[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Lehengê Cervantesî: Îbrahîm Guçlu
STOCKHOLM, 24/6 2008 — Çi tesadif e. Ez van rojan kitêba Cervantesî ya ko di sala 1605an de bi navê Don Kîşot derketibû dixwînim ko ew ji terefê Serdar Roşanî ve wergeriyaye kurdiyê. Ya rastî, min berî bi çend salan ev kitêb bi tirkiyê xwendibû, lê xwendina wê ya bi kurdiyê, lezeteke din e.

Tam di vê esnayê de mahkemeya birêvebirên TEVKURDê ya li Rihayê ket rojevê. Di vê mahkemeyê de û di yên berî wê de jî helwêsta siyaseta TEVKURDê û birêvebirên wê bala mirovî dikşîne ko helwêstên wan xwedî naverokeke neteweyî ye û sekna wan mîna kevirê ko mirov di kilsê de dakiribe. Ez ferqayetiyê naxim nav yek bi yek rêvebirên TEVKURDê, lê helwêsta Îbrahîm Guçluyî piçekî ji ya hevalên wî çûdatir e ko ew jî helwêsta wî ya ko bi kurdî parastina di mahkemeyan de ye. Ji hêla naverok û çerçeweyê ve tu ferqiyeke mazin di navbera wî û hevalên wî de tune ye, lê gava Îbrahîm li mahkemeyên dewletê û bi zimanê kurdî van tiştên li jêr e dibêje, ew neheqiya dewleta Tirkiyeyê bi kurdiyê li ser çavên wan dixe ko kêfa mirovî tîne, cemeda ser dilê mirovî dihelîne:

— Piştî Peymana Lozanê Kurdistan bû çar parçe. Parçeya[ê] mezin ya[yê] Bakurê Kurdistanê ket bin desthilatdarî, serwerî, [û] bandora Komara Tirkiyeyê. Komara Tirkiyeyê statû[u]yeke kolonyalîst qezenç kir. Lewra hebûna kurdan red kir. Kurdistan dagir kir. Heta siyaseta wê ya kolonyalîst neşibiya kolonyalîzma dewletên modern yên rojava[yî] jî. Dewletê[n] modern yên kolonyalîst, statû[u]ya welatên kolonî dipejirand, hebûna wan miletan nas dikir, ziman û çanda wan qedexe nedikirin. Bes desthilatdariya îdarî û siyasî dixwastin ko di bin bandor û kontrola wan û mirovên wan de be. Komara Tirkiyeyê statû[u]ya Kurdistanê ya kolonî jî qebûl nekir û hebûna miletê kurd red kir û jiyana xwe di bin statû[u]ya kolonî de meşand…

Ev tesbîta hanê, tesbîta mêtingehkariya dewleta Tirkiyeyê û şeklê birêvebirina îdareya wê ya bi neheqî ye ko li ser miletê kurd dimeşîne û Îbrahîm wê di pêxîla cîhê cezakirina îdareya vê dewletê de bi mêranî dibêje. Ez ji te re li çepikan dixim, kekê Îbrahîm. Bijî!

Mimkun e ko hin hêlên Îbrahîn Guçluyî hebin ko kêfa mirovî jê re neyê –ma kîjan însan heye ko bi hemû hêlên xwe mukemel e?–, mimkun e ko ew hin caran zêdetirî ko jê tê xwestin li piyaseyê doş dibe, mimkun e ko hin kes wî wek “ajan”ê dewletê jî bibînin û mimkun e ko hin kes sibeh–dusib derbekê jî li bin çengên wî bixin… Lê tiştek heye ko divê kurd ji bîr nekin, yên nola Îbrahîmî hertim pêde nabin û piştî –Xwedê neke– tiştek bi wî bê, dû re dê qîmeta wî bête fahm kirin.

Rehetî û îmkanên ko li vê Swêdê di destê Îbrahîmî de bûn, belkî jî ne di destê tu kurdan de bû. Wî karîbû pir bi rehetî li vê derê jî karê xwe yê siyasî bidomandaya û ew jî wek her kurdekî li xerîbiyê dê xwedî cîhekî bûya û belkî zêdetir jî bûya, lê wî tercîha xwe bi vegera welêt kir. Wî bi vegerê re jî jiyaneke bi mîlîtanî da ber xwe, li dû nostaljiyê negeriya, wexta xwe bi lîstika dame û kaxetan xerş nekir.

Teva ko tiştekî wî yê şexsî li Diyarbekirê tune bû/ye jî wî mala xwe bir wê derê û li dilê Kurdistanê, li ber germahiya kevirên bedenê yên reş konê xwe vegirt û mîna xortekî çardeh salî xwe li beskur û pêxîla neheqî û çavsoriyê rakişand/radikişîne. Ew mîna mîlîtanekî, mîna canfedayekî naşî, mîna yekî nuhkamilbûyî gah li vê sikakê û gah li wê meydanê, gah li vê salonê û gah li wê TVyê, li wê radiyoyê, li wê kovarê û li wê rojnameyê di mulaqatê de ye; ew gah li ser mezelê dostekî û gah li merasima cenazeyê biraderekî, gah li taziye û xwazigîniyekê û gah li ber deriyê nezaret û mahkemeyên teresan bi kurdiyê dike qêrîn û hewar… Û gava li bin siya wan wêne û dûrişimên li dîwarên rezîl û riswa dibêje ko:

— Dema ko me dest bi dibistanê kir, me [bi] tirkî nedizanî [bû]. Wê demê me zanî û fêhm kir ko zimanê me kurdî û bi kurdî perwerdeyî qedexe ye. Neteweya kurd, ji hemû mafên xwe yên neteweyî bê par e û di bin serweriya sîstema kolonyalîst de jiyeneke neçar, kolonî dimeşîne. Weletê me Kurdistan, ji aliyê dewletên kolonyalîst (Komara Tirkiyeyê, Îran, Iraq, Suriye) de bûyê çar parçe. Dewlemendiya welatê me ji aliyê van dewletan de tê bi kar anîn. Gelê me, feqîr û belangaz e. Gelê me û welatparêzên wê dema ko mafên xwe yên neteweyî daxwaz kirine, bi zor û şidet û milîtarîzma dewletê hatine qetil kirin, sirgûn û koçber kirin.

Me, neheqiyên dewleta tirk, di dibistana navîn û lîseyê de baştir naskir. Pişt re dema ko em bûn xwendavên dibistana bilind, di ser jiyana min re her rojek, hefteyek, mehek, salek derbas bû, me dewleta tirk hîn ji nêzik de nas kir. Me hem qerektera dewleta tirk, hem jî pirsa neteweya kurd û Kurdistanê baş fahm kir…

Bi vê sekna xwe, ew li hemberî asîmlasyona dagirkeriya tirkan û neheqiya li ser vî zimanî alaya îsyanê bilind dike û bi rimên donkîşotane êrîşî “Aşên bayî” dike. Seeta te xweş be, kekê hêja… Eniya me ji ber te hilmiştî ye.

Ev helwêsta wî dikare ji bona hin kesan wek şovekê, wek tiştekî badilhewa bê dîtin, lê divê neyê ji bîra kirin ko hemû alim, fîlozof û dahiyên mezin jî piçekî donkîşotwarî ne/bûn û îroj yên mîna Îbrahîmî ji kurdan re lazim in ko humika xwe li maseya neheqan bixe.

Loma jî di van demên ko helwêstên di derbarê lêbixwedîderketina hêjayiyên neteweyê kurd de ew qasî nizim bûye de û lêbixwedîderketina zimanê kurdî, jiyandina wî li ber sikretê ye ko kes pênc qurişên xwe tê de nade de, divê hereketên nola yên Îbrahîm Guçluyî bên teqdîr kirin, piştgiriya wî/wan bête kirin ko xwediyê rûmeteke mezin in; ew ê dem bê ko di dîroka vî miletî de bi herfên zêrînî cîhên xwe bigirin.

Heger xwedî û piştgirên Îbrahîmî û yên nola wî hebûna dê rojê di çend rojname, TV û kovaran de qala van kirinên bi şexsiyet bihataya kirin, lê ji ber ko reng û fikrên Îbrahîmî guhertî ne, qala wî nayê kirin û ew bi îthamên bêwîcdanî tê binav kirin.

Heger îroj qîmeta kirinên bi vî rengî neyên fahm kirin, dê wext were ko em ê (kurd) li ser mezelên yên mîna Îbrahîmî bi tepan bi serê xwe kevin û bibêjin:

— Li me bibûre kek Îbrahîm, me di wexta xwe de qîmeta te nizanîbû.
Eynî nola ko îroj hevalên Muhterem Bîçîmlîyî li ser mezelê wî (piştî sîh salî) qîmeta keda wî bi bîr tînin.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2008-06-24
Xwendin: 5663
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org