[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Cîhê nifteya sindoqê û sirra kêrê
STOCKHOLM, 1/4 2008— 1. Tiştekî zêde li cîhê xwe wek berê nema ye, ne mirov û ne jî xweza, ne dar û ne jî ber; ji bilî dewibandina mekanên bîranînan, dewsa birîna gotinan û mêxweşiya şopên evînên xwekuj. Li wan mêlavan şopa lingên pistîniyê, pêjna xeyalê û awirên yarê mîna şûna xencerê mane.

Ancax li dû meşa mesafeya kişandina cixareyekê mirov li xwe hay dibe ko êdî gihaye nêzîkî himbêzvekirina pîreke heftêsalî ya piştxuzbûyî; wê jî navekî xwe heye û pizika serê zimanê her kesî ye ko xilolîkên xwe bi ser bêbaviya felekê de dibarîne.

Pîreke bi kitan û destmal, pişta xwe daye dîwarê hewşeke xerabe û bi çavên xumamgirtî li devereke dûr temaşe dike. Destên wê mîna çiloyî dilerizin, rûyê wê dimizice di newqa perçeyekî erdê çoraqî de ko terklêketî; tî û gewimî ne çavên li rêya xerîbiyê qerimî.

Ew bi tenê ye ko dişibe nîşaneke rûyekî naskirî; hilma sabûna şînokan ji kirasê wê yê binî bi rûyê mirovî ve radipelike, bîhna kaberihan û qurnefîlê ji qewlikê bin çengê wê difûre.

Dest û rûyê wê nermtir in, rûmaçîkirinên wê bi mirçîntir û kela giriyê wê germtir e.

2.

Mîna do bû gava ko min serê xwe datanî ser çonga wê û wê jî porê min miz dida, di wê wexta ko hemû stêrkên ezmanê wî bajarî di çavên min de direqisîn; tilîliya gulîsorekê û şabaşên fêrizekî bûn, hisret di taldeya dûçika kitaneke dêrikanî de nixumî bû…

Taqeta wê tune bû ko serûpê, dolme û serbizêr çêbikirana; firingî û îsotên teze li hêleke siniyê û çeqilmast û nanê tenûrî li hilekê bûn ko wê di orteya min û xwe de datanî. Ava Kanîka Piçûkê di tasa çingoyê de, kevçiyên doxbiqul li ser qûmaxên lengeriyê û du dilop hêsirên kevnare bûn ko di taştiya min û wê de dibûn ekla serê sibeheke ji hisreta salên berê…

3.

Zincîra nifteya sindoqa wê, kitana wê ya sipî-boz û hibriya wê ya tipiktipikî hîna jî wek berê ne...

Wê destê xwe radida nav doşekeke neşûxulandî ko di kulînê de temisî bû û li nifteya sindoqa xwe dipeland. Xweşiyên rojên berê di kûrahiya sindoqa wê de tev diliviyan û buxçikên pêçayî yek bi yek di rûyê bêrîkirinê de ji hev vedizeliyan. Bîhna esansa Hecê, fûrîna keldûmana pixûrê xwe li serçavê mirovî digirt.

Ev sindoqa hanê ji bona me hemûyan (zarokên wê) mîna efsaneyekê, mîna xizneyekê bû. Ew li devê deriyê odeya me bû, li hemberî herdu pencereyên ko li rojavayê dinêrîn. Gava ko mirov ji hundir derdiket, ew li hêla rastê, li tenişta wê himamokê bû ko me bi salan serê xwe lê şûştibû.

Ew sindoq bû ya ko li dewsa bîranîn û xatirxwestinên me mabû; ew li ber dilê dêya min gelekî delalî bû. Ne bi tenê delalî, ew mîna sembola hebûn û tunabûna wê bû. Ji wê bihataya dê nehiştaya kesekî destê xwe pê bikiraya, lê ji min re bûbû adetekê ko berî ez derketama derve, min xwe dida ser qoziyeke wê. Gava ko wê hêleke kulîmeka min li ser qoziya sindoqa xwe didît, ew dîhn dibû, vê re dikir qerepere û çipikên xweziyê ji nav diranên wê yên zêrkirî dipekiyan serçavê min. Wê gavê min fahm dikir ko ew hatiye nuxteya ko ew dikare bi maşeyê bera min bide û ez jî di deriyî re dipengizîm. Ji xwe sindoqa wê li sînorî dihat hesêb, hema ez lê biqulîpiyama, ez li derve bûn. Ev ne haweyê min tenê bû, tew birayê min ê mezin, hin caran xwarina xwe li ser wê dixwar. Helbet gava ko dêya min ne hazir bûya wî weha dikir, heger ew li malê bûye, ji bavê wî zêde bû.

Ji me hemûyan re gelekî meraq bû bê çi di wê sindoqê de ye. Belkî tiştekî xwarinê tê de tune bû, lê me zanîbû ko gelek tiştên rengo-mengo, tiştên tîtirmokî tê de hene ko destdayina wan ji bo me qedexe bûn.

Heta ko ji dêya min bihataya, wexta kes ji me li hundir tunebûya wê sindoqa xwe vedikir û buxçikên xwe ji hev de dixistin. Heger hin caran mecbûr bimaya ko li pêş me sindoqa xwe vekiraya, me hemûyan bi hev re hicûmî ser devê wê dikir. Wê em yek bi vê hêlê de û yek bi wê hêlê de dahf didan; tepek li serê me û humikek li newqa me dixist. Heger em ji ser venegriyana, qiruncokek bi milê me ve datanî, lê bê feyde bû; em dibûn mîna kulmozê û bi ser wan buxçikên zer, mohr û kesk de der dibûn. Me yekî destê xwe ji vê hêlê de û yekê ji wê hêlê de dirêjî hundirê sindoqa wê dikir ko ji bîhna kahberihanê, ji ya esans û pixûrê serî li mirovî gêj dikir. Piraniya alavên wê jî yên Hecê bûn ko bavê min berî bi çend salan jê re ji Mekke û Medîneyê anîbûn û wê jî di wir de diparastin. Ji bilî wan kildank û şûşeyên esansê, hîna tiştên ko ji qîzaniya wê de mayî û yên cihîzên wê jî tê de hebûn. Di hundirê buxçika zer de hibriyên penbe, yên şîn û reşbelekî hebûn; di ya mohr de perçeyên ji bona kirasan yên nedirûtî, kumên neşûxulandî û fanêre û hevalkiras hebûn. Di binê buxçikan de jî qondereyên bûkaniya wê, goreyên sipî, yên girî û cûn, kitanên xaşêlî û çend tasik û kildankên zîvînî…

Ji bona ko deriyê sindoqê li hewa bisekinyaya li hêla rastê destikek hebû ko ew qapaxa dexlika hundirê wê bû. Gava ew destik radibû, ji binê wê meqesa nenûkan, cimbiz, seeteka destan –yeke piçûçik û zer bû-, du guharên qaşesor, çend ribzêrên ko bi benikekî sor darvekirî û kêreke sûstalî dibiriqî. Meraqa qîzan –xwehên min- dîtina kildank û esansan bûn û ya me lawikan jî ew kêra sûstalî bû. Hema derê wê dexlikê vebûya, me –em sê bira li pişta hevdu bûn- êrîşî wê kêrê dikir. Destiyê kêra sûstalî sorê tarî bû û rismekî xezalekê li ser bû ko bi çargavê diçû, lê ew xezala kej her tim li hewayê sekinî bû, qet ji cîhê xwe nediliviya. Ji bona çend saniyeyan jî bûya ko ew kêra hanê di destê min ketaya û min du caran pê li bişkoka wê bikiraya, ew madenê sipî mîna birûska ezmanî ji hêlîna xwe derketaya û dîsa bi heman xezebê serê xwe bikişandaya cîhê berê, besî min bû; kurmê min dişkest. Û tew hin caran dêya min lê hey nebûya ko min ew xistiye bêrîka xwe, ez wê gavê dibûn nêçirvanekî ji rengê Siyamedê Silîvî ko ji bona hêsirên çavên Xecêyê bera dû pezkoviyî dabe. Min ew xezala hanê li palên Tûrcelê radikir û bi wê çifteya me ya yeklûleyî bera dû wê dida, min ew li neqebekê asê dikir û bera orteya êniya wê dida; ew zîtî erdê dibû û ez bi xezeb diçûm di ser wê re disekinîm, min kêra sûstalî dida ser hustuyê wê; min çongên xwe didan ser newqa wê û min nedihişt ew ji bin çongên min tev bilive ko ew xwe biperpitîne û min di Lata Sorê de werbike ko aqîbeta Siyamedî bê serê min jî. Xwînê ji zengeloka wê dibelqand û min hew didît ko sîleyek di pişta hustuyê min de lêketiye; cingecinga dêya min ez ji macereya min diqetandim û hewesa min nîvcoyî dihişt.

4.

Ew bi delkan ji cîhê xwe radibe û - wek salên bihurî - dîsa bi dizîka destê xwe li nav doşekan dipelîne. Bêyî ko ez bibînim, ew destê xwe li nav kulînê digerîne û bi zorê hêlîna nifteya sindoqê pêde dike. Paşê xwe dide min û du birmeyan li sindoqa xwe dixe. Ez jî diçim li pişt wê disekinim û di bên çengên wê re li nav wan buxçikên rengînî temaş dikim. Bixçukên wê hîna jî bi îtinaya berê pêçayî ne. Ew midetekê li sindoqê dişuxule ko tiştekî derbixe. Paşê tiştekî di kefa destê xwe de diguvêşe, deriyê sindoqa xwe kilît dike û dizîvire. Rûyên me tên hemberî hevdu, wek min qebehet kiribe ko li pişt wê sekinîme, ez vediciniqim. Çavên wê tije hêsir dibin û kefa destê xwe ber bi min ve dike. Ew xezala hanê, hîna jî weha li ser destiyê kêra sûstalî, li hewayê sekiniye. Ez hêdîka destê xwe dirêjî kefa destê wê dikim. Cemîdîbûna hesinê kêrê min piçekî vediciniqîne, lê kêfxweşiyeke zaroktiyê jî bi min re çêdike. Terkek piçûk li cama ser destiyê wê ketiye, wekî din tu guherîn tê de çê nebûye. Ew bi ser min de xwar dibe û hêdîka di guhê min de dike pistînî. Kurteçîroka kêra sûstaliyê ji min re dibêje. Ji bilî wê, êdî ez jî çîroka wê kêrê dizim ko ew li dû birayê wê –xalê min- maye ko ji eskeriyê nameya wî ya reş hatibû.

Ez destê xwe li dora hustuyê wê digerînim û çend hêsirên germ xwe ji xetên serçavê wê bera pêxîla min didin.

5.

Tu kesî sirra wê kêrê nizanîbû, ji bilî dêya min; loma jî ew gelekî lê miqate bû. Her careke ko ew bêhemdî di nav lepê me yekî ketaya û bi vekirina wê re çerqînî jê bihataya, dêya min vediciniqî. Ji me hebû ko ew ji ber rahiştina me ya bêdestûr aciz dibe, lê min rastiya wê piştî bi salan fahm kir.

Heta ko em bûn xort û em bûn zilam jî – û heta bi niha jî - vekirina sindoqa dêya min ji me re meraqeke mezin bû. Ji ber ko ew ne bi tenê cîhê veşartina zêr û alavên dêya min bû, her weha cîhê veşartina pereyên bavê min, devançeya wî, paseport û cuzdanê wî û destmalên ko bîhna evînên wî jê dihatin jî di wir de bûn. Ew mekanê veşartina gelek tiştan bû, lê heta bi niha jî ji bilî dêya min kes mêlava evîna bavê min û cîhê nifteya sindoqa wê nizane.

Jêrenot: Ev Çîrok di hejmara duduyan ya Çîrûskê de jî belav bûye.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN (enwerkarahan@hotmail.com)
Weşandin: 2008-04-01
Xwendin: 5365
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org