[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij
STOCKHOLM, 27/12 2008 — Ez bawer dikim ko gelek kes êdî bi tenê li nivîsên bi sernivîsa “TRT 6ê” dinêrin û belkî jî çavekî lê digerînin û derbas dibin. Ji ber ko gelek tişt hatin nivîsîn û hîna jî dê bên nivîsîn.

Heger derûdora PKKyê li dijî vê kanalê helwêsta neyînî danenîbûya, ez bawer nakim ko hin “hunermend û rewşenbîr” weha bi dijwarî li dijî vê kanalê derketina, îcar ji ber helwêsta wan êdî kî çi tê ber devê wan ji xwe re dibêjin. Mohra îxanetê ketiye destê hin kesan û xelkê mîna pezên bizinî û mêşinî mohr dikin. Lêxê bavo lêxê… Ji kîsê kurim, xweş dibirim… Ez ya PKKyê fahm dikim û jê naqehirim, lê ez ya hin nivîskar, hunermend û rewşenbîran fahm nakim bê çi li wan qewimiye ko weha çi tê ber devên wan û dibêjin. Têştê ko ez zanim, mirov fikrên xwe li gora argumanên xwe dinivîse û derbas dibe, îcar ew tiştên ko hûn rast nabînin yan jî ew kesên ko wek we nafikirin, hûn çima ew qasî bi dijwarî êrîşî ser wan dikin?

***

Helbet divê mirov kirinên dewletê û teredutên xwe yên di vî warî de bi awayekî bibêje, lê ji bo bîstikekê be jî heger em wan bidin hêlekê û em nekevin nav wan hûrgiliyan mimkun e ko em karibin bigihêjin netîceyekê. Ew tiştên ko divê bên kirin û nayên kirin, ji xwe tên zanîn û heger em li gora qaîdeyên klasîk herin, divê heta ko Kurdistaneke serbixwe û mezin ava nebe, em ranewestin…

Li gora baweriya min ev gaveke [TRT 6] ko bêyî îradeya kurdan e hatiye avêtin, ew biryara dewletê bi xwe ye, ne biryara hikûmeta AKPyê tenê ye. Heger ordiya Tirkiyeyê û hin hêzên di nav dewletê de ne îqna bûna, ez bawer nakim ko AKPyê karîbûya bi serê xwe ev hamleya hanê bikiraya, loma jî heger ev ji bo hilbijartinên mehelî yên 29ê adara 2009an be, divê ev TVya hanê piştî hilbijartinê bê girtin, ne weha? Heger weha bû, ev tê wê maneyê ko PKK û hin rewşenbîr û nivîskarên kurd ji me serwexttir in û pêşiya xwe ji me baştir dibînin.

***

Bi salan e ko nivîskar û rewşenbîrên kurd dikin baqebaq ko ev ziman pere nake, kes qîmetê nadê û heta ev ziman nebe zimanê bazarê, ew dê bi pêş de nekeve…

Ez jî bi van gotinan re me, min bi caran di vê çerçeweyê de nivîs nivîsîne û nemaze jî ez bi wê gotinê re me ko ev ziman nebe zimanê bazarê, ne mimkun e ew bi pêş de bikeve.

Heta ko rewşa kurdên bakur weha be, em kurd nikarin vî zimanî bikin zimanê bazarê. Teva ko li başûrê Kurdistanê kurdî (soranî) zimanê îdareyê û yê bazarê ye jî qîmeta kurmanciyê li wir ne bi pênc pereyan e, feqet gava li Tirkiyeyê ev ziman bibe zimanê bazarê dê pir bi rehetî kurmancî bibe xwediyê qîmetekê û ew ê roj bi roj bi pêş de bikeve, loma jî destpêkirina TRT 6ê di vî warî de îmkanekî pir baş e ko kurdî pere bike û bibe xwedî rûmetekê. (Di vê meseleyê de dewleta tirk ji îdareya Kurdistanê gelekî bêtir/baştir alîkariya kurmanciyê dike ko ew bi pêş de bikeve.) Bi vê gava TRTyê re, sibeh–dusibeh hin kanalên din yên prîvat jî dê dest bi weşana kurdî bikin, ew ê reklam bi kurdî bên weşandin, ew ê bi sedan kes li ser navê vî zimanî îstihdam bibin, ew ê kovar û rojnameyên van kanalan bi kurdî derkevin, ew ê termînolojiya beşên cûda yên civat/jiyanê bi kurdî bi pêş de bikevin û ev dê bibe perwerdeyiyeke xwezayî ya jixweber… Bi kinayî ew ê bi vî awayî qedir û qîmeteke vî zimanî li ba kurdan jî û li ba tirkan jî çê bibe. Gava qîmeta vî zimanî çêbû, êdî hûn ji xwe re çi sifetî li van kurdan dikin, hûn zanin. Madem ko zimanê me hebûna me ye, ji vê firsendê baştir firsend tune ye. Heger em kurd sed TVyan jî ava bikin, ew ê TVya filan kes û bêvan kesan bin û ew ê her hinek taadîtê dîne ser hinekî dinê. Loma jî dewlet dê li hemberî me (him bi xezeba xwe û him bi merhemeta xwe) kurdan bêtereftir be.

Me kurdên bakurî (ji bilî PKKyê) bi salan xwe çirand, lê me nikarîbû kanaleke TVyê ava bikiraya. Gelekan ji bakuriyan devên xwe li ber başûriyan xwar kir/dikin û wan alîkarî nekir ko kurdên bakurî kanalekê vekin. Me hemûyan xwe da ser hevdu jî pere nekir, ne dewlemendên bakurî sermayeyê xwe xistin tiştekî weha û ne jî siyasetçiyan karîbû tiştekî weha bikiraya û heger wan karîbûya kanalek vekiraya jî ne kesî reklamên xwe dida kanaleke weha û ne jî karîbû xwe fînanse bikiraya. Bi xêra vê kanalê [TRT 6] dê dewlemendên kurdên bakurî teşwîq bibin ko li sermiyanên xwe bixwedî derkevin. Ew ê fahm bikin ko ji kurdiyê jî pere tên qezençkirin û ew ê kanalên nuh vekin; xelk dê reklamên xwe bidin van kanalan. Ciyê reklam lê hebe jî dê pere û tîcaret lê hebe û ev ziman jî dê bikeve nav vê cîhanê. Bi gotineke dinê, ew ê bi vê rêyê nasyonalîzma kurdan xurttir bibe.

Gava ko di TVyê de kurdî bi serbestî were bikaranîn, êdî li tu aliyê jiyanê, tu tiştek nikare xwe li ber pêla bipêşdeketina vî zimanî bigire. Ev yek dê bike ko di demeke nêzîk de –bi awayekî otomatîk– kurmancî li Tirkiyeyê bibe zimanê duyemîn yê resmî jî.

Mimkun e ko ji hêla siyasî ve ji bo kurdan hin zahmetî hebin û mirov vê yekê jî fehm dike. Ew jî ji ber wê yekê ye ko bi salan me di serê xwe de tiştekî din çê kiriye. Li gelek welatên dinyayê çareseriya gelên bindest bi awayekî din çareser bûye û ev yeka hanê me dide fikirandin. Di halê normal de, divê dewletê ji kurdan re bigotaya ko ez te nas dikim û ji bo te TVyeke bi zimanê te vedikim, lê ew weha nake û ev bi zora her kurdekî/ê dihere; ev temam. Lê li hêla dinê, em nikarin ji dewletê re bibêjin ko tu çima bi vî zimanî weşanê dikî? Ev li me nakeve. Heger dewlet bi kurdan re rûniştibûya û meseleyên kurdan ji bo çareseriyê daba minaqaşe kirin, temam; lê mesele bi awayekî din fireh dibe û çênabe ko kurd vê yekê nebînin.

Kes nabêje ko bila talebên kurdan yên siyasî, kulturî û mafê çarenûsiyê bi dawî bibin, ew karekî din e û divê kurd ji ya xwe danekevin, lê ev meseleya TRTyê tiştekî awarte ye û bi baweriya min divê mirov li hemberî wê laqayit nemîne. Divê mirov dewletê teşwîq bike û culhetî bide wê ko ew gavên weha zêdtir bike.

Lê divê em bizanin ko ev dewlet vê gavê bi xêra bavê xwe jî navêje; ev gav, bedela tekoşîna rizgariya kurdan ya bi salan e û lukseke kurdan tune ye ko bi pişta destê xwe vê gavê dahf bide.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2008-12-27
Xwendin: 10272
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
”Xadim”a Seleh Bulutî (2008-10-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org