[ SÊŞEM, 2024-04-16 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî
STENBOL, 6/11 2011 — Potansiyela kurdan û Kurdistanê ne di şerî lê belê di aştiyê de ye. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanîyê ko di dawiya nîvê sedsala 20-ê de çavê xwe di nav têkoşînê û di bin alaya Kurdistanê de li dinyayê vekirî heta niha hemî temenê xwe bi ketin û rabûna pêlên rizgariya neteweyî derbas kir.

Arşîv û serboriyên têkoşîn û trajediyên kurdan li aliyekê ew bi xwe êdî di çarenivîsa miletê kurd de bûye tecribeyeke bêhempa. Ew bi her awayî baş dibîne ko li herçar parçeyên Kurdistanê tenê yek çeka karîger di destê miletê kurd de heye: Siyaseteke aştiyane û hekîmane.

Wisa diyar e ko serweriya tirkan, ereban û farisan hêj tecribe û potansiyela Mesûd Barzanî fêm nekirine. Ew tênagihîn ko ka vê siyaseta wî ya hekîmane çawa rê li ber şerê kurdan digel kurdan girtiye û Iraq jî ji gelek derd û belayan û bêîstiqrariyên mezin parastiye. Çavê xêrnexazan lê ye ko bi Qendîlê û kelereqiya Qendilê balansa siyaseta aştiyana ya Mesûd Barzanî têkbidin.

Ew hêj wesa difikirin ko hîle, dek û dolabên wan yên siyasetê ji bo Mesûd Barzanî jî derbas dibin. Lewma hêj jî li gorî argumanên xwe yên kelereqî û kelepûtiyê beyanan didin û dixwazin Mesûd Barzanî jî angajeyî ajandaya xwe ya “bêhikmet” bikin.

Bo nimûne yên ko baş ji naveroka hevdîtinên Mesûd Barzanî yên hefteya borî li Stenbolê – cida cida digel Ahmet Davutoglu, Abdullah Gul, Recep Tayip Erdoganî kirî – fêm nekin herwekî rojnamevanê navdar yê tirk Mehmet Ali Birand dîtina aliyê tirkan jî raste-rast jê pirsî, dê wesa tê bigîn ko talebên Tirkiyeyê di van hevdîtinan de serdest û tayînker in. Birand dibêje min dîtina aliyê tirkan bi awayekî vekirî weha ji wî pirsî:

— Aya hon digel kîjan opsiyonên Tirkiyeyê ne: Bi tena serê xwe hon dê Qendîlê paqij bikin, digel Tirkiye hevkariyê bikin an jî dê rê bidin Tirkiyeyê bi serê xwe wê derê paqij bike? Birand dibêje bersîva Mesûd Barzanî ji bo her sê opsiyonan jî “hîç” bû û wî bêvedan got: “Em yek ji van opsiyonan jî qebûl nakin, ez ne ji bo şer lê ji bo aştiyê li vêderê me.”

Di hersê rojên hevdîtina Mesûd Barzanî ya digel serwerên Tirkiyeyê de kesê gotineka berevajiyê riya aştiyane ji wî nebihîst. Ew li dûv mijarên rojane yên şerê Qendîl-Tehran-Enqereyê naaliqe. Ew esasê mijarê radixe navê û dibêje: “Esil aliyê zererê ji şerî dibîne kurd in, hon hebin û nebin jî em li dijî vî şerî ne!” Qendîl jî bi qasî Tehran û Enqereyê dixwaze Mesûd Barzanî û serweriya Kurdistanê angajeyî şerî bike û îstiqrarq herêma Kurdstanê têk bide, lê Barzanî qet ti îtibarê nade hêzên şerxwaz.

Ev helwêsta Mesûd Barzanî ya jixwebar, hêza xwe ji wê zemîna xurt û meşrû ya ko ew li ser rawestiyayî ye digire ko ew bi vê helwêsta xwe hemî beyanên dijber yên ji perdeyên bilind tên avêtin vala derdixe.

Her em ji bîr nekin ko Mesûd Barzanî xelatgirê “Human Rights Watch”ê û xelata aştiyê ya Natoyyê ye jî.

Lê ji bo Mesûd Barzanî xelata herî mezin misyona wî ye. Ew baş dizane ko heya li bakur bo çareseriya doza miletê kurd programeka adilane neyê bi cih anîn, hebûn an jî nebûna Qendîlê tiştekê çareser nake. Her ew baş dizane ko bi kelereqîya Qendîl, Enqere û Tehranê tenê zêdetir xwîn tê rijandin û mala kurdan wêran dibe. Lewma ew bo van kelereqan hemiyan dibêje “ez şerê yek alî ji we qebûl nakim, bi ti awayî hevkariya şerî digel we nakim.” Ew bi qasî li dîjî şerê Tehran û Enqereyê yê li ser Kurdistanê ye, ewqes jî li dijî şerê Qendîlê ye. Ew dizane ko ev şerê sêqolî (Tehran-Qendil-Enqere) tenê mala kurdan xera dike. Ew bi awayekî misoger ji hikmet û şiyanên însanî yên aştiyane bawer dike, di tecribeya jiyana xwe de jî ev rastî dîtiye, jiyaye û daye jiyandayin.

Her çi malbatî be, çi eşîrî be, çi siyasî be wî li başûrê Kurdistanê jî rê li ber girtiye ko kurd xwîna yêktir birêjin. Wekî serokê Kurdistanê jî sond xwariye ko rê nede xwîna kurdan bi destê kurdan bê rijandin. Xwînrijandina di nav kurdan de trajediyeka dîrokî û rastiyeka civakî ye. Ew dixwaze vê trajediya reş biguhore. Ta radeyekê giring ev guhortin wekî “mucîzeyekê” li başûrê Kurdistanê pêk hatiye jî. Li wir kurdan şer û xwîn ji nav hemî konflîktên xwe rakirine. Ev perspektîva Barzanî ya aştiyane di têkiliyên Kurdistanê yên digel Bexdayê û hemî aliyên Iraqê de jî her wesa ye. Ji bo Tirkiye, Îran û Sûriyê jî xwedanê heman perspektîvê ye.

Kelereqî û kelepûtên ko her riyên nemirovane jî ji bo hikûmraniya xwe mubah dibînin, Mesûd Barzanî fêm nakin. Ev helwêstek û potansiyeleka nû ye li Rojhelata-nêvê. Rojavayî û emerîkî jî baş dizanin ko ew bi saya serê serweriya Kurdistanê dikarin lingê xwe bavêjin Iraqê û di Iraqê de bimînin. Ev di heman demê de derxistin û kifşkirina heqîqeta Kurdistanê bi xwe ye jî. Ji aliyê pencereya global ya enerjî, ticarî, aborî û îstiqrara siyasî ya herêmê ve jî tenê yêk rê heye ko Kurdistan wekî mîhwereke stratejîk derkeve navê ew jî Kurdistaneka bêşer û bêpevçûn e.

Wekî milet jî li himberî teknolojiya jinavêrakirinê ya eskerî ko bo dinyayê hemiyê xeter e, ti derfetên kurdan nînin. Lê hêz û potansiyela sivîl ya kurdan û zemîna meşrû ya talebên wan muqtedîr e ko hemî dagirkerî û zorkeriyên li ser her bihosteka xaka Kurdistanê derbikin.

Ger kurdên bakur bifikirin ko bi keleşkof û kelereqiya Qendîlê dê tiştinan bi dest ve bînin û civakeka aram û avadan ava bikin xeyaleka vala ye. Her guleya diteqe di serê kurdan de diteqe û mala kurdan xera dike. Lewma ji bilî kelepûtî û kelereqiya serweriya tirkan, ereb û farisan divê kelepût û kelereqên kurd jî êdî bizanin ko riya felatê bi riya aştiyane ye, ne bi bizot û agir û mayîn û rokêtan e.

Mesûd Barzanî xwe, hemû hebûna xwe û miletê kurd di rê û metodên aştiyê de dibîne. Riya ko kurdan ji trajediya wan ya dîrokî ya bixwîn jî rizgar bike her ev aqil û ev rê ye. Kurdistaneka meydana şer û pevçûnan dê ti caran nebe welatek aram û azad. Azadî û aranmiya Kurdistanê jî her bi rê û metodên aştiyane ye.

Hindistan jî wesa rizgar bû, reşik jî. Rejîma aparteheid wesa di bin guhê erdê ket. Dîtina ko “welat bi şer rizgar û azad dibin” dereweka dîrokî ye. Bi şer gelek hikûmraniyan dest guhortîye, lê ti welat bi şer azad û aram nebûne! Şer bi her awayî riyeka xirakirin û têkbirina aqil û hikmeta însanî bi xwe ye! Lewma divê qet nebe kurd bela xwe ji kelereqî û kelepûtiyê vekin û siyaseta hekîmane û aştiyan ya Mesûd Barzanî baş fêm bikin da çarenivîsa miletê kurd ber bi ayindeyeka geş û xweş ve bêt guhortin

* Kelereq û kelepût di gotinên soranî ne: Kelereq: serhişk, Kelepût: serîvala

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA mihemedsanri@gmail.com
Weşandin: 2011-11-06
Xwendin: 9692
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
“Xweseriya demokratîk” û dejenerekirina daxwazên kurdan (2011-07-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org