[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Du şoreşgerên serxweş
STOCKHOLM, 22/1 2009 — Te dît Cano… Te dît, em li ser pêyan nediedilîn. Tev de jî te li me weha kir. Te bi zora xwe em birin dawîka wê dikenê. Ez çi qasî li ber te geriyam jî, fêde nekir. Min heta bi niha jî fahm nekiriye bê te çima ew qasî wê şevê îsrar kiribû ko em vexwin. Her yekî ji me çend bîrayên Efesê di dawîka wê dikana bayiyê tekelê de vexwarin, ez nizanim. Wî çavpanê xwediyê dikanê jî li gora hesabê xwe kiribû, êdî çend lib zêde avêtibû ser hesêb, bi tenê wî zanîbû. Wî jî ji serxweşiya me îstifade kiribû.

Te dît Cano, min xwe ji ber wê yeka hanê aciz dikir ko çima te bêyî xebera min hesabê bîrayan daye? Û her careke ko min gotineke di wê derheqê de ji te re dikir, min xwe bi dîwarê hêla rastê yê avahiya banqeya kevin ve digirt û min bi hêrs digot bê ji bona çi te pê li min kiriye û te hesabê wê şevê daye. Ez nizanim bê ji ber çi bû ko ez ketibûm wê kompleksê… Di wê bîstikê de, ji dengê me pê ve tu dengên dinê di wê hênkayiya şeva havînê de nedihatin. Bi tenê, gava ko em bêhemdê xwe disekinîn, yekdengên reyandina kûçikan û dengê pîspîskên bekçiyan di avahî û qesrên bajêr de olan didan û li dû wê jî bêdengiyeke kin çêdibû. Ew ê bê bîra te jî bê pinpinîkên hûrik û kelmêş û mormork li ber ronkahiya lampeyên kuçeyê çawa direqisîn; beqên bejî bizorê lotek dida xwe û ji ber pêlêkirinê xelas dibûn. Û ji nişka ve bazdana wan herdu pisîkên reş… Te dît bê ew çawa li dora me bûbûn mîna çembereke ji werîsekî xirboqî?

Te dît Cano… Te dît, em qederê dehgavekî ber bi qiyameyî ve hilkişiyan û mîna ko peymana me bi hev re hebe, me zincîrên pantorê xwe daxistin û me bi dîwarê posteya kevin de mîst. A niha bûya, em ê bi hev re bikeniyane, ne? Le wê gavê? Her çi qasî me dixwest ko dawî li mîzê bê jî, nedibû; ew jixweber dihat û min bi serê herdu tiliyên xwe, serê berûka xwe bi vir de û wê de badida. Li dîwarî, ji mîza min –yan jî di çavên min de weha bû– şekilên ecêb çêdibûn û wê yeka hanê zewqeke nedîtî dida min… Gava ji qonaxa hikûmetê ya kevin re pêncî gavek mabû, tu di cîhê xwe de çikiyabû û mîna ko te tiştekî nuh kifş kiribe, te bi destê min girt û te gotibû:
— Ka bise, bise! Madem tu dibêjî ko min neheqî li te kiriye, ez ê îşev xwe bidim efûkirin…

Min tiştek ji gotinên te fahm nekiribû û min destê xwe avêtibû bêrîka gomlegê xwe; min pakêta cixareyê derxistibû û min yek dirêjî te kiribû û yek jî –piştî ko min du caran li dora lêvên xwe gerand– kiribû nav diranên xwe. Heta ko ez li çaqmaqê xwe pêdar bûbûm, te çaqmaqê xwe yê Îbelo ji bêrîka pantorê xwe derxist; te çelpand û te da ber cixareya min. Bi çelpandina çaqmaqî re, serê me herduyan bû mîna yên du gamêşan û siya me li dîwarê hember reqisî bû. Bala me bi hev re ketibû siya serên me û di ronkahiya çaqmaqî de, me bi zorê çavên hevdu dîtibûn; me bi hev re kiribû vîrqînî. Kenê me bi wan şeklan dihat ko li dîwarî çêbûbûn.

Te dît Cano… Te piştî gulpa duduyan careke dinê bi milê min girtibû û te hêdîka rawejikandibû:
— Kuro ka bise, min xwest ez tiştekî ji te re bibêjim lê vê mîrata cixareya te bala min belav kir.
Mîna ko ez jî ji nuh de li xwe hay bûbim û min bi kişandina cixareya xwe re guhên xwe mît kirin û min ji te re got:
— Êêê, de ka tu dê çi bibêjî, bibêje, loo!
Te devê xwe anîbû ber guhê min û mîna ko hemû ew kesên li ser xaniyan raketibûn li me guhdarî dikin, te bi pistînî gotibû:
— Ma ne du ”qahpik” di vê mektebê de mamostetiyê dikin?
Min careke dinê jî gulpa xwe li cixareya xwe xistibû û wê gavê te sorbûna çavên min di ronkahiya siloriya cixareyê de ferq kiribû û te dîsa dewam kiribû:
— Kuro ma ne ew her roj bi meraq li dû me dinêrin ko em di vir de derbas dibin? Ev şoreşgeriya hanê li serê me bûye bela. Va ye darbeya eskerî jî çêbûye û ji xwe heval–mevalên me jî hemû ji hev belav bûne. Her yekî berê xwe bi derekê ve kiriye. Heger xêr be, guneh be, yê me jî bes e… Ka em îşev ji xwe re nêçîrekê bikin, hiii… Tu çi dibêjî?

Bi wan gotinên te re, mîna ko di wê bîstikê de ez bi ser hişê xwe ve hatibim, min mihasebeyeke kin kir û dû re, min got:
— De bimeşe looo, min jî got hela bê tu dê tiştekî çawa bibêjî…

Tu li cîhê xwe sekinîbû û te cixareyeke dinê ji boçika xwe vêxistê û te got:
— Erê kuro, ma em ne zilam in? Û ev ciwanik jî herroj duroj teriya xwe bi me re kil dikin, ê de em çi bikin, lawo? Îşev derb e ko em ji xwe re hespê xwe berdin vî beyarî, lawo! Ma em çi bikin û bi ko de herin? Ne kerxane heye û ne jî meyxane; ne ker hene û ne jî gewande; de îcar em li ko rast bikin, bavê mino?

Bi wan gotinên te re, ez piçekî sist bûbûm û bêyî ko tiştekî bibêjim, ez muxdarekî fikirî bûm. Min jî cixareyeke dinê vêxistibû û min li bêdengiya bajarî guhdarî kiribû. Ji dûr ve dengê teqîna nalê hespê êzingvaniyan dihat û li dû wê jî dengê reyîna kûçikan, dû re jî urtîniyek... Urtîniya yextiyarekê.
Tu dizanî, Cano? Min di wê bîhnikê de ew mamosteya piçekî qelew, bi laşê wê yê tahzî, li ber çavên xwe bir û anî û hewka tevziyek di laşê min de liviya, lê min di eynê xwe de dernexistibû.

Tam di wê bîstikê de bû ko me bi hev re li hêla avahiya mamosteyan nêrîbû. Lampeyên mektebê vemirî bûn, lê çirûskeke piçûk ji korîdorê tîrêjên xwe ber bi kuçeyê ve vediçirî. Te dît, li pêşiya mektebê, li qatê duduyan bermalkek hebû û li ser wê bermalkê qatek nivîn raxistî bû û wê pîrejinê di nav nivînî de mîna pisîkekê dikir xirexir ko ew dengê kuxika bîstikek berê ji wê derketibû. Ji me hebû ko em bixirpişiyana ser serê wê û em wê di nav wî nivînî de cinûs bikin, ne? Û te dît, em hêdîka di dirêncekan de hilkişiyan û me xwe gîhand ber pencereya mamosteyên mekteba nexşan ko ew di ser wê bermalêkê re bû. Ji te hebû ko bi dengê lêxistina pencereyê re dê mamoste deriyî li me vekin û em ê hisreta xwe bi hev re der bikin... Ji ber ko em herdu jî azib bûn û li gora wî bajarî ew jî du jinên gelekî modern û bedew bûn. Tu bi heq bûyî, Cano. Tu bi heq bûyî ko ew du jinên ji derî adetên bajarê me bûn. Ew di orteya çarçiyê de bi pantorên teng û serqot û pûdrakirî digeriyan û hemû xortên bajêr dûr û dirêj li paşil û kulîmekên wan dinêrî. Av ji devên wan diçû û hin caran, hin xortan xwe digîhandin tûwaletên camiya jêrîn û kurmê xwe li wira dişkenand.

Bila nebe mîna pesindayinê, lê te dît em jî du xortên ko li gora xortên bajêr bi pêş de bûn û me jî li gora xwe ji xelkê re qala guherîna dinyayê û wekheviya însên dikir. Û te dît, Cano… Em wê gavê jî bi awayekî bixwebawer li ber pencereya mamosteyan sekinîbûn û çavekî me li wê pîrejina ko li bermalkê raketî bû û yek jî li wan kesan bû ko wan li ser xanî û textan dikir puxepux. Min wê gavê çavek li derûdora xwe gerandibû û hemû lampeyên bajêr li dora min bûbûn mîna stêrkan û di wê bîhnikê de li min weha hatibû ko ez dikim verişim û min bi pistînî ji te re gotibû:
—Yaw, ka tu bi ya min dikî, em dev ji vî karî berdin!

Ne xema te bû, te di qoziya pencereyê re li hundir dinêrî û te guhê xwe dida ser hundir bê tu deng tên, yan na. Mîna ko dengê min nehatibe te, te xwe bêdeng kiribû û te careke dinê li hundir guhdarî kiribû û te gotibû:
— Bise, bise! Wa ye şiyar in, dengê wan ji hundir tê.
Min jî guhên xwe mît kiribûn, lê çavekî min jî li nivînê pîrê bû. Piştî ko ez piçekî sekinîm, min careke dinê jî gotibû:
— Lawo, ka em herin! Hin–minek me bibînin, em ê rezîl bibin. Me bi salan xwe parastî ye, bila lekeyek neyê ser navê me.
Te guh nedabû min û mîna ko tu henekê xwe bi min bikî; te du caran li ser hevdu li pencereyê xist û te guhdarî kir. Li pey tiqtiqê, dengê kelmêşan jî ji hewayê nehat. Dinya bi yekcarî bêden bû û qasî bi hilmekê şûn de, ji nav wî nivînê li bermalkê, dengê kuxîneke dinê jî hat. Pîrê xwe qulipand ser kêleka xwe ya rastê û dengek derxist ko mîna mirov eşuheda xwe bîne. Te dît, Cano? Te dît, bê me çawa xwe bi hev re melisandibû û me xwe kerr kiribû? Ji te hebû ko tu wê di nav cilên wê de bifetisîne, lê te keserek rahnîştibû û te bîhna xwe fireh kiribû.

Piştî ko pîrê bêdeng bûbû, te careke dinê jî li ser hev sê caran li pencereyê xistibû û hîna firseta ko tu guhdarî bikî çênebûbû, pîrê kiribû qêrînî: “Hahooo... Hahoo, min gûyê we di devê bavê we kirino... Hahooo, wernê...”

Te dît, bê çi panîk li me çêbûbû, Cano? Bi dengê wê re, gelek kes ji xewê pengizîn û bi meraq serên xwe bi ser kuçeyê de dirêj kirin... Wan serên xwe di ser kuçeyê re dirêj kirin, lê em bûn teyr; me bi xezeb xwe ji dirêncekan bera xwarê da û em bûn mîna bayî; bi yek hilmê, em ji wê meheleyê gîhan meheleya gêrî. Bi reva me re, çend ben û dîwar di binê lingên me de hêrifîn, çend pîrejin û jinebiyan li dû me kir mituqulk û paşgotinî, êdî Xwedê dizane. Lê deng nehat me.

Te dît, Cano? Te dît, gava roja dinê heşê me hatibû serê me, em piçekî li ber xwe ketibûn. Lê te her digot ko xem nake; ji xwe ne hevalên me pê hisiyane û ne jî pêlên şoreşê sekinîne; ne qiyamet rabûye û ne jî dawiya dinyayê hatiye; bi tenê macereyeke ji bihara temenê me bû ko me di jiyana xwe de carekê ceriband, lê nebû... Îcar çi bûye?

Nîsana 2006an

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2009-01-22
Xwendin: 9736
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
”Xadim”a Seleh Bulutî (2008-10-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org