[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Hebûn û nebûn “Li ser sifreya birçîtiyê” ye
STENBOL, 24/7 2011 — Pirtûka Muhsin Kizilkaya ya bi navê “Açligin Sofrasinda - Li ser sifreya birçîtiyê” berî niha eyamekê ji weşanxaneya Îletişimê di nav “Edebiyata hemdem ya zimanê tirkî” de derket. Helbet berî wekî kitêba çapkirî derbikeve, wekî wî gotî, birayê min yê axretê Muhsin Kizilkaya versiyona wê ya li ser komputerê bo min şand û min xwend. Ji gelek aliyan ve ez heyirî û matmayî mam:

Yêk; nivîsandina pirtûkê ya bi zimanê tirkî ez gelek hesidandim. Ji ber ko pirtûk ji serkaniya kultura kurdî bû. Rêz û edeba rabûnûrûniştin, xwarinûvexwarina mîr û began, vergirtin û girêdana eşîran, usulên dîwan û dîwanxaneyan û şerên desthilatê hemî di vê pirtûkê de li dorê sifreya xwarinê digeriyan.

Du; dibe ko ez lê rast nehatibim, lê xebateka bi vî rengî ya ko bûyer û jiyana civakî evqas li dora sifreya xwarinê digere min hêj di zimanê tirkî de nedîtibû. Xebata Muhsin di universiteyên tirkî de dikare rê li ber “disiplîneka” nû veke.

Sê; ka çawa tevna kulturî ta bi ta, avde bi avde li dûv bûyerên civakî yên trajîk tê honandin, nivîskar bi vegotineke gelek delal ya edebî û bi germiyeka her wekî wî xwarineka xweş bi destê xwe çêkirî raberî me dike. Agirê ko norm û qalibên kulturî li ser form digirin, bi xwînê pê dikeve û gur dibe. Ew kureya agirê wê ji xwînê ye îro jî serê me gêj dike.

Wekî ji navê pirtûkê jî diyar e nivîskar, temaya pirtûka xwe li dorê niqteyeka gelek balkêş radiçîne; niqteya sifrê – “zero kilometre”. Niqteya ko însan berî hertiştî birçî ye. Ew gotineka Albert Camus neqil dike ko dibêje: “Xwedê mirovan birçî neke, dema ko pirçî bû dikare îmana xwe jî bixwe.”

Di birçîbûnê de, ne ko dê weledê xwe diavêje, dikera bixwe jî. Di vê mijarê de di cihekê pirtûkê de, dîmeneke gelek trajîk heye (Divê em jî bîr nekin, di kampên Somaliyê de niha jî her roj herî kêm sê-çar mirov ji birça dimirin). Helbet digel birçîbûnê xezêneya xwezaya Kurdistanê jî derdikeve, ji bilî nêçîrê bi sedan giha û nebatên dol, kaş û zeviyan, wekî marketingkeka vekirî û belaş e.

Digel dijberiya mêr û mêrxasan û şerê desthilatê, di encama pincarkomkirin û nêçirê de jî, bi dehan bûyerên trajîk yên kuştin û evînê rû didin, ew jî hemî dibin stran û destan û dikevin dîwan û dîwnaxaneyên mîr û began; dibin nexş û dikevin ser xalî û xalîçeyan; dibin norm û rê û rêbazên civakî.

Tezeka nivîskar heye ko dibêje, tebeqeya civatê ya feqîr coreyên xwarinan derdixe navê paşê jî, dewlemend tam û çeşniyê li van xwarina zêde dikin. Di eslê xwe de hemî reng, nexş û xetên kulturê jî, her ji nav gewdeyê civakê de derdikevin ko paşê li ser destên bihiner li seray û koçkên dewlemend de tên “estetîze” kirin.

Di encama her aktîviteyeka mirovan de, di encama her şer û pêkdedanekê de sifreyek tê hazir kirin, me bivê û nevê bêyî haya me jê hebe, ew kiryarên mirovan reng û tama xwe didin wê xwarinê. Çi tê kirin bila bê kirin, di encamê de mirov vedigerin ser sifreyê û li xwarina li ber xwe dinêrin. Kizilkaya her xwarinekê û darêja çêkirina wê di pişt domdirêjiya çîrok û bûyereka civakî nîşanî me dide. Piştî ewqes xwîn û kuştinê kerem bikin ser sifreya xwarinê.

Bo nimûne şerê li ser asuriyên Tiyarê gelek bixwîn û dijwar e. Piştî nivîskar bi “hafizeya xwecih” ya ko gelek bicihgirtî ye, bi awayekî gelek balkêş şer û sedemên şerê Bedirxan Beg yê li ser Tiyara asuriyan rave dike, paşê sifreya ko Nurullah Begê mîrê Hekariyan ji bo Berdixan Beg û artêşa wî ya bi dehhezaran amade kiriye nîşanî me dide.

Dibe ko di dema modern de, di cihekê vekirî de hêj sifreyek wekî ya Nurullah Begê mîrê Hekariyan nehatibe raxistin, ew hemî xwarinên li cih û warên nêzik û dûr li ser vê sifreyê dide rêz kirin. Ji bo sifreyeke weha amade bikin wî, xwarinçêker û nanpêj ji nav milkê Ecem û Îsfehanê anîne.

Berdixan Beg li himberî vê sifreya ewqes dewlemend û têrçeşnî, heyirî û heyran dimîne, dibêje: “Min dizanî jinên hekariyan jîr û jêhatî lê ne li vê asteyê”. Li ser vê gotina wî, Nurullah Beg dibêje: “Ezbenî bo xatirê te min xwarinçêker ji nav milkê Ecem anîne ”.

Ya xerab û Nurullah Beg qet ne li hêviyê bû, li vir pêk tê.

Bedirxan Beg sond dixwe dibêje: “Devê min li vê xwarinê nakeve, ez toraqeka jinên kurd bi hezaran xwarinên ecemên qibleya xwe nizanin naguhorim. Ji min re nîvişkekê ji destê jineka kurd bînin”. Çîrok dirêj e, helbet dema Bedirxan Beg xwe ji ser sifreyê dide paş, bi wî re ew artêşa bi giraniya çil hezaran jî xwe dide paş. Bedirxan Beg ji bo xwarinê artêşê qane dike, lê ew bi xwe li ser ya xwe dimîne, nanûnîvişkê hekarî dixwe.

Di pirtûkê de tenê behsa mîr û begên Hekarî û Botan nayê kirin. Di heqê Şêx Ebdulselam Barzanî û hikumraniya wî de jî agahdariyên balkêş dide. Suleyman Nazifê waliyê Mûsilê bi hêceta bertîla berdana şêx xwarina li ser sifreyên Barzan jî kom dike, lê cardî jî ji bêbextiya xwe nayê xwarê û şêx sêdar dike.

Pirtûk ji heşt beşan pêk tê. “Têrî”, “birçîbûn”, “dawet”, “xwîn”, “şahî” “qetlîam”, “hêrs” û “îxanet”

Nivîskar di perdeya dawiyê de, di beşa “Îxanetê” de girofka trajîk ya cografyaya Kurdistanê di kuştina Mar Şamonê rêberê ruhanî yê asuriyan û Simko Axayê Şikakî de raberî me dike. Dide nîşan dan ka çawa bi desttêwerdana hêzên derekî yên wekî ingilîz, rûs û franensiyan aramiya di nêvbeyna kurd û asuriyan de têk diçe. Di destpêka şerê cihanê yê yekê de, ingilîz û frensiyan ji bo dewletekê ji ermeniyan û asuriyan re di navend û başûrê Kurdistanê de ava bikin, her wekî di 1840-ê de xwestîn ko asuriyan li himberî hikûmraniya Bedirxan Beg bi kar bînin, wesa careka dî wan li ser gund û eşîrên kurdan dişarînin.

Mar Şamon bi piştgiriya ingilîz, rûs û frensiyan dixwaze dewleteka xiristiyanan ava bike. Tirk jî ji bo Simko li himberî Mar Şamon bidin bi kar anîn, dikevin bizavê, di encamê de, Simko Mar Şamon dikuje lê ew bi xwe jî ji heman xefika îxaneta waliyê tirkan yê Mûsilê û Şahê Îranê xelas nabe. Şahê Îranê wî jî bi xayînî dide girtin û kuştin. Waliyê Mûsilê ka çawa xwestiye ko Mar Şamon û Simko li himberî yekûdu bi kar bîne, bi du nameyen ko wî her yek, ji yek ji wan re şandiye diyar dibe.

Helbet, gelek serhatiyên nivîskar bi xwe jî yên “Sifreya birçîtiyê” hene. Dayika wî ji ceyê ko ji nav kaya afirê hespan derdixe, dike nan û zikê wî yê birçî pê têr dike. Dîmenên dema ko ew cara pêşiyê zebeş û portakalan dibîne, gelek trajîk û biken in. Her gelek serhatiyên wî bi xwe yên diltezîn û carinan jî pêkenîn di vê berhema hêja de hene; behrem ji aliyekê ve otobiyografiyeka wî bi xwe ye ko di hewzayeka kulturî ya gelek berfireh de form girtiye.

Çîroka binemala pinyanişiyan (pîrozbeyî) û zêbariyan jî gelek balkêş e. Li gorî çîroka vê pirtûke ew dûvrêza Haşimê cizîrî ne. Yên ko mereq dikin bila bixwînin dê gelek şaş bibin. Ez bawer dikim ko Walter Banjamin vê gavê çavê xwe vekirîbûya dê ji Muhsin û agirê kureya wî ya ko qalibên kulturê di tê de siqayê xwe digirin heyîrî mabûya ko karê wî berî 80 salan li ser van lewhe û qaliban bû.

Di encamê de nivîskar, her şerûceng û pevçûnekê ne tenê bi sifreya xwarinê û tehrîfa wê raberî me dike, lê di her beşekê de bi zimanê orjînal û wergera tirkî cih dide destan û stranên wan jî. Ev jî, firin û qalibên ko kultur tê de form digire û dipije bo me rave dike. Gelo bo çi em hinde ji rijandina xwînê bawer dikin? Bo çi xwînrijandin cihê hemî rastî û şiyanên me digire? Pirtûk wan pirsan û gelek pirsên dî di serê me de dide çêkirin, lê riya bivê-nevê jî her aştî ye, ew jî her cardî li ser sifreya û parvekirina xwarinê ye.

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA mihemedsanri@gmail.com
Weşandin: 2011-07-24
Xwendin: 6505
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org