[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê
KURDISTAN, 28/4 2009 — Berî çend rojan Mehmûd Ebbas gihîşte firokxaneya Hewlêrê a nêvdewletî û ji aliyê serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û nûnerên serokatiya Kurdistanê ya siyasî û mîrî û parlemanî ve hate pêşwazî kirin, di gel jenandina herdu sirûdên niştimanî yên Kurdistanê û Filistînê.

Serdana Mehmûd Ebbasî ko rojekê dirêj kir gelek çalakî bi xwe ve dîtin. Digel guftûgoyên fermî di navbera herdu şandên desthelata niştîmanî ya Filistînî li Ramallahê û birêvebiriya Kurdistanê li Hewlêrê, şandeya mêhvan serdana cihên balkêş yên bajêrê Hewlêra paytext û hin dezgehên mîrî kir û hevdîtin bi welatiyan re jî kir piştre rêdzar serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heyet vexwend mala xwe bi amadebûna çend kesayetiyên taybet, û diyalogên dostaniyê bi saetan dom kirin di derheqa peywendiyên di navbera herdu gelên dost kurd û filistînî û paşeroja wan.

Destpêka naskirin yan jî rasttir danûsitendina mirovanî di navbera kurd û filistîniyan de vedigere berî dora heşt çerxan dema ko şervanên kurd xwe dan hev ji Hekarê û Rewandizê û Hewlêrê û Amedê û Cizîrê û Wanê û Mûsilê di bin alaya Selahedînê Eyûbî de ji bo rawestandina êrîşên xaçparêzan li ser navçê, ji Riha û Herran û Melazkurd û Skenderonê heta bi Qudusa Filistînê.

Şervanên kurd û tirk û ereb û memalîkan berxwedanek mezin kirin li Melazkurdê û Ekayê û li kêleka gola Teberiyeyê serkeftina mezin ya Hettînê bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsandin bi serokatiya Selahedîn û li dora wî lîderên şerî ji zarok û birayên wî û mîrên hekarî û şêrwaniyan ko xwe gihandin Qudusê û ew rizgar kirin.

Heta niho li seranserê Filistînê şûnwar û şopên qonaxa eyûbiyan hene, heta hin malbat û êlên eyûbî yên esilkurd hene bi taybetî li Xelîlê û Qudusê û Xezzayê û Nabulsê, û ji nav wan gelek siyasetvan û ronakbîr û berpirsên desthelata Filistînî û xebatkarên tevgera rizgarîxweza Filistînê derketine. Beşekê dinê revenda kurd li Filistînê û Urdunê bi cîh bû di serdema dewleta osmanî de, nemaze ji malbatên serleşker û karmendên dewletê.

Kurd û filistînî di gelek xalan de wekî hev in. Herdu gel bêpar man ji mafê destnîşankirina çarenûsa xwe ko piraniya gelên di bin nîrê dewleta osmanî de li Rojhelata nêvê û Balkanê ew bi dest xistin. Her wisa, derfeta wan çênebû ko dewletên xwe ava bikin piştî herdu şerên cîhanê yên yekê û diduyê, û welatê wan hate parçekirin di encama balansa hêzên nêvdewletî û berjewendiyên wan, û dijminên wan derfet ji rojavayê girtin.

Di dema şerê sar di navbera rojava û rojhelatê de jî, pirsa rizgariya kurd û filistîniyan di nav lihevkirina berjewendiyên hêzên navnetewî de çû jibîrkirinê û heta niho ya bê çareserî ye.

Ez yek ji beşdarên pêşîn bûm di warê avakirina têkiliyên siyasî di navbera herdu tevgerên rizgarîxwez yên kurd û Filistînî di dîroka nûjen de di salên 60-ê ji çerxê buhurî.

Têkilî di destpêkê de bi tevgera rizgarîxweza niştîmaniya Filistînî – Fethê re çêbûn piştî salekê di ser damezrandina wê û bi çepê filistînî re di dema damezrandina herdu eniyên gelêrî û demokratîk. Têkiliyên gotî pir germ bûn, û dema ko me cara pêşîn filistînî dîtin, me naskir ko ew ta radeyeke pir mezin pirsa me ya netewî fahm dikin û mafên me rewa dibînin.

Piştî derbasbûna dora bîst salan di ser avakirina têkiliyên kurd û filistîniyan, têkilî berfireh bûn û hin hêzên din ji herdu aliyan tevlî wan bûn, wekî rêxistin û partiyên din yên tevgera rizgarîxweza niştîmaniya filistînî û ji parçên dinê kurdistanê jî wek Îraq û Tirkiyeyê û Îranê.

Me jî her hewil da van têkiliyan bihêztir û berfirehtir bikin di çarçoveya peywendiyên siyasî û berheq di navbera bizavên herdu gelên kurd û filistînî de, nemaze ko pirsgirêka filistînî ji berê û heta niho pirsgirêka navendî ye di nav pirsên gelê ereb bi giştî de.

Serokê Filistînê yê rehmetî Yasir Erefatî ne tenê dostê gelê kurd bû, lê belê alîgirê mafê gelê kurd bû û bi her hawî alîkariya wan dikir. Serok Mesûd Barzanî di pertûka xwe de tîne zimên ko wî alîkariya lîderê filistînî wergirt di dema hewldana terorkirina wî de ji aliyê hêzên ewlekariya Îraqê li Otrîşê.

Her wisa, navendên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê behsa piştgiriya wî dikin di dema şoreşa Gulanê de. Komunîstên Îraqê jî yên ereb û kurd behsa alîkariya wî dikin dema ko terkî Îraqê kirin û li lubnan û dewletên erebî belav bûn. Erefatî piştgiriya kurdên Îraqê jî kir d dema koça milyonî de di riya daxuyaniyeke belavkirî û alîkariyên rêxistina hîlala sora Filistînî, her weha du caran xwesteka tevgera kurdî li Îraqê (eniya kurdistanî) bersivand û navçetiyê di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de kir, û pêşwaziya şêx Îzeddînê Huseynî û serkirdên Partî Demokratî Kurdistanî Îran gelek caran kir û piştgiriya kurdên Îranê kir û piştgiriya siyasî û hunerî pêşkêşî hin rêxistinên tevgera rizgarîxweza kurdî ya kurdistana Tirkiyeyê kir.

Beriya wefat bike jî Erefatî çavdêriya avakirina komeleya dostaniya kurdî-filistînî li Ramellahê kir wek yekemîn komela dostaniyê di navbera kurd û ereban de, û her di hevdîtinên xwe bi kurdan re behsa lehengî û mêrxasiya Barzaniyê nemir dikir û digot ko hin kesan xiyanet pêre kirine…

Piştî wefata Erefatî, Mehmûd Ebbas ket şûna wî, û wî jî guhda têkiliyên kurd û filistîniyan di gel lîderên dîrokî yên Fethê wek herdu rehmetiyên Abû Eyad û Abû Cîhad. Ebbas wek Erefatî têkilî berfereh kirin nemaze bi tevgera kurdî li Îraqê re û gelek caran hewil da serdana Kurdistana Îraqê bike, û dawî ev serdan pêkhat û serdaneke dîrokî bû ji hemû aliyan de ko dê rê vebike di warê avakirina rêbazeke bibalans di têkiliyên kurd û ereban de. Ji nîşanên dîrokî yên vê serdanê ko Hewlêr û Ramelalah wişeyên dawî yên tevgerên rizgarîxweziya niştîmanî ne û du tecrubeyên nuh in di destpêka çerxê nuh de. Herdu jî li beramberî hin erkên giring in wek bidestxistina mafê çarenûsê û pêkanîna aştiyê û li dijderketina nijadperestiyê û biveyên teror û Îslama siyasî, her weha serdana Ebbasî yekemîn serdana serokekî ereb bû ko gotegotên hin şovînîstan pûç derxistin yên ko digotin kurdistan bûye wargehek ji dijminên gelê ereb re.

Her di vê serdanê de hate eşkere kirin ko di demeke nêz de dê qunsolosxaneya Filistînê li Hewlêrê vebibe wek yekemîn qunsolosxaneya erebî. Li vir rêzdar Mesûd Barzanî ne şaş bû dema got: Em piştgiriya Filistîn û tevgera Fethê dikin.

Serokê desthelata niştîmaniya Filistînê Abû Mazen (Mehmûd Ebbas) ji seroketiya Kurdistanê ne berî niha û ne jî di serdana xwe ya dawiyê de ne xwestiye ko filistîniyên Îraqê li Kurdistanê niştecih bike, lê spasiya seroketiya Kurdistanê kir li ser sekinadina wê li milê filistîniyên Bexdayê û yên li ser sînorê Îraqê bi Sûriyeyê û Urdunê re.

Serokê Kurdistanê ji aliyê xwe de û di mûbadereyeke mirovanî de amadehiya hikûmeta herêmê eşkere kir ko ew amade ne pêşwaziya filistîniyên Îraqê yên zana û xudan lîsanên zanistî bikin ji bo kar bikin di dezgehên kurdistanê de di riya pêşniyarên desthelata niştîmaniya Filistînê de.

Diyar e ko vîn û îradeyeke kurdî-filistînî ya hevbeş heye berbi bihêzkirin û pêşxistina peywendiyandi navbera herdu aliyan de, di hemî waran de wek dîplomatkarî, aborî, çandî, zanistî, siyasî heye ko bibin destpêka avabûna peywendiyên kurdî-erebî li ser bingehên dostanî û hevpişkî û berjewendiyên hevbeş.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN kurdarab2004@yahoo.com
Weşandin: 2009-04-28
Xwendin: 11793
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
Em piştgiriya Filistînê dikin – û li dijî rêbaza Hamasê ne (2009-01-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org