[ ÇARŞEM, 2024-04-24 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurdistan ava dibe – ”Rya teze” hildiweşe
SWÊD, 5/2 2011 — Leşkerekî di şerê li dijî dijminên devbixwîn da bi mêranî şer kiribû, tirs kiribû dilê dijmin û seqet bûbû. Piştî şer êdî hew dikaribû kar bikira. Dewletê alî ne dikir, kesî wî jî tunebû ko wek dibêjin, aveke sar bidayê. Rewşa wî ya aborî wisa xirab bû ko nikaribû ji xwe ra erebeyeke ji bo seqetan bikire.

Leşker rojekê jî gazinê xwe li welatê xwe û li dewleta xwe ne kir. Dilmanîya ber dilê wî jî ew bû ko salên şêr zehmettir bûn. Carna jî di ber xwe da digot: ”wijdana min paqij e, min welatê xwe rizgar kir, di vê rewşa ez ketimê da tu sûcekî min tune”. Ew mêrxas rojekê mir û haya tu kesî jê tunebû jî. Ewî mêrxasî jîyaneke wisa heq ne kiribû.

Rojnameya kurdî ya here jîyandirêj ”Rya teze” jî îro ketîye roja wî mêrxasî. Wê jî bi salan tirs kiribû dilê dijmin û îro seqet bûye. Me bi wê rojnameyê devê wan neyar û xêrnexwezan digirt ko digotin ”zimanê kurdî tune”, an jî ”zimanê kurdî têrê nake ko bi wî roman an jî pirtûkên zanyarî binivîsin”. Lê hemû roman, serpêhatî, pirtûkên dersan, helbest, berhemên zanyarî û h.w.d bal me bi wî zimanî çap dibûn, ko me jê ra digot zimanê ”Rya teze” û wî zimanî têrê dikir.

Em binhêrin ka me çawa tirs kiribû dilê dijmin:

Welatên ko Kurdistan di nav xwe da pareve kirine, guhê xwe bel dikirin û çavên xwe zoq dikirin, bona nehêlin kurd ji çarçoveya tixûbên wan der jî, li welatekî mayî, heqê xwe bistînin - ziman, çand û edebîyata xwe pêşda bibin. Ji ber wê jî karên radyoya me, rojnameya "Riya teze", beşên kurdzanîyê bûbûn kelemên çavên dijminan û neyaran, xwesma yên tirkan. Û pêşketina me ji xwe ra tehlûke didîtin.

Dewleta Tirkîyê gelek caran bi rêyên dîplomatîk hewl dida ko ev ocaxên kurdan – berî gişkî radyoya me û rojnameya me – bêne berbend kirinê, ji holê rabin. Ji bo nimûnê, xebatkarê dîplomasîyê yê Sovyetistanê li Yêrêvanê Neymark di nameya xwe ya ji bo wezareta karên derva ya Yekîtîya Sovyet ra şandî da (05.04.1935) ev xet jî nivîsîne:

— Mercîyên xwedî qerar yên Ermenistanê bi himet serokatîya rojnama "Riya Teze" dikin. Rojname wisa miqate û bi tahamûl e, mirov dikare mihakeme bike ko konsolosên tirkan yên vê derê, nikaribûn tu qulpan jê ra bibînin. Wek tê zanîn, hemû hejmarên wê ji teref tercûmanên tirkan ve gelekî bi himet tên tercûme kirin" (kovara Çira, gotara Ahmed Ferîd, hejmar 12, sal 1998, rûpel 11).

Di rûpela 12an ya wê kovarê da tê gotinê, ko Neymark di nameyeke xwe ya mayî da (09.05.1935), ko ji serokê qismê 1ê yê wezareta karên derva yê Sovyetistanê ra şandîye, awa nivîsîye:

— Li gor agahdarîyên di destê min da, demek berê Aral û Yilmaz [•] di derheqê pirsa kurdî da raporek bi dizî hazir kirine. Li gor înformasyonên di destê me da, muhtewa vê raporê ev e: li Êrîvanê rojnama "Riya Teze" hebûna xwe berdewam dike. Hebûna wê li ser tixûbê Tirkîyê ji bo me tehdît e û îşareta dijminatîyê ye". ([•]Aral û Yilmaz karbidestên dîplomatîk yên Tirkîyê bûn. Aral konsûlê Lênînakanê (îro - Gumrî) bû, ko bajarê Ermenîstanê yê dudan e).

Tirkîye di bin perdeya ko wê pêwendîyên dîplomatîk tevî Sovyetistanê bibire an serttir bike, bi destê şerletanîyan û zorlêkirinan gelek caran hewil daye Sovyetê mecbûr bike ko mafên ko dane kurdan hilînin. Û di wê derecê da gihîştîye hinek destanînan. Ji bo nimûne, hukumeta Sovyetistanê biryarên nuh qebûl kir bona kêmkirina wan mafan. Ji sala 1935an name û nivîsên merkeza kurdzanîyê yên bi der va ra dihatine kontrol kirin. Ji rojnama "Rya Teze" ra îdî bi resmî qedexe bû pirsên kurdên der va ra mijûl bibe, rêkirina rojnamê û pirtûkên dersan û yên edebî ji welêt der hate berbend kirin. Ew biryar piştî wê yekê hatine qebûl kirin, ko profêsor Hecîyê Cindî berî salekê çend hejmarên rojnameya ”Rya teze”, çend pirtûkên kurdî, di nav wan da yên zanyarî jî, ji kovara ”Hawar”ê ra şandibû û ji bo wê salek ceza danê. Derheqa vê bûyerê da di hejmara 9an ya ”Hawar”ê da Celadet Bedirxan bi naznavê Herekol Azîzan ha nivîsîye:

— "Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye".


Di wê hejmarê da Celadet Bedirxan ji pirtûkeke ji Yêrêvanê şandî du helbest weşandine û dawîya nivîsa xwe da ha gotîye:

— "Ji bona îro me hevqas got, pêşdetir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin.

Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dawîyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin".


Mirovên mezin wek Mustefa Barzanî, Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Qanatê Kurdo, Îsmet Şerîf Wanlî, Goran, Hejar û yên din qîmetekî mezin dane rola rojnameyê di jîyana hemû kurdan da.

Di dema Yekîtîya Sovyet da rojnameya ”Rya teze” yek ji 4 rojnameyên Ermenistanê yên sereke bû û ji navê Komîtêya Navendî ya Partîya Komûnîstîyê, dewlet û hukumeta komarê derdiket û navê wê di kataloga navnetewî ya kovar û rojnameyên tevaya cihanê da hebû. Wan salan tu problêmên rojnameyê tunebûn. Problêm piştî hilweşîna Sovyetê derketin. Êdî dewlet wek berê xwedî lê dernakeve. Rojnameyên din, ko serê xwe xwey dikin, ew bi kîsî pereyên aboneyan û rêklaman xwey dikin. Lê ya me abone hindik in, ji ber ko perê postê (belakirina rojnameyê li gundan) pir buha ye û kurd jî rêklaman nadin.

Eva zêdetirî 20 salan e ko wek dibêjin, rojname bi zor-cefa karê xwe dimeşîne; ango nayê girtin, lê ne ko jîyana xwe berdewam dike. Ew jî bi saya serê gelek welatparêzan e. Di salên cuda-cuda da gelek kesan bi aborî alî rojnameyê kirine, wek serekê hukumeta herêma Kurdistanê yê berê Nêçîrvan Barzanî, serokkomarê Îraqê Celal Telebanî, serekê Înstîtûta Kurdî li Parîsê Kendal Nezan, du bira Mêlsîk û Borîsê Mehmed, Mîrzeyê Çolo û yên din. Van salên dawî serekê Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê Derwêş Ferho û camêrekî ji Qersê, ko gelek sal in li Awropayê dimîne, Gîno Lobaro her sê mehan carekê alîkarî ji rojnameyê ra dişînin. Lê bona rojname ne mehê carekê, lê zêdetir derkeve, bona ji bo rêdaksyonê têknîka nû bikirin, bona bikaribin perê posteyê bidin, bona jimara xebatkaran zêde bikin û maeşê wan bilind bikin, bona odeyên redaksyonê temîr bikin û h.w.d., pereyên zêde lazim in, sponsorekî welatparêz lazim e.

Kê ko bixweze û dikare, bira bi xebatkarên rojnameyê ra bê girêdan: xwedîyê rojnameyê Rizganê Recevî ye (e-maila wî rzgan@mail.ru, têlêfona wî: 007903 8279027), berpirsyarê rojnameyê Tîtalê Kerem e (e-maila wî tital65@mail.ru, têlêfona wî: 003749 1666771).

Îro hinek kes ser wê bawerîyê ne ko rojname rola xwe lîst, êdî bira bê girtinê. Hinek jî dibêjin, ko ew rojname sîmbola rojnamegerîya me ye û gerekê neyê girtin. Ez bi xwe jî ser vê bawerîyê me. Ji ber ko ew rojname ne ji bo îro sibê ye; ew ji bo nisletên dû me ra ne jî. Ji bo dem û dewranan e. Ez hêvî dikim, ko xwendevanên me jî bawerîyên xwe ser vê meseleyê bêjin û çap bikin. Ji ber ko ew rojnameya gel e, gel jî gerekê bawerîyên xwe bêje.

Bona xwendevanên me bizanibin me bi dilakî çawa baristan ew rojname derdixist û çiqas jê hiz dikir, ezê nimûneyekê bînim: Hema bêje hemû gotar û nûçeyên rojnameyê hemû xebatkarên rojnameyê carekê dixwendin, bawerîyên xwe digotin. Paşê, roja derketina rojnameyê (ew di heftêyekê da du caran ronahî didît) min bi berpirsyar ra her çar rûpel dixwend, ko şaşî derbaz nebin. Ji ber ko hemû xebatkarên redaksyonê aboneyên rojnameyê bûn, me carekê jî rojname ji serî heta binî li malê dixwend.

Piştî bi dehan-sedan salan (eger Xwedê neke rojname bê girtin) miletê me dikare pirsekê li xwe bike: ”Rojnameya Rya teze” di kîjan dem û dewranê hate girtin?” Îcar bersîv wê ha be: ”Di wê dem û dewranê de ko Kurdistan ava bû”.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2011-02-05
Xwendin: 8477
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org