[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin
STENBOL, 21/11 2011 — Kurd û Kurdistan nikarin xwe ji guhorînên nû yên li bakurê Efrikayê û Rojhilata-nêvê veder bikin, bi qasî ji bo dinyayê rûdan û îşaretên guhorînê hene, ewqes jî îşaretên siyaseteka nû, nemaze ji bo siyaseta bakurê Kurdistanê jî derdikevin pêş.

Pêlên erdhêja siyasî û civakî ya ko li bakurê Efrikayê herî kêm sê tîranî – Misir, Tunis, Libya – li binguhê erdê da, Rojhilata-nêvê jî serobin dikin, textê tîranê Şamê jî li ber çûyînê ye. Her wesa diyar e ko dê hêj zêdetir vehêjînekên “sîstemîk” yêk li dûv yekê pêk bên û xwe bigîhinin tîranên Asyayê jî. Ev ne jicihêxwederketina bizmarê dinyaê ye, diyarde û îşaretên serdemeke nû ne.

Gelên Bakurê Efrikayê û li Rojhilata-nêvê êdî hem wekî takekes, wekî grup û wekî netewe jî, dixwazin rêza mirovan ji wan re bên girtin, li rûmeta xwe, li paşeroja zarokên xwe xwedî derkevin û bi rastî jî çarenivîsa wan di destê wan de be.

Gelek analîz û gotûbêj li ser van bûyerên vehêjandinên siyasî hatine kirin û tên kirin. Di serî de nêrîna “oryantalîst” îflas kir û aşkere bû ko norm û hêjayiyên demokrasiyê, mafê mirovan û azadiya takekesan ne tenê asteyek yê komalgeha rojavayî ne. Nêrînên “çepgir”, totalîter û jekobenan jî îflas kir ko gelek diyar bû ko bêyî “grubek elît” an jî pêşîvaniya partiyeka “lenînîst” hebe, xelk bi xwe dikare serweriyê biguhore û sîstemeke dî ya nû ava bike. Pisporên psîkolojiya sosyal jî wesa difikirîn ko girseya gel tenê dikare hefteyekê li ser lingan bimîne ji wê zêdetir dê belav bibe. Helbet nêrîna komplowarî ya ko “Projeya Mezin ya Rojhilata-nêvê” jî îflas kir ko xwedanê vê nêrinê wesa difikirîn Emerîka wekî li Iraqê pêk anî dê wesa midaxeleyî hemî welatên dî yên vê herêmê bike û dê bo berjewendiyên xwe formek biditê.

Ev nêrîn hemî xelet derketin. Serbixwevehatin û muqtedîrbûna komelgehê û takekesên komelgehê ya bo daxwaza azadî û jiyaneka bi rûmet derketin pêş. Sosyologê navdar Immanuel Wallerstein vê serhildanê piçekê dişibîne ruhê “nifşê 68-ê” û wekî serhildana “gelên hatîn ji bîr kirin- forgotten peoples” bi nav dike. Belê serweriya di destê “elît”, “olîgark” û tîranan de ko bi her awayî gel û civak ji bîr kirine, îro ew gel û komên jîbîrkirî hemî rabûne ser piyan.

Di vê nêvê de, rûdana di nava dilê Emerîkayê de, bi “Dagirkirina Wall Streetê-WSO” derketî, bi ya min hêj her çend di asteyek “sembolîk” de jî be, nerazîbûyîneka mezin û cidî ye, li himberî sîstema aborî ya kapîtalîzmê ya ko li ser bingehê reqabeta rastmaliyê ye ko niho xweza û mirov aniye ber niqteya îflasê. “Sîstema Wall Streetê-sîstema finansê” dê êdî ti caran nemîne wekî berê. Dê “xeyala Emerîka” xwe ji bo dinyayeka dî ya nû, bi nû ve bike an jî dê yêkser di binguhê erdê bikeve.

Bi kurtasî niho di seranserî dinyaê de li himberî desthilatdariyên totalîter û sîstema bêedalet serhildaneke mezin heye û bayeke nû yê xurt diherike, Tirkiye jî ji ber vî bayî xelas nabe.

Guhorînên ko li Tirkiyeyê jî dibin îşaretên baş didin, bi dehan generalên kodetakar digel bi sedan serbazên dî yên payebilind yên eskerî niho li hepisxaneya Silivriyê de “dîbêjin ji boyî ko em difikirn em li Silivri ye ne”! Ev gotin û cihê generalan bi xwe îşaret û diyardeyek baş e bo guhorîna Tirkiyeyê. Ji ber ko heya niha her çi kodeta li Tirkiyeyê hatibe kirin mebesta wê ya esasî ew bûye ko doza miletê kurd tepeser bike

Gotûbêjên niha li ser jenosîda Dêrsimê jî tên kirin îşaretên baş in. Dêrsim Helepçeya bakur e. Misoger e ko ev dewlet û gotara (discourse) mezinê avakerê vê dewletê jî rûbirûyî rastîya miletê kurd bibin û radestî ber darê darizandina wijdana miletê kurd bibin. Arşîv dê derkevin tiştek veşartî di bin banê asîmanê Xwedê de namîne, dê hemî dîroka xedar ya vê komarê bikeve ber lêkolîn û darizandinê.

Di wateya şerê qirêj yê ko di bakurê Kurdistanê hatî meşandin de jî, dosyeya Ergenekonê hêj nehatiye vekirin, tenê hindek şikber û failên wê hatine girtin. Dê lêkolîn li ser 17 hezar kuştinên bikujnediyar jî bên kirin, xwedanên operasyonên nixamtî heya heyayê nixamtî namînin. Di vê babetê de, di parlamentoyê de avakirina komîsyoneka lêkolînê ya ji bo kesên ko di van sih salên dawiyê de di şerê PKK-dewletê de canê xwe ji dest dayine, îşareteke dî ya baş e. “Ataturk” sembol û avakerê ruhê dewleta tirk e, lê êdî ew bi kampanyayên “Ataturk dîktator e” tê bi bîr anîn. Ew rejîma serdama kevin temsîl dike û serdemek nû li Tirkiyeyê jî dest pê kiriye ko ev serdema nû ji rola AK Partiyê li pêştir e jî. Êdî zihniyetên totalîter li ti cihên dinyayê xwe li ser lingan nagirin, li ber herifînê ne û li Tirkiyeyê jî her wesa.

Ji aliyê dî, bi ya min ger “daîreya fasîd û fesat” careke dî înîsiyatîfê ji siyaseta kurdan nestîne dê rûdana esasî di bereyê kurdan de pêk bê. Ez ji “malûmatfirojiyê” û ji “malûmatfiroşan” hez nakim. Ez tenê qenaet û dîtinên xwe dibêjim. Îşaretên guhortina siyaseta kurdî êdî di zimanê meydan û kolanan yê BDP-yê de jî diyar dibe. Êdî BDP daxwazê ji alîgirê xwe dike ko kolan û meydanan têk nedin û karên sotandinê nekin. Ji ber ko berpirsiyarên BDP-yê jî êdî berhêviyên proseseke nû ne, wan îşareta vê wergirtiye.

Vê prosesê jî bi hatina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Stenbolê rengê xwe diyar kir. Mesûd Barzanî bi aşkereyî got: “Rola min ya aştiyê ye, ne ya şer e”. Ez bawer dikim ko çawa wî ev helwesta xwe bi aşkereyî û vebirî bo serokkomar, serokwezîr û desthilatdarên dî yên Tirkiyeyê diyar kir, her wesa bo berpirsiyarên PKK-yê jî diyar kir.

Di heqê hevditinên Mesûd Barzanî yên digel desthilatdarên tirk de, hêj wî tam gava xwe neavêtî Hewlêrê, hindek nûçeyên bi perspektîveka “eskerî-şer” bi awayekî “fabrîkasyon” di hindek rojname û televîzyonên Tirkiyeyê de hatin weşandin lê ti bingehek yê van nûçeyan yê rastiyê tune bû.

Ji ber ko her wekî min li jor jî îşaret pê kirî, di ajandeya Mesûd Barzanî de ti opsiyoneka “eskerî û şer” tune bû. Her cara pêşiyê ye ko ez ji gotinên Murat Karayilanî yên ko di heqê rola Mesûd Barzanî ya aştiyane de, bi erênî kirine hêvîbar im. Helbet Murat Karayilan di mijara “rawestandina şerî” de dibêje “divê serokê me biryarê bide”. Ev jî tiştekî normal e û tê fêm kirin, riya wê heye. Her ez bawer nakim ji bo Ocalanî jî ji bilî “aştiyê” ti opsiyon dî mabin.

Her Ahmet Turk di roja ko wî digel berpisiyarên dî yên BDP-yê hevdîtin digel Mesûd Barzanî kir de, bi zindî beşdarî weşana Kurdistan TV bû û kêm zêde weha got: “Em hêviyeka gelek mezin ya aştiyê ji hevdîtinên rêzdar Mesûd Barzanî yên li Tirkiyeyê dikin, rola wî ya aştiyê ye û înşelah dê vê rola xwe bi serfirazî pêk bîne.” Ahmet Turk diyar kir ko Mesûd Barzanî wekî bavekê kurdan yê ezîz hewl dide û dixwaze ko berê kurdan ji derdûbelayan babide.

Bi ya min heger hindek serwerên PKK-yê rola Mesûd Barzanî û bi giştî rûdanên li dinyayê û Rojhilata-nêvê bi xelet bixwînin û israrê li ser şer bikin, ez ditirsim ko dê xusareka gelek mezin pêşiyê bigihînin xwe û paşê bigihînin miletê kurd jî. Lê êdî dem dema rê û dîtinên aqilê selîm e. Ez bawer dikim ko êdî serwerên PKK-ê jî, qenebe yên wekî Murat Karayilanî jî vê rastiyê dibînin.

Bi gotina dawî di dema nû de êdî divê ne çek û tundûtîjî lê metodên aştiyane û karîger di siyaseta bakurê Kurdistanê de derkevin pêş. Helbet dewleta tirk jî êdî baş dizane ko bi kuştina mirovan tiştek çareser nabe. Rejîmên ko hemwelatiyên xwe dikujin rewşa wan li ber çavan e! Lewma barê nû, aştî û berfirehkirina derfetên sîyaseta demokratîk, azadî û jiyaneka birûmet ya bo her ferd, grub û miletan e.

Birêvebirina mirovan dikare ji îradeya gundên wan dest pê bike heya digihî “serweriyeka global”! Her rûdaneka xerab ya li ser dinyayê, êdî herkesê eleqedar dike, rola aktîvîstên meydana Tehrîrê û Wall Streetê dikare ji ya serweriya Emerîka û Nato-yê karîgertir be, ev jî serdemeke nû ye.

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA mihemedsanri@gmail.com
Weşandin: 2011-11-21
Xwendin: 9591
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
“Xweseriya demokratîk” û dejenerekirina daxwazên kurdan (2011-07-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org