraq û Filistînê de bikin û mafên giştî li hundirû dabîn bikin û programa atomî a îranî rawestînin, û raporên neteweyên yekbûyî derbarê proseyên qirkirina nijadperestî li Kurdistana Îraqê û darfor û kosova û bosne û rawenda. Diyar e ku, ev rapor bi tevahî li benda biryarên komelgeha navneteweyî ne ji bo berdewamkirina sûdewergirtina ji naverokên wan yên erênî û bicihanîna xalên biber û hêja û dûrgirtina aspektên ko heye eziyetê bighînin her dozekê, û ew cihêwaz in sebaretî girêdan û pêgirbûn û haviliya wan. Di vê çarçoveyê de, rapora Baker-Hamilton wekû projeyeke teorî-siyasî dikeve ber gengeşî û pijirandin anjî nepijirandin û inkarkirinê de ji aliyê hemû layên pêwendîdar bi pirsgirêka îraqî û kêşeyên navçeyê yên dinê re, ev rapora ko ji aliyê hindek kesayetiyên ko ti pêgeha wan a fermî hikûmî anjî rawêjkarî di warê heyetên navneteweyî girêdayî neteweyên yekbûyî ve tune ye, hatiye amade û formkirin.

Rapora Baker-Hamilton destpêkirina êrîşeke diplomasiya berfireh bi mebesta bicihanîna van armancan, pêşniyar dike: Yekîtiya Îraqê û rawestandina maytêkirina dewletên dirawsê di karûbarên iraqê yên hundirîn de û pêşkêşkirina alîkariya aborî û lidarxistina konferansên diyalogê li bexdayê bi beşdariya dewletên cînar û yên in, û damezirandina Girûpa navneteweyî bo piştgiriya iraqê bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî, û destpêkirina diyalogê bi Îran û Sûriyê re ji bo pêkanîna armancên gotî (diyalog di navbera dijminan de li gor raporê rewa ye) û neçar hiştina herdû dewletan bi meşandina siyaseteke avaker derbarê iraq û navçeyê (lubnan û filistîn…) û qanihkirina Sûriyê bi çavdêrîkirina sînor, û jinûve meşeqkirina hêzên îraqî û teqezkirina nebûna destkariyên amerîkî di petrola Îraqê de û pêşkêşkirina arîkariyê di karûbarên xizmetguzariyê û jinûve mêzandina di destûr de bi mebesta pêkanîna lihevkirina niştimanî û vegerandina Beesî û neteweperest û berbijarên sunne û şî`î û kurd (girûpên serdema jinavçûyî, di nav de kurd) û çêkirina hilbijartinên parêzgehan û derxistina ‘efûyeke giştî tevî parastina mafên kêmneteweyan weke tirkmen û aşûr û kildan û êzîdî û Sayibe û ermeniyan (li tevlîhevkirina netewe û olan temaşe bike!)û beşdarîkirina hemî layan ji bilî rêxistina Qaede.

Rapor, her weha, hindek pirsgirêkên navçeyê yên din dixe bin ronahiyê de û banga lihevkirineke berfireh di navbera ereb û israiliyan de dike di riya komîteya çargoşe û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) weke navçî. Sebaretî rewşa lubnanê, rapor banga bicihanîna biryara konseya ewlekariyê no. 1071ê û berdewamkirina lêpirsînê û bestina dadgeha navneteweyî derbarê tawana destkuştina serok Herîrî û girûpeke ji 14 qurbaniyan ji baştirîn siyasetmedar û rojnamevanan dike. Her weha, rapor banga vegerandina Colan berev sûriyê di riya gotûbêjan de dike û bi daxwaziya çareserkirina tavilê pirsgirêkên probelmatîk di navçê û bicihanîna aşîtiya berfireh, bi dawî dibe.

Naveroka raporê weke ko diyar e ne nêrîneke fermî û neçare nisbetî îdareya amerîkî û layên din jî, di nav de iraq. Nêrînên wisa car bi car li ewiropa û amerîka têne holê ji aliyê senterên lêkolînê û dezgehên zanistî û akadîmîk û pisporan û ne pêwîst e ko rast bin anjî sûdemend bin ji ber ko piraniya wan ji berjewendiyên dewletên xwe dest pê dikin û xwe bi kitekitên karesatên filan welatî anjî bêvan milletî pêwendîdar nabînin. Tiştê nû di vê raporê de ko ew nêzîkbûnekê di navbera Komarperest û Demokratan ji şepola cudaker de destnîşan dike û hewildaneke ko xizmeta ewlekariya neteweyiya amerîkî li gor xwediyên wê dike tevî berjewendiyên katî yên girêdayî deselat û hukimdariyê,her weha ji bo derketina ji qeyrana îraqî û razîkirina raya giştî û bingeha hilbijartinî û aramkirina xelkê navçeyê di riya xwe nîşandana bi balans derheqê kêşeya filistînî û gurkirina rêjîma sûrî berev dûrketina ji hevbendiya îranî .Hertiştê ko di raporê de hatiye ne nû anjî biyan e sebaretî jîngehên cudaker ên amerîkî û parêzgerên kilasîk yên ko hîn bûne danûsitendinê li gel rêjîmên faşîst û despotîk di cîhanê de bikin li ser hisabê demokrasî û pêşveçûn û seqmagîriyê.

Ji aliyê xwe ve, ez pêwîst nabînim ko guhdaneke wiha mezin ji raporê re were dan lê ji ber ko mijar anuha li holê ye ziyan tê de nîn e ko em hindek xalan ronî bikin ji ber ko guftûgo rastiyan derdixe holê tevî ramanên ko heye rê li ber harîna cudakeran li amerîka û ewiropayê bigire.

Li ser asta iraqê:şêwirmendî bi piraniya layên sereke nexasime kurdan re ne hatiye kirin tevî ko nezaniya di pirsgirêka iraqî xwe dide pêş li gel nezaniya bi rastî û bûyer û rûdanan weke destûr û hilbijartin û qurbanî û deskeftî û karpêkan tevî bipaşguhxistina armanca mezin angu guherîna demokratîk û nêzîkahiya mezhebî û nezaniya biryaran derbarê serdema gor bi gor û dad û dadgeh û tawanan û tevlîhevkirina ol û neteweyan û bipaşguhxistina ezmûna demokratîk a herêma kurdistana federe û destûra wê a tolerans û nêrîna wê ji mafên kêmneteweyên kurdistanî û seqamgîrî û beşdariya kurdî a niştimanî û erênî di proseya siyasî û lihevhatina niştimanî de.

Li ser asta herêmê:di raporê de ,tiştekî nû sebaret bi lubnan û filistînê nîn e ji bilî hewildana rê li ber çareseriyê girtin û kaos peyde kirin ji ber ko nermliviya li gel rêjîmên şam û tehranê tê wateya berdana destê wan di warê maytêkirina di karûbarên herdû welatên behskirî de û gurkirina cenga sivîl a li ber vêketinê.

Neçare ko em li vir rabirdû bibîr bînin û vê pirsê bikin:gelo Baker bi nêrîn û raûboçûnên xwe yên dubarekirî di raporê de dikaribû pirsgirêka biyabana rojava û nakokiya di navbera Fas û Polîsariyo de ji berî çend salan ve,çareser bike?

Diyar e ko mentalîteya danerên raporê ji sembolên danûsitendina bi rêjîmên faşîst û diktator di cîhanê de li dirêjahiya dehan salan li dijî bijarteyên erênî yên nû di ramana amerîkî de piştî bûyerên îlona 2001-an û di nav de beşdarîkirinaa di pêkanîna guherîna demokratîk de li welatên ko rêjîmên totalîter û despotîk wan birêve dibin û piştgirîkirina çaksazan û mafên jinan û milletan, û lihemeber derketina terora tundrew, radiwestin.
Her weha, ew mentalîteya navhatî hewil dide ko erka demokratîzekirinê ji acendeya amerîkî derbarê cîhanê la bide û berev paş vegere, ko ev bi xwe yek ji aspektên nakokiyê ye di navbera nûxwaz û kevineperestan de li amerîka û cîhanê û nîşaneke ji geşepêdana şepoleke ramaniya çandî û siyasî amerîkî û rojavayî bi giştî bi armanca danûsitendkirin bi pirsgirêkên cîhanî re û nehiştina cudahiya neyênî û beşdarîkirina di proseya guherîna demokratîk de û piştgirtina mafan li gor perensîpa lihevhatina di navbera berjewendiyên amerîkî û yên gelên cîhanê di çarçoveya aşîtî û avakirin û bazirganiya azad û şerê li dijî terorê de.

Tê dîtin ko hindek kesên ko dest diavêjin nêrînên siyasî bi motîvên kesînî û sozkarî û li gor nêrînên amade dûr ji nêrîna babetane, hem û xema wan tenê ew çawa têkçûna amerîkî destnîşan bikin, ev karê ko gelek layan dihewîne û akama kesên gotî bicih nayêne ji ber ko ew dibe nîşana demokrasiya amerîkî di venasîna îdare û rêjîmê bi çewtiyê eger ko çê bibin, û ev tenê têr dike ko jinûvemezandin û serrastkirin û lixweveger û rê vekirina li pêşiya alavên raya giştî ko nêrîna xwe diyar bikin û rexnê bikar bînin û nepijirandina xwe bidin xuyakirin pêk were, berevajî tiştê li welatên me di rewşên wisa de pêk tê!Gelo rêjîmeke serkeftî di navçeya me de peyde dibe derbarê tavehiya pirsgirêkan ne tenê li dor hindek aliyên pirsgirêka iraqê? Çima em rewşa xwe jibîr dikin û berê xwe didin gorepanên ko bi hezaran km ji me dûr in?

Ji yên ko pileya Baker piştî raporê gihandin a qelenderan (ji ber ko ew li dijî nêrîna hikûmeta xwe rabû!), em dibêjin ko Baker ji heman dibistana ko ferman da bi rawestandina artêşa amerîkî dema ko ew gihiştibû tixûbên bexdayê û rê li ber rûxandina dîktatoriyetê û avakirina deselateke demokratîk girt piştî proseya azadkirina Kiwêtê û bêdeng ma li hember kuştarên ko rêjîmê piştî raperîna Kurd û şî`îiyan di başûrê iraq û kurdistanê de pêkanîn, jixwe rêvebriya Boş ê kur hat da ko çewtiyên Baker û yên weke wî serrast bike.

Dîsa, em ji kesên ko nerazîbûna xwe derbarê nêrîna Baker ji kêşeya milletê kurd ya adilane nîşan da û ew mîna Pelîdê serdema xwe li qelem dan re dibêjin bila vê pirsê ji xwe bikin:Gelo nêrîneke amerîkiya fermî û belgekirî ji kêşeya milletê kurd û mafên wî di nav de mafê destnîşankirina çarenûsê xwe weke a milletê filistînî, heye? Ez dibêjim ko siyaseta amerîka derbarê kurdan, tenê kurdên iraqê li ber xwe digire û hêjî di astên raya giştî û senterên lêkolînî û ragihandinê û mûbadereyên takekesane ji aliyê hindek endamên Congress ê de ye anjî sozkariya katî ji layê filan berpirsiyarî di hikûmetê de yan bêvan rayedarî, di nav de serkirdayetiya amerîkî li gor pêdiviyên rûdan û bûyeran ko ev bi xwe jî pêşveçûneke giring e di demeke kin de û guman tê de nîn e ko ew berev formkirin û girtina nêrîneke siyasiya fermî û eşkere ve di paşeroja nêzîk de rû dide eger ko şert û merc û fakterên pêwîst peyde bibin nexasime di aliyê kurdî de û bi taybetî di serkirdayetiya wî a siyasî de, ya ko bivê nevê berpirsiyar e di warê qezenckirin û peydekirina nêrîneke amerîkiya fermî û pijirandî derbarê kurdan û mafên wan yên rewa û dê tucarî bi kampaniya xwe ya siyasî û ragihandinî li dijî rapora Baker-Hamilton serkeftinê bidest nexe.

Di nêrîna min de, dê baştir be eger ko serkirdayetiya kurdî bi cemawerên xwe re rasterast be di riya minbera parlementoya kurdistanê bi rastiya pirsgirêkan û kitekit û girêkên wan û radeya kedên hatîkirin derbarê pêwendiyên hundirîn û derveyî nemaze yên amerîkî-ewiropî û bernameya kurdî û daxwazên belgekirî yên ko ji wan re hatine pêşkêşkirin (eger ko hebin) û yên ko ji wan hatine pijirandin anjî nepijirandin û paşê berê xwe dana bi yekserî berev wan hikûmetan bi tavilê dezgeh û deselat û raya wan a giştî û rêxistinên civakên wan yên sivîl bi armanca girtina nêrîna xwestî, û ev tişt dê bêber be eger ko ne di çarçoveyeke neteweyiya berfireh û lihevkirî de pêk were ko raya bereyeke yekgirtî di rojhilata navîn de derbibirre.

Tevahiya kedên kurdî yên siyasî û çandî berbijarên danûsitendinê di paşerojê de girêdayî rapora Baker-Hamilton divê ko armanca xwe şaş nekin û rasterast bangewaziya nêrîneke navneteweyî ilankirî derheqê mafên milletê kurd di rojhilata navîn de bikin tevî misogerkirina destkeftiyên wan û federasiyona wan a li Îraqê nexasime ji aliyê amerîka û ewiropa ve û tekezkirina têkiliya endamî di navbera guherîna demokratîk di welatên ko Kurd li wan hatine parvekirin û doza wan a neteweyî û adilane de.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2006-12-29
Xwendin: 4661
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org