[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden
STOCKHOLM, 24/10 2009 — Nayê bîra min bê herî dawiyê ez kengî çûme ser mezelê dost û hevalekî xwe; hûn divê bibêjin bêwefatî, hûn divê bibêjin sersarî û xemsarî, hûn serbest in...

Mezelê bavê min, yê birayê min û merivên min di hewşa malê de ne û her cara ko ez diherim Dêrikê, ez di ber wan re dibihurim û bi dûçika çavan li hêla wan dinêrim. Hin caran jî ez enîşkên xwe didim ser dîwarê baxçeyê mezelî û li kevirên li ber serên wan, li dara hinara li qoziya baxçeyî, li tûmên petîşok û mewîjokê dinêrim û bi wî awayî di nav awirên xwe de wenda dibim; di wê gavê de hişê min rêwiyê li ser kîjan rêyê ye, êdî ne eyan e…

Heta berî bi çend salan jî li Dêrikê goristana her eşîrê cûda bû, lê ji demekê û vir de ye ko (bi pirayî) ew adeta hanê ji nav miletî rabû ye û piraniya miriyên Dêrikê li wî erdî tên binaxkirin ko mala Sofî Evdila û mala Osoyî xêra xwe ew ji bo miriyan hîbe kiriye.

Jinbirayeke min jî di vê goristana navbihurî de definkirî ye û piştî eydiyê ez û birayê xwe, em teva biraziyê xwe çûn ser mezelê dêya wî. Bi rêyê de wî qutiyek piskuvît kirî û heta em gîhaştin ser mezelî, ew li kîjan rêwîyî/ê rast hat, wî qutiya xwe dirêjî wan kir û ji bo xêra dêya xwe ew li wan belav kir. Gava em ketin devê goristanê, bi derbekê re pirbûna mezelan û li dû wê jî pirbûyina daran û mezinbûna wan a weha zûka li ber çavên min ket. Her cara ko min nivîsên li ber serên miriyan dixwend, ez lê hay dibûm bê min çi qas nasên xwe, çi qas dost, mihub û şêniyên vî bajarî wenda kirine. Li ber seriyê her miriyî dareke hejîrê, yeke zeytûnê, yeke tûyê û yan jî yeke jaleyê hatiye çandin. Teva ko pûş û palaxî daya nîvê mezelên miriyan jî ew ne bêxwedî nin. Bi gotineke dinê (wek berê) ker û golik li nav goristanê nagerin û pê li zikên miriyan nake. Berî ko ez jî bîra bikim divê ez bibêjim ko êdî li kevirê ber serê hin miriyan kurtedanasîna wan bi kurdî hatiye/tê nivîsîn.

Piştî xemgîniyeke kin, em ji ser mezelê jinbiraya min vegeriyan. Min ji birayê xwe pirsî bê ew zane mezelê Şêxmûs Yapiştiranî li kû ye, yan na? Wî got ko ew texmîna ciyê wî zane û me di nav mezelî re berê xwe da wê hêlê. Gava ko em li mezelê wî digeriyan, ji tune de min ji pênc mezelan sisê nas dikirin û her cara ez li ber kevirê li ber serê wan disekinîm, qurpîniyek ji nava min dihat. Her çi qasî min bixwestaya ko ez gavekê berî gavekê ji wê derê bi dûr bikevim jî lingên min bi fisekî li dû min dihatin; teva ko ez merivekî ateîst im jî min destên xwe li ber Xwedayî vedikir û fatîheyek ji bo wan dipilpiland. Ma jê pê ve çi ji destê merivî tê?

Li devê duriyana deriyê goristanê birayê min tiliya xwe bi hêla mezelekî ve kir û ji min re got ko ev mezelê Mahmûd Gudenî ye. Ez di ciyê xwe de sekinîm û bi ser hêla xwe ya çepê de zîvirîm. Min dît ko birayê wî Ahmed jî li tenişta wî ye; mîna miriyên dinê, min ji bo wan jî fatîheyek xwed. (Ev herdu bira jî PKKyiyên herî pêşî bûn ko li Dêrikê dest bi karê rêxistinî kiribû û Mahmûd di sala 1980yî de li pala Tûrcelê ji terefê eskerên tirkan ve hate kuştin û Ahmed jî di sala 1989an de li hêla Sitewrê ji terefê hêzên heman dewletê ve hat kuştin)

Berî ko em ji mezelên wan bi dûr bikevin, tiştekî bala min kişand. Li ser kevirê ber seriyê Mahmûd Gudenî sembola ala tirkan, yanî heyv û histirkek li ber çavên min ket. Ez di cîh de veciniqîm û zîvirîm ser birayê xwe, min jê pirsî bê haya kesî ji vê yeka hanê heye, yan na? Birayê min jî nola min şaş ma û wî jî (Ew berê jî gelek caran hatiye ziyareta wan) cara pêşiyê ew didît. Ez di wê gavê de zîvirîm ser birayê xwe û min jê re got, ”Gelo ev ciwanmêr niha çavên xwe veke û vê ala tirkan li kevirê ber serê xwe bibîne, ma wê ji we dêrikiyan re nebêje çi? Ma wê nebêje ko hey ocax korbûnû dêrîkîno! Hey bêwîcdanno, ma we çawa ala kujerên min li kevirê ber serê min kolaye?!”

Bi hindikayî ev 25 sal in ko ew ala kujerên Mahmûd Gudenî li ber serê wî ye û bala kesî nekişandiye. Ew gor ji terefê kê ve û bi kîjan aqilî bi ala tirkan hatiye xemilandin ez nizanim, lê ez tiştekî zanim û heçî dêrikiyên ko wî ciwanmêrî (Mahmûd Guden) nas dikin dê zanibin bê ew çi qasî bi doza vî miletî û baweriyên xwe ve girêdayî bû. Yanî ji bo mirov heqareteke ew qasî mezin li miriyekî bike, ancax mirov ew qasî hov, bêaqil û bêxem be. Ji ber ko ew ê bê bîra gelek dêrikiyan û mirovên mintîqeya me; gava li pala Tûrcelê (Piştî 12yê îlona 1980an bi demek kin) şer derket, wî ciwanmêrî û hevalên xwe heta bi guleya xwe ya dawiyê jî şer kir û berî mirina xwe wî bi xwîna xwe, li ser kevirê kozika xwe nivîsî ”Bijî PKK”.

Ahmed û Mahmûd Guden du birayên hevdu bûn ko wan ji doza vî miletî bawer kir û li gora baweriya xwe jiyan, tekoşîna xwe da û li ser vê rêyê jiyana xwe ji destî da. Wan bedelê vê tekoşînê bi jiyana xwe da û çûn ser oxira xwe, îcar ko mirov nikaribe li hêjayiyên xwe bixwedî derkeve jî qet nebe mirov heqaretê li wan neke.

Ma ji vê heqaretê mezintirîn heqaret heye ko serê ew qas sal ala kujerin merivî li ber serê merivî hatibe çikandin?

29-09-2009

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2009-10-24
Xwendin: 19687
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
”Xadim”a Seleh Bulutî (2008-10-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org