[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan
STOCKHOLM, 5/11 2008 — Ji serî de divê ez uzrekê bixwazim –ji ber ko ez dikim bahsa kitêbeke bi tirkî bikim– û dû re ez ê çend gotinan di derbarê vê romanê de bibêjim. Ne adeta min e ko ez li ser kitêbên tirkî tiştekî ji xwedevana re bibêjim –û tew mesele danasîn û nirxindin be– îlelah… Lê piştî ko min kitêba Bulent Tekînî ya bi navê (Kartal Yuvasi) “Hêlîna qertelan” xwend, min weha his kir ko ez çend gotinan bi we re par ve bikim… Carinan li mirovî weha tê, ez ji ko dizanim; vê kitêbê tesîreke gelekî pozîtîf li min kir, welew ko ew bi tirkî be jî.

Wek ji we jî diyara e, ev kitêb bi tirkî ye û belkî jî bi tenê kêmaniyeke ko ez karibim di dawiya vê nivîsê de bibêjim, ev hêla wê ye. Û ji bo gelek kesan jî ev têra gelek tiştî dike, ez vê yekê ji niha de his dikim.

Heger min ev kitêb nexwendibûye û hin kesan qala kitêbeke bi zimanê tirkî bikiraya yan jî tiştek li ser binivîsiya, bêgûman ko min ê jî wek we xwe aciz bikiraya ko hin kes li ser kitêbên bi zimanên dagirkerên Kurdistanê tiştekî bibêjin, lê dîsa jî hûn di xwendin û nirxandina vê danasînê de serbest in, ji ber ko ez nikarim tiştekî dinê pêşniyarî we bikim û eynî weke ko ji dilê min tê ez ê bixwazim van çend gotinan vebêjim.

Heger em tirkînivîsîna vê romana “mûhteşem” li hêlekê deynin û piçekî li hêlên wê yên edebî û dîrokî binêrin, em ê bibînin bê Bulent Tekînî çi firtone di rûyê kevirên şayîk yên zinarên Mêrdînê û keleha wê de rakiriye ko babîsok û hicacokên vegotineke bi kelecan û tahmxweş bi ser Qosar, Amûd, Dara, Kefertûsa û Rasuleynê de rabe ko di bin hukumdarî û qudreta Arsîûsî de bû, di efsûniya berhema eşqa Marîa û rahîp Kumayî de şaheserek çawa afirandiye.
Bi esareta neviyê Arsîûsî yê bi navê Amûdayî, entrîqa û lîstikên rahîpên bîzansiyan yên li hemberî îdareya xwe, li hemberî dost, mihub û neyarên xwe û her weha –ya herî girin jî– li hemberî pîrê mecûsiayan, yanî li hemberî rahîp Dînî bi kar aniye û di netîceyê de bê ew çawa ji wê îqtidara ko bi salan di destên wan de bû bi dûr ketine… Bulent Tekînî bi hostayiya neqaşekî, bi sebra rîhsipiyekî û bi teknîkeke manîdar ji xwendevanan re ev şaheser afirandiye, vegotiye û her vegotiye ko mirov ji xwedina wê têr nabe.

Her çi qasî ev roman ji terefê weşanxaneya Pêriyê ve di pêşgotina wê de (wek notekê, ne wek pêşgotinekê) ew wek romaneke dîroka Mêrdînê hesibandibe jî û teva ko ev roman li ser esasê dîroka Mêrdînê hatibe avakirin, di eslê xwe de ew li cografiyeke berfirek bela bûye û ji hêla bûyer û îstilayan ve ne bi Mêrdînê tenê sînorkirî ye. Ew bi naveroka xwe, bi siyaset û şerên baweriyên îqtidarên cûda ve û bi dijayetî û entrîqayên mîsyonerên dema xwe ve ko wan dixwest li hemî deverên mintîqeyê bi awayekî berfirehî hukimî bikin, ew bibin xwediyê îdareyeke mezin ya ol, mezheb û her weha desthilatên wan medeniyetên wê demê yên nola Bîzans (Yûnanî), Suryan, Ereb, Kildan, Yahûda, Kurd û Farizan ko ji bo baweriyên xwe, desthilat, talan û qebûlkirna kitêb û felsefeyên xwe şerên mezin, finêsên genî li wê cografiyayê pêk anîne ko ji bajarê qedîm Mêrdînê û axa wê wêdetir in… Di nav tevna vê vegotinê de, mirov pê dihese ko mesele bi bajarê Mêrdînê tenê de nema ye û ew xwe digîhîne heta bi Mûsil, Amûd û Serê Kaniyê jî.

Teva ko mijara romanê di sedsala şeşan de rû dide (P.Z.) û Mêrdîn di wê demê de di sînorên îqtidara bîzansiyan de ye; ew di bunyeya xwe de gelek ol û miletên dinê jî dihebîne ko wan li wê şarestaniyê ji bo bîr û baweriyên xwe tekoşîn dane, şer kirne û mirine jî mirov dibêje qey qala Mêrdîna îroj tête kirin… Ji ber ko Mêrdîn heta bi niha jî wê xisûsiyeta xwe diparêze û di vî warî de ew mozaîqek e ko ji ol, mezhep û miletên cûda pêk tê.

Ji hêla dinê ve ev romana mûhteşam mirovî sewqî ser wê yekê dike meriv li kultur, adet, şeklê jiyana gelên wê derê, toleransa baweriyên cûda û xweşbîniya civatê ya wê demê hay bibe ko di roja îroj de jî li ser wî erdî –ji bilî serdestiya tirkan– ev tehamul berdewan e.
Mirov di romanê de li surprîzên weha ras tê ko ew cûdayiyên hanê di wan şertan de çawa karîbûne bi hev re bijîn, çawa ji bo hevdu fedekariyên weha heyatî û dîrokî bikin û her weha bê mirov ji bo kezeba xwe –zaroyên xwe– çawa dikare dev ji hemû hêjayî û miqadesiyên xwe berde (Marîa û kurê xwe Amûda nîşana vê yekê ye) û dînê xwe biguhere. Heta ne bi tenê dînê xwe biguhere, ew bikare îqtidara bavê xwe, ya miletê xwe û ya împaratoriya xwe bike qurbana delaliyê li ber dilê xwe.

Mimkun e ko ev yeka hanê ji bo siyasetmedaran û kesên hirsa îqtidarê bi wan re hebe ne tiştekî aqilmendî be û dikare ji bo wan tiştekî pir beradayî be jî, lê ji bo dêyekê ko ew xwediyê hisên jêhezkirinên mezin be, tiştekî pir hêsan e û mîna qurtek av e ko netîceya Marî û kurê wê Amûdê li ba serfermandarê îslamê Îlyazî rû dide.

Di vê romanê de jî –mîna gelek romanan– du çîrokên sereke hene. Yek jê, çîroka kuştina rahîp Dînî ye û ya din jî çîroka Marî û kurê wê –yê xweyr î meşrû– Amûda ye. Helbet li gora min ev ên sereke nin û ez navên wan zikir dikim, ji ber ko çend bûyer û çîrokên din hene û her yek ji wan bi serê xwe mijara romanêkê ye.

Rahîbê zerduştî Dîn xwediyê baweriyeke weha qewîn e û zarekî wî yê weha şêrîn heye ko ew bikare tesîrê li hukumdarê xiristiyanan Arsîûsî bike ko ew di bin tesîra fikrên wî de bimîne û di derbarê vî dînî de bihizire, lê rehîbên îdareya bîzansiyan û nemaze rahîp Raul vê ”talûkeya” hanê dibîne û dikeve dewreyê ko serokê împaratoriya bîzansan Heraklîus –yan jî li ser navê wî fermanê derdixe– ko rahîp Dînî bi destê Albînosekî (sîsekî) bide qetilkirin.

Di çîroka Marîa û kurê wê Amûdayî de ko ew ji dola rahîp Kumayî ye dîsa rahîpên finêskar dikevin dewrê û bi awayekî fisgenîtî Kumayî dikujin, lê ew xwediyê şanseke weha mezin in ko tiştekî bînin serê Marîayê. Marîa melîkeya Kalatul Marayê ye û dikare bi rehetî fermanê bide Raul û rahîbên wek wî. Ew selehiyeta hanê heta bi têkbirina îqtidara bavê wê Arsîûsî jî dirêj dibe. Marîa xwediyê îqtidareke xurt e û fermana Raulî jî di destê wê û bavê wê de ye.
Ji ber ko bi destxistina keleha Mêrdînê ne weha hêsan e, piştî Marîa di bin re dibe misilman, ew bi ordiyên îslamê re (di bin fermandariya Îlyazî de) li hev dike û kelehê ji hundir de fetih dike.

Bi rastî jî tiştên mirov li ser vê romanê bibêje, pir in; lê ji ber ko gelek xwendevanên kurdî hene ko nikarin bi tirkî bixwînin, ez ê wê dirêj nekin. Bi tenê, ez ê ji bo kurdên ko karin bi tirkî bixwînin pêşniyareke ji dilî bikim… Ji kerema xwe re vê romanê bixwînin. Min bi xwe di van çand salên dawiyê de romaneke ew qasî bi kêfxweşî û bi zewqeke weha mezin nexwediye, loma jî ez dixwazim ko hûn jî ji vê lezetê bêpar nemînin û vê romana mûhteşam bixwînin.

—————————————————————
Navê romanê yê orjînal:
”Kartal Yuvasi Mardin Tarihçedir”
Weşanxane: Pêrî
Rûpel: 239
Kadikoy/Istanbul

Bulent Tekîn: Belkî jî divê ez bi çend gotinan qala Bulet Tekînî bikim da hûn di derbarê tirkînivîsîna wî de şaş nefikirin. Her çi qasî ew wek yekî dêrikî tê naskirin jî, ew bi eslê xwe ji hêla bavê de ji Masertê û ji hêla dêyê ve jî mêrdînî ye, lê ew di danasînên xwe de dibêje ko di sala 1954an de li Dêrikê hatiye dinyayê.
Bavê wî li Dêrikê başkatib bû û navê wî Ezîz Tekîn (Ezîzê Pîrê) bû. Min bi xwe, heta bi niha jî nizanîbû ko ew kurd in, min digot qey bajarî ne, yanî ereb in. Min ji wî re e-maîlek şand û jê pirsî. Ew dibêje ko him dêya wî û him jî bavê wî kurd in û ew bi xwe jî kurd e.
Bulent ji me mestir bû û min ew zêde li Dêrikê nediye, wî li derve dixwend, lê bira (Nacî) û xwehên wî li Dêrikê xwedin û em wan baş nas dikin. Wan zêde bi kurdî nizanîbû. Ew ji dêrikiyan cûdatir bûn, li gora xwe însanên modern bûn, li sikakê û dibistanê jî ferqiya wan ji dêrikiyan hebû. Ew bi tirkî dipeyivîn û zimanê wan ê malê jî erebî û tirkî bû, loma jî mirov ji Bulentî hêviya bi kurdînivîsînê bike, belkî zahmet be…

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2008-11-05
Xwendin: 10074
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
”Xadim”a Seleh Bulutî (2008-10-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org