[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurteyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – I –
HEWLÊR, 7/1 2012 — Kurdistan kengê peyda bûye û kurdan çawa serî hildane? Ev pirsyar, pirsyareke kevn e, lê heta niha zanyariyeke rast û durist bo bersivdanê li ber destan nîne. Axaftinên guhortî hene di vî warî de û hindek ji wan seyr û ecêb in.

Yek ji axaftinên acêb ray û boçûna şaîrê bi navûdeng ê îranî "Ebulqasmê Fîrdewsî" ye (940–1030) ko di Şanameya xwe de, Fîrdewsî dibêje:

"Ejdehek paşayê Îranê tûşî nexweşiyekê dike, dû qoçên wek devê mar li ser milên wî derdikevin. Pizîşk û nojdar amojgarî dikin ko rojane mejiyê du xortan bikin xwarina wan maran taku êşa birînê kêm bibe. Demekê wiha berdewam dibe lê berdestên paşa nerm û dilovan dibin û dilê wan bi wan xort û lawan dişewite, dest pê dikin rojane xortekî ji wan azad dikin. Lê wek ew dibêje ew xortên ji serbirrînê rizgar dibûn ji welat dûr diketin û berê xwe didan çol û çiyan, ew li wir zewicîn û mal vekirin û ava kirin. Bi vî awayî kurd li hember me peyda bûn."

Ev gotin ji piraniya jêderên mêjûyî yên kevn de dubare bûye, heta rojhilatnasan û gerokan amaje pê kirine. Helbet ev gotin efsane ye û ji rastiyê dûr e.

Efsaneyeke din heye ji vê xerabtir e, dîroknasê ereb Mesûdî di pertûka (Mirûc elejeb û meadin elcwher) de behs kiriye, dibêje:

"Di şerekî de 400 kenîle "cariye" dikevin destê artêşa paşa Silêman Dawûd û wan ji paşa re tînin, lê di rêkê de dema ko di Kurdistanê re derbaz dibin şeytan bi serê van keçan dilîze û piraniya wan ducanî dike. Silêman paşa ko bi xwe pêxember bû jî, hêrs dibe dibêje: (wan li çiya û newalan de belav bikin). Ew jinên dugiyanî zarokên wan çê dibin, piştre di nav xwe de zawzê dikin. Bi vî şêweyî kurd ji tovê şeytan durist dibin.

Heman jêder, bineretiya kurdan vê carê bi ser ereban de dibe, bo belgeya vê jî dibêje şaîrekî ereb gotiye: (Ya rast kurd ne kurên firs in – lê ew kurên Kurd kurê Amir in) xwediyê vê boçûnê dibêje kurd di bingeha xwe de ereb in û di bûyera her sê bendavên Meirîb de ji nav eşîra Xesasîne ji ereban cihê bûne û xwe li çiya û newalan girtine, ligel hindek biyaniyan de têkel bûne û zimanê xwe ji bîr kirine. Ji ber vê ew yan ji Rebîe kurê Nîzar kurê Bekirî kurê Waîl hatine yan ji Mezerî kurê Nîzar, ew jî ji tovê kurên kurd kurê Merd kurê Seseeyê kurê Hewazn in.

Gelek gotinên din jî hene ji van bêwatetir, ew gotin pir pûç û bê bincih û binase yên dîroknûsên kevn in, piraniya wan rikeberê kurdan bûne bi taybetî mêjûnûsên ereb û îslam. Ne ji kevn û ne ji nû kesî bela xwe ji kurdan venekiriye. Kurd miletekî şervan û biwêr bûne, berdewam li desthilatên sitemkar serî hildane û neketine jêr barê zulm û zorê. Nivîskar û dîroknûsên kevin jî piranî di dergehên xelîfe û paşayan de jiyane û bi nanê wan rojên xwe borandine, lewma xwestine bi kêfa dilê wan bûyeran binivîsin û çîrokan dabihênin. Herwiha di serdemên dawî de jî ev core çîrok dubare bûne, bo nimûne Hacî Zeynulabidîn Şêrwanî ko yeke ji dîroknûsên faris ji sedsala nozdehê de, pertûkek wî heye bo navê Bûstanê Geştewerî (bistan elsiyahe), bi vî şêweyê li xwarê behsî kurdan kiriye:

"Kurd xwînrêj in, tevlîhev in, hilgirên nakokî û teşqelan in, diz in, rêgir in, miletek e bedkarî û şerfiroşî kiriye karê xwe, dilê wan bi kesî naşewite, ji hemû mirovayetiyekê hatine şuştin, kîn di bîr û hişê wan de heye, lê mêrxas û aza ne, wateya tirsê nizanin, gelek mêvanperwer in, bo avrûparêzî û rastgoyî takê wan nîn. Dêmê wan geş e, postê wan spî ye, bi hemû wateyan şox û şeng û bejn zirav in".

Lê derbarê binase û koka kurdan de, ewa ko hîç guman tê de nîne ew e ko kurd gelek e, ji kevn de bi navê Kardox ji çiyayên Zagrosê de niştecî bûye. Zînofon ko serkirdeyekî girîkî bû, piştî şerekî li beramber faris herêma ji rojavayê Dîcle û bi ser de heta welatê xwe bi dest xist. Evî serkirdeyî sala 441ê berî zayînê pertûkek derbarê vê hatin û çûna xwe ligel 10 hezar siwarên leşkerî de nivîsiye, navê vê pertûka binavûdeng Anabasîs e. Di wê pertûkê amaje bi welatê çiyayî û gelê çiyanişîn dike û navê wê tîne: Kardox. Herwiha behsa şervanî û mêrxasiya wan dike ko çon di rêya vegerê de berdewam ji êrişî leşkerên girîkî kirine. Dibe ev Kardox navê kevn ê kurd be û paşê bo 'Kurd'ê niha hatibe guhartin. Zînofon bi çiyayên Kurdistanê re gotiye çiyayên Kardo, yan Kerdo.

Tiştê balkêş ko Zînofon di pertûka xwe de amaje bi bûyerekê dike nîşaneya wê ye ko kurd bo parastina avrûyê xêzan û malbata xwe pir bi hêrs û damargirtî bûne wek Hacî Zeynulabidin nivîsiye. Zînofon dibêje, "Me 2 peya hênan heta bibin rênas û me ji van hezar çiyayan rizgar bikin, yek ji wan çende gef lê hate xwarin razî nebû rê bi me pêşan bide, heta car dawî milê wî jî birrîn, ewê din ko ev dît ji tirsan razî bû. Peyayê duyem di rê de, got ew peyayê yekem keçeke xwe bi şû daye (daye mêr) û li gundekî li ser rêya çûna we dijî, lewma ew razî nebû bibe bi rê pêşander". Ev ji ber wê bû ko serbazên girîkî, hergav rastî keç û kurên xweşik bihatana, bi zorê ew dikişandin û wek kenîle û xulam dibirin.

Li ser esil û bineçeya kurd gotinên din jî hene, hindek ji mêjûnûsên din di wê baweriyê de ne ko kurd di bingehê de vedigerin ser Mîdiyan, ko ji 700 sal berî zayînê de dewletek li rojavayê gola Urmiyê anku li navçeya Mukiryan a niha damezrandine. Mezintirîn serkeftina Mîdiya ew bû sala 612ê berî zayînê, paşa Keyxusrewê Mîdiyayî Nînowa paytexta dewleta Aşûrî dagir kir, bi vê jî dîroka dewleta Aşûr bi dawî hêna û av li argûna neteweyî ya Aşûr kir, lê dewleta Mîdiya bi xwe jî di sala 550 b.z. de ji aliyê farisan ve bi dawî hat û hilweşiya.

Piştî rûxana dewleta Mîdiyayî, hindek grûpên Mîdiyayî berev rojava koç kir, anku berev ew cihên ko niha jê re tê gotin Kurdistan. Evî gelê koç û rew kirî li gir û çiyayên ji hev dabirî têkelî bi hoz û êlên nişteciyê wan cihan bûn û di nav hev de hatin pişaftin. Li gorî wê jêderê be, divê kurd neviyên Mîdiya bin. Rojhilatnasê navdar Vladimir Mînorskî dibêje eger kurd ne neviyên Mîdiya bin êdî ev gelê Mîdiyayî yê gernas û mêrxas û xudan heybet çi bi serî hat?

Piştî dewleta Mîdiya, kurd bo heyameke dûr û drêj di rûpelên dîrokê diyar nebûn, di nav re hin caran hinekan ji wan serî hildaye lê bi şêweyekî giştî em dikarin bêjin piştî ketina Mîdiya êdî kurd ji şaristaniyê û guhartina civakî û dîrokî hatin birîn û ketin xeweke giran. Lê bi tevî vê jî kurd her maye û jinav neçûye, sedemeke serekî û ecêb di dîrokê de ko kurd ji pişaftin û jinavçûnê parastine û yekgirtî hiştine, hêmana ziman e. Lê sebaret bi nebûna navendiya hikimdarî û aboriya kurdî, herwiha sebaret bi dabirrana hoz û êlên kurd ji hevdu ji sedema dijwariya çiyayên Kurdistanê ji aliyekî ve û negirtina êlên kurd bi hev re, zimanê kurdî parçe parçe bûye û diyalektên cuda jê peyda bûne, bi tevî wê jî ev ziman, ji aliyê rêziman û fonetîkê ve, her wek yek zimanî maye û xwe ji pişaftinê parastiye.

Lê eger Mîdî bav û bapîrên me bin, êdî navê kurd ji ko ve hatiye? wek me dît Zînofon nêzîk piştî 110 salan ji ketina dewletî Mîdiya û belavbûna hoz û êlên wan berev rojava, navê Kardox yan Kardo bikar hênaye. Tê gumankirin ko bêjeya kurd navê wî gel û êlan be yên di nav erdê dewleta Mîdiyan de, wisa jî ne teniya xak û av bigire navê wan jî wergirtiye. Yan jî renge wek Mînorskî dibêje navê kurd navê yek ji tîre û êlên wan be û paşê bûye navê hemû gel.

Mêjûnûs û dîrokzan di wê baweriyê de ne ko kurd ji kok û reçelekekî kevn û resen in. Heyama hezaran sal ew û niştimanê wan ketine ber êriş û şalawa artêşa gelên wek aşûr, girîk, roman, faris, ereb û mogolan, lê bi tevî wê paqijiya xwîna xwe û zimanê xwe parastin. kurd bi dirêjahiya dîrokê ji ber sistiya siyasî û kultûrî niqom bûne û nikarîne berev pêş biçin û komeke serbixwe damezrînin.

Ev derbarê kurdan de, lê derbarê Kurdistanê de kevntirîn çavkanî ev nav bikar hênaye pertûka (Seyrana Dilan: Nûzhêt el-Qilûb) ya Hemedullah Misetwfî Qezwînî ye ji sedsala diwazdehê de. Li gorî vê jêderê, sala 1160 Sultan Sencer, paşayê dewleta Selçûqî yê dawî herêmeke nû damezrandiye paytexta wê Keleya Bihar ya dijwar bû li bakurê rojavayê Hemedan, herêm bi navê xelkê navçeyê lênaye ko kurd bûn, wate welatê Kurdistan wê demê peyda bûye. Êdî peyva Kurdistan piştî wê demê daketiye û di belgenameyên fermî de navê Kurdistan serî hildaye. Ev welat komek wilayetên wek Hemedan û Dînewer û Kirmaşanê ji rojhilatê zincîre çiyayê Zagrosê, Şarezûr û Şingarê ji rojavayê Zagrosê ve girte nav xwe. Berî sedsala diwazdehê ev welatê Kurdistana îro, çiyayê Cezîre yan Diyarbekir jê re hatiye gotin.

Rastiyeke aşkere ye ko cihê cografîk, rengvedanê bi ser dîroka gelan ve dike, lê ev bandor li cem çi gelekî bi qasî kurdan berçav nîne. Li vî welatî, ji kevn de li deşt û newalan çandinî pêş ketiye û geş bûye, lê li çiyayan jiyana koçerî û tîmarkirina pezî hebû. Xelkê deşt û revezan ji saya çandin û berê werzane, di jiyaneke nîv cîgîr de dijiyan û xweşbijêwtir bûn ji daniştiyên çiyan, lewma ew berdewam ketine ber pelamar û êriş û talan û fermanên wan êlan li çiyayan de jiyane û birêveçûna wan ji asteke nizimtir de bûye. Ev şert û merc bi dirêjiya çendîn sedsalan bûye hoya bicihnebûn û necîgîriya civaka kurdî û hertim jiyan û mayîna êlê di metirsiyê de bû. Di jiyana êlîtiya kurd de gelek kêşe hebûn û şerê tolhildanê û girêdana bi êlîtiyê û navçetiyê, zaf serdeman kişand û gelek xwîn tê de hate rijandin. Evê jî rê li pêş hemû yekbûnên kurdan girtiye.

Lê hin caran desthilata axa yan begên kurd desthilata êlîtiyê derbaz dikir, desthilateke aynî jî lê zêde dibû ji cureyê "melayetî". Di vê barê desthilata meleyan çend êlên din jî ji bilî êla xwe digirt û yekîtiyeke mezintir pêk dihêna ji şêweya konfederalî. Ev yekîtiyeke xurttir bû ji desthelata axa û serêlên asayî, rengvedana wê hebû bi ser raperîn û tevgerên kurd de ko ji sedsala nozdehê û piştre û yekîtiyeke mamnavendî di nav kurdan bi cî hêna.

Piştî wê kurd demekê ji dîrokê bi sistî û pestî dijiyan, bi êrişên îslamê re wan serî hilda. Sala 637î zayînê, erebên nû misilman êrişî ser dewleta Sasanî kirin û bajarê Teysefon paytexta wan girtine dest. Teysefon li başûrê Iraq bû û niha Medaên jê tête gotin. Kurdan di dîroka dewleta Sasanî de rola girîng girtibûn. Êlên kurd ji destpêka hatina leşkerên îslamê de, weku farisan ketine berengarbûna êrişên îslamê lê bi rûxana dewleta Sasanî re, kurdan jî bergirî ji dest dan we û bergiriya wan bûye bergiriyeke li vir û li wir û navçeyî.

Seid kur Ebî Weqas serkirdeyê îslam yê Mûsil girtibûye ko wê demê piraniya danîştiyên Mûsilê kurd bûn. Leşkerê ereb ji wir berev Dasin (Behdînan) û Merge êriş kirin. Piştre artêşa Omer kurê Xetab û êlên çolnişîn yên ereb berev navçeyên Helwan û Nehawend û Amed êriş kirin û bi şer ew cih dagir kirin. Îcar yan xelkê wê bi neçarî bûne misilman yan bac dane ji ber neguherîna ayînê û misilman nebûnê. Di dagirkirina Şarezûrê de sala 643 z. ereb rûbirûyê parastin û bergiriya dijwar a kurd bûne. Kurdan hemû cureyên şerî kir, heta ko hindek jêder dibêjin xortên kurd şevane bi dizî ve tûr û têrên xwe bi dûpişkan tijî dikirin û li nêzîk leşkerên ereb de berdidan û gelek ji dijminan, bi wê şêweyê jinav dibirin.

kurdan bi hêsanî xwe nedane destê ereban û guherîna ayînê li ba wan pirseke giran bû. Em dikarin bêjin kêşe ne tenê zehmetiya guherîna ayînê bûye jî, lê herwiha talan û destdirêjiya êlên ereb ên çolger bû, yên radebider û bêsînor ko kurd bêzar kir ji vê desthilata biyanî û namo, yên weku axa û çîna pile yek xwe sepandin û xelkê din jî bi kole zanîn. Di van êriş û pelamarên êlên ereb de, xelkê zaf mir û talankirineke sînornenas li Kurdistanê hate kirin. Pir caran ereban siyaseta qirkirina giştî li dijî danîştiyên vî welatî bikar hênane, lewma Hafizê Şîrazî dibêje:

”Mezin dem z hikmet ke der weqt merg – Arsgu dehid can çu bîçare kurd.”

wate:

"Dem ji aqil mejen e, ew dema ko li ber mirinê de weku kurdê bê bext can dida".

Di sala sêyem a xîlafeta Osman kurê Efan de, kurd ji îslamê vegeriyan, di encamê de ketin ber êriş û pelamareke mezin. Di serdema Umewiyîn de, çendîn car êriş û pelamar bi ser xelkê Kurdistanê dubare hatin kirin. Hecac kurê Yûsif Seqefî ko xwînrijekî mezin bû di dîrokê de, kuştinên pir bi serê kurdan kir. ya rast, kurdan li beramber şalaw û êrişên erebên misliman serî netewandin û li hemberê rawestiyan, lewma rastî karesatên mezin hatin.

Gelek caran guhbîsî me dibe dibêjin kurd bi razîbûna xwe çûne jêr saye vê ayîna nû. Yan dibêjin ew dergeheke xêrê bû ji kurdan re ji bo ji sîstema berî wê demê rizgar bibin, ko sîstemeke paşketî bû. Ev qet ne rast e û bi hemû şêweyan ji rastiyê dûr e. Berî îslamê komek ol û ayîn di nav kurdan de hebûn ko baweriya wan bi xwedayê tak û teniya hebû, ew tiştekî aşkere ye ko piraniya kurdan li ser ayîna Zerdeştî bûn, ne pûtperstî bûn weku di nav ereban tê zanîn. Rastî ew e, kurd ti caran bi xweşiya xwe nebûne misilman. Divê bête zanîn ko ev jî tiştekî asayî ye û hemû dagirker rûbirûyê parastin û bergiriya dijwar ya xwedan welat dibin.

Dîroka wan serdan ji me re diyar dike: bi dirêjiya hukmê Umewî û Ebbasî, kurdan dest ji raperîn û şoreşê bernedaye, lewma ketin ber tepeserkirin û kuştar û talan û enfalê. Êlên kurd berdewam rûbirûyê êriş û gefên êlên ereb bûne û ne jiyan û ne mal û ne jinên wan ji destdirêjiya wan êlan nehatine parastin. Hindek car êlên ereb bi şer nikarîne bigihin mirazên xwe, neçar bûne bi jin û jinxwazî têkeldarî ligel êlên kurdan bikin û bi rêyê dostaniya wan bi dest bînin. Dibêjin dayîka Merwan xelîfeyê dawî yê Umewî kurd bûye.

Herwiha Ebû Ceferê Mensûrê Ebasî jî. Lê evê bi hîç cureyê dadî nedaye, ereb bi çavê dîl û kole li kurdan binêrin ko yeksanî di navbera wan de bi cî nehatiye. Ebû Mislimê Xoresanî ko navê wî yê kevin "Behzadan" bû û serkirdeyekî mezin yê îslamê bû, Bi tevî gelek xizmetên wî di vê ayînê de, bi xefk û fêlên Ebû Ceferê Mensûr di vexwendineke nanxwarinê de hatiye kuştin anku bi pêyî planeke pêşekî. Şaîrekî reben yê ereb navê wî "Ebû Dulame" ye, di şiîrekê da ji dêvla (Eba Muslim) bi (Eba Mucrim – Bavê Tawanan) navê wî mêrxasî hênaye. [wergêr: Hozan Robar]

-----------------------------------
Nivîskar: BEDRAN EHMED badranhabeeb@yahoo.com
Weşandin: 2012-01-07
Xwendin: 9147
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – III (2012-05-20)
Niyeta dîktator Nûrî Malikî xirab e (2012-04-22)
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – II (2012-02-07)
Mala zimanê wêran – zimanê yekgirtî 1 (2011-08-26)
Ax ji derdê kurdan (2011-05-30)
Bi minasebeta kuştina Usame Bin Ladin (2011-05-08)
Dîmenên qerfbar yên opozîsyona Kurdistanê (2011-04-14)
Xewna dêrîn û dîrokî ji bo Kerkûkê (2011-03-26)
Guhartin erê – şidet na (2011-03-02)
Kerkûk bo Kurdistanê – VI (2011-02-06)
Kerkûk bo Kurdistanê – IV (2011-01-09)
Divêt kurd di nav xwe de entegre bibin (2011-01-02)
Bêkesiya zimanê kurdî (2010-12-02)
Wêneyeke Iraqa paşerojê (2010-11-21)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – II (2010-11-04)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – I (2010-10-24)
Nêçîrvan Barzanî – dewletek bo kurdan û kurdek bo dewletê (2010-09-08)
Rewşenbîrê di hêla berevajî de (2008-07-22)
Partiyên îslamî û şerê ne di dema xwe de (2008-07-14)
Heger bêhnekê rexnekirin be divêt bêhnekê jî teqdîrkirin be (2008-06-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org