[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Demokrasîya bi zirar û zordestîya bi kar
SWÊD, 14/4 2009 — Gelek kurdên me yên xwende û pêşketî li her deran behsa demokratîyê dikin û çareserîya pirsa kurdan li tevaya cihanê, xwesma jî li her çar perçên Kurdistanê, bi demokratîyayê va girê didin. Bêy ko bifikirin, ko demokratî ji bo serketinê şertê sereke be jî, lê ne ya biryardar e.

Ew li welatên pêşketî dikare bi ser keve, bibe çareserîya problêman, lê dîsa jî ne li her deran. Ji ber ko binecîyên wira dikarin kêm-zêde hilbijartineke rast bikin. Lê ewê demokratîyê problêmên flaman û fransizên Bêlçîkayê, îngilîs û îrlandîyan, baskan û spanîyan çareser kir? Îcar eger em behsa Rohilatê bikin, ji demokratîyê encameke gelekî xirabtir dikare derê.

Wek nimûne, eger îro li Kurdistana Bakur bi sêreke batinî rewşeke wisa saz bibe, ko dewleta kurdan nêzîkî damezirandinê be û ji milet ra bêjin gerekê dengdayîn derbaz bibe bona hilbijartinên parlamêntoyê û serokkomar, bi bawerîya we, milet wê dengê xwe bide kê? Em zanin wê bide kîjan partîyê û wê kê wek serok hilbijêre. Îcar piştî wê dengdayînê Kurdistana serbixwe wê çend rojan an sehetan li ser lingan bisekine, em wê jî zanin. Ji ber ko milet bawerîya xwe zêde ji gotinên mezin tîne, ko tu caran wê bi ser nekevin. Bawerî bi partîya HEMAS anîn û damezirandina dewleta felestînîyan bi gelek salan paş ket. Lê eger ne demokratîyê, lê aqil û feraset bi kar bînin, ko hinek kes, nizanim ji bo çi, ji wê ra totalîtarîzm an jî zordestî dibêjin, gelo wê baştir nebe?

Û di dema wê totalîtarîzmê da kurdên Sovyeta berê di hêla pêşketina edebîyet û çanda kurdî da gihîştibûne asta here bilind, lê di dema demokratîyê da, wek dibêjin, ketine derîyan, ji ber ko her tişt hilweşîya.

Wek nimûne, li Sovyeta berê Polîtbyûroyê biryara her pirsên welêt yên sereke dida. Ango, gelek kesên aqilmend û bi tecrûbe berevî ser hev dibûn, piştî lêkolîn, pirsyarkirin, îzbatîyan biryara pirseke giring didan û di encamê da kêm-zêde eserekî rast derdikete holê. Ser her kesekî, ko dixwestin karekî mezin bidanê, bi her awahî lêkolîn dikirin, ka wek dibêjin heftê heft govek bavê wî kê bûne, ew bi xwe kê ye û her wekî din. Lê eger biryara wê bidana dest milet, wê demê dikaribû encameke xirabtir derketa, ji ber ko milet wek wan kesên aqilmend nikare biryara rast bide.

Ev yek di dema hilbijartina serok û endamên karger yên partîyan, rêxistinan, komeleyan jî xuya dibe. Gelek caran di hilbijartinan da ne rastî û heqî, lê dostanî-pismamtî, cînartî-hevaltî bi ser dikeve û ew bi demokratîyê va tê perdekirin. Ji ber ko piranîya dengan gelek caran nayê wê maneyê, ko dikare biryara rast bide. Yên kêmtir deng sitendibin, dikarin bi aqiltir û zanetir bin.

Nimûneyek din bînim: di nav kurdan da kê çi binivîse, navê berhemê lê bike, hinek pereyên wî jî hebin wan nivîsên xwe, ko navê berheman lê kirîye, bide çapkirinê, dibe nivîskar, zanyar, helbestvan. Îcar ne nivîsên wî berhem in, ne jî ew nivîskar, zanyar û helbestvan e. Dixweze bira deh pirtûkên wisa çap bike. Îcar li vir heq e em bêjin: ew mafê wî ye, bal me demokratî ye, her kes dikare fikira xwe bêje û berhemên xwe çap bike? Lê wexta neyar û xêrnexwaz wan berhemên wan raberî me dikin û dibêjin: ”Hûn ev milet in, îdî de`wa çi dikin?”, ma emê çi bersîvê bidin? Gelo destekî xurt ne lazim e, ko qelemê ji dest wî bigire, nehêle ew binivîse? Bi bawerîya min, lazim e, ji ber ko ew bi nivîsên xwe va qedirê miletê min, welatê min dêxe.

Li welatê me yekî 60 salan nivîsî û çap kir. Û tu pirtûkeke wî jî ne berhem bû. Gelo em nikarin bêjin, ko ewî 60 salan edebîyeta me herimand? Biyar hatibû girtin, ko pirtûka yekî din çap nekin û bi rastî jî 9 salan ne hîştin çap bibe. Îcar xwedîyê wan nivîsên, ko navê pirtûka helbestan li nivîsên xwe kiribû, bû circirk û qirnî, ew pirtûka xwe çap kir. Dû ra çend pirtûkên wî pey hev derketin û niha jî wek ronakbîrek tê naskirin. Lê tu pêwendîyên wî bi nivîskarîyê, ronakbîrîyê tune.

Carna jî ji gundekî, an jî ji eşîrekê merivekî kêm-zêde xwendî derdikeve û gundî û eşîra wî bi demokratî xwe dispêre wî û bawerî pê tîne, ko ewê her pirsên gund û eşîrê çareser bike. Û ew jî, eger aqiltir be, ji yên hazir aqiltir e, lê gelek caran bi kar û barên xwe va dikare zirareke mezin bide milet û heta welêt jî.

Berî çend deh salan li Ermenîstanê biryareke baş derket: navên hemû gundên kurdan, ko bi tirkî ne, bikine kurdî. Ev kar sipartine aqilmend û xwendîyên wan gundan. Wana jî bi piranî biryareke aqilane derxistin. Ji ber ko navên hinek gundan ji berê da kurdî bûn, ew nav nehatine guhartin; wek gundên Senger, Camûşvan û yên mayîn. Lê gundê Pampê bû Sîpan, Çongermes (ango, Çoban gelmes) bû Avşên, Korbilax bû Çilkanî, Cercerîs bû Dêrik û yên din. Kesekî xudêgiravî zane jî, ko wisa zanibû navê gundê wî tirkî ye, xwe dirrand û çirrand, ko navê kurdî lê bikin. Lê di rastîyê da, navê gund bi kurdî -”Kûrekend” bû, ko ji navên ”kûre” û ”kend” çê bûye û herdu jî bi kêmanî îranî bûn, biryar kir navê şorişvanekî Sovyet Fêrîk Polatbêkov li gund bike, ko tenê bi esilê xwe va kurd bû û wisa asîmîle bûbû, ko navê xwe kiribû Fyodor Lîtkîn. Ji ber ko ji paşnavê ”Polatbêkov” jî bîna tirkî dihat, navê gund kirin ”Fêrîk”. Îcar destûra kesekî nezan hebû bi navê gund, bi gundîyan, bi dîrokê bilîze?

Gelo destekî bi hêz ne lazim bû, ko gema wî bikişîne, bêje: kuro, tu bi nezanîya xwe çima bi qedera miletekî ra dilîzî? Û ew kesê wê demê di heyra Sovyetê bû, niha di gotarên xwe da dev davêje wê sîstêmê, ko eger ji bo hemû miletan xirab bû jî, ji bo kurdan xwedî û xudan bû. Ew bi xwe jî wê demê wisa difikirî, ji ber ko dema roja pîrozkirina navlêkirina gund, gelek serok û zaneyên ermenîyan û kurdan amade bûn û ewî helbesteke ser Sovyetê, Moskow û miletê rûs nivîsîbû û da min, da ko ez bixwînim. Min jî xwend. Ez wê helbestê niha nikarim wek ko hatibû nivîsar raberî we bikim, lê fikira wê ha bû: ”Em-kurd destên xwe ber bi jor dikin ne ji bo wê yekê, ko dua li Xwedê bikin, lê ji bo wê yekê, ko dua li Moskow û gelê rûs bikin ji bo jîyana me ya bextîyar”.

Xuya ye evî kesî di roja hilweşîna Sovyeta berê da biryar kir rêdaktorî û korêktorî li berhem û welatparêzîya xwe bike. Û kir!

Gelo em kesên ha berdin, ko di bin navê demokratîyê bi milet bilîzin?

Di dawîyê da ez dixwezim meseleyekê bînim, ko femdarîya hinek kurdan di hindava demokratîyê da hema bêje wisan e:

Rojekê malperekê nivîsîbû, ko Karapêtê Xaço sitirana ”Hekîmo” gelek xweş distirê. Min jî ji malperê ra nivîsî, ko sitirana ”Hekîmo” ne Karapêtê Xaço, lê Şeroyê Biro distirê. Bersîva min dan, gotin: ”Heval, bal me demokratî ye, ew fikira wî camêrî ye”.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2009-04-14
Xwendin: 7460
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org