[ SÊŞEM, 2024-04-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Berevkirina îdyomên kurdî: kê, kengê, çawa, li kû
SWÊD, 24/11 2010 — Ji bo ko xwendevan li ser vê meseleyê zêde malûmatîyan wergirin baştir e ko bi naveroka pêşgotina pirtûka doktorê zimanzanîyê, profesor û serokê beşa kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Ermenîstanê Maksîmê Xemo ya bi sernavê "Ferhenga kurdî-rûsî ya frazêologî" ra bibine nas, ko sala 1979-an li Yêrêvanê çap bûye.

Di wê pirtûkê da 8 hezar fraz û îdyomên bi zimanê kurdî hene û ewana bi zimanê rûsî hatine şirovekirinê. Ez wê pêşgotinê bi hinek kurtkirinan va ji rûsî werdigerînim û raberî we dikim, ji ber ko di wê da malûmatî hene derheqa wê yekê da, ka kîjan salê, li kîderê, kê û çawa îdyom berev kirine û çap kirine.

Herwiha di çend hejmarên dawî yên kovara ”Kurmancî” da jî (kovara taybetî ya Înstîtûta Kurdî ya Parîsê li ser pirsên zaravê kurmancî) gelek îdyom çap bûne, ko Hemîd Kiliçaslan û Mustefa Aydogan berev kirine. Weşandina wan berdewam e. Pirtûka Ahmed Cengîz Çamlibel ya bi sernavê "Îdyomên kurdî" bi du hezar îdyoman va di vî karî da valahîyekê dadigire.

Piştî çendekê ezê gotarekê binivîsim bi sernavê "Bîr û bawerîyên min derheqa çend îdyomên di pirtûka "Ferhenga kurdî-rûsî ya frazêologî" da çapbûyî û di malpera"Nefelê" da belav bikim. Li bendê bin.

Pêşgotina pirtûka "Ferhenga kurdî-rûsî ya frazêologî" (•)

Maksîmê Xemo, doktorê zimanzanîyê, profesor

Di nav zimanê kurdî da gelek îdyom hene. Ev yek ji bo wan kesên ko li ser zimanê kurdî lêkolînan dikin, û herweha ji bo wergervanan, pir zehmetîyan tîne holê. Ji ber wê jî pêwîstîya amadekirin û weşandina ferhengeke wa hebû.

Mesele û metelokên (gotinên pêşîyan) kurdî yên çapkirî, ko di lîtêratûra kurdan ya ji destpêka sedsala 18-an da rastî me tên, di Matênadarana (1) Yêrêvanê û di nivîsên para destnivîsaran ya pirtûkxana Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê da têne xweykirinê (2). Di nav wan da jî gelek îdyom hene.

Hewaskarîya di hindava vî karî da di nîveka dudan ya sedsala 19an da destpê bû, girêdayî destpêkirina berevkirina zargotina (folklora) gelê kurd û amadekirina ferhengên cuda-cuda ra.

Hinek mesele-metelok di nav berevokên folklorî û xebatên lêkolînvanên zimanê kurdî da hene (3). Ewana di ferhengên lêksîkîyê yên wê demê da jî hene. Hêja ye em ferhenga Lêrx ya kurdî-rûsî (pirtûka wî ya sêyan "Lêkolîn derheqa kurdên Îranê û pêşîyên wan-xaldêyên bakur da") û ferhenga kurdî-fransî ya A. Jaba (4) bîr bînin.

Gelek îdyomên kurt û dirêj di destpêka sedsala 20-î da jî hatine çapkirinê(5).

Di nav gelek ferhengan da, yên berbiçav ev in: ya erebî-kurdî ya Gîwî Mukrîyanî (6), ferhengên kurdî-rûsî yên Çerkezê Xudo Bakaêv (7), Qanatê Kurdo(8), ferhenga rûsî-kurdî ya Î. O. Farîzov (9), û herweha ferhenga ermenî-kurdî ya têrmînologîyê, ko bi destî kome zanyarên ermenî û kurd hatîye amadekirinê (10).

Ew kar îro jî berdewam e. Bi van xebata ra tevayî, di nava 40 salên dawî da xebateke kardar û kêrhatî hatîye kirinê di alîyê amadekirin û çapkirina berevokên usa da. Berî gişka hêjayî bîranînê ye berevoka gotinên pêşîyan ya Îsmayîl Hekî Şewês (11), û berevoka gotinên pêşîyan ya Lyusî Pol-Margerîtê û Kamûran Alî Bedirxan(12). Em bidne kivşê, ko G. Lesko (13) jî pirtûkek çap kirîye, ko di nav da gelek îdyomên kurdî hene.

Sala 1938-an li Bexdayê berevokeke gotinên pêşîyan çap bûye bi amadekarîya Marûf Cawuk (14), lê piştî 19 salan Şêx Mehmûd Xal berevokeke bi navê "Gotinên pêşînan" (15) çap dike.

Gelek îdyom di nav berevoka gotinên pêşîyan ya bi amadekirina Cemal Nebez (16) û berevoka Sadiq Baha Aldîn Amaîdî "Îdyomên kurdî" (17) da hene, ko ji alîyê Akadêmîya Kurdî ya Zanyarî da (li Bexdayê) çap bûye. Di karê berevkirin û çapkirina îdyomên kurdî da xwesma keda kurdzanên Yekîtîya Sovyet gelek e.

Bilî îdyomên, ko di ferhengên kurdzanên Sovyetî yên jorê kivşkirî da ronahî dîtine, em weke 360 mesele û meteloka jî di pirtûka "Folklora kurmancîyê" (18) da dibînin, hema bêje ewqas (bi wergera rûsî) jî em di pirtûka Qanatê Kurdo û M. B. Rûdênkoyê ya bi navê "Poslovisi i pogovorki narodov Vostoka" ("Mesele û metelokên gelên Rohilatê") (19) da dibînin. Çend nimûneyên mesele û metelokan di pirtûka Ç. X. Bakaêv ya "Zimanê kurdên Azirbêcanê" (20) da hene, ko ewî ji kurdên Azirbêcanê berev kirine û bi zaravê wan jî çap kirine.

Çend îdyom jî di arşîva nivîskarê kurdê Sovyetî Etarê Şero (21) da hene. Ordîxanê Celîl (22) jî gelek mesele û metelok berev kirine û çap kirine. Ji wana 2219 heb bi wergera rûsî di pirtûka "Kurdskie pogovorki i poslovisi" da derketine (23). Em usa jî bidne kivşkirinê, ko weke 400 heb jî xudanê vê pirtûkê - M. Û. Xemoyan (24) bi wergera rûsî dane çapkirinê.

Rohilatzan-kurdzan Y. Y. Avalîyanîyê (25) xebateke kêrhatî kirîye di dereca bi zanyarî şirovekirina nimûneyên zargotina kurdan yên kurt û kûrfikir - gotinên pêşîyan û îdyoman da.

Di vî karê giranbuha da pir e herweha keda kurdzanên bi nav û deng Kerîm Eyûbî, Î. Smîrnovayê, Î. Sûkêrman û gelekên mayîn.

Têbînî

(1) Înstîtûta destnivîsarên kevnare ya ser navê Mêsrop Maştos, destxeta hejmara 737an.
(2) Zêrzemîna (embara) destxeta ya PL ÎGA AZ YKSS (Perça Lênîngradê ya Înstîtûta Gelên Asîyayê ya Akadêmîya Zanyarî ya Sovyetistanê), destxeta D 447, hejmar 1.
(3) Binhêre P. Lêrx, Lêkolîna derheqa kurdên Îranê û pêşîyên wan xaldêyên bakur da, pirtûka II, sal 1857.
(4) A. Jaba, Dictionare kurde-francais. St. Peterbourg, 1879; H. Makas, Kurdische Texte in Kurmanci Dialekte aus der Gegend von Märdin, Lenîngrad, 1926; R. Lescot, Proverbes et enigmes Kurdes-"Revue des Etudes Îslamiques", Parîs, 1937, IV, rûpel 307.
(5) Bagrûnî H., Bnaşxarhn înkn îr mêc, Yêrêvan, 1920, rûpel 45-61. "Êmînyan azgagrakan joxovasû", cilde E, Moskua-Vaxarşapat, 1906 (herdu jî bi zimanê ermenî ne).
(6) G. Mukrîyanî. Ferhenga erebî-kurdî, Bexdad.
(7) Ç. X. Bakaêv. Ferhenga kurdî-rûsî, Moskva, 1957.
(8) Qanatê Kurdo. Ferhenga kurdî-rûsî, Moskva, 1961.
(9) Î. O. Farîzov. Ferhenga rûsî-kurdî, Moskva, 1957.
(10) Xebernema têrmînologîyê ya fileyî-kurmancî, Rewan, 1935.
(11) Îsmaîl Heqî Şewes, Qiseyî Pêşinan, Bexda, 1933.
(12) L. Paul Margueritte, L. Emir Kamuran Bedir Khan, Proverbes Kurdes, Parîs, 1937.
(13) R. Lescot, Proverbes et enigmes Kurdes-"Revue des Etudes Îslamiques", Parîs, 1937, IV, rûpel 307-351.
(14) Maruf Cawuk, Hezaran gotinên pêşinan, Bexdad, 1938 (bi zimanê kurdî).
(15) Şêx Mehmûd Xal, Gotinên pêşinan, Bexdad, 1957, (bi zimanê kurdî).
(16) Sprichwörter, Redensarten aus Kurdistan, gesam melt und übersetzt von Jemal Nebez, Publikation der NUKSE, München, 1970.
(17) Îdyomên kurdî, berevkar Sadiq Baha Aldîn Amaîdî, Bexdad, 1973 (bi zimanê kurdî).
(18) Folklora kurmancîyê, Yêrêvan, 1957, rûpel 249-271.
(19) Poslovisi i pogovorki narodov Vostoka, Moskva, 1961, rûpel 330-339.
(20) Ç. X. Bakaêv. Yazik azrbaydjanskix kurdov (Zimanê kurdên Azirbêcanê), Moskva, 1965, rûpel 176-178.
(21) Arşîva Etarê Şero di pirtûkxana Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarîyê ya Ermenîstanê da.
(22) Ordîxanê Celîl. Mesele û metelokên cimeta kurda, Yêrêvan, cild 1, 1969; cild 2, 1971.
(23) Kurdskie poslovisi i pogovorki. Berev kirin, amade kirin, pêşgotin û serkanî nivîsîn Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, Moskva, 1972.
(24) M. Û. Xemoyan, Gotarên frazêologîya zimanê kurdî. Weşanxana Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê ya dewletê, 1971, rûpel 85-98.
(25) "Gotarên derheqa frazêologîya zimanê kurdî da", di berevoka "Pirsên struktura zimên di çarçova frazêologîyayê û grammatîkayê da". Weşanxana "Fan", Taşkend, 1967, rûpel 3-100; Gotinên duxeberê di zimanê kurdî da, Samarkend, 1959; Lêkolînên di alîyê çend pirsên frazêologîya zimanê kurdî da. Avtorêfêrata dîsertasyona doktorîyê, Tbîlîsî, 1969 û yên mayîn.
(26). Ç. X. Bakaêv. Zimanê kurdên Yekîtîya Sovyet, Moskva, 1973, rûpel 264-272.

***

(•) Wek gelek berhemên kurdî yên hêja, ev berhem jî tam negihîştîye gelê me. Ji ber ko îdyom bi kurdîya tîpên kirîlî ne û şirovekirina wan jî bi zimanê rûsî ne. Min îdyom kirine kurdîya latînî û şirovekirina wan jî ji rûsî wergerandîye kurdî. Ez bawer im, ko wê çend rêxistin, weşanxaneyên kurdan hebin, ko bixwezin vê pirtûka zanyarî ya hêja û giring çap bikin.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2010-11-24
Xwendin: 8243
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org