[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst
STENBOL, 13/8 2011 — Hon dixwazin bêjin “bihara ereban”, “raperîn”, “şoreş” an jî her çi navek dî li ba û bizava ji bakurê Efrîkayê bi binguhêerdêdana tîraniyên dehan salan dest pê kirî û niha jî textê tîraniya rejîma be’sî ya Sûriyeyê dihejîne, ji aliyê serweriyê ve dîzayn û nîzameka nû jî bi xwe re tîne. Di eslê xwe de, nimûneya vê dîzayn û nîzama nû Iraq bi xwe ye, ew jî modela “rejîmên federatîf” e. Lê ji vê “nîzama” nû zêdetir ez dixwazim di perspektîfa vê guhortinê de li ser rewşa kurdan rawestim.

Li gorî dînamîkên siyasî yên dinyaya îro, (wekî takekes, grup û bawerî, xweîfadekirin û beşdariya her derdorê, ya bo biryarên hikûkî û siyasî) çi dibe bila bibe, bêyî razîkirina kurdan, ne hêsanî ye ko rejîmek bi îstîqrar ji îro şûn de li van welatên ko Kurdistan di nav wan de hatiye par ve kirin de pêk bê. Ji aliyê giraniya nifûsa kurdan û pozîsyona cografî ya welatê kurdan ve jî ev rastî weha ye.

Her ji îro şûn de, ji guhorînên herêmê hemiyan zêdetir, dê guhorînên bêdeng yên ko di rejîma tirk de çêbûne û çêdibin karegeriyek gelek mezin û pozîtîf li ser rewşa kurdan bike.

Min bi xwe jî qet texmin nedikir ko serweriya tirk li himberî rejîma Beşar Esed helwesteka weha pozîtif bigire û wê mecbûrî guhortinê bike. Serokwezîrê tirk Erdogan, bi aşkere ji Esadê serokê Suriyeyê re got: “Sebra me neîne dawiyê, dest ji tepelserkirinê berde, bi lez rê li ber reforman veke.” Serweriya tirk heman mesaj berî du rojan bi riya Davutogluyî re, li Şamê rûbirû gihan Esed. Yanî mirov dikare bêje êdî hikûmeta Erdogan dikare di meseleya Suriyê de piştgiriyê bide midaxeleyeka navneteweyî jî. Ev helwesta serweriya tirk di heman demê de mesajek cidî ye bo Îranê jî, ji ber ko Îran di şerê li himberî opozîzyonê de rast-rast digel rejima Esed kar dike.

Ji aliyê dî ev helwesta Tirkiyeyê hemaheng e digel pozîsyona wê ya di Nato-yê û perspektîfa wê ya Yêkîtiya Ewropayê jî. Di heman demên de ew nîşan dide ko ew digel hevalbendên xwe yên rojavayî ye. Di rastiya xwe de mirov dikare vê helwesta hikûmeta Erdoganî, wekî helwesteka manûnemana wê jî bibîne.

Ji ber ko, ew bi tenê bi piştgiriyeka xurt ya nêvneteweyî dikare di siyaseta navxweyî de jî pozîsyona xwe xurt bike û bi awayekî xurt xwe li himberî generalan biparêze. Di tarîxa rejîma tirk de, cara pêşiyê ye ko Erdogan di serê vê mehê de, di Şûraya Eskerî de înîsiyatîf ji destê eskeran girt û ew bi tenê li serê dîwana Şûrayê rûnişt.

Her ji bilî vê nêzîk bi sedan generalên (wezîfedar û teqawît) di zindanê de, çi wezîfedar û çi miteqawût generalek tenê yê tirkan nemaye ko ji sedema hewldanên darbekariyê yên li himberî hikûmetê tirsek ya lêkolîn û lêpirsîna dadgeha sivîl ya cezayê giran, li ser wî nebe.

Mihtemel e ko di rojên nêzîk de (dibe ko îro-sibê) lêpirsîn di heqê serokerkanê giştî yê kevin Ilker Başbugî de jî bê kirin. Jixwe her cardî di heqê kevneserokerkan general Buyukanitî de jî lêpirsîna dadgehê ji zû de dest pê kiriye. Şefê darbeya 12-yê îlonê Kenan Evren jî li ber prosesa darizandinê ye. Her divê bê zanîn ko di serê vê mehê de, bi îstîfakirina şefê ordiya tirkan Işik Koşaner û hersê serqumandaran; yê hêzên asmanî, bejahî û behrî, ordiya tirk li himberî otorîteya sivîl şikestineka mezin xwar. Bi vê şikestînê bi ya min, ne tenê di siyaseta navxweyî de otorîteya sivîl xurt bû, di heman demê de derfetên serxwebûna bakurê Kurdistanê jî hêş baştir bûn. Ji ber ko êdî di serweriya Tirkiyeyê de, ne “aqilek îdeolojîk” lê “aqilek siyasî” derdikeve pêş. Aqilê siyasî pêwîstî bi xwendineka rast ya rûdanên dinê heye.

Heya niha rû û sîmayê diyar û domînant yê rejîma tirkan ya kemalîst, “aqilekî îdeolojîk” yê li ser bingehekî milîtarîstê li ser înkara kurdan bû. Îro dibe ko wekî Misir û Tunisê ti “şoreş” li himberî vê rejîma tirk û vî “aqilê îdeolojîk” nehat kirin. Lê ev paşdedana rola ordiya tirk ya li ser mieseseya siyasî tenê wekî “şoreşekê” ye. Her têkiliyên hikûmeta tirk yên digel serweriya başûrê Kurdistanê jî di siyaseta înkarê ya tirkan de wekî “şoreşek” dî bû. Erdogan ne tenê têkilî digel Kurdistanê xweş kirin, ew bi xwe jî di dawiya meha adara borî de çû di bin banê alaya Kurdistanê de bû mêvanê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û digel wî beşdarî vekirina gelek projeyên bingehîn bû û îşareta dawîlêanîna wî “aqilê îdeoljîk” da, aqilê berjewendiyên siyasî û aborî da pêş.

Ji herkesê zêdetir pêwîstiya tirkan, bi enerjiya (xaz, petrol) Kurdistanê heye, li ber deriyê wan e. Yanî bi guhortina sîmayê rejîmê re, bivê-nevê divê ew qalibê wê yê îdeolojîkê li ser bingehê tirkîstiyê jî ji navê bê rakirin. Pêwîstiya vê guhortinê jî bi çêkirina destûreka nû ya dînamîk têt dîtin. Di çarçoveya van guhortinan de, serweriya tirk mecbûr e ko rewşa kurdan û Kurdistanê bi aqilê-selîm û bi awayekî “cognitive” li gorî parametreyên dinyayê û hevkarên xwe bixwîne li gorê wê jî revîzyoneka mezin di siyaseta xwe de bike. Riya vê jî “lihevkirina” digel kurdan ya li ser bingehekê wekheviyê ye.

Perspektîfa Nato-yê û ya dinyaya rojava di heman demê de perspektîfa kurdan e jî. Tirk dema li ser vê perspetîfê bimeşin, çi li Sûriyeyê, çi li Îranê an jî çi li Iraqê û di nav “sînorên Tirkiyeyê” de jî be, mecbûr in ko bi her awayî li riyên lihevkirina digel kurdan ya di her asteyê de wekhev bigerin. Ger tirk li alternatîfên dî yên statukoperset û “aqilê îdolojîk” bigerin, dibe ko ew ne tenê Kurdistanê, lê Stenbolê jî ji dest bidin û her dibe ko tofanên nedîtî yên xwînê jî di hemî herêmê de pêk bên. Xwînrijandin ne karê aqilê mirovane ye, aqilê selîm û guhortinên li Tirkiyeyê dikarin ne tenê êşên di nav kurdan û tirkan de rawestînin, di heman demê de dikarin berê Rojhilata-nêvê jî ji hemî belayên mezin û tofana xwînê ba bide.

Arîşeyeka di ya mezin ya herêmê rejîma Îranê ye. Rejîmeke “îdeolojîk” e, xwedanê hedefên hegemonîk e. Dema ko ev rejîm bibe hêzeka nuklerî cihê ko pêşiyê radest bigire, başûrê Kurdistanê ye paşê jî Tirkiye û hemî Kurdistan e. Lewma divê kurd û tirk hevkarbin ko rojekê zûtir pêşî li bernameyê nuklerî yê Îranê bê girtin. Serweriya Obama li himberî Îranê gelek sist e.

Ji aliyê bakurê Kurdistanê ve, mixabin BDP-ya ko ta radeyeke mezin li ser navê kurdan siyasetê dike, haya wê ne ji guhortinên Tirkiyeyê heye û ne jî ji yên dinyayê. Ew wesa dizane ko dinyaê li dora Imralî û Qendîlê dizivire. Balkêş e ko, hevserokê BDP-yê Selahattin Demirtaş di çaryeka esrê bîstûyekê de, xwe û rêxistina xwe dişibîne “Kuvvayî-Milliye” ya rêxistina kemalîst ya destpêka esrê 20-ê û helwestek wekî ya “nasyonalîstên” tirkan li himberî diyardeyên guhorînên li Tirkiyeyê nîşan dide. Ev ne îşaretnin baş in. Ne rewşeke baş e ko kurd li himberî perspektîfa Emerîka û Ewropayê helwesteke wekî ya di nav “koalîsyona Îran, Surî, Hamas û Ergenekonê” de nîşan bidin.

Divê em ji bîr nekin ko rejîma Sûrî serê gelek girêyan e ko ev girê hemî di xizmeta rejîmên tîran de ye. Şerê li wir tê kirin wekî perspetîv di navbeyna du koalisyonan de ye; koalisyona “dinyaya demokratîk” û “koalîsiyona tîranan”. Topbarankirina Îranê ya sînorên başûrê Kurdistanê jî aliyek dî yê vî şerî ye. Ji herkesê zêdetir aqiliyeta ordiya tirkan ya kemalîst jî digel tîranan e. Lewma mieseseya li Tirkiyeyê ya herî li dijî Emerîka û rojavayê ye ordiya tirk e û bi vê ve girêdayî Ergenekon û dewleta kûr e ko ew dixwazin li himberî Emerîka û rojavayê di nav “koalîsiyona tîranan” ya rejîma Sûriyê û Îranê de cih bigrin. Rola Rusyayê ya ko cesaretê dide rejîma tîranî ya Sûriyê û Îranê jî divê neyê ji bîr kirin.

Di encamê de, bayê “rejîmên federal” dê Tirkiyeyê jî bigire nav xwe. Serweriya tirkan çi qas bi aqilê-selîm di bizavê de be û li riyên hevkirina digel kurdan bigere, ev guhorîn hemî dê ew qes bêêş pêk bên. Tirk divê êdî li Suriyê û Îranê jî ne dijberê mafê kurdan tam berevajî wê piştgiriya mafê kurdan bikin. Jixwe ti sedemek aqilane nîne ko ji îro şûn de tirk li dijî serxwebûna bakurê Kurdistanê jî derbikevin. Di Rojhilata-nêvê de, wekî model serweriya digel dinyaya demokratîk hemaheng û vekirî, tenê serweriya Tirkiyeyê û ya Kurdistanê ye. Hikûmeta heya niha li Bexdayê ye jî, kes nizane ka çawa ye û dê bibe çi. Rewşa Îranê û Surîiyeyê jî heman tişt e. Lewma ger tirk yekser dest ji siyaseta zirzopiyê berdin dê baş bibînin ko paşeroja wan ya geş digel hevkirina wan ya digel kurdan e.

Helbet divê kurd jî di cihê şarandina tundûtijiya bi hezeyanan û bêwate de, telebên xwe yên konkret bi metodên medenî bidin pêş. Serokkomarekî tirk, generalekî tirk çawa wekî tirkekê dikare wê wezîfeyê bigire divê kurdek jî wekî kurdekî heman wezîfeyê bigire. Divê tirk qebûl bikin ko di zimanî (kurdî) û serweriyê de kurd jî wekî wan xwedanê heman mafan in. Navê vê jî rejîmeka dilxwaz û federal e. Ger tirk li ber wekheviyeka wesa ve neyên, opsiyona kurdan ya serxwebûn bi her awayî mafê wan yê meşrû ye. Di opsiyona serxwebûnê de jî kurd û tirk ne mecbûr in ko dijminatiya hev bikin, bingehê berjewendiyên wan zêdetir e ji dijminiya wan ya digel hev. Tenê divê di cihê aqilê milîter yê zirzopîyê de aqilê selîm li ser kar û serdestê siyasetê be.

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA mihemedsanri@gmail.com
Weşandin: 2011-08-13
Xwendin: 10298
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
“Xweseriya demokratîk” û dejenerekirina daxwazên kurdan (2011-07-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org