[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ocalan û tirk dixwazin doza Kurdistanê “hamasîfîze” bikin
STENBOL, 23/5 2011 — Ji ber ko bi her awayî ajandeya bakurê Kurdistanê ketiye bin “hegemoniya” PKK-ê û alîgirên wê de, li dinyayê çi dibe û çi nabe guhê kurdên bakur gelek ne li ser e. Hebe û nebe qible Qendîl û Îmralî ye. Ev jî feylesofiya Xidirê Kironî ye (philosophy of Khidir) ko digot: “Mala min li serê girikê di navenda dinyayê de ye û kî bawer neke bila bêt û bi gavan bipîve.”

Lewma li dinyayê çi dibe û nabe ne gelek giring e, ya giring ew e ko dinya li dora Îmralî û Qendîlê dizivire; Erdoganî Silivrî jî êxist ser vê zivrînekê, êdî ew jî li ser bextê wî û belgeyên di destên wî de.

Tiştên ko Emerîkayê bi hêza artêşên giran yên bi 100 hezaran û bi teknolojiya şerî ya erd û asîmanan ya herî bi pêşketî nedikarî li Efxanistan û Iraqê bike, niha bi raperînên destvala li Bakurê Efrikayê û li Rojhilata-nêvê pêk tên. Tîranên ko bi dehan salan bi hêza gurzên hesinî serweriya xwe bi rê ve dibirin, li himberî daxwazên xelkê yên jiyaneka birûmet û azad yek li dûv yekê textê zordariyê terk dikin û direvin. Li ser vê tîrê aqîbeta tîranê Sûriyeyê Beşar Esedî jî, dê ne ji ya Mubarekê Misrê, Zeynel-Abidînê Tunisê û Qedafiyê Libyayê baştir be. Axaftina ko serokê Emerikayê Barack Obamayî di 19-yê gulanê de li Washingtonê kirî manîfestoya vê guhortine ye.

Piştî axaftina Obamayî, serweriya Emerîkayê diyar kir ko di heqê şeş desthilatdarên payebilind yên Sûriyê de biryara destserkirina malên wan deya, ne tenê yên Sûriyeyê di heman demê de heman biryar ji bo Suleyman Qasimê “Serqumandarê Hêzên Şoreşa Îslamî ya Îranê” û çend hevalên wî ye jî.

Wezareta xezîneya Emerikayê berî du salan jî hindek berpirsiyarên PKK-ê yên li Ewropayê xistibûn “lîsteya reş” de û biryara desteserkirina malê wan dabû. Herî dawiyê berî mehekê jî, Murat Karayilan Cemil Bayik û Duran Kalkan jî li ser vê lîsteyê zêde kir. Yanî ti berpirsiyarekê PKK-ê yê ko tê zanîn çi “sivîl” çi “çekdar” be, nîne ko ne di lîsteya Emerikayê ya “reş” de be.

Gelek kurd dikarin wekî Zubeyir Aydarê ko li Ewropayê nûnêriya PKK-ê dike, bikenin; bêjin “Ger malê berpirsiyarên PKK-ê li Emerikayê hebe, bila destê xwe dane ser!” Mihtemel e ko malê general Qasimê îranî jî li Emerîkayê nîne. Lê her mirovekê ko aqilê wî li serî be dizane ko encamên micid yên sîyasî yên van biryaran hene. Dinya ne tenê li dora girikê Xidirê Kironî dizivire.

Gelo ji aliyê hedefa Emerîkayê ve, rejîma Sûrî, ya Îranê û PKK di heman pozîsyonê de ne? Nexêr. Helwest û pozîsyona PKK-ê û van rejîman jî wekî hev e, li ser heman mîhwerê ye. Berî niha eyamekê şefedîtorê malpera MediaKurdê Dr. Ciwan Heqî aşkera kir ko Sûriyeyê 1 000 endamên PKK-ê ji bo li himberî raperînên kurdan bi kar bînê, birine û li Sûriye bi cih kirine, paşê heman malperê û hineke malperên dî yên kurdan jî diyar kirin ko serokê PYD-ê, ko baskê PKK-ê yê Sûriyeyê ye du caran digel Beşar Esedî hevdîtin pêk aniye. Serokê PYD-ê hevdîtin red kir lê belê got ew amade ye ko digel Beşar Esedî rûne.

Ya hêj balkêştir, serok û rêberê PKK-BDP-yê Abdullah Ocalan, di hevdîtina digel aboqatên xwe ya di 18-yê gulanê de, yêkser berê tîrên xwe dide Yêkitiya Ewropayê û Emerikayê û ji karîgeriya wan ya Rojhilata-nêvê gelek aciz e û dibêje ew ti caran nakevin bin bandore Emerîkayê. Ajansa alîgira PKK-ê dîtinên Ocalan weha neqil dike.

— Ocalan, got di vê pêvajoyê de kurd dikarin bi Sûriye û Îranê re jî li hev bên û wiha lê zêde kir. "Bila tu kes kurdan nexapîne. An dê encama vê yekê felaket be. Ez wan dîsa hişyar dikim û dixwazim ko bi kurdan re li hev bên.” (ANF)

Kî van dîtinên Ocalan çawa dixwîne bila wisa bixwîne, çawa Hamas ketiye bin kontrola Sûrî û Îranê de, Ocalan dixwaze bi heman awayî PKK an jî kurd bikevin bin xizmeta Şam û Tahranê de. Jixwe lojîka PKK-BDP û Hamasê kêm zêde wekî hev e. Gelek aşkera ye ko di van deh salên dawiyê de ya ko riya çareseriya doza Filîstînê dixetimîne Hamas e û ne Îsraîl e. Ji ber ko Hamas li aliyekê behsa aştiyê dike li aliyê dî jî hertim li agirûbarûtê dilehîze, misîlên katyûşa û qessam yêk li dûv yekê rêdike ser xelkê sivîl. Di destê BDP-ê de belkî katyuşa û qessam nebin lê di warê aştî û demokrasiyê de helwesta BDP û PKK-ê ne ji ya Hamasê pêtir cihê baweriyê ye. Li gor gotinên Recep Tayyip Erdogan, ji sedan zêdetir ofîsên partiya wî yên li Kurdistanê ketine ber molotofkokteylên alîgirên BDP-ê.

Wekî norm dema ko mirov normê “demokrasiyê û hilbijartinan” bibêjere pêdiviyên wê gelek diyar in. Lê dema ko tu bêjî hilbijartin û paşê agir û barûtê jî li her derî bireşînî, di bin deriyan re belavokên tehdîdê belav bikî, ofîsên partiyên dî bişewitînî; li her derê dinyayê navê vê ”teror” e an jî Hamas e.

Ti şik tê de nîne ko divêt miletê kurd jî wekî hemî miletên dinyayê, di heqê çarenîvîs û paşeroja xwe de xwedanê biryarê be. Helbet di vê wateyê de ti meşrûîyeteka desthilatdariya bi navê tirkan li Kurdistanê nîne. Lê ji bo çi dibe bila bibe rê û norm esas in. Ger kurd derbikevin û bêjin, “em lehîstika sindoqên dengdanê qebûl nakin” wê çaxê dê li gorî wê hereket bikin. Lê di destekî de pusulaya dengdanê û di destê dî de barût û agir, ev bêrûmetkirin û “hamaskirina” doza miletê kurd e. Hamas îro yekser bûye lehîstika di destê Îranê û Sûriyeyê de. Ocalan dixwaze ji bo Sûrî û Îranê PKK heman rola Hamasê bilehîze. Helbet ev li gor berjewendî û hesabê “aqilê” dewleta tirkan e jî.

Piştî axaftina Obama ya ko min li jor behsê kirî, roja paştir serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî çû li Kongreya Emerikayê axaftinek kir. Temaya axaftina Netanyahu li ser tîraniya rejîma Îranê, Sûriye, terora Hamasê û qebûlnekirina bipaşvekêşana sînorên berî 1967-ê bû. Di dawiya axaftina wî de Kongreyê tam du deqîqeyan li ser lingan ji wî re li çepikan da. Ebediyeta têkiliyên Emerîkayê û Îsraîlê careke dî hat îlan kirin.

Gelek aşkere ye ko guhortinên mezin û dîrokî li Rojhilata-nêvê pêk tên. Mîhwera van guhortinan demokrasî û komelgeha sivîl e, mafê azadîyê û rûmeta her takekesî ye. Başûrê Kurdistanê şûrek li benê enînivîsa xerab daye û qetandiye. Lê hêj bi giştî 30 milyon kurd ji biryardayina heqê çarenivîs û paşeroja xwe bêpar in. Dewleta tirk ji bo vê rewşa kurdan ya xerab xwedana roleka sereke ye. Heman dewlet îro bi hostayî li ser mîhwera hevkariya Emerîka-Nato û perspektîfa Yêkitiya Ewropayê dixwaze careka dî xwe bike bîbika çavê dinyaya rojava.

Rêberê PKK-BDP-ê Abdullah Ocalan ji midaxeleyên rojavayê gelek aciz e, ew dixwaze ko kurd hevkariyê digel Îran û Sûriyeyê bikin, li ber rewşa Qedafî jî dikeve, dibêje “tirkan ew firot”. Ne giring e, tirk dê bela Esedî jî ji stoyê xwe derxin, ev tişteka baş e jî. Lê ya xerab ew e ko tirk di heman demê de dixwazin wekî ko di destpêka sedsala 20-ê de kirine vê carê jî bi riya “aqilê” Ocalan nehêlin benê kurdan û yê dinyaya rojava bigihî yek. Tirk dixwazin kurdan di çavê dinyayê de bêxin rewşa Hamasê de. “Hamaskirina” Kurdistanê, di heman demê de bilindkirina prestîja dewleta tirk e di çavê dinyayê de. Kurd dê careka dî winda bikin û “rêbertiya” Ocalanî riya wendakirina kurdan e.

***

Têbînî: Xidirê Kironî feylesofekê kurd bû. Ew heta mirina xwe jî ti caran nezewicî û li gundê Kiron yê girêdayî Şirnexê dijiya. Di zeviyeka Xidirê Kironî de girek hebû û li gor feylesofê kurd Xidirê Kironî ew gir merkeza dinyayê bû û dinya li dora wî girikî dizivirî.

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA mihemedsanri@gmail.com
Weşandin: 2011-05-23
Xwendin: 7493
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org