[ SÊŞEM, 2024-04-16 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Riya çareseriya “kêşeya kurd” – Kurdên Azad
STENBOL, 10/7 2006 — Duhî civîna “Guruba Kurdên Azad – Hür Kürtler Grubu” bi biryara avakirina partiyekê qediya. Civîna ko du rojan dewam kir, dorê sêsed-sed û pêncî kesan beşdarbûn; li gorî ko dîwanê encama formên ko di nav beşdaran de hatibûn belavkirin rave kir, %90-ê beşdaran pêwîstiya dameziradina partiyê erêkirin. Lewra jî, ji bo damezirandina partiyê komiteyeka rêvebir hate hilbijartin; ligel Şerafettin Elçî, Mehmet Emîn Sever, Îbrahîm Aksoy û Mehmet Alî Eren 19 kesan di vê komiteyê de cih girtin.

Dê heya du mehan damezirandina partiyê temam bibe. Di belavoka encama civînê de jî hate ragihandin ko dê ev partiya nû partiyeka lîberal, demokratîk be û dê hemî tebeqeyên miletê kurd himbez bike, dê warê esasî yê xebata vê partiyê çareserkirina kêşeya kurd be û ji bo çareseriyê jî dê hedefa wê avakirina sîstemeka federal be.

Ve nêzikî sal û nîvekê bû “Guruba Kurdên Azad” ji bo damezirandina partiyeka siyasî dixebitî û di encama vê xebatê de 8 û 9-ê tîrmehê civineka berfireh li Enqereyê, li Hotêla Hîltonê hate pêk anîn. Şerafettîn Elçî, di axaftina xwe ya destpêkirina civînê de, pêdivêyî, çarçeve û perspektîfa ko partiya ko dê bê damezirandin diyar kir. Her mirov dikare metnê vê axaftina Şerafettîn Elçî ko ji 6 rûpelan pêk tê wekî ‘manîfestoya’ partîya ko dê bê damezirandin bihesibîne.

Li gorî qinaeta min Şerafettîn Elçî tekstê axaftina xwe gelek bi hostayî û bi dîqet amade kiribû. Elçî, di konteksta wekî “çi dixwaze, metod çi ye, şert çi ne, hedef çi ye?” de, fikrên xwe gelek bi hostatî û konkret anîn ziman û mesajên vekirî da dorûberên peywendîdar. Mirov dikare niqte niqte û bi kurtayî vî metnî wiha rave bike:

— Kurdên bakur ji vê rewşa neçariya siyasî nerazîne û îro pêdivêyî û daxwaza kurdan ya herî mezin ew e ko doza wan bê çareser kirin.

—Ji ber ko kêşeya kurd nehatiye çareser kirin, problemên Tirkiyê yên esasî jî bêçare mayî ne û ji aliyê demokrasiyê, pêşketîna aborî û refaha civatê ve Tirkiye pêşnakeve û di têkilyên ligel cîranan û yên navneteweyî de jî bêîtîbar e.

—Lewra divê li ser bingehekê meşrû yê unîversal û navneteweyî kêşeya kurd û daxwazên kurdan bi hawayekê adilane ko kurdan tatmîn bike bê çareser kirin. Formula vê çareseriyê jî sîstemeka federal e.

Elçî, qebulkirindayîna fikra sîstemaka federal bi serhatiyeka xwe ya wekî analojiyekê wiha raberî ber çavan kir:

“Dibe ko her dîtineka nû bibe sedemê reaqsiyonên tund û tîj. Lê ger mirov tiştên rasteqîn û mequl biparêze dê di nava wextî de fikrên mirov cih bigrin. 1979-ê dema ko ez wezîr bûm, ji ber ko min got li ‘Tirkiye kurd hene û ez jî kurd im’, erdhêjeka siyasî çêbû û ez di mehkemeyên ekserî de hatim mehkemekirin û mehkumkirin, lê piştî eyamekê gotina ‘Ez kurd im,’ hêdî wekî tawanekê ne hate dîtin. Lê vêcarê gotina ‘Gelê kurd’ wekî sucekê berdewam kir. Carek dî, di Mehkemeya Ewlekariya Dewletê de ez û partiya me avakiri bû (DKP) bi tawana “gelê kurd û mafên wî” hatin mehkemekirin; ev jî di dawiyê de beraat bû û qedexebûna gotina ‘gelê kurd’ jî ji navê rabû. Lewra îro ger desthilatdar û raya gîştiya Tirkiyê jî formulasyona federasyonê aciz ji bibin û fehm jî nekin, dê di nava wextî de ev heqîqet jî cihê xwe bigre.”

Ji aliyê hiquqî, siyasî û zihnî ve jî, Elçî, kêm-zêde dîtinên xwe wiha dan pêş:

—Li Tirkiyê, li gor yasaya bingehîn koda 68/4-ê, daxwaz û pêşniyariya sistemeka federal ne tawan e û çênabe partiyek ji ber vê daxwazê bê girtin û her divê ko “normê parkirin nabe” li gor dîtineka hevçerx û normên Mehkemeya Mafê Mirovan ya Ewropayê bê tefsîr kirin… Lewra Tirkiye bipeymanê bûye berendama Yekîtiya Ewropa û bi vê peymanê jî, hemî miktesebatên Yekîtiya Ewropa qebul kirine û li gor vê miktesebatê mirov dikare rêxistineka cudaxwaz jî ava bike, bi şertê ko ji şidetê dûr be.

—Ji aliyê siyasî ve jî gelek welatên hevalbendê Tirkiyê ne (ABD, Kanada, Belçika) bi sistemeka federal tên rêvebirin û nimûneya herî konkret û li ber çavan e jî, sîstema federal ya Iraqê ye.

—Lê astenga herî mezin zihniyeta desthiladarên Tirkiyê ye, lewra li gor vê zihniyetê divê li Tirkiyê ti ferq û cudatiyên dîni, kulturî û neteweyî neyên pêş û pêşî li wan hemiyan bê girtin. Lê bivê- nevê ev zihniyet dê di pêş ber pêşketin û rûdanên dinyaya medenî û demokartîk de li bin guhê erdê bikeve; ji bo vê jî xebat û sebir pêwîst e.

Elçî, ji bo PKK-ê û rêxistinên di bin sîha wê de ne jî mesajeka vekirî da:

— 1)PKK rêxistineka stalînîst e û li gorî vê îdeolojiya xwe her kurdê/a ko neketî bin kontrola wê ji xwe re kir hedef ko ji navê rake. 2) Jinavêrakirina prosesa dewletbûna kurdên başur jî xwe re kiriye hedefeka esasî. 3) Xwe bi ti pêgir û normên exlaqî negirt bi salan kesên ji wê re xizmet kirin jî, bi hawayekê xwînxwarî û xadarane kuştin; lewra jî daxa teroristiyê li ser e û di dinyaya me ya îro de rêxistinaka daxa terorîstiyê xwarî, şansê serkeftina wê qet tine ye.

Elçî, ji bo avakirina partiyê û xebatên di pêş de jî, dîtinên xwe di binê çend xalan de anîn ziman; got “Em ne dijminê kesê ne û ti kîn û neferetê jî ji kesê hilnagrin. Di serî mafê miletê me, em dê parastina mafê hemî mirovên mafên wan hatîn gasibkirin bikin û hedefa me ya esasî bicihkirina hiskirina însanan û xizmetkirina însanetiyê ye”

Şerafettîn Elçî her da diyarkirin ko ew dê di hemî babetên esasî yên xebatê de bi arîkariyeka profesyonelî û bi pisporan û bi plan dê karên xwe rêve bibin.

***
Li vir ez dixwazim bi kurtayî hindek têbiniyê xwe jî li ser civînê binivîsim.

Di maweyê wan herdu rojên civînê de bi kêmanî 35 kes axivîn; ji wan dorê bîst kesan bi kurdî axaftina xwe kirin. Li gorî dîtina min, ji derveyî metnê axaftina Şerafettîn Elçî, kesên kurdî qise dikirin, dîtin û daxwazên xwe gelek konkrettir rave dikirin û baştir li ser momenta civînê radiwestan; hindek ‘melayan’ jî bi şe’rê dîtinên xwe anîn ziman.

Temenê pitîrinê beşderan li ser 50-55-ê re bûn. Her profîlê pitirînê beşdaran ji tebeqeya xelkê bûn. Hejmara jinên beşdar bûyîn, qasî tiliyên du destan tine bûn.

Derheqê tinebûna jinan û xurtan de, li ser piyan min li gel Şerefattîn Elçî qise kir. Wî got; “Belê em baş dizanîn di wan herdu niqteyan de kêmasiyên me hene. Lê ji wextê DKP-ê tecrubeya me heye; di wî wextî de komîsyona me ya herî xurt ya jinan bû, her komisyona me ya xurtan jî li pêş bû, lewra ez bawer dikim di wextek nêzîk de em dê wan herdu kêmasiyên xwe ji navê rakîn.”

Her cardî li gor qenaeta min dibû ko bi beşdarbûyîneka hêj baştir û berfirehtir ev civîn pêk bihatibûya. Li ser vê niqteyê jî Şerafettîn Elçî got “Rast e, dikarî ev civîn baştir pêk bê, lê ji ber çûyina me ya Kurdistana başûr û her gera me ya Ewropa û hindek astengên dî derketin lewra me haziriya xwe baş nekir. Lê niyeta me paqij e, ez pê bawer im ko em dê wan kêmasiyên xwe ‘di rê de’ rast bikin.”

Niqteyeka dî; ez ji bo xwe dibêjim û ez hêvî dikim dilê kesê jî nemîne, bi salan e li bakurê Kurdistanê, cara pêşiyê ye ko ez xwe di nav civateka wesa yekser kurd û bi mentaliteyeka kurdayetiyê li dinê dinêre de dibînim. Her wekî şexis, ez bi dîtin û rû be rû naskirina “Apê” gelek kurdên Ewropa û mirovê hêja Hemît Kılıçaslan, gelek keyfxweş bûm. Wî bi wê kurdiya xwe ya delal, fikrên xwe yên bi bêjinga salan hatîn bêjingkirin anîn ziman; ez bi wî û wan dîtinên wî yên kurd û Kurdistanî gelek şa bûm.

Ez hêvî dikim ko hemî beşdarên civînê li min biborin, ji ber ko her beşdarekê wê civînê li ber çavên min cewherekê neteweyî û însanî bû, lê min li vir nekarî ez hisên xwe yên derheqê ‘Apê Hemît’ de rave nekim!

Bi hêviya rêya modelaka hevçerx û siyaseteka biqalîte ji kurdan re vebe...

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA
Weşandin: 2006-07-10
Xwendin: 6260
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org