[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Nesrîn
STOCKHOLM, 5/9 2009 — Ciyê Mihemed Şêxoyî li ba dilê min cûda ye. Kîjan gava ko ez bi rêyekê de herim, yan bixwazim li malê li muzîkê guhdarî bikim, miheqeq ji çend dûrikan yek a wî ye ko divê ez lê guhdarî bikim. Mirov nikare di nav dûrikên wî de durûmetiyê bike, yek ji ya dinê xweştir û birûmettir e, lê li ba gelek kurdan ciyê ”Nesrînê” ciyekî bi teybet e.

Li ba dilê min jî ciyekî Nesrînê yê bi teybet hebû/heye, lê piştî ko min fahm kir ew helbesta Xelefê Zêbarî ye, ew piçekî li ber dilê min sar bû. Hûn bi rastî bixwazin ev ne tiştekî baş e ko li ba min çêbûye, lê ez zanim ko li ba gelek kesan jî tiştekî weha heye, gava mirov hunermand, nivîskar û siyasetmedaran nas nake, ew di çavên mirovî de mezin in, lê gava mirov wan nas dike berhem û kirinên wan di çavên mirovî de piçûk dibin. Yanî bi gotineke dinê, heta ko mirov hunermendan nas nake, mirov bi kêfxweşî berhemên wan dixwîne/guhdarî dike, lê gava ko mirov wan nas dike (bi pirayî weha dibe) êdî him qîmeta şexsiyeta wan û him jî ya berhemên wan li ba mirovî dikeve. Belkî jî ev rastiyeke min be, ne ya kesî din be.

Îroj ez bi erebeyê diçûm malê û ji dûrikan dengê meqamê dûrika Nesrînê ji steryoya erebeyê bilind bû. Ew ji nişka ve bû mîna ko sîleyek li rûyê min bikeve; ji ber ko ew kirina Xelefê Zêbariyî di bîra min de anî û bi wê yekê re ez lê hay bûm ko sarbûnek ketiya navbera min û Nesrînê jî.

Xelefê Zêbarî di çavên min de mîna çiyayekî bû. Heger ew rojekê li min biqesidiyaya, min dê tiştek ji bo wî texsîr nekiraya. Hûn bi rastî bixwazin, min heta bi niha rojekê jî ew nediye, lê me bi rêya telefonê hevdu nas kiribû. Naskirina me jî bi minasebeta bibîranîna kekê min Edîpî bû. Piştî me îlana 25 saliya wefata wî di hin kovar û malperên înternetê belav kiribû, ew jî lê hay bûbû ko Edîp Karahan ”Mam Azad” e û piştî 25 salan wî fahm kiribû ko Edîp Karahan yan jî Mam Azadî wefat kiriye.

Ew di dema xwe de li Çomanê cîranên hevdu bûne. Ciwanmêrî telefonî min kir û di telefonê de bi caran xemgîniya xwe ji bo Edîpî anî zimên. Piştî wê hevnasiyê êdî ew car caran li min digeriya û bi çend gotinan jî be bîranînên xwe yên bi kekê min Edîpî re vedigotin. Min jî ji wî rica kir ko ew wan bibîranînên xwe binivîsîne û ji min re bişîne da em di kitêba li ser Edîpî de biweşînin. Wî soz da min ko ew ê binivîse, lê meh û sal di ser re bihurîn û wî nenivîsî. Min jî sofa ji wî kir û me kitêp çap kir.

Nêzîkî 6-7 salan derbas bû, wî şevekê dîsa telefonî min kir û mîna ko me berê qet sohbetên li ser Edîpî nekiribin, wî ji serî de dest pê kir û min jî lê guhdarî kir. Ew car jî çû û salek dinê bihurî ew dîsa geriya û dîsa bi heman meqamî nihurand. Piştî wê rojê (berî bi 7-8 meh berê) bi du rojan dîsa telefon kir. Di her cara ko wî telefon vedikir jî li gotinên min digeriya ko yan gotineke tirkî û yan jî erebî bibîne û li dû wê jî bi deqîqeyan şîretan li min bike. Hin caran jî xwe aciz dikir bê em (kurdên bakur) çi qasî di bin tesîra tirkî û tirkan de mane. Min jî di her carê de mesele bi awayekî derbas dikir û min hewil dida ko ez li hemberî wî bêhurmetiyekê nekim. Gava wî weha dikir jî min fahm dikir ko qet haya wî ji xebatên min yên nivîsê tune ye û wî rojekê jî nivîseke min nexwendiye û nizane ko ez li deverekê dinivîsim jî.

Herî dawiyê wî darik di qûnê de şikestand û ew Xelefê ko di çavê min de mîna çiyayekî bû, ji nişka ve bû mîna paçikekî. Di telefona herî dawiyê de, wî dîsa bi qûna gotinekê girtibû û ji min re digot ko hûn xwe li hemberî tirkan piçûk dibînin, hûn ji tesîra tirkan xelas nabin û hwd… Min gelekî mihawele kir ko ez bersiva wî nedim, lê ew nesekinî. De her mirovek jî sînorekî wan ê tehamulê heye. Wê gavê gotinê ji devê min bazda û min got: ”Kurdên başûr ji me bêtir di tesîra tirkan de ne û ew ji me (kurdên bakur) bêtir xwe li hemberî tirkan piçûk dibînin.”

Ez bûm û min weha got. Ew bû xwê û ket agirî. Wî hemû ew nasî û dostayiya li ser destê Mam Azadî ji bîra kir û dest bi heqaretê kir. Hûn bi rastî bixwazim, min di jiyana xwe de tu carî heqareta însanan qebûl nekiriye, lê ji bo xatirê wê dostaniyê min çend gotinên Xelefê Zêbarî daqurtan û min xwest ew mesele mezin nebe, lê ew nesekinî û her ji min re digot, ”Tu PKK yî, Tu PKK yî, hiimm: tu PKK yî û loma tu ji min re weha dibêjî…”

Min jê re îzeh kir bê ji bo çi kurdên başûrî ji kurdên bakurî bêtir xwe li hemberî tirkan piçûk dibîne, lê wî bi qûna wê peyvê ”Tu PKK yî” girtibû û bernedida. Li serê dawiyê çend gotinên nemayî ji min re gotin û ji bo ez bersiva wî nedim û erza wî neşkînim, min telefon girt. Li dû wê jî wî du-sê carên dinê telefonî min kir û xwest wê heqaretê bidomîne, lê di her carê de min dirêj nekir û min telefon di rûyê wî de girt.

Û ji wê rojê û vir de ye ko ew ”Nesrîn”a wî jî li ba dilê min sar bûye.

Hûn bi rastî bixwazin, ez naxwazin Nesrîn di çavê tu kurdî de piçûk bibe û li ber dilê wan sar bibe.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2009-09-05
Xwendin: 19544
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
”Xadim”a Seleh Bulutî (2008-10-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org