[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ergenekon û rewşa bêdewletiya kurdên bakur
STENBOL, 9/7 2008 — Di tarîxa komara kemalîst de cara pêşiyê ye ko operasyoneka wiha cidî li himberî elîtên kemalîst-milîter û xudanên “dewleta veşartî” têt kirin. Hindek kevnegeneralên di pileya yekê de ko wan xwe wekî Ezraîl didît, niho di zindanê de ne, ev bi serê xwe hemleyeka nû ye. Ti caran ne diket ser û xeyalên general Şener Eruygur û general Hurşît Tolon ko ew dê rojekê di zindanên tîpa “F” de bên zindanî kirin.

Ev zindanên bi vî awayî, di van salên dawiyê de ji bo girtiyên kurd û rêxistinên radîkal hatîbûn çêkirin, lê niho ev herdu general û genaral Velî Kuçukê ko ew wekî birêvebirê kontrgerilayê têt zanîn, digel gelek hevalbendên xwe yên esker û neesker di van zindanên berteng û bêderfet de ne.

Operasyona pêşiyê di hezîrana 2007-ê de bi koordinasyona dozgirê Stenbolê Zekeriya Oz dest pê kir; li Umraniyeya Stenbolê hindek teqemenî ket destê polîsan û bi wan teqemeniyan ve girêdayî, ji dehan zêdetir kevneserbazên eskerî hatin girtin û hepis kirin. Lê dozgir Zekeriya Ozî dawiya operasyonê berneda û di 21-yê meha 1-ê ya 2008-ê de li gelek niqteyên dî operasyoneka dî pêk anî; rojnamevan û akademisyen jî di nav de, 40 kemalîstên dî yên “bijare” girtin. Dozgir Zekeriya Oz bi vê jî ranewstiya herî dawiyê di yekê vê mehê de opersyoneka dî ya hêj di aseteka bilindtir de da kirin û general Şener Eruygur û Hurşît Tolon ji malên wan (orduevi) yên serokerkaniya eskerî ve girêdayî ye, bi zora polîsan da anîn û hejmara zindaniyên rêxistina Ergenekonê giha 58 kesan, bi qasî wan ew qes yên negirtî jî dosyaya wan li ber dadgehê ye.

Lewma ev operasyon li himberî Ergenekonê/dewleta veşartî divê qet kêm neyêt dîtin; ji ber ko bi awayekê cidî îşaretê bi “êşa mezin” ya guhortinê dike; ji “restorasyoneka” bo demkê zêdetir, bi awayekê cidî sinyalên rêlibervekirina demokratîzebûn û revîzyoneka nû ya dewleta tirk dike. Her digel vê êşa guhortinê, gelek aşkera ye bêyî ko kontrateka nû bêt çêkirin êdî rejîma tirkîst û kemalîst nikare hebûna xwe berdewam bike.

Ji aliyê dî, eve eyameke dirêj e ko partiya Erdoganî (Partiya Edalet û Pêşxistinê - AKP) bi gelek dorûberên sivîl ve hewl dide ko destûreka bingehîn ya nû pêk bîne. Pêwistiya destûreka nû ya bingehîn bi serê xwe, îşaretê bi pêwîstiya kontrateka komalgehî ya nû dike; lê heta niho çerçeweya destûra bingehîn ya ko Erdogan û dorûberên wî dixwazin amade bikin, ji rastiya kontrateka nû bi dûr e.

Ji ber ko Erdogan, partiya wî û derdorên lîberal û demokratîk yên tirkan her çi qes di ferqa wê heqîqetê de bûn ko êdî rejîma kemalîst xetimiye û ne mimkin ko xwe li ser lingan bigire jî, lê wan hêj ew heqîqeta esasî ya doza miletê kurd baş îdrak nekirine ko faktorê serekî ev heqîqet e ko êdî rê li ber zihniyeta serweriya kemalîst xetimandî ye.

Di dawiya hefteya borî de platforma bi navê Abantê, li Boluyê wekî mijar, du rojan li ser kurdan minaqeşe kir. Entelektuelên ji derdorên lîberal û bawermend yên tirkan û gelek kurdên “lîberal” jî beşdarî vê minaqeşeyê bûn. Mirov dikare bêje çerçeweya minaqeşeyê kêm zêde wekî gelek konferans û minaqeşêyên dî yên heta niho li Tirkiyeyê di heqê kurdan de hatine kirin bû; mafê kulturî, zimanê perwerdeyê û hwd.

Lê heqîqetek li wir derket navê ko divê ev heqîqet qet ji ber çavan neçe. Entelektuelê tirk Çengiz Çandar, li wir bi awayekê gelek aşkera îşaret bi vê heqîqetê kir û got: “Arîşeya esasî ya kurdan ew e ko kurd heta niho ne xudandewlet in. Ji bo çareserkirina vê arîşeyê du rê hene yan divê dewleta ko heye [dewleta tirk] ji nû ve kontratekê digel kurdan çêbike û îspat bike ko ev dewlet ya kurdan e û kurd jî bi rastî vê dewletê wekî dewleta xwe bibînin an jî divê dewleteka kurdan ya serbixwe hebe.”

Cengiz Çandarî bi heman usluba vekirî rexne li Erdoganî û hikûmeta wî girt û got heta niho wan ti gavên ber bi kontrateka nû ya digel kurdan de neavêtine.

Herwekî Çandarî jî îşaret pêkirî, gelek aşkera ye ko kêşeya esasî ya kurdên bakur bêdewletiya wan e, bêyî ko bibin xudandewlet jî ev doz çareser jî nabe.

Vêca gelo tirk amade ne ko kontrateka nû digel kurdan pêk bînin û wan jî wekî şirîkekê esasî yê dewleta nû ya ko li ser vê kontrata nû bêt ava kirin bibînin an no?

Li gorî qinaeta min, encama operasyonên li himberî Ergenekonê û encama doza girtina AKP-yê, dê bo paşeroja kurdan û tirkan hindek niqteyên bi çarenivîsa herdu miletan ve girêdayî ye hêj zelaltir bike. Ger dozgir Zekeriya Oz, operasyonên Ergenekonê bigîhine dema cînayetên bikûjên wan nediyar û bikujên bi hezaran kurdên ko di salên 90-ê de li bakurê Kurdistanê hatîne kuştin derbixe navê, ko ev şansê wî heye, lewma yek jî tetîkçiyê wê demê (Osman Gurbuz) û general Velî Kuçuk ko ji serî heya niho destê wî di nav wan cînayetan de hebû, niho di destê wî de ye û ew wekî Ezraîl li ser vê şebekeya cînayetan rawestiya ye.

Her ev operasyon dikare bibe destpêkeka esasî ya rûbirûbûna dewleta tirk ya hemî kiryarên wê yên nehiqûqî yên li himberî miletê kurd kirine û bi vê wesîleyê hesabê generalên kodetakar yên dema 12-ê îlonê jî bêt dîtin. Ger Ak Partî jî, - bê girtin an jî neyêt girtin - derseke baş ji vê dozê bigire û di encamê de giraniya xwe bide ser hemleyên demokratîzekirina Tirkiyeyê û rûyê xwe ji heqîqeta doza miletê kurd ba nede, dikera gelek tiştên nemimkin mimkin bibin.

Ji aliyê dî, di serî de Emerîka û Yêkitiya Ewropayê ji tirkan dixwazin û heta li ser wan ferz dikin ko ew serweriya xwe ji metodên dîktatorî û krîmînal xilas bikin û rêyeka diyalog û lihevkirinê ji bo çareseriya doza miletê kurd bibînin. Generalên tirk bixwe jî, êdî baş dizanin ko aboriya tirkan heta dawiyê bi mercên derve ve girêdaye û Emerîka jî qet piştgiriyê bo hewildanên wan yên kodetakar û dîktatoryen nake. Ev heqîqet bi serê xwe benê pişta generalan diqetîne û ew jî dizanin ev rejîm êdî nikare wekî berê hebûna xwe berdewam bike.

Her arizeya vê rejîmê ya esasî ew e ko ti kontrateka wê ya meşrû digel kurdan nîne û kurd jî li himberî wê li ber xwe didin, her kontrata vê rêjîmê ya digel tirkan bi xwe jî gelek zeîf e, ji ber ko bi awayekê jakoben hatiye ava kirin û konsensuseka wê ya digel xelkê tine ye. Yanî di heqîqeta xwe de, Ergenekon navê esasî yê komara kemalîst e. Tirk bi xwe jî êdî nikarin bi dewleta Ergenekonê digel dinyaya medenî bimeşin.

Serokê MHP-yê Devlet Bahçelî di belavoka duhî de ko ji bo rêxistinên partiya xwe belav kir rewşa Tirkiyeyê wiha rave dike: “Tirkiye hemî îşaretên planeka kûr ya jihevqetiyan û ji hevcîdabûnê dide, wekî welatekê kenvnarebûyî yê jihevketî û li ber temambûna dawiya temenê xwe, hemî emareyên vê yekê nîşan dide.”

Ji xwe ji aliyê kurdan ve, li gorî qenaeta min kurd û tirk bi awayekê cidî rûbirûyî duryaneka esasî ne; ev duryan yan dewletaka bihevre ye yan jî du dewletên jihevcida ne.

Lewma di vê niqteyê de encama operasyonên paqijkirina Egenekonê giring e. Ger di encama van opersyonan de, kiryarên nemirovane yên li himberî miletê kurd hatine kirin, derbikevin navê û hestê binecihkirina edaletê piçekê bêt cih, êdî dikare gav bi gav rêya kontrateka nû jî, di nêvbeyna kurdan û tirkan de bêt vekirin.

Di vê mijarê de nimûneyeka dî ya herî besît dê TRT-Kurdî be ko bi naverok û kalîteya xwe dikare bibe wesîleya sînyaleka nagatîv an jî pozîtîv. Ger TRT weşaneka wesa bike ko, bi rastî kurd bibînin ko ev weşan bêrêziyê li himberî hêjayiyên wan nake û xudaniyê li kultur û zimanê kurdî dike, hingê dikare atmosfereka nû pêk bêt û rê li ber pêngavên dî jî bêt vekirin.

Vêca dema ko mirov ji aliyê birînên kûr ve û xwîna hatî rijandin û qetlîamên ji aliyê dewleta tirk ve hatîn kirin li mijarê binêre û zihniyeta rejîma tirkîst-kemalîst bide ber çavan, kontrateka nû gelek zehmet e. Lê divê em ji bîr nekin dînamîkên guhortinê û vîzyonên nû, mijarên ko qet ne mimkin e, mimkin dikin, mijarên herî bêçare ne jî çarebar dikin. Lê ya herî giring ew e ko kurd jî, bi awayekê cidî biryara xwe bidin, dê xudandewlet bin an jî dê bêdewlet bin, ji Ehmedê Xanî heta niho pirsiyar ev e.

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA
Weşandin: 2008-07-09
Xwendin: 7191
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org