[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ez mikur têm
STOCKHOLM, 10/9 2007 — Ev çend car in, di programên televîzyonên kudan yên cuda de, ez dibim şahid ko li ser nivîskarên kurd tê minqaşekirin û nemaze jî gava peyv tê ser nivîskarên kurdên li Swêdê, pêşhukimiyeke piçûk bala mirovî dikişîne. Helbet ne bi tenê programên TVyê, her weha di hin nivîsên malper, kovar û rojnameyan de jî mirov li helwêstên weha rast tê.

Herî dawiyê jî di programa Helîm Yûsivî de ya ko navê wê “Gava sêyamîn”e ez bûm şahidê tiştekî weha. Mêvanê programê Husên Duzen bû û wan sohbeteke gelekî xweş û biserketî dikir. Piştî ko pirs hat ser meseleya başûrê Kurdistanê û ji bona nivîskar bikarin berhemên xwe bi rehetî binivîsin divê çi bên kirin, bi çi awayî alîkariya nivîskaran bête kirin, gazin û hêviyên di vî warî de ji desthilata Kurdistanê hatin kirin; dû re jî nimûneya Swêdê hat dayin. Husênî destnîşan kir ko heger nivîskarên kurd yên li Swêdê alîkariyê wernegirin dê nivîskar nikaribin kitêbên xwe binivîsînin. Wek nimûne jî Mihemed Uzun û hin kesên din da. Lê ya ko bala min kişand, li ser gotina Husênî, Helîm Yûsifî got, “Baş e, çima nivîskarên kurdên Swêdê mikur nayên ko ew pereyan distînin..”. Bi gotina wî re, hiseke weha bi mirovî re çêdibû ko mîna nivîskaran sûcek kiribe û ew di ser sûcî de hatibin zevt kirin... Ez bawer dikim ko ew his bi gelek temaşevanan re jî çêbû, yan jî bi min weha hat.
Ez wekî din jî bûme şahidê hin kesên ko ew xwediyê vê tendensê nin. Lê divê ez bibêjim ko heta bi niha jî min tu şik û nêtxerabî ji wan kesan nakiriye, ez her vê pêşhukimiyê bi kêmagahdarbûyina wan ve girêdidim.

Ji bona ev mesele zelal bibe, ez dixwazim berî her tiştî ji xwe dest pê bikim. Ev deh sal in ko ez li Swêdê me û bi awayekî aktîf dinivîsim. Heta bi niha çar kitêbên min derketine, lê min tu pere ji bona kitêbên xwe ji dewleta Swêdê û dezgehên wê nestendine. Teva ko ez endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê me jî, bi tenê min carekê ji bona salekê bûrseke piçûk sitendiye. Ez dikarim çend dost û hevalên din jî bijmêrim ko wan heta bi niha qurişek pere ji tu derê nestendiye, bilekis; di ser de jî ew ji bona çapkirina kitêbên xwe, ji bêrîka xwe xesirî nin.
Li Swêdê tiştekî weha tune ye ko nivîskar ji bona kitêbên xwe alîkariyê wer(di)gire. Mimkun e ko berê hin îmkanên weha hebûne û nivîskarên wê demê jê îstifade kiribin. Hejmara wan kesan jî bi sînor e ko ji wî îmkanî îstifade kirine/dikin. Ew jî weke min li jorî got ko dikare bi rêya bûrsekê be. Ji bo wê jî divê referansên mirovî yên xurt hebin ko mirov ji bo çend salan bûrsê werbigire, yan na, ew herî zêde salekê bûrsê didin mirovî û ew jî ji çend salan carekê ye. Hin nivîskar hene ko heta bi niha jî qet ji wê bûrsê îstifade nekirine.

Tiştekî dinê heye ko weşanxane bixwe dikarin mirecetî alîkariya piştgiriya çapkirina kitêban bikin û mimkun e ko ev yeka hanê tevliheviyekê çêdike. Gava kitêba nivîskarekî derkeve, ew weşanxane bixwe wê kitêbê dişîne “Kulturrådetê” û ev dezgeh jî wê kitêbê dişîne ji pistiporên kurdî re, heger rapora erînî li ser wê kitêbê bê nivîsîn û di wê peryodê de zêde alîkariya wî zimanî nebûbe, mimkun e ko ew alîkariyê li ser navê weşanxaneyê bidin wê kitêbê. Ew alîkarî jî bi weşanxaneyê re dibe, ne ko bi nivîskarî û kitêba wî re dibe.
Îcar, heger ko nivîskar bi xwe weşanxaneya wî hebe û ew kitêba xwe jî li ser navê weşanxaneya xwe çap bike/dike û bişîne dezgehê alîkariyê, mimkun e ko alîkariyê werbigire. Hin nivîskarên ko li gel nivîskariya xwe, di heman demê de xwediyê weşanxaneyan e jî li Swêdê henin û mimkun e ko ew car caran alîkariya ji bo çapkirina kitêban wer(di)girin. Heger ew îstisnayên weha bibin sedem ko navê sitendina alîkariya madî bi ser hemû nivîskaran bikeve, ev neheqî ye ko mirov li her derê vê yekê li ser navê hemû nivîskaran bi lêv bike.

Li Swêdê, ev alîkariyên hanê eşkere tên kirin, ne bi dizî nin. Kî bixwaze, dikare van agahdariyan ji dezgehên Swêdê werbigire. Ev alîkarî û îmkan ne ji bona kurdan tenê ye. Hemû grûpên biyanî ji îmkanên dezgehên Swêdê îstifade dikin. Belkî yên herî hindik jê îstifade dikin jî kurd bin. Her weha swêdî jî ji îmkanên di vî warî de îstifade dikin û beşê alîkariyê yê herî mezin jî bi kovar û rojname û nivîskarên wan re dibe. Dagensnyheter, Aftonbladet, Svenskadagbladet çend rojnameyên wan yên rojane nin ko tîraja wan bi dehhezaran in, lê bi alîkariya di vî warî de xwe li ser lingan dihêlin.

Ji gelek kesan heye ko nivîskarên kurd yên ko li Swêdê dijîn, bi alîkariya dewleta Swêdê û dezgehên wê kitêban dinivîsînin. Heger ew dezgeh alîkariyê bi nivîskaran re nekin, ew ne roman û ne jî novel û helbestan dinivîsînin. Rast e ko beşekî piçûk yê nivîskaran ji hin îmkanên di vî warî de îstifade dikin, lê ne hemû nivîskar. Loma jî min pêwîstî dît ko ez di vî warî de zeleliyekê destnîşan bikim ko ew dostên weha difikirin serwext bibin ko mesele şaş hatiye/tê fahm kirin.

Îcar, xwezî dewleta Swêdê û dezgehên wê alîkariya nivîskarên kurd bikiraya û me jî vê gavê mîna nivîskarên xelkê karîbûya bi awayekî profesyonelî karê xwe yê nivîsê bikiraya. Lê divê bê zanîn ko em mecbûr in da herin rojê heyşt seetan karî bikin û zemanê ji ber karê me bimîne, li hemû pêdiviyên xwe par ve bikin ko nivîskariya me jî para xwe ji wê wextê werbigire. Heger çend îstisna hebin ko ji hin îmkanênên di vî warî de îstifade kirine/dikin, divê mirov li gelemperiya nivîskarên kurd ko li Swêdê dijîn, neke mal û wan di bin tuhmeteke weha de nehêle.


-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2007-09-10
Xwendin: 4823
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org