[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Papîka sor

STOCKHOLM, 19/7 2007 — Hîna di ser qatlîama Helepçeyê re pênc meh derbas bûbûn û Şivan Perwerî “Li me ferman e”, nuh bi lêv kiribû. Di wan rojan de lorîna wî her di guhê me de bû. Di serê sibeheke Tebaxê de, rojeke ko ez ne li malê bûm û bêyî ko em li hêviya te bûna, tu çêbûyî. Li gora hesabê dêya te hîna ji çêbûna te re sê hefte hebûn. Ez ji bona xebatê çûbûm Îskenderûnê. Ez li wir di fîrmayeke petrolê de dixebitîm da me karîbûya debara xwe bikiraya.

Tu di wexteke weha de hatî ko em bê hazirî bûn. Hîna derûdora me giş perxane û em di bihara emrê xwe de bûn. Em hîna li ser sebirekê û du pifan bûn. Ez û dêya te, hîna xweşikî li hevdu nehebiya bûn ko em bikarin di derbarê hatina te de tiştekî bipeyivin. Min û wê bi xwe, me hîna xweşkî hevdu nas jî nekiribû.

Bi tenê pîrika te pêçek û qumatika te û çend potik ji te re çêkiribûn. Xuya ye ko li wê eyan bû ko tu dê bêwext çê bibî, ya jî ji ber ko tu berê pêşî bûyî, wê ji mêj de haziriya te kiribû. Dibe ko dêya te li ber dilê wê delalî û nixuriya wê bû, loma.

Li ba me ji bona berê pêşî çavê hemû malbatê li rêya kurekî ye. Her kesî hêvî dikir ko tu dê kur bûyayî û wan ê navê bavê min î rehmetî li te bikiraya, lê pîrika te haziriya te weke wan nekiribû. Tu dibêjî qey li wê eyan bûbû ko tu dê qîz bûyayî. Wê kumê te jî ji rengê penbe çêkiribû. Piştî çêbûna te bi hefteyekê ilmê min gîhaştê ko tu çêbûyî. Kesî cewab nedabû min ko Xwedê tu dayî. Ji wan hebû, ji bona ko tu ne kur bûyî dê kêfa min ji çêbûna te re nehataya, loma jî hetanî bavê bixaltiyê min ê ko ez li mala wan dimam nehat, min nizanîbû ko tu çêbûyî. Xwedê tu dabûyî û wan nav jî li te kiribû. Tew hewcedariya ko ji min bipirsin jî nedîtibû. Dêya min gotiye ko hema bila navê qîza meta wê lê be ko ew li welatê xerîbiyê ye. Lê belê, heger ji min pirsî bûna, nêta min ew bû ko min navê te bikiraya Helepçe.

Gava bavê bixaltiyê min bi mêvanî hatibû, wî jî çêbûna te wek mizgîniyekê ji min re negotibû. Wexta ji min re qala te kir jî xemgîniya ko qîzeke min çêbûye di wecê xwe de da diyarkirin. Ji wî hebû ko ez ê li ber biketamaya, wî nizanîbû ko min ê tu bi deh kuran nedayayî!

Gava wî ji min re qal kir, tu nema bû ko ez wê şevê bi ser rêyê ketima û min berê xwe bidaya welêt. Ez jî bi ber payê ketim û min kêfxweşiya xwe li hemberî wî neda diyarkirin, lê bixaltiyê min û pîreka xwe bextewariya min di çavên min de didît; ji ber ko keçeke wan a bi navê Gulistan hebû û min her xwestibû ko keçeke min a nola Gulistanê hebûya. Wan dizanîbû bê min çi qasî ji Gulê hez dikir. Min ji xwe re navê wê kiribû Gul. Min jê re nedigot “Gulistan”, ji ber ko wan navê meta wê lê kiribû û meta wê xêr ji wî navî nedîtibû. Ew hîna di sîh û pênc saliya xwe de bi kanserê miribû, loma jî çavê min bar nedibû ko ez bi navê Gulistanê bang li wê bikim. Em cîranên hevdu bûn û em di nav hevdu de mezin bûbûn. Her ko qala wê dibû hemû zaroktiya me di ber çavên min re mîna şerîteke filîmê sînemayê derbas dibû.

Min xwe hefteyeke din jî girtibû. Ji ber ko telefon li gundî tune bû, min nikarîbû telefon jî bikiraya û şayesa te ji dêya te guhdarî bikiraya. Min tu gelekî meraq dikirî. Gelo rengê te çawa bû? Gelo porê te reş, ya jî zer bû? Le çavên te? Pozê te? Bejna te? Min hêvî dikir ko tu li min hatibî, li hêla dêya xwe neçûbî. Heger tu li min hatibûyayî, hemû ferdên malbatê dê ji te hez bikiraya, lê heger tu li hêla dêya xwe çûbûyayî, dê qet şansa te tune bûya. Ji ber ko dêya te xerîb bû, ew ne ji malbatê bû. Ne ji ber xerabiyekê, lê ji ber ko ew xerîb bû, di malbatê de zêde nedihat hebandin. Malbata me weha ye, ew qet xerîban di nav xwe de nahebînin. Lê ev ne sûcê min e, ew weha fêr bûne. Loma jî zûzû qîzên xwe nadin xerîban û xerîban jî nakin nav mala xwe. Heger yeka xerîb têkeve nav wan, heta bi torinên wê jî çêbibin, ew her ferqayetiyê dixin nabênê. Ji ber wê jî min her dua dikir ko tu li hêla me hatibî. Min ew daxwaz ji bona te dikir, yê min ferq nedikir.

Min fedî kiribû ko ez ji te re diyariyekê têxim destê xwe û bi xwe re bînim, lê min dîsa jî papîkeke sor kiribû nav alavên xwe û gava min nîşanî dêya te dabû, min ew temî kiribû ko diviyabû dêya min nizanîbûya min ew ji te re anîye. Li cem me ne adet bû ko bavên qîzan bi qîzên xwe bipesiniyana û bigotaya, “ez bavê filan kesê me.”. Xelkê dê terî pê vekiraya. Mirovî nikarîbû li ber dê û bavê xwe rahiştaya zarokên xwe, loma jî min dêya te di wî warî de baş temî kiribû.

Ez çawa ketibûm devê deriyî, min xwestibû ko ez xarê bibim pêçeka te û te ji nêzîk de bibînim, lê ji ber ko kufletên malê hazir bûn, min xwe li wan deveran nekiribû xwedî û min tîna xwe bi xwe ve dagirtibû. Ez li bende mabûm ko piştî bibûya êvar û kuflet hemû biçûyana ser wêr û ez û dêya te jî li hundirê wêr bi cîh bibûna, dû re min li te temaşe bikiraya. Ez wek li ser êgir bûm, min dikir û nedikir ew roj nedibû êvar. Ji xwe piştî ko bû êvar jî cîranên derûdorê li me vehewiyan û heta bi derengê şevê, ew ranebûn. Min bi bêsebiriyeke mezin xwe li benda dîtina te danîbû û asoxî ew wext hatibû. Ez û tu û dêya te tenê li hindurê wêr bûn. Ji ber ko ronahiya lampeyê kêm bû, min zêde tu keşif nedikir. Min ji dêya te re digot ko ronahiya lampeyê piçekî bilind bike da ez wê baş bibînim. Min dixwest germbûna te ji kezeba xwe his bikim.

Tu çenikek bûyî, ancax bihustek hebû. Porê te tune bû, serê te mîna kefa destê min bû. Isma por bi serê te ve tune bû. Wan serê te jî baş nepêçabû, loma jî serê te pahn xuya dikir. Wê yeka hanê dilê min ditewirand ko tu serpahnî bimînî. Çavên te hûrik, lê mîna du zeytûnên zoncik bûn. Gava dêya te tu ji nav pêçeka te derdixist, birûska te tirş dibû û wê gavê dêya te ji min re digot, “Tu bala xwe bidiyê, bala xwe! Birûska wê tev de li ya te hatiye. Pozê wê û ez dibêjim lêvên wê jî…”. Ew tiştên ko wê ji min re dijmartin ez yekê jî nizanim, lê ez dizanim ko birûska te nola ya min jahr jê dibariya. Te milîm jê şaş nekiribû. Gava dêya te tu ber bi min ve anî û wê xwest ko min rahiştaya te, ez piçekî ji wê piçûkbûna te veciniqîm. Min digot qey heger min rahiştaya te, dereke te dê bişikestaya. Ew cara pêşî bû ko min ê rahiştaya zarokeke panzdehrokî. Him jî zaroka min, ya ji xwîna min. Mirovên ko nedîtibe, nikare texmîn bike bê ew çi his e. Heta, min wê gavê henek bi dêya te kiribû û min jê re gotibû, “Tu dibêjî ev ji dola min e?”, wê di eynê xwe de dernexist, lê ez dizanim ko ew bi wê gotina min aciz bû. Min çawa rahişt te, tu giriyayî û bi dengê giriyê te re, dêya min ji ser wêr bang li dêya te kiribû da bipirsiya bê tu çima digiriyayî. Wê gelekî ji te hez kiribû. Wê hezkirina wê jî kêfa min anîbû. Ji ber ko cîhê te saxlem bûbû. Heger dêya min ji kesekê hez bikiraya, ew dihat wê maneyê ko ew kes di wê malê de delalî bû, loma jî herkes mecbûr bû ko qîmeta wê kesê zanîbûya.

Dêya te pêsîr xist devê te û tu di ber wê de bi xewê re çûyî. Min jî di ser milê wê yê tahzî re li te temaşe dikir. Tu bê kul û xem bûyî, tu wek milayketan raketî bûyî. Haya te ji dinyayê û ji kul û derdan tune bû. Me jî hewil da ko em rakevin, lê xew li min herimîbû. Dêya te jî piştî çend caran hewil da ko gazinên dêya min bike û piştî bala xwe dayê ko min lê guhdarî nedikir, di xewê re çû û di wexteke ko ez jî piçekî xilmaş bûbûm de, dengê xuşîniyekê ji ber beştan hatibû. Çand tişt ji ber mirdiyaqan hatin xwarê û min niqurçand dêya te ko ew ronkahiya lampeyê bilind bike. Wê çawa fitîla lampeyê hilda, min li hêla ko deng jê hatibû nêrî. Marekî cûn xwe heta bi nêvî ji ber beştan bera xwarê dabû û ew dikira bi ser derguşa te de biketaya. Bi ser wê dergûşa ko ez tê de hatibûm kilkirin û dêya min ew weke yadîgar ji bona zarokên min veşartibû. Wê pîrozanka serê min ya ko ji kevirê Oltûyê bû jî hilanîbû da kurrekî min çêbibe û bi serê wî veke, lê ji ber ko ew ya lawikan bû wê bi serê te venekiribû. Ji xwe porê te jî tune bû ko ew bi şimayê pê ve bizeliqandaya. Bi ronkahiya lampeyê re, wî xwe bi şûn de kişand. Kufînî jê hat. Ez li derûdora xwe peydar bûm ko ez tiştekî bibînim da pê wî bikujim, lê tembûra min ket destê min. Ez li bavê xwe yê rehmetî nehatibûm. Wî xwe çeng dikir teriya maran û digot şelep, ew li erdê dixistin. Destê min li tembûrê negeriya ko ez dawşînim jê de. Ji xwe ne mimkun bû ko ew bi koda tembûrê bihataya kuştin jî. Ez ji ko dizanim, ji heyecanê bû. Bi dengê qerepereya min û dêya te re, dêya min jî xwe bera hewşê da. Dêya min gelekî ji maran ditirsiya. Heta ko dêya min hat, min bi merrê ew birîndar kiribû û wî xwe teva birînê xelas kiribû.

Piştî birînkirina marî em jî hilkişiyabûn ser wêr. Em nema wêrîbûn li hundir raketinaya. Ji xwe marê birîndar dikarîbû bihata ser wêr jî. Ji berê de digotin ko heger mar birîndar bibe, miheqeq bi hin kesan vedide. Ji ber wê tasewasê, heta bi destê sibehê xew neketibû çavên min.

Min di serê wê sibehê de ko hîna herkes raketîbûn, xavika ji ser çavê te dabû alî û min bi baldarî li te nêrîbû. Ji ber ko min êvarê tu baş nedîtibûyî, ji min re bûbû meraq. Berî ko hinek min bibîne, min zûzû xavika te bi ser rûyê te de werkiribû. Min destên xwe kiribûn bin serê xwe û ez ji xwe re li te fikirîbûm. Min digot qey malê dinyayê giş yê min e. Min ji xwe dipirsî ko heta bi do ez zarok bûm, ma ez çawa bûm zilam û zaroka min çêbû? Min dikir û nedikir, min nikarîbû ji wê yeka hanê bawer bikiraya. Min digot qey ez xewnan dibînim.

Min wê sibehê xwe bera nav baxçeyî dabû û min avdana sibehê kiribû. Helbet ev ne karekî ko ez xerîbê wî bûm, lê min wê sibehê ji her wextê bi hewestir avdan kiribû. Gava dêya min teva wê çekura hijîran ko di bin milê wê de bû û xwe bera nav berana hijîrên qilêrî dida, wê li delingên min ên hilkirî nêrîbû û ji min re gotibû, ”Lawo ma xêr e ko tu vê sibehê avdanê dikî, bila birayên te bikin! Tu êdî mêvan têyî hesêb.”. Wê gotina wê ez mecbûr kiribûm ko ez careke din vegerim Îskenderûnê. Di eslê xwe de nêta min a ko ez careke din vegeriyama wir tune bû. Ji ber meaşê ko min li wir distend têra xwedîkirina malekê nedikir û bi tenê ji bona navê betaliyê ne li ser min bûya, min ew kar dikir. Piştî çêbûna te jî êdî qet xîreta min tune bû ko ez dîsa vegeriyama wira.

Piştî du rojan ez mecbûr mam ko dîsa vegeriyama Îskenderûnê. Ji ber ko min dizanîbû, min ê nikaribûya serê sibehê tu têxistayayî himbêza xwe û tu maçî bikirayî, min nexwestibû ko ez wê êvarê te ji himbêza xwe derbixim. Min serê te bêhn dikir û yek carinan min wî rûyê te yê teze maçî dikir. Heger ne ji wan yekcarinên îqazên dêya te bûya ko riya min di wecê te yê teze re diçû, min dê tu qet rehet bernedayayî. Min xwestibû ko tu wê şevê di himbêza min de raketayî, lê dêya te ji ber tasewasa ko dema ez xwe bi vir de û wê de biqulipînim û tu dikarî di bin min de bimînî, nehiştibû ko tu di himbêza min de rakevî. Tu xistibû derguşa te, lê gava dêya te raket, min çend carên dinê tu maçî kirî. Gava min li pêş wê zêde tu maçî dikirî, ji min hebû ko wê henekê xwe bi min dikir, loma jî min gelak caran maçîkirinên xwe ji wê jî vedişartin. Paşê min dîsa bi dizîka tu ji derguşê derxistî û xist ber xwe. Tu di ber pêxîla min de, bêxem bûyî. Bi tenê qefesa sînga te hildihat û dadihat.

Çûyina wê sibehê pir bi min zor dihat, lê min di eynê xwe de dernedixist. Mezinê malê ez bûm û diviyabû ko min ew mal xwedî bikiraya. Ji bona wê jî ez mecbûr bûm ko karekî bikim. Ez çi bikim, li welêt karekî li gora min tune bû. Di eslê xwe de, çi kar bûya min dikarîbû bikiraya, lê min ji ber xelkê ne diqedand. Min kîjan kar bikiraya, ji wan hebû ko ew kar ne layiqî min bû. Ne ko min neceriband, min çend caran ceriband û ez di hin karan de xebitîm, lê nasên me ji min re digot, “Ma bi te dikeve ko tu karê xelkê bikî? Tu lawê filankes î û tu di karê weha de dişixulî!”. Ji ber wê jî ez mecbûr bûm ko li devereke zêde nas lê tune bin, kar bikim. Ez ji şixulî ne aciz bûm, lê ji bidûrketina te êdî bi min zor dihat û min nikarîbû ji kesî re îzeha wê yekê jî bikiraya.

Min xatir ji her kesî xwestibû û wan dikira av li pey min birjandaya. Dêya min bazda hundir û tu teva pêçeka te ji min re anî. Wê bi mizicandin tu dayî destê min û got, ”Hela xatirî ji xezala min jî bixaze, lawo! Ma tu çawa bav î?!”. Min bi awayekî şermokî rahiştibû pêçeka te û min hêdîka xavika li ser rûyê te dabû alî. Bala min ket çavên te. Ew nola du pînboqan vekirî bûn û gava min rûyê te maçî kir, cemidîbûna rûyê te lêvên min tevizandin û papîkên di lingên te de wek du sotikên êgir bi ber çavên min ketin.





-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2007-07-19
Xwendin: 4491
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org