[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Dihoka dasinîyan = Dihoka êzdîyan
SWÊD, 20/10 2010 — Tu şik tune, ko Dasinî navê eşîreteke êzdîyan e. Rast e, di nav kurdan da gelek êl û eşîret hene, ko him di nav kurdên misilmanan da, him jî di nav kurdên êzdî da hene, wek: Sîpikî, Rojkî, Şerqî û yên din, lê Dasinî her tenê eşîreteke êzdîyan e û di nav kurdên misilman da tune. Û ev yek ji me ra dibe bingeh, ko em bi texmîn bêjin, ko bajarê Dihokê wextekê bajarê êzdîyan bûye, bi kêmanî, êzdî lê pirtir bûne.

Li ser pirsa ka çima ji bajarê sisîyan yê Kurdistana Başûr - Dihokê ra carna dibêjin Dihoka Dasinîyan, heta niha tu kesî bi ciddî ne nivîsîye, ne zanyarên kurdan, ne jî kesên, ko bi ulmê êzdîtîyê va gîro bûne.

Dibêjin, di dema Mele Mehmûd Bazîdî da li herêma Bazîdê piranîya binecîyan êzdî bûne. Tu kesî ev îzbatî ne kirîye nava dîrokê. Heta berî 80-90 salan jî li Kurdistana Bakur herêmên wisa hebûn, ko kurdên êzdî piranî bûn, wek devera Dîgorê li qezaya Qersê, li der û dorên Wêranşeherê û warên din. Dema mesele tê ser gelkujîya ermenîyan gelek zane, nivîskarên kurd bi çewalan gotar dinivîsin, xwe ji ermenîyan ra dikin heyran-qurban, lê pirsa ji bo me kurdan sereke naynine ser zar-zimanan: di wê gelkujîyê da eger nîvê binecîyên ermenîyan ketine ber devê şûrê tirko û hatine qirê, lê ji êzdîyên Kurdistana Bakur û Ermenîstana Roavayê hema bêje 70-80 selef hatine xezakirin û kuştin. Îzbata wê jî ew e, ko piranîya kurdên Sovyeta berê ji dem û dewrana gelkujîya ermenîyan ya di salên 1895-1915 da xwe li revê girtine û li Ermenîstanê bi cî bûne, paşê belayî ser komarên Sovyet yên berê bûne. Wek nimûne, ji 49 neferên malbeta Qanatê Kurdo her tenê 4 kes filitîn.

Lema jî giring e, ko em behsa Dihoka Dasinîyan bikin, ne ji bo wê ko navê êzdîyan, an jî Dasinîyan li Dihokê vegerînin, lê ji bo wê, ko ew beşeke dîroka gelê me, dîroka Kurdistanê ye. Ji bo wê jî giring e em bizanibin ka çi hate serê êzdîyên Dîgorê, Dihokê, Wêranşeherê û yên warên din? Em zanin, ko beşeke biçûk ji wan mihacirî war û welatên din bûn. Em wê jî zanin, ko êzdî hema bêje nahelin, dînê miletê din qebûl nakin. Îcar çi hate serê wan, an jî çi anîne serê wan, ko jimara wan bi dehan caran kêmtir bû? Bersîveke vê pirsê ya sergirtî be jî, heye.

Dema ez li Dihokê bûm, min ji hinek kesên zane pirsa wê yekê kir, ka navê ”Dihok” ji ko hatîye û hinek malûmatî wergirt. Berî wê jî min di hinek nivîsan da derheqa wê yekê da xwendibû. Lê gava min pirtûka kurdekî êzdî ji Moskvayê Yurî Dasinî ya bi sernivîsa ”Rêwîtîya ji Moskvayê ber bi Kurdistanê” xwend (ew ji qebîl-eşîreta Dasinî ye), fikira vê nivîsa han bal min peyda bû û ez wêya raberî we dikim. Hêvîdar im, weke misqalekê be jî, vê pirsê hinekî ronahî bikim.

Em mêze bikin ka nivîskar Yûrî Dasinî ser vê meselê û xuliqandina dînê êzdîyan, çend taybetmendîyên bawermendîya wan da çi dibêje:

”Dihok bajarekî kevinare ye, ew berê paytextê mîrîtîya Dasinîyan bû. Gorî hinek çavkanîyên kurdan navê qiralê Împêratorîya Mîdîyayê yê bi navê ”Dihok” li bajêr kirine, ko di sedsala 7an berî zayîna Îsa gelek mîrîtîyên Mêsopotamîyayê diketine navê û weke dewleteke yekgirtî ya bi hêz bû. Li Dihokê ji berê-paşê da kurdên bi dînê xwe va êzdî diman, ko xwe bi nav dikirin wek ”Dasinî”. Dînê wan, Êzdîtî – yek ji dînên cihanê yê kevinare ye, ko destpêka wê digihîje dem û dewranên arîyan. Di çavkanîyên berî îslamê da êzdî têne binavkirinê wek ”Dasinî”, ko wergera wê ji kurdî tê maneya ”Xwedêdayî” an jî ”kesê ji hêla Xwedê va xuliqî”, lê ew herêma wan ji demên buhurî tê binavkirin wek ”Dassin”. Zanyar ser wê bawerîyê ne, ko gelê kevinare – dasinî, berî gişkan bûne xwedîyên heywanên malê û cara pêşin wana dest bi karê çandinîyê kirîye. Bi kêmanî, heywanxwedîkirin û çandinî cara pêşin li cihanê li wê herêmê dest pê bûye, ko dasinî lê diman. Heta sedsala 10an mîrîtîya Dassin hebûye, ko paytextê wê bajarê Dihokê bûye. Balkêş e, ko heta niha jî beşek ji êzdîyên Kurdistana Îraqê – him mirîd, him jî ruhanî – xwe wek dasinî bi nav dikin, misilman jî wana wisa bi nav dikin, lê bajarê Dihokê ra dibêjin Dihoka Dasinîyan.

Di salên 30î yên sedsala 7an da, piştî ketina Împêratorîya Mîdîyayê, eşîretên Mîdîyayê yên jihevçûyî ketine ber derbên dagîrkarên ereban û îslamê. Wek bersîva wan destdirêjayan dest bi berxwedana êzdîyan (Roperestan) ya xurt bû dijî zordestîya dînê îslamê. Ereban şûrê qetilê bi kar anîn bona xelkên Mîdîyayê mecbûr bikin îslamê qebûl bikin. Di sala 840î da piştî çend hewildanên, ko wî gelî bikine bin hukumê xelîfê Ebbasîyan, berxwedan şikest: êzdîyan nikaribû himberî xelîfeta ereban ber xwe bidin, ji ber ko jimara dijmin gelek pirtir bû û leşkerên wan bi hêztir bûn. Ew mîrîtî hate zevtkirin û talankirin, Mîr Cefer Dasinî hate girtin û ew darda kirin. Serekê dasinîyan bi nemamî û bêbextî hatibû kuştin jî, lê wana çav ne da kurdên din û berxwedana xwe berdewam kirin. Êzdî, ko hatibûne dorgirtinê û tirsa wan ne tenê ji ereban, lê herwiha ji birayên xwe yên kurd jî hebû, dîsa jî di şertên zordestîyên misilmanîyê yên piralî da, dest ji dînê kurdan yê rasteqîn ne kişandin û mecbûr bûn di bin nîşana dîn da xwe biparêzin û ji wê şûnda ewana zêde bi dînê xwe dihatine naskirin, lê ne bi miletîya xwe.

Gelek zanyaran dîroka vê beşa cihanê pareveyî ser du dem û dewranan kirine – ya berî îslamê û îslamîyê. Tu caran pirsgirêkên êzdîyan bi Împêratorîya Mîdîyayê-Farizistanê ra tunebûne, heta wî çaxî, dema zevtkarên ereb hukum hildane destê xwe. Balkêş e, ko berî ko zevtkarên ereb di sedsala 7an da dewleta Sasanîyan birûxînin, navê qiralê dawî yê Împêratorîya Mîdîyayê Êzdîgerd bû. Di dawîya hukumdarîya Sasanîyan da êzdîtî mecbûr bû bi xwe mafên xwe biparêze, ji ber ko dewleta, ko ew pê ra bi dostanî girêdayî bû û dikaribû jê ra bibûya pişt, ne ma. Berxwedan rengê ruhanîyê-dînî girt. Di sedsala 12an da navê êtnîkîyê yê ”dasinî” ji holê radibe û navê ”êzîd” cîyê wî digire. Di şertên bi destî zorê îslamkirinê da bona nehêlin gel dînê îslamê qebûl bike û bona dînê xwe yê kurdan yê kevinare biparêze, dest pê kirin xwe wek êzdî bi nav kirin. Dibe di dem û dewranên hatina îslamê da merivên êzdîtî dihebandin, bi taybetî ew biryar qebûl kirin bona xwe ji kurdên din cuda bikin, ko êdî bûbûne misilman. Bi bawerîya min, ev biryar di rûyê fanatîzma dînî ya sedsala 12an da xuliqî, berî gişkî jî bona xweparastinê, lê ne ji dest sebebên din. Hema bi wê armancê jî êzdîyan dest pê kir xwe wek êtnoseke ji kurdan cuda nîşan dan, ji ber ko wana kurdên misilman dihesibandin wek kurdên di nav misilmanîyê da helîyayî. Ji wan deman xwebinavkirina ”êzîd” ne tenê navê dîn, lê herwiha bû navê milet jî. Bi saya serê wê yekê êzdî xwe parastin û ne hîştin dînê kurdan yê kevinare wek beşeke kûltûra miletîyê û hemcihanî ji holê rabe. Eger em behsa dîroknivîsarîyê bikin, em dikarin bêjin, ko sedsala 12an guhartinên mezin kire nava dînê êzdîyan û dîroka olka êzdîyan ya nûjen ji wê demê dest pê dibe.

Ji destpêka êrîşa misilmanîyê ya sedsala 7an da, zêde jî di dema şerên dînî yên xaçparêzan bi misilmanan ra (êrîşên xaçgiran) û piştî wê bi xaçparêzên Rohilata Nêzîk û Navîn ra tevayî êzdî jî bi tundî têne zêrandin. Bona dînê êzdîyan ber çavên cihanê reş bikin, bawermendîyên wan şaş dihatine şirovekirin, wana nîşan didan wek ”peyçûyên şeytan” (”şeytanperest”), êzdîyan bona dînê wan dikuştin û her nivîseke wan ya dînî dişewitandin. Pêşî xelîfên Ebbasîyan bi dû êzdîyan ketin, paşê tirkên osmanîyê û di wî karî da beşeke kurdên misilman alî wan kirin, ji bo wê yekê, ko ew dînê îslamê qebûl nakin, dû ra hinek caran jî xaçparêz – di rûyê wê yekê da, ko ewana pey dînekî din diçin, naxwezin dînê wan qebûl bikin. Ji çavkanîyên kurdî-erebî xuya dibe, ko pêşberî misilmanîyê berxwedaneke ciddî hebû. Lê hêzên dijmin û êzdîyan ne wekehev bûn. Kûltûra êzdîyan ya Îrana kevinare ber van derban paşda vekişîya. Êzdî texmîn kirin, ko neyarên wan pir xurt in, êdî berxwedana xwe ne bi çekan, lê bi awahê ruhanî kirin. Êrîşên êzdîyan hey diçûn kêmtir dibûn, eşîretên êzdîyan yên ji hev belabûyî nikaribûn berxwedaneke ciddî bikirana. Kesên ji mala hadîyan, ango serekên ruhanî, mecbûr bûn çûne çiyayên bilind, xwe li wir veşartin, paşê fêrî hinek êlêmêntên îslamê bûn û wisa dane xuyakirin, ko dînê wan xudêgiravî li ser bingehê ulmê îslamê karê xwe bi rê va dibe, bona dînê xwe biparêzin. Gelek sînorkirin û qedexeyên îslamê bûne sebebê wê yekê, ko ruhanîya êzdîyan zêde derheqa wê yekê da difikirî, ko erf-edet, şîn û şahî, eydên dînî biparêze, û dînê xwe zêde propaganda ne dikir.

Êzdîyan gelek dijwarî dîtin jî, lê ew di nav koma miletên Îrana kevinare da olka tekane man, ko îslam qebûl ne kirin. Di sedsalên 9-10an da, gava dînê Zerdûştîyê ji dest zordestîyê sisttir dibû û dewsa wê îslam digirt, kesên pûtperest mecbûr dibûn birevine Hindistanê, lê ev beşa gelê kurd ser axa xwe ma û kûltûra xwe ya kevinare parast. Bi saya serê wê yekê êrîşên ereban yên di sedsala 7an da meriv dikare bihesibîne wek ne dawîya dîroka Îrana kevinare. Li vê beşa Mêsopotamîyayê heta niha jî îslam wek dînê ereban tê hesibandin. Êzdî, ko piranî li der û dorên çiyayên bilind diman û ji ber wê jî ji gelên din hatibûne birînê, ne tenê dînê xwe yê Îrana kevinare parastin, lê herwiha erf-edet û kûltûra xwe jî. Êzdîtî derkete dijî wê kûltûra Îranê, ko ji rehên xwe diqetîya.

Lê meriv nikare bi bawerî bêje, ko belabûna îslamê, ko tesîreke mezin ne tenê li ser ereban kir, lê herwiha li ser hema bêje hemû gelên Rohilatê jî, tu tesîr li ser êzdîyan ne kir. Ruhanîya êzdîyan nikaribû bi tesîra dînê nû yê pir belabûyî ra hesaban rûnenê, lema jî ewê, ne bi daxwaza wê be jî, mecbûr ma ji hinek dereceyên dînê xwe dakeve. Hela di ser da jî, olka êzdîyan çend êlêmêntên îslamê qebûl kir û wisa dida xuyakirin, ko ew jî di riya îslamê da diçe.

Di nava gelek sedsalan da, heta îro jî, di rûyê helwêsta agrêsîv ya di hindava êzdîyan û dînê wan da, wana xwe ji gelên din dûr digirt, bona xwe biparêzin û nehêlin neferên malên wan di hêla dîn da ji rê derkevin. Di rûyê wê yekê da gelek êzdîyên, ko di nav gelên din da diman, mecbûr dibûn dînê xwe eşkere nekin. Ew cûrê jîyana êzdîyan bû sebebê wê yekê, ko pêwendîyên wan bi cihana dorê ra qut bû. Dîn êdî sergirtî bû, armanca wî ya sereke ew bû, ko ji der va tu kes neyê ser dînê wan bona bikaribin bingehê dînê xwe biparêzin. Olka êzdîyan îro jî wek berê xurt e û bi her awahî dînê xwe diparêze”.

Bona van gotinan bi aweyekî mak bikim, ezê nimûneyekê bînim:

-Li bal kurdên êzdî adeteke awa heye: berî ko bûka teze lingê xwe bavêje mala xezûrê xwe, zava ji ser banî sêvan li serê wê dixe. Gelo çima zava sêvan li serê bûkê dixe? Gunehê (sûcê) kî ye, ko ew usa dike?

— Ji ber ko êzdî li ser axeke usa dimînin, ko di dema xwe da ew war buhuşta li ser rûbarê cihanê bûye û ulm jî dibêje, ko Adem û Hewa li ser wê axê xuliqîne û di wan deman da marek helan daye Hewayê, ko sêva ji darê batinî bixwe û ewê jî bawerîya xwe bi mar anîye û bi şaşîtî ew sêv xwerîye û ji ber wê jî ew warê jîyînê îdî wek warekî buhuştî ne hatîye hesibandin, ango, ji wê rojê da buhuşt ji wir rabûye, lema jî kurdên êzdî heta niha jî sêvan li serê bûkê dixin. Ango, bi wî awayî heyfa xwe ji şaşîya Hewayê hiltînin, ko ew bûye sebebê wê, ko buhuşt li wir îdî nemaye. Bi gotineke din, ji ber ko bi bawerîya êzdîyan her bûkeke êzdîyan jî peyhatî-zureta Hewayê ye, ji ber wê jî gerekê ji bo kirina bapîra xwe – Hewayê, bûk û jinên êzdîyan derba wî awayî bixun.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2010-10-20
Xwendin: 7456
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org