[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
”Xadim”a Seleh Bulutî
STOCKHOLM, 10/ 10 2008 — Min berî bi du rojan kitêba Orhan Pamukî ”Mahsumiyet Muzesi” qedandibû û li dû wê jî dest bi Mîrnameya Jan Dostî kiribû. Vê sibehê ji nişa ve repînek ji qulika posteyê –ya di deriyê malê de– hat. Ez bi dengê wê re rabûm. Min bala xwe dayê ko zerfeke zer, bi qelemeke reş ko herfên wê qalind û nav, paşnav û navnîşana min li ser hatiye nivîsîn ko li wê restê ye. Bêyî ko ez li hêla quncika çapê ya jorê zerê binêrim, min nivîsa Selehî (Selhattin Bulut) nas kir û weke ko ez li hêviyê bûm, wî kitêba xwe ji min re şandibû.

Min bi bêsebrî derê zerfê vekir û min kitêb bi vir de û wê de qulipand, ji xwe diyar bû ko ji weşanxaneya Avestayê derketiye. Min rûpelên wê tev dan (bila Jan Dost li min bibûre ko xwendina van rûpelan ket navbera Mîrnameya wî) û hew min dît ko min bîst rûpel jê xwendine jî… Keça min ez îqaz kirim ko divê em herin û ez bi wê re erebeyê bajom.

Piştî em ji ajotina erebeyê vegeriyan, min dîsa rahişt kitêbê û heta bi seetûnîvek–du seetan min ew heftê rûpelên mayî jî qadand. Wek berê jî haya min ji navê kitêbê hebû –ku bi min navekî vecinoqî hatibû– ez di netîceya xwedina wê de jî şaş derneketim ko ev nav ne li gora vê çîrokê/kitêbê ye. Berî bi demekê ez li Tirkiyeyê bûm û Selehî –bêyî qala mijara wê bike– ji min re qala navê wê kiribû û wê gavê jî min bi germî li vî navî nenêrîbû. Ez nizanim bê ji ber çi bû, lê ev nav bi min ne xweş hatibû, feqet dîsa jî ji bo dilê Selehî nemîne min zêde deng nekir û ji xwe wê gavê wan dabû çapê jî.

Ev çîroka ”Xadim” Selehî piştî kitêba wî ya pêşiyê ”Buhişta lal” ceribandineke nuh e ko wî wek ”çîroka dirêj” bi nav kiriye û bi baweriya min ev nav ne şaş e; ez dibêjim ne şaş e, –ji ber ko dostê min ê ezîz Mihemed Sanriyî di nivîsa xwe de gotiye ko ev roman e– bi min ji bilî ”novel” yan jî ”çîroka dirêj” tu navê dinê li vê kitêbê nayê; ji ber ko çîrokeke li ser esasê fînalê hatiye avakirin e. Ji xwe Mihemedî bi xetên qalind xwe sipartiye argumanên Ernest Hemingwayî û ferqayetiya di navbera roman û çîrokê de li ser zarê wî gotiye ko loma jî navê romanê layiqî vê kitêbê diye. Ez bi gotinên Ernest Hemingwayî û yên Mihemedî re me, lê dîsa jî ew arguman têrê nake ko ev romek be, ev çîrok e, ne roman e. Heger romanek bikare tradejiya 12yê îlonê û wahşeta wê bîne zimên, çima çîrokeke weha pir bi rehetî nikaribe di şexsiyeta qahremanekî wek Jêhatî de baştir bê îfadekirin?

Di destpêkê de ne ji bo ko bi tenê min romana Orhan Pamukî xwediye min ew tişt gotibû. Car hene ko bi çîrokekê tenê jî mirov dikare dewr û dewranekê, pêleke dîrokê, bûyer û felaketekê, pîskolojiya civatê û ya yek bi yek mirovan pir bi rehetî rave bike û tahmeke xweş bide xwendevanan. Orhan Pamukî 592 rûpel li ser evîna xwe nivîsiye. Helbet hunera Orhanî ya romanê mezin e, lê bi baweriya min wî heta bi sibehê dirêj kiriye û hey dirêj kiriye ko xwedevanan hewante ew qasî li dû xwe û qahremanê xwe Kemalî kaş dike. Gelek hêlên vê romanê yên qabilê minaqaşeyê henin û heger ji dêvla navê Orhan Pamukî navê kurdekî yan jî nivîskarekî nenaskirî li ser wê kitêbê bûya –belkî– kesî zêde guh jî nedayayê. Îcar, ji ber ko Orhan Pamuk e, li Tirkiyeyê ji nan û penêrî jî bêtir ew kitêb tê firotin.

Bi baweriya min di vê çîroka Selehî de jî dirêjkirineke ko belkî ne pêwîst be heye, lê teva wê jî çîrokekek xwendina wê rewan û zimanê wê –li gora kitêba berê û ji bilî bikaranîna cîhên hin nav û cînavan– gelekî şêrîn e. Ez dibêjim ”dirêjkirina nepêwîst”, ji ber ko çîrok heta bi rûpelên 73–74an jî wek çîrokeke klasîk, –lê bi meraqan ve dagirtî– mirov li dû qehremanê wî Jêhatî dihere. Ew ji hefsê derdikeve û dihere malê û dû re guherînên li derve, yên di endamên malbatê û hevalên wî yên rêxistinê de çêbûne, adeptasiyona wî ya derve û hwd… Bi tenê di rûpelê 24 çaran de sinyalek piçûk ji teregê Jêhatî ve tê dayin ko êşeke wî ya giran heye û ew jî gava di bin lihêfa xwe di dike îskeîsk e, lê dîsa jî mirov dibêje belkî ji ber mihasebeya êşa bi salan a ko di hefsê de maye. Esas ”kul” di wan rûpelên jorîn de (73-74) deşîfre dibe û ji wê derê û pê ve meseleya qahremanê çîrokê –bi rastî– dikeve dewreyê ko giyanê meseleyê ye. Helbet ko ne ji navê kitêbê be mimkun e ko xwendevan ne li bende surprîzeke teqandineke bi vî rengî be. Ji ber ko çîrokeke bi fînaleke xurt e, belkî jî mirov karîbûya kintir lê bixistaya û di pênc rûpelan de jî ev çîrok safî bikiraya, loma jî navê ”Xadim” di despêkê de îşeretekê dide xwendevanan ko mijar eşkere bibe û çîrok bi xwendevanî dirêj were. Heger navê kitêbe çav li xwendevanî nekiraya, ew bi duqatî van rûpelan jî bûbûya dê ne mesele bûya. Helbet ev ne min nivîsiye, Selehî bi xwe nivîsiye û wî teknîkeke weha bi kar aniye û loma jî ez hurmeta vê yekê digrim. Teva wê ”dirêjkirinê” jî çîrokê tiştek ji hêza xwe ya ”guvaştî û hûnandî” wenda nekiriye, bi tenê ev qeneeteke min a piçûk e, ew qas.

Di vê novelê de, mirov li tecrube û kamiliya Selehî ya di warê çîrokê de bêtir hay dibe ko êdî wî çîrok –yan jî novel– kiriye perçeyekî jiyana xwe ya rastîn. Ji ber ko wî hin wext, mekan û atmosfer di nav rêzên kitêbê de bi maqûlî veşartine û bêyî ko beloqiyek tê de çêbibe bi me dide his kirin ko ew kîjan dem in, çi qas wext di ser re bihurî ne û ew mekan –bi texmînî– kû der in. Heger ez nimûneyekê bidim: Jêhat ê qahremanê çîrokê piştî ko ji hefsê derdikeve bi 44–45 pênc rojan dihere Stenbûlê. Nivîskar vê yekê ji me re bi hejmara rojan eşkere nake, lê gava vebêjer qala xweha wî Avşayê dike, em pê derdixin ko gava Jêhat ji hefsê derketiye ew ducanî ye û çar–pêc roj jê re mane ko ew biwelide. Gava Jêhat ji bajarê xwe derdikeve, zarokê Avşayê bûye (40) çelrokî.

Ji hêla din ve, nivîskar bi vê çîrokê rismekî dîroka me ya nêzîk, hêviyên însanan, şikestinên wan, guherînên wan û baweriyên wan jî di sohbeta Jêhat û Cemalî de û dû re jî di ya wî û Hesenî de bi me dide hiskirin. Di minaqaşeya bi Cemalî re de, êş û aloziyeke bi salan e ko endamên rêxistinên kurdên bakurî dikin û tu encam jê wernegirtine, bi awayekî tazî li pêş çavên xwendvanan radixe û eynikê dide pêşberî fikrên cûda yên di vî warî de. Wek tê zanîn, piştî darbeya 12yê îlonê bi sedan endamên partî û rêxistinan derketin derveyî welêt û Ewrûpayê. Ev yeka hanê bi salan di nav civatê û di nav endamên rêxistinan de bû ciyê minaqaşeyê û hin caran hin rêxistinan birayarên radîkal wergirtin ko kesên li Ewrûpayê di komîteyên merkezî de cîh nestînin. Her çi qasî ev biryarên hanê li gora dema xwe dilê hin mirovan rehet dikir jî demê derxist meydanê ko mesele ne bi tenê li derveyî welêt yan jî li hundirê welêtbûna mirovî ye. Kes bi qandî endamên PKKyê derneketine Ewrûpayê û derveyî welêt, lê rewş li meydanê ye.

Îcar ko em vegerin ser rewşa qahremanê çîrokê ko piştî ew dihere Stenbûlê û hevalê wî Hesen pêşwaziya wî dike jî em fedekarî, dilsozî û bêhesabiya hevaltiya wê demê dibînin ko ew çi qasî ji Jêhatî re bêmal e ko dixwaze hemû îmkanên xwe jê re sefer ber bike. Ji xwe, li ser agahdariyên Hesenî –ew jî dermanên deprasyonê bi kar tîne– Jêhat hay ji nexweşxaneya ermeniyan û dixtorên baş çêdibe û fikra ew here ba dixtorî bi wî re xurt dibe ko ew bi dû derdê xwe keve û em jî pê bihisin bê esas kula Jêhatî çi ye û di wan salên hefsê de, di dema wahşeta 12yê îlonê de çi hatiye serê wî ko fînala çîrokê weha bi awayekî ji nişka ve bibe bombeyeke pîmêwêkişandî.

Ez bawer dikim ko navê çîrokê ne ”Xadim” bûya û gava mirov bihataya ciyê deşîfrekirina meseleyê dê xweşiyeke din, surprîzeke mezintir û hêzeke veşartîtir derketaya meydanê ko efsûniya çîrokê nîşanî me bidaya da mirov şoq bibûya. Û teva vî awayê xwe jî; heger Jêhatî di dema di texsiyê de dihere ba dixtorî û di hundirê xwe (monolog) de ji me re qala hin îşaretên problema xwe nekiraya, bi tenê gava dihere hizûra dixtorî û mesele li wir deşîfre bikiraya dê surprîzeka xweştir bûye ko xwendevan pê bihisiya bê ji ber çi ew qas rûpel xwendiye.

Piştî ko Jêhat derdê xwe ji dixtorî re (kîrê wî ranabe) dibêje, êdî diyaloga wî û dixtorî karê pisporiyeke xweser e ko Seleh xwe xistiye nav meseleyeke weha, lê ez hêvî dikim ko ew wan tiştinan bi dixtoran re peyivîbe û şaşiyên faktayî tune bin, lê ya balkêş ew e ko Selehî bêtirs gotina ”kîr” bi kar aniye. Ez dibêjim ”bêtirs” ji ber ko wek mîzac ez Selehî nas dikim bê ew çi qasî fediyok e, lê ne carekê tenê, wî bi caran ew gotin bi kar aniye û bi min baş jî kiriye ko sansur daneniye ser xwe.

Helbet nêta min ne ew e ko ez bi hemû hêlên wê kitêbê şîrove bikim, bi tenê, ez reaksiyona min a piştî xwendinê ye. Gava ko hûn bixwînin, hûn ê jî gelek hêlên wê yên xweş, yên qabilî minaqaşe û lêhûrbûnê ye bivînin.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2008-10-10
Xwendin: 9529
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org