[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

progesteron 10 mg

progesteron niveau
Li himberî plana tirkan divêt kurd jî xwedî plan bin
STENBOL, 4/1 2007 — Bi destpêka sala nû re desthiladarên tirkan diyar kirin ko wan prosesa Yêkîtiya Ewropayê dane aliyekî û du faylên esasî yên ko şekil bide siyaseta wan ya 2007-ê “Kerkûk û teror” e. Wesa diyar e ko plankerên siyaseta tirkan, hêj dixwazin li bakurê Kurdistanê doza kurdan di bin kirasekê terorî de bifetisînin li hemberî serweriya başûr jî ji planên neyariyê pêvetir tiştek dî nafikirin, lewra bêyî ko bifikirin ka çi heqê wan li ser Kerkûkê heye, bi helwesteka çavsorî û bêperwa xwe tevlî mijara Kerkûkê dikin. Dema tirk di vê helwesta xwe ya neyarane de israrê bikin û qet nefikirin ko rêzê ji heq û hiquqê serweriya başûrê Kurdistanê re bigirin, kurd jî mecbûr in li himberî vê neyaretiyê xwe biparêz in.

Hemî tecrubeyên derbarê siyaseta tirkan de li ber çavan radixin ko mentaliteya siyaseta tirkan bawerî û îtiraf bi yek tiştê heye, ew jî quwet e. Ji derveyî quwetê ti perensîp, norm û hêjayînin yên siyasetê ko tirk jê bawer dikin tine ye; bo vê jî hertim serî ji quwetê re ditewînin an jî hegî ew bi xwe biquwet bin nahêlên kes serê xwe rake. Niho jî, li himberî rûdanên ko di Rojhilata-nêvê û di dinê de çêdibin de, her diçe siyaseta tirkan di nav krîzeka rênedîtinê de dialiqe û sedemê vê jî, ji wê “bêquwetiya” ko tenê ji quwetê bawer dike ye.

Her tirk ne ko ji sîstema demokratîk ya Yêkitiya Ewropa bawer dikin û dixwazin bikevin vê yekitiya demokratîk an jî ne ko ji nirxên Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê bawer kirine lewra bi salan hevkarî digel wê kirine. Tirkan di têkiliyên xwe û Emerîka û Yekîtiya Ewropayê de tenê bawer bi quwetê anîne û li ser vê bingehê peywendiyên xwe digel wan durust kirine.

Piştî daleqandina kevnedîktatorê Iraqê, serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan her wekî ko “mizginiya” sala nû bide got, “Êdî ji bo Tirkiyeyê, Iraq, ji prosesa Yekêtiya Ewropayê lipêştir e.” Ka ne ji xwe ve siyaseta esasî ew bû ko tirk xwe ji Yêkîtiya Ewropayê re amade bikin! Lê niho Iraq derket pêş, ji ber çi? Ji ber tirsa ko Kerkûk bigihî serweriya xwe ya meşrû ya Kurdistanê, xew li tirkan diherime. Tişta ko tirk ji Iraqê fêm jî dikin pêşîlêgirtina pêşketina kurdan e. Tabî Erdoganî ev gotin hima ne ji kîsê xwe avêt navê. Di kombûna Komîteya Ewlekariya Millî (MGK) ya 27.12.2006-ê de ev dîrektîv ji wî re hatibû dayin.

Li gorî medyaya tirkan du faylên (dosya) esasî yên 2007-ê di ajandeya MGK-yê de şekil bigirin Kerkûk û teror e. Serhejmara ko dê di 31-ê adarê û referanduma ko dê di 15 meha 11-yê de çêbe li gorî plankirina siyaseta tirkan, du niqteyên krîtîk in. Tirk dixwazin “midaxaleyî” wan herdu niqteyên “krîtîk” bikin û li ser vî esasî şekil bidin siyaseta xwe ya 2007-ê. Mirov ji çi alî ve li vê helwesta tirkan dinêrin bila binêrin, ev helwest, helwesteka erîşkar û ji hedê xwe der, ji derveyî neyaretiya kurdan ti pêgirên hiquqî û biheq yên vê helwestê nînin. Ne helwesteka rasyonel e jî.

Desthilatdarên tirk bêyî ko ji kiryarên xwe û rastiya li ber çavên xwe şerm bikin û gîsinê di çavê xwe de bibînin, bi neyarî behsa normalîzkirina Kerkûkê dikin û dibêjin kurd bi balansa nifûsa Kerkûkê dilehîzin, her wekî ko ne tirk in, ve bi sedsalan e dixwazin nifûsa kurdan ji navê tine bikin û ji bo vê jî serî li her ‘rê’ û ‘çareyê’ didin. Wesa diyar e ko neyariya digel kurdan hêj jî “aqilek” esasî yê siyaseta tirkan e. Tirk dema behsa ‘terorê’ jî dikin ne ko bi çi mebestê dibe bila bibe, li dijî metodên terorane ne, ew dixwazin hemî rûdan û heqîqetên derbarê kurdan bêxin bin kirasekê terorî de.

Li himberî vê bêperwatî û êrîşkariya tirkan qey kurd nikarin tiştekê bikin?

Di serî de Kurdistan bi xwe û piştre konjonktura dinyayê, îro îmkanên mezin yên siyasetê li ber kurdan vedikin. Pêşiyê ji aliyê fikrî û hedefa neteweyî ve divêt perspektîfa kurdan zelal be. Di vê perspektîfê de, dibe ko programên bicihkirinê yên rêxistinên siyasiyên kurd cor be cor bin û ji hev cida bin, lê divêt hedefa her kurdeka/ê kurdperwer Kurdistana mezin be, ger hedef ne ev be, kurd nikarin xwe ji derbeyên giran yên neyarên xwe biparêzin. Kurdistan xakeka yekpar e û ji aliyê fîzîkî û jeostratêjîk ve hestiyê pişta Kafkasya û Rojhilata-nêvê ye. Serwerê mezin Mistefa Barzanî, di wextê xwe de li Mûsilê xelîçeyeka ecemî ya gelek delal ji dîwarî vedike û bi wê xencera xwe ya nav û deng, vê xalîçeyê li ber çavên nûnerên rejîma be’esî dike çar par û ji wan re dibêje; “Hon dibînin dilê we li ser vê xalîçeyê çend direcife, lê hon fêm nakin ko we dilê me, welatê me kiriye çar par û hon hêj jî bazariyên bêedeb li ser dilê me dikin”. Belê hêj bazariyên bêedeb û bêperwa li ser dilê Kurdistanê tên kirin; tirk bêperwa behsa Kerkûkê dikin û planan li ser wê girê didin, ew Kerkûka ko pênas e bi dilê Kurdistanê.

Lê divê neyêt ji bîr kirin ko ne tenê Kerkûk, lê her bihostek axa Kurdistanê xwedan hêjayiyên zêrîn e. Ji bilî ko Dicle û Firat wekî du robarên jiyanê, hemî Rojhilata-nevê vedijînin, rê û xetên neft û gaza ko ji Kafkasyayê ber bi piyaseya dinyayê ve dê biherikin jî, ko di serî de Emerîka û paşê hemî dinya li ser vê rêyê konsantre bûye, di vê xaka yekpar re derbas dibin. Her divêt em ji bîr nekin di berjewendiyên aborî û stratêjîk de Ewropa û Emerîka du senterên mitefîq in û parametreyên wan yên “dinya nû” û daxwazên kurdan li hev diguncin. Seroka Almanyayê Angela Merkel, di serê sala nû û di dema serokatiya welatê xwe ya Yêkîtiya Ewropayê de, diyar kir ko hedefa wan, şirîkatî/hevpariya Yêkîtiya Ewropa û Emerîka ya aborî ye…

Vêca em binêrin di perspektîfa Emerîka ya “aborî” de Kurdistan çawa xuya dike. Berî sê salan Sefîrê Emerîka yê Enqereyê Robert Pearson xaka yekgirtiya Kurdistanê wiha teswîr dikir:

“…divêt ji bo bakurê Iraqê ser perspektîfeka zelal em [Emerîka-Tirkiye] li hev bikin. Dema ko hon başûr û rojhilata Anatolyayê û bakurê Iraqê yekpar bidin ber çavên xwe hon dê bibînin ko evder hewzeyeka aborî ya yekgirtî ye. Hemî rêyên veguhostînê, xetên komînîkasyonê, sewkiyata petrolê, hemî di vî alî de diherikin…” (Hurriyet, 20 Temmuz 2003). Pearson di berdewamiya wan dîtinên xwe de dibêje, ger Tirkiye ne li gor vê perspektîfê hewl bide, dê têkiliyên wê û Emerîkayê jî xira bibin.

Li gorî qenaeta min, hedefên dûr û nêzîk yên serweriya Kurdistana azad çi dibin bila bibin, hem li himberî Bexdayê hem jî li himberî neyarên xwe yên dî, dikare tenê bi bikaranîna îmkanên Kurdistana mezin xwe biparêze û li ser lingan bimîne. Dibe ko vê gavê Kurdistana mezin wekî hedefeka aktuel û realîst neyêt dîtin, lê bikaranîna îmkanên wê her gav aktuel û reel in. Her ez bawer dikim – ko qet divêt rêyeka wiha ne tercîha kurdan be –, lê dema ko pêwîst be, kurd dikarin ji Kerkûkê heta Edirneyê bikin qada şer û di şerekê wiha de jî dê dinya alîgirê kurdan be ne yê tirkan, (Ev şer bi ti awayî dê neşibe şerê PKK-ê yê nêvvala û terorane) ji ber ko qasî kurd ji îşxala tirkan ya li ser Kurdistanê nerazî ne ew qes dinya jî, ji mentalîteya tirkan ya siyaset û rêvebirina dewleta wan nerazî ye û dinya naxwaze tirk bi vê mentalîteya xwe ya dijberiyê li hemî paremetreyên pêşketinê dikin, ji derya reş heta deryaya spî hikûm bikin. Helbet e, divêt ti caran kurd ne li dûv metodên tund û tîjiyê bin, lê dema heta dawiyê neyaretî digel kurdan bête kirin, dê kurd jî mecbûr bibin xwe biparêzin. Lewra esil ya divêt bête guhortin mentalîteya tirkan e û divêt tirk bela xwe ji tevdana başûrê Kurdistanê vekin û destê xwe dirêjî Kerkûkê nekin.

Helbet ko rê û senaryoyên tirk dest ji neyariya kurdan berdin û bi aqilê selîm hevkariya digel kurdan bike hene; lê wesa xuya dike ko ji bo tirkan rêya aqilê selîm hêj gelek zehmet e. Ji bo kurdan jî rêya felatê, projeya Kurdistana mezin e; çi dûr an jî nêzîk…

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA
Weşandin: 2007-01-04
Xwendin: 6294
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org