[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye
KURDISTAN, 31/5 2009 — Di destpêka salên 80-ê ji çerxê borî, û ji ber kirîzên siyasî yên pir li Tirkiyeyê û berfirehbûna rêjeya tepeserî û zordarî û terorê ji aliyê navendên leşkerî ên derbeçeyî hindava tevgera demokratîk û çepgir li Tirkiyeyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî; gelek çalakvanên kurdên Tirkiyeyê berê xwe dan Lubnana ko bibû wargehê aram bo nûner û lîderên tavilê rêxistin û şepêlên siyasî yên muxalîf li navçeya Rojhelata–nêvê.

Ji aliyê demokratxwazên lubnanî û rêxistinên Tevgera Niştîmanî ya Filistînî ve li wan xwedî dihat derketin. Wê çaxê em jî li Lubnanê bûn, û rêxistina partiya me ya berê – Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyeyê - endam bû di tevahiya saziyên tevgera niştîmaniya lubnanî bi seroketiya şehîdê nemir Kemal Canpolatî û tekoşerê niho di zindanên rêjîma Sûriyeyê de ye li Şamê – Mistefa Cumaa – endamê konseya wê ya navendî bû.

Di gel têkiliyên me yên bihêz bi partî û tekoşerên lubnanî û filistînî re, me erkên xwe ên neteweyî jî dimeşand, û me pêşwazî li birayên me yên ji tevgera neteweyî ya kurd ên ko ji hemû navçe û parçeyên Kurdistanê dihatin Lubnanê dikir û me wan hembêz dikir, û me hewil dida jiyanek bi rûmet ji wan û ji malbatên wan re misoger bikin, û şert û mercan bo wan peyde bikin ji kesên ko dixwazin tevlî korsên meşqê bibin, û feydeyê ji tecrubeya lubnanî û filistîniyan werbigirin.

Çar ji lîderên seroketiya yek ji wan girûpên hizbî yên kurdên Tirkiyeyê li nivîsîngeha me bûn û nakokiya wan bi sekreterê giştî yê partiya wan re hebû, yê ko wê demê girtiyekê hepsa bednav ya Diyarbekirê, bû. Tiştê ko mirov keno-girî dikir ev bû ko sedemê nakokiya van her çar kesan û sekreterê partiya wan, ev bû ko di parêznameya sekreterê girtî de rêjîma tirk wek rêjîmek dîktatorîk û leşkerî hatiye li qelemdanê, lê ev her çar kes dibînin ko ew rêjîmeke faşîst e!.

Rojekê, gava ko ez li nivîsîngeha xwe li Beyrûtê rûniştî bûm, min dengê qerebalixekê ji banê avahiya ko em lê diman, bihîst. Piştî pirs kirinê, me zanî ko her çar kes ahengeke kêfxweşiyê vedijînin bi munasebeta qewirandina wan ji sekreterê li bal faşîstan girtî ji nav refên partiyê! (Sekreterê girtî 5 salan li zindanê ma û bi nexweşîna dil jê derket ji ber îşkenceya ko lê dihat kirinê!). Raste rast, min bangî her çar biraderan kir û me nerazîbûna xwe şanî wan de li ser karê wan û me ji wan re tekez kir ko diviya ewan sekreterê xwe biparastine û doza wî şanî raya giştî ya kurdî û tirkî û pêşkêşî saziyên nêvdewletî û herêmî kiribe; ne ko navê wî bi xirabiyê belav bikin dema ew di hepsê de ye!

Piştî derbazbûna bêhtirî 30 salan li ser vê bûyerê, min xwest carek din wê bibîr bînim, ji ber hin kes gumanê dixin ser serpêhatî û xebat û tekoşîna hin girtî û zindaniyên siyasî ên kurdên sûrî. Di vê çarçovê de, ji bo dewlemend kirina diyalogê û rohn kirina vê mijarê divêt li ser van xalan bêt rawestandin:

Wek prensîb tevahiya girtî û zindaniyên siyasî ji tevgera opozisyona niştîmanperwer çi kurd çi ereb, ko li bal heyetên alavên ewlekariyê ne yan di jêrzemînên lêpirsînê û zindanên desthelatdariya zordar de ne ko ji ber qanunên awarte û urfî yan jî bi biryarên dadgehên leşkerî hatine girtinê; bi rêz û hurmet ji bal gelê Sûriyeyê ve li wan têt nihêrîn, ji ber vê yekê ko ew wujdanê tevgera guherîna demokratîk û dengê wê ne û xwazyarên dadmendî û wekheviyê ne, êdî çu destdirêjî li ser kesayetiya wan yan nirxandina wan bi nerînek gumanbar wekî derbas kirina xêzên sor, têt dîtinê.

Divêt li gor dîtin û baweriya min, hindava tevahiya girtî û zindaniyên siyasî ên kurd û ji hemî şepêl û girûpan, bi taybetî herdu têkoşer-Mistefa Cumaa û Mişel Temoyî- serederî li gel wan çi ji aliyê rexnegirên wan yan jî alîgir û piştevanên wan dûrî hestpîvan anjî heyfhilanînê be, lê divêt di van çarçoveyan de be: naveroka tawanên ko dadgehên rêjîma zordar û alavên wê arasteyî wan dikin, û deqên bersiv û parêznameyên wan. Her wisa, divêt dema ji hepsê derket, yê girtî ji lêvegera xwe ya rêxistinî re hemî kitekitên serpêhatiya xwe bibêje. Hinde ko Kurdayetî karek giştî ye, êdî ji mafê çi welatperwerekî tevgera kurdî ye ko pirsan bike û bide pey naskirina rastiyê, çendî tehl be jî.

Dema ko alavên ewlekariyê çi xebatkarê siyasî tawanbar dike û dixe hepsê de, hewil dide ko behane û hincetan peyde bike bo xirab kirina navê wî li gorî biryarên dadgehên desthelatê bi xwe wek” lawaz kirina hesta niştîmanî û tehdît kirina ewlekariya neteweyî û yekîtiya welêt…htd”. Hindava vê çendê, çi dengekê din ko gumanê dixe rastiya girtiyê siyasî yê di hepsê de, û wefadariya wî ya bo gel û welatê wî dixe bin pirsê de; niyaz û armancên wî çi dibin bila bibin, dê ev karê wî bikeve bin xizmeta helwêsta desthelatdariyê de. Wek mînak, beriya heftiyekê Aqîl Aşûr yê ko bi tawanên dizî û kuştin û gendeliyê hatibû girtin gilînameyek dirustkirî li dijî girtiyê siyasî yê têkoşer Dr.Welîd Bunnî pêşkêş kir, û di encamê de evê dawî carek din hate dadgehkirinê.

Divêt herkes bikaribe mafê rexnê û xwe-rexne kirinê bikar bîne, nemaze di warê rawestandina diyaroka têkiliyên nehênî de, eva ko aşkere bûye ji dehên salan de ji aliyê hin girûpên hizbî ên kurdî di gel navendên alavên ewlekariyê û şûnşopên wê yên wêranker li ser pirsgirêka kurdî, ev ji xwe rêbaz û rêçikek siyasiya bêdûnde ye û ne pirseke şexsî ye. Di heman çarçovê de, lêgerîn û riswa kirina pilanên alavên desthelatdariyê ên ko armanca wan perçekirin û cuda kirina refên bizava kurdî ye û gur kirina fîtne û nakokiyan di nêvbera kurdan bi xwe de kareke rewa ye. Her ev kar rewa ye, di warê jinûve avakirina tevgera neteweyî ya siyasî ya ko em hemî hest dikin ko tiştê niho heyî (rêxistin û rêveberî û liv û siyaset û bername) ne tenê bêkêr e, lê belê eger berdewam bike dê ziyan û zererek mezin bigihîne kêşa niştîmanî û neteweyî jî. Di rewşeke wisa de, pêdivî ye minaqeşe kirina hizr û siyaset û projên alternatîv bête kirin ne ko nav-xirab kirina kesan di riya xayin kirina wan û pêvekirina tometan bi wan ve. Lê em jibîr nekin ko lêgera li alternatîvên baştir bo tevgera siyasî ya kurdî ji aliyê rewşenbîr û niştîmanperweran ve bona aktîvkirin û vejandina xebata gelê kurd bi yekcarê ne wekî pilanên desthelatdariyê ye di warê xirab kirina nav û dîroka tevgera kurdî û tunekirina kurdan bi giştî.

Her rewşenbîrek û siyasetvanek di çarçoveya tevgera neteweyî ya kurdî de ji erka wî/ê ya pêşin e eger ko ew li riyên guherîn û nûjenkirina tevgera kurdî digere, ko ji xwe destpê bike. Divêt ew pêşî tecrubeya xwe ya hizbî û pratîkî û fikrî bi aliyên wê yên nêgatîv û posîtîv bixe bin neynika rexneyê de û ders û ibretan jê werbigire û pêşanî raya giştî bide. Piştî binecih kirina vê erkê, ew dikare behsa tecrubeya yên din bike di çarçoveya diyaloga demokratîk û rêzgirtina mafê û hurmeta yê dîtir ne di riya êrîşkarî û dijûnkariyê de. Lê, kesên ji derveyî çarçova behskirî û dûrî karê siyasî yê xebatker û afirîner û dûrî dahêneriya çandî; xudanên çanda dijûn û fesadiyê ji xwe ne hêja ye mirhov bersiva wan jî bide û diyaloga bi wan re jî bêsûde ye. Dîsa, kesê ji ber sedemek taybet dixwaze bihna xwe bi hinekan fireh bike, bila berê dijûnên xwe bide desthelatdariya zordar, lê nede dijberên wê!

Ji aliyekî de, bive û metirsî li derdora me zêde dibin, hevrikî mezintir dibin, rêjîma şovonîst prosesa guherîna demogirafîk li navçên kurdnişîn didomîne, û çalakvan û welatperweran digire û dixe zindanan de. Li aliyê din, erk û sitûbariyên neteweyî û niştîmanî û rêxistinî mezintir dibin, û êdî dem hatiye ko qunaxek nû ya lihevhatin û lixwevegerê destpê bibe, berbi pêkanîna tevgereke siyasî kurdî ya modêrin û hevgirtî ko karên xwe li gorî bernameyeke xebatê ko sipartî ders û îbretên tecrubeya deh salan ji ked û xebat û renckêşanê be, bike û bi hêviyek mezin berbi pêşerojê ve here.

Gotina min ya dawî ji rêvebirên malperên kurdî û erebî re ye, evên ko kedek mezin dirêjin di xizmeta çand û pirsgirêkên niştîmanî de, divêt ew bêhtir agahdar bin û tawanan û gotegotên li dijî hin kesayetiyên taybet û karûbarên wan yên kesînî belav nekin, û baş lêpirsînê bikin ji naveroka van babetên wisa û nasnameya şanderên wan, hinde ko ev yeka dibe rêgir û asteng di pêşiya geşbûna çanda diyaloga demokratîk û rexneya avaker de.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN kurdarab2004@yahoo.com
Weşandin: 2009-05-31
Xwendin: 11044
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
Em piştgiriya Filistînê dikin – û li dijî rêbaza Hamasê ne (2009-01-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org