[ SÊŞEM, 2024-04-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Pêwîstiya kurdên bakur bi mekanîzmayeka parastinê ya navneteweyî heye
STENBOL, 6/5 2007 —Generalên tirk li ber çavên hemî dinê bi awayekê herî bêheya hemî statuya hevwelatiya kurdên bakurê Kurdistanê vale dikin, wan tehdît dikin û dijmin îlan dikin û dinya jî temaşeyî vê bêheyayiyê dike.

Serokerkanê leşkerî yê tirk Hilmi Ozkok piştî Newroza 2005-ê derket yekser kurd wekî hedef nîşan dan û ew ji statuya hevwelatiyê derxistin û got “sozde vatandaş” (so-called citizen) yanî hevwelatiyê “nejixweve”, yanî ew hevwelatiyê ti rêz û hiquqekê wî/wê neheyî. Nejixweve li Tirkiyeyê di her asteyê yasayî, yê serwerî û birêvebirinê dîskrîmînasyon (discrimination) suc e! Generalek kes nizane bezê guhê bavê wî ji kû ye, li ber çavê hemî dinê, ji her alî de, hemî asteyên hiquqî û yasayî yên komalgeheka nifûsa wê bi deh milyonan êxist bin heriya potîna xwe û da ser. Vê hilwesta Ozkokî careka dî diyar dikir ko li Tirkiyeyê yasa û hiquq ji bo wan e yên ko tirk in.

Ev hilwest, binpêkirina hemî mafên hevwelatiya tam e û bi awayekê raste-rast can û malê hevwelatiyên kurd dixist bin xeteriyeka mezin û vekirî de.

Lê generalên tirk li vê jî nerawestiyan niho jî xeteriya herî mezin li ser kurdan pêk tînin; divê hemî dinya bibîne ko generalên tirkan edî siyaseta “dîskrîmînasyonê” jî bi şûn de hêlan, bi awayekê aşkere û "kategorîk" kurd dijmin îlan kirin. Genaralên tirk ev bêheyayiya xwe bi memoranduma serokerkaniyê ya 27-ê nîsanê 2007-ê, nîvê şevê li asteyê hêrî jor sekinandin, gotin; "yên xwe bi tirkitiyê nav nedin hertim dijminê me ne û dê hertim jî dijmin bin" û bi awayekê gelek aşkere kurd wekî dijminên xwe yên îlelebed îlan kirin. Dinya temaşe dike an jî nabîne.

Ji aliyê dî nîşanên wê gelek hene ko generalên tirk dixwazin vê dijminiya li himberî kurdan bi awayekê “pogromî” bimeşînin; pogrom navê qetlîama bi plan kirî û bi girsî ye, her wekî qetlîama ko tirkan di 5-7 îlona 1955-ê li Stênbolê li himberî ermen û ruman kirî, an jî wekî jenosîda ko tirkan 1915-yê li himberî ermeniyan kirî, an wekî Hîtler miletê alman dayî dûv xwe û wekî keriye hovan dayî ser yahudiyan û qetil kirî.

Divê em ji bîr nekin ko ew bi sedhezaran kes an jî li gor îdiayên wan, bi milyonan kes yên ko generalan di 14-yê nîsanê de di meydana Tandogana Enqereyê de û yên ko 29-ê nîsanê li Stenbolê meydana Çağlayanê dayîn kom kirin, hedefek wan ya esasî kurd bûn û dijminê herkesê bûn. Îdia dikin ko dibêjin bi sedan komeleyên komalgeha sivîl ew mitîng li dar xistin, lê yekê tenê ji wan sivîlan bîr nebir ko bêje ev çi bêheyayî ye ko general hevwelatiyên me yên sivîl wekî dijmin îlan dikin. Tam berevajiyê vê wan milyon “sivîlan” general dawetî “îcraatê” dikirin.

Li himberî vê bêhiquqî û dijminkariyê pelek tenê jî ji cihê xwe na live, jibilî hindek dengên kêm yên ji nav kurdan derdike. Divê em bizanin sîstema nêvneteweyî ya îro ne tene îbaret ji hiquqê dewletan, mafên kesa û gruban jî bûye normnin yê hiquqa navneteweyî.

Gelo kurd û dinya li himberî vê siyaseta generalên tirkan ya dijminkariya kurdan li hêviya çi rawestan e; dinya li hêviyê ye ko kurd jî wekî ermeniyan di qetlîamekê re derbas bibin û piştî sed sal ser re derbasbûn hêj nû dengê xwe bike!

Li himberî vê xeteriyê divê kurd xwe bêçare nebînin. Di gavê pêşiyê de gavên ko kurd bavêjin pir in. Divê hemî asteyên hiquqa navneteweyî bi kar bînin û ji Hilmî Ozkok heya generalan vê gavê di sererkaniya Tirkiyeyê de ne bên mehkeme kirin.

Artêş di destê wan generalan de ye û wan bi vê artêşê komelgehek sivîl û bêparastin bo xwe kirine armanc û dijmin îlan kirine û hemî mafên wan yên hevwelatiye înkar kirine xeteriyeka vekîrî li ser vê komalgehê pêk anîne. (Ji aliyê kiryarê ve jî divê sicîlê tirkan li ber çavan bê girtin) Ev, îhlalkirina hemî belgeyên Cenewreyê û hiquqa navneteweyî ye ko esasê hiquqa nêvneteweyî parastina aşîtiyê û aramiya neteweyan e. Generalên tirk hemî peyman û pêgirên navneteweyî yên ko mafê mirovan dixin binê ewlekariyê binpê kirine, dikin. Bingehê esasî yê hikûmranî û hiquqa her dewletê parastina can û malê mirovên hevwelatiyên wê dewletê ye. Generalên tirkan ev prensîba esasî ya hikûmraniya dewletbûnê jî li binguhê erdê dane û aşkere bi milyonan kurdên ko “hevwelatiyên” wan e nayer îlan kirine; ev hewlesta xwe di asteyê serokerkaniya harb de îlan kirin. Ji aliyê hiquqa dewletan ve jî ti meşruiyetek ya hikûmraniya dewleta tirkan li ser Kurdistanê û kurdan nema ye.

Mirov ji kî alî ve lê dinêrin bila bînêrin, kiryar û dijminkariya generalên tikan li himberî kurdan sucekê giran, sîstematîk û mieseseyî ye.

Lewma di vê bi awayekî herî lez li himberî vê xeteriya herî mezin û nêzik ya ko li ser komalgeheka sivîl û bêparastin e, rêyên tedbîrgirtinê bên dîtin. Ji bo rê li ber vê xeteriyê bê girtin pêngava pêşiyê divê kurd bavêjin, ew jî;

a)Divê ko kurd li hemî rêyên hiquqî bigerin û preseka wesa çêkin ko rêya mehkemekirinê li himberî van generalan vebe. Partiya siyasî ya ko generalan mehkûm neke divê nekare gavekê tenê jî bavêje Kurdistanê û alîgiran peyda bike.

b)Divê kurd di heman demê de, dest bi kampanyeyan bikin û îmzeyan kom bikin û taleb bikin ko hemî îşaret, sembol, pankart û şîarên nîjatperestiya tirkan li Kurdistanê bên qedexe kirin, di serî de şîara “Ne mutlu Türküm diyene-Ew bextewar e yê/a ko tirk e”. Partiya siyasî ya ko van şîaran ret neke divê rû nebe ko gav bavêji Kurdistanê.

Divê di heman demê de, bi lez hewl ji bo pêngava duyê jî bên dayin û dinya kurdan di hêviya wijdana generalên tirkan ve nehêle.

Lewma divê kurd li himberî vê xeteriyê bi hemî rêxistin, komale û her ferdek yê kurd ve, di qeda komalgeha navneteweyî de, serî di Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariya Navneteweyî, Yekîtiya Ewropayê û Emerîkayê bidin mekanîzmayeka ya parastinê ya li himberî êrîş û dijminkariya artêşa tirkan bixwazin û taleb bikin ko komlageha nêvneteweyî li Kurdistanê “rejîmeka li ser bingehê axa bav û kalan” bo kurdan damezirîne, di asteyê Tirkiyeyê de jî mekanîzmayeka can û malê kurdan bêxe bin ewlekariyê pêk bîne û di vî warî de tedbîrên lezgîn bên girtin, da ko careka dî dinê, rû bi rûyî jenosîdeka dî ya bi destê tirkan nebe.

Êrîş û dijminkariya generalên tirkan li ser haysiyet, can û malê her ferdek yê/ya ji dêyek û bavekê kurd çêbûye ye. Divê kurd û dinê hemî bi tevde ji vê zihniyeta rasîst û dijminkariya rizgar bibe, ev zihniyet li hemî derê dinê qedexe ye.

Lewma pêngava sêyê jî ew e ko kurd yekser ji dagirkeriya tirkan xelas bibin. Sê gav ne gelek zehmet in!

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA
Weşandin: 2007-05-06
Xwendin: 6376
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org