[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Rojgirtinên rojên berevajî
STENBOL, 13/2 2006 — Spas ji bo dijminê kurdan jî. Bi her gav û nefeseka ber bi azadiyê ve re girêbestek ya kîn û dijmanatiyê diqete, zarokekê dî bêtirstir pêsîrên dayika xwe digire, dilên xemrevîn hercaîtir dibin; hisên tîraniyê ko dil û jiyanê li mirovan teng û reş dikin, di rezîliya xwe de dadikevin, mirovên ‘mejîbiçkole’ dikevin krîza man û nemanê de; îrade û vîyana azadiyê çiyayên Zagrosê perûbask dike û difirîne asîmanan. Spas ji bo wê îradeya ko çiyayê Zagrosê li asîmanên dinyayê difirîne. Ew zirçiyayên Zagros, hezar hejînên erd û asîmanan nikarin wan ji cihên wan bileqînin, bi îrade û viyana azadiyê re dibin per û baskên tenik û ser ewran re difirin û ewr û asîman jî hêvîbartir dibin...

Rojeka şîrgerm bû wekî ez di ‘nexş û mîsalên’ dinyayeka xeyalî de bim, wesa bi per û baskên çiyayê Zagros re firiyam asîmanan. Min ji rûesmer û dêmşîrînekê pirs kir, ka ew çi difikire li ser vî halê firînê, wê wekî perîyeka îremî bersîva min da û bi rûkenî got; “ez te fehm dikim, lê karê min her firîn e, ber bi kû ve be, ji bo min ferq nake.” Piştî dirêjahiya du seetan me danî “bajarê xewnan”. Hêj lingê me neketî ser erda sar û xalî, mirovên libasên wan wekî yên mirovên ser milkê heyîvê em dezenfekte kirin ji mîkrobên dinyaya rasteqîn. Belkî jî je ber enfiluenzeya balindeyan bû…

Dîmenek bêserûbin. Dema mirov ji ser kelheya Hewlêrê berê xwe çarmedor dide vî bajarê dêraneyê ko di rûerdek wekî legeneka heta çavên mirov dibîne fireh de ye, (li gorî hinek jêderan, ve şeş hazar sal e, li gorî hindek jêderên dî, ve heşt hezar sal e ko ev bajar bênavbir lir ser piyan e) ji xeynî hindek avahîyên nû çêkirîn û yên li ber çêkirinê ne, qet dîmenek yê bajariyê nade. Ji aliyekê bajarek bêaso û bêsiluet ji neşîrîniya xwe dilê mirov diqurçifîne. Ji aliyê dî xet û avahîyên kelheyê dêranîyek û kultureka bajarvaniyê ya hezarsalan li ber çavên mirov rast dike û mirov li pêşber sir û derûniya dîrokê matmayî dimîne. Lê bajar êdî reng, nexş û qalikê xwe diguhore; kevneavahiyên bajêr li ber îhtîşama avahiyên modern de wekî girikên kederê radiwestin; mirov pê dihese ko dînamîzmeka mezin ketiye nav dilê vî bajarê kevnar û ji serhildana avahiyên nû wesa diyar e ko ev bajar dê heta çend salên dî yekcar vî “rûyê” xwe yê hezarsalî biguhorîne…

Sibehekê li Erbil International otel, ew di nav xelkê de wekî Sheraton tê nasîn. Ger ne ji hindek ‘xetên’ erebî bûya ji sazkirin, dîzayn û atmosfera nava otelê mirov ferq nedikir ka ev der Londra, Parîs, Tokyo, New York an jî Moskova ye. Kanî Yilmaz, pêşiyê got “heval Botan” û bi tirkî axaftina xwe berdewam kir, paşê ji yek salmeznê li ser maseyê xwe re got; “Xalo çeqmeqa te heye” û çû ji bufeya otelê paketek çixare anî û hêj negihayî ser maseyî cixara xwe vêxist. Nîzametîn Taş ji nav kesên ser maseyê rabû û ew û yek ji wan çûn li maseyê jêrtir rûniştin. Qet ne rûken bûn. Min berê resmên Nîzamettîn ditibûn, di resman de kîloyên wî gelek zêde bûn, lê vê gavê kîloyên zêde qet li ser wî nemabûn. Rîhê wî yê pile pileyî, zêdetir î deh rojan bû, netiraşkirî bû. Kanî Yilmaz wekî mirovek dem û dewran lêgeryayî xuya dikir. Çend nexweş e, mirov mirovekê bibîne ko hêj gelek hesap û planên wî li gel jiyanê heyî, paşê piştî sê-çar rojan ew mirov ji aliyê frakeştaynê xwe ve bê xwarin. Mixabin frankeştaynê ko kurdan çêkiriye ve bi dehan salan e xwîna kurdan dirêje...

Navrojekê, li “sicnê” li gel Kemal Seyît Qadir. Seyît Qadir bi sedama heqaretên xwe yên “rojnedîtî” hati bû girtin û di nav kurdan de bûbû wekî ‘Dreyfus’. Lewra hakimekê qet ne bi helwesteka hakimîtiyê, di yek celseyê de sîh sal ceza dabûnê. Lê paşê mehkemeya bilind biryara wî hakimî betal kiribû, Seyît Qadir jî li hevîya serbestberdanê bû. Serbazê ko cilên sivîl lê bûn em birin cem Seyît Qadirî û bi rêzdarî got; “Kak Doktor ev biraderên he hatine ziyareta te” û di cih de vegeriya. Seyît Qadirî, hêj li ber derî ji me re got; “ Ji kerema xwe re pêlavên xwe ji lingên xwe bikin û wesa bikevin hindur”. Me wekî gotina wî kir. Wî jî, wekî em mêvandarî biçin malekê, wesa pêşwaziya me kir. Jora ko ew tê de, joreka pak û paqij bû li pêşber yetaxê wî maseyek hebû alîyek yê maseyî televîzyon li ser bû aliyê dî jî komputer, kuncika jêr sarincok lê bû; her rojnameyên rojane û pirtûkên wî jî li ber destê wî bûn. Wî hem ji me re û hem ji xwe re nescafe xwest û wekî ko em di atmosfereka 'azad' de, me dest bi sohbetê kir. Di vê rewşê de, fikrên wî çi bûn, bi rastî ew ne mihum bû, ya cihê mereqê ew bû ko ka ew di çi şertan de dijî?

Wî got her roj xuşka min tê min ziyaret dike, min her çi bivê ez dikarim binivîsim û bi riya wê re rekim derve û qet heya niho ser wê teftîş jî nekirîne. Herwiha wî got; hem xwecih û hem biyanî gelek rojnamevan hatine ziyareta wî û got ez “Hêvîdar im ko li hemî cihên dinyayê, miameleya li gel min hatiye kirin ew miamele li gel hemî girtiyên siyasî û fikrî bê kirin”. Me jê pirs kir gelo ka ew ji ber çi ketibû greva birçîbûnê. Wî got “yek ji ber biryara hakim ya neadilane û ya duyê jî ji ber ko cihê ko herdu heftiyên pêşîyê ez lê bûm, ne cihek xweş bû”. Li ser pirsiyara gelo ka tehdayiyek an jî heqaretek li wî hatiye kirin an no? Wî got qet tehdayî û heqaret li wî nehatiye kirin. Bi kurtasî ew ji gotinên xwe yên berê gelek poşman bû, wî digot lehîztikek li min hate kirin. Di şertên girtinê de, ew çend di van fikrên xwe yên ‘nû’ de ji dil bû, an ne ji dil bû? Ne rast e ko mirov têbîniyên xwe li ser rave bike. Ji ber ko çi dibe bila ew be, mirovekî/a di şertên ‘esaretê’ de be mirov nikare dîtinên wî/ê wekî di şertên azad de ye bihesibîne û ji dîtinên wî ne bêdudil be…

Êvarekê li ciheke dî, dema ko dinyaya îslam ji ber “bêhurmetiya” ko li peyxemberê wan hatiye kirin rabûyî ser piyan, zigordeyekê dinyanedîtî, hemî derfetên azadiyê binpê dikir û ji ber şîşeka tîkeya goştî dijûn didan garsonekê êzîdî û heqaret li êzîdîtiyê dikir… Wî xwe wekî Leviathanekê dihesiband, lê di eslê xwe de wî diruvên eşqiyayan dida û mirov ji hemî sifetên însanetiyê dida şermê. Gelek wext derbas nebû, hêzên esayîşê nazil bûn! Gelo ew mirov û zigordemirovên dîtir heta kengê dê bizanin çênabe, pîroziyên mirovan bên binpê kirin an jî deforme kirin; ha biçûk an jî mezin di binpêkirina her pîroziyê de kumpasek nebe?

Şeveka di bin çadira Yekîtiya Nivîskaran de; çadireka rengîn, ji şeir, kilam û anekdotan atmosfereka derûnî… Ji Suleymanî û Hewlêrê zêdetîrî çel nivîskaran di binê wê çadirê de kom bûbûn. Mehmûd Zamdar nivîskarek temenê wî li dora heftiyê bû, lê mirov ji zindetiya wî dima heyirî. Wî bi wî dengê xwe yê dawudî, bi kurdî, erebî, farîsî û tirkî bi miqam kilam digotin xirkikek tenê nehostatî ji devî wî dernediket û bi herçar zimanan espirî dikir. Min ji mehzubanê şevê pirsî ka pirtuka Zamdar ya herî bi navdar kîjek e? Wî got ‘Kername’ ye! Şev antîteza êvara dî bû…

Sibeha dîtir mirovên di bin çadirên di nav lîm û herîya Serweran (taxeka Hewlêr) de hatin ber çavên min. Jiyan dijberiyên çend tîj û tehl di nava xwe de dihewîne! Lê cardî jî pêdivêyiya me ji welatê xewnan heye; lewra hertim nîvê rastiyê tê gotin an jî dîtin; hewa çend jîndar û pak e, asîman dibişire...

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA
Weşandin: 2006-02-13
Xwendin: 5635
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org