[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurdên Ermenistanê yên Gurcistanê li ber çavan winda kirin
SWÊD, 1/4 2011 — Dema ko behsa kurdên Sovyeta berê têt kirin pirtir kurdên Ermenistanê têt bîra kurdên cihanê. Ev yek têt fêm kirin: ji ber ko radyoya kurdî ya di cihanê da bi nav û deng, rojnameya kurdî ya here jîyandirêj “Rya teze”, piranîya ronakbîrên kurd yên Sovyeta berê li Ermenistanê bûn.

Lê kêm kes zanin, ko di karê pêşxistina çand û edebîyeta kurdî da keda kurdên Gurcistanê jî pir e. Hela di ser da jî, bi jimara kurdên di cihanê da navdar va ew ji kurdên Ermenistanê jî derbaz bûne. Zelîmxan Mûsoêv eva 12 salan zêdetir e, ko parlamêntarê Parlamêntoya Rûsîyayê ye. Akadêmîk, profêsorê kurd yê mezin Îvanê Omer Farîzov, ko xwedîyê ferhenga Rûsî-kurdî ya sala 1957an ronahîdîtî ye, salên dirêj li vir maye, pişt ra jî bi dehan salan bûye serwerê beşa pêwendîyên aborî li Înstîtûta welatên Asîyayê Afrîkayê ya Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya dewletê.

Zanyara navdar profêsor Zera Elî Yusupova eva gelek sal in serokatî li koma kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanyarî, beşa Sankt-Pêtêrbûrgê dike û karê Qanatê Kurdoyê mezin bi serketî berdewam dike. Di hêla zanyarîyê da zanyarên genc akadêmîk Samvêl Koçoyî û doktor Nodarê Masekî karên wan bi serfinyazî pêşda dibin.

Nazî Şîraya artîsta sîrka Moskvayê li vir ji diya xwe bûye. Dema sîrka Moskvayê diçû welatan, ser afîşa sîrkê her tenê wêneyê wê artîsta kurd ya bi nav û deng bû, ko herdem bi cilên kurdî derdikete ber temaşevanan. Dû ra peyhatîyên wê peyda bûn, ko bûn artîstên bi nav û deng – Sertîv Mûradov (Mînêralov), Ezîzê Bişar Eskeryan, ko îro artîstê Rûsîyayê yê Gelêrî ye.

Zîna Edo Taloeva dengbêja koma sitiranê ya bi nav û deng “Rêro” bû. Kompozîtorê kurd – bingehdarê sitiranên kurdî yên êstradayê Keremê Gerdenzerî karê xwe li vê komarê destpê kirîye. Du bira Tarîêl û Rêzo Broev li Moskvayê Navbenda Çanda Kurdan ava kirin û salên dirêj karê xwe bi serketî rêva birin, bi destî rojnameya xwe ya bi navê “Golos kûrda” (“Dengê kurd”), ko bi zimanê rûsî li Moskvayê mehê carekê çap dibû, miletê me bi miletên Sovyeta berê û Rûsîyayê dane naskirin. Ez serbilind im, ko 6 salan cîgirê berpirsyarê wê rojnameyê bûme.

Serdestîyeke kurdên Gurcistanê himberî kurdên Ermenistanê heye: rast e, heta salên 80î li Ermenistanê 56 hezar kurd hebûn, lê li Gurcistanê weke 35 hezar, lê piranîya kurdên Gurcistanê li paytext diman û jimara wan dikir weke 30 hezar, lê li paytextê Ermenistanê – Rewanê, her tenê 8 hezar kurd diman.

Femdarî ye, ko dema ewqas kurd ser hev (kompakt) dimînin, zêde hev dibînin, firsenda, ko jimara wan li ûnîvêrsîtêtan pirtir be, zêde ye, dikaribûn pirtir caran danûstendinan û pêwendîyan saz bikin. Ez bi xwe gelek caran bûme şahidê welatparêzî û kurdbûna wan ya ji dil. Carna ji Tbîlîsîyê ji min ra têlêfon dikirin, digotin: filan rojê helbestvan û nivîskarên me Baxçoyê Îsko, Şikoyê Hesen, Ezîzê Îsko, Taharê Biro, Cerdoyê Esed, Morovê Qubê, Koloz Şeroev, Celîlê Şekir û yên din wê helbestên xwe bixûnin.

Carna jî digotin: filan rojê pêşengeha berhemên 6 wênekêşên kurd e, ko hemû jî endamên Yekîtîya Wênekêşên Gurcistanê ne û wênekêşên profêsyonal in: Andoyê Çildergûşî, Antonê Otar Mîrzoev, Besa Peyale, Têmûrê Sehîd, Lyovayê Cindî, Mîranê Okê. Filan rojê têatroya kurdî bi serokatîya Mirazê Ûzo û Şalîkoyê Bêkes şanoyeke kurdî ya nû nîşan dide. Filan rojê şahîya zanyarên kurd Kerem Emoêv, Lyûsya Memê Aloeva, Lamara Farê Paşayeva ye, ko di hêla kurdzanîyê da bûne doktor, Îşxanê Celîl Mûradov bûye Mamostayê Komarê yê emekdar. (K. Emoev û L. Paşayeva gelek berhemên bi ulmê kurdzanîyê va girêdayî bi zimanên rûsî û gurcikî çap kirine).

Hinek caran jî digotin, ko Komeleya xwendkarên kurd yên Gurcistanê bi serokatîya Yûrayê Şamil Nebîev şeveke bîranîna xunedar û mezinên kurdan bi bîr tîne. Yek ji wan şahîyan roja bîranîna Kamil begê Bedirxan bû, ko gelek salan li vir maye, kedeke mezin kirîye nava pêşketina çanda kurdên Gurcistanê da û li Tbîlîsîyê, di nav mezelên êzdîyan da hatîye çalkirin. Pir caran jî digotin şahîya kurê filankesê ye. Zirneçîyê şahîyê Xemoyê Hesen e. Dengbêj Şeroyê Biro jî wê li wir be û sitirana bêje. Û em diçûn. Li her deran kurdeyatî, welatparêzî dibarî. Ev hemû alî tevaya kurdên vê komarê dikir, ko bi kurdbûna xwe serbilind bin û her di riya kurdîtîyê da bimeşin.

Lê wek ko gelek cîyan diqewime, rêberekî van karan heye, ko wek dibêjin, serê govendê dikişîne. Rêberê hema bêje van hemû karan welatparêz û zaneyê mezin Keremê Anqosî bû.

Ewî her tiştê xwe dabû bona miletê wî gulvede, deng bide û pêş bikeve. Ew bû înîsîatorê vekirina radyoya kurdî li Tbîlîsîyê û ji sala 1978an heta niha jî serokatî li wê dike, berpirsyarê wê yê sereke ye. Keremê Anqosî salên dirêj di serokatîya wê komarê da kar kirîye, ango, wekîlê gelê kurd yê Gurcistanê bû li komarê. Gelek salan li Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Gurcistanê karmendê zanyarî bûye. Sala 1979an gazî wî dikin bona li Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstîyê ya Gurcistanê da derbazî ser kar bibe û ew heta sala 1991ê li wir dixebite.

Bi xebata zanyarî û partîyê ra tevayî ewî karê civakê jî bi serketî dikir bona bilindkirina dereca binecîyên kurd yên ronahîdarîyê-perwerdeyê, amadekirina kadroyên ronakbîr di nav gelê xwe da, bona hînbûna ziman, dîrok û edebîyeta kurdî, parastina erf-edetên milet, naskirina mafên gelê xwe yên sîyasî û sosîalî.

Keremê Anqosî hela dema xwendkar bû, Şêwra alîyê xebata bi gencên kurd ra saz kir û heta sala 1975an serokatî lê kir. Bi serokatîya wî komên kurdî yên folklorê hatine sazkirinê, Şêwra mamostayên kurd, Şêwra parlamêntarên kurd yên Tbîlîsîyê, Komeleya wênekêşên kurd, Ûnîvêrsîtêta Gelêrî bona binecîyên kurd li rex Hevaltîya “Zanyarî“, gelek konsêrt û êvarîyên şahîyê, sêmînarên derheqa dîrok, çand, ziman, edebîyet û dînê kurdan, rasthatinên bi karmendên ulmî û hunermendîyê yên bi nav û deng, bi kurdên ji welatên dereke, cejinên ruhanîyê yên kurdan dihatine derbazkirin.

Komên kilam û reqasê, ko ew serokatî lê dikir, gelek caran li bajar û komarên Sovyeta berê û welatên dereke konsêrt dane. Ewî alî pêşketina têatroya kurdî ya li Tbîlîsîyê kirîye. Ewî herwiha bi zimanên cuda-cuda gelek gotarên zanyarî û pirtûkên cuda çap kirine derheqa ziman, edebîyet, dîrok, êtnografîya, folklor, dînê êzdîyan da, ewî elfebaya pêşin ya du zimanî ya kurdî-gurcikî saz kir, çend pirtûkên derheqa dua û dirozgeyên êzdîyan da dane çapkirinê, rêdaktorî li çend pirtûkên bi zimanê kurdî kirîye.

Helbest û serpêhatîyên wî bi zimanên kurdî û gurcikî hatine weşandinê, ewî xeber û sazbendîya çend sitiranên kurdî yên bi nav û deng nivîsîne, wek sitiranên ”Lêxin, birano”, ”Emê vegerine Kurdistanê”, “Hola Êzîdê Sor e“, “Ax, kuştim Şirînê“, ko li ser bingehê gotinên Cegerxwîn hatîye sêwirandin. Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tbîlîsîyê dest bi weşana rojnameya “Gêlavêj“ kir, ko rojnameya kurdî ya pêşin bû li wê komarê û bi xwe jî berpirsyarî lê dikir.

Ew herwiha tevî çend kongre û konfêransên navnetewî yên zanyarî bûye, ko derheqa problêmên rohilatzanîyê, kurdzanîyê û dînê êzdîyan da bûne. Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatîyên kurd yên Gurcistanê“ danî. Sala 1995an 5 rêxistinên kurdan yên civakî ketine nava wê rêxistinê. Paşê, sala 1998an bi înîsîatîva wî ew hate binavkirinê wek “Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê“. Demekê ewî serokatî li wê rêxistinê kir, lê paşê yek ji wan kesan bû, ko bû bingehdarê rêxistina “Fonda navnetewî ya parastina maf û mîrata dînî ya gelê kurd“, “Navbenda dînê Êzdîyan“, “Yekîtîya ronakbîrên kurdên Gurcistanê“, “Fonda sêksyona kurdî ya UNESCOyê li Gurcistanê“ saz kir. Îro jî, ko emirê wî zêdeyî 70 salan e, dersên zimanê kurdî dide zarokan, berpirsyarîya malpera www.kurd.ge dike.

Îro beşek ji kurdên Gurcistanê karên xwe yên kurdeyatîyê li Rûsîyayê dimeşînin. Yûrayê Şamil şêwirmendê nûnertîya hukumeta herêma Kurdistanê ye li Rûsîyayê, rêvebirê malpera www.kurdistan.ru ye, Yûrayê Dasinî ulmdar û nivîskar e, Rizganê Gerdenzerî rêvebirê malpera www.ezdixane.ru ye, Nadya Miraz Koçoyî sereka Fonda pêşvabirina kûltûra kurdan saz kirîye û bi serketîbi rêva dibe. Ew herwiha rêvebira malpera www.kurdish.ru ye. Di wê fondê da heftê carekê dersên kurdî jî têne derbazkirin.

Jenya Zurbaeva û Aza Celo Evdalî aktîvîstên gelek şahîyên kurdan û rojên bîranînê bûne û kedeke mezin kirine nava hişyarbûna gelê kurd li Gurcistanê. Salên dirêj xûşk û bira Natêlla û Vladîmîr Ecemov reqasvanên balêtê yên têatroya Lênîngradê (niha – Sankt-Pêtêrbûrg) ya ser navê Kîrov bûne. Gûram Acoev fûtbolîstekî Sovyeta berê yê navdar bû. Du xebatkarên radyoya kurdî ya “Dengê Rûsîyayê” Karîna Fetî Sihanî û Leyla Êdûard jî kurdên Gurcistanê ne.

Hêja ye, ko kar û barên van camêr û canikên welatparêz bi destê rojnameyan, kovaran, malperan, têlêvîzyonên kurdî bigihîje tevaya gelê me. Wê demê wê welatparêzîya hemû kurdên cihanê xurttir be û hemû kurd wê xwe serbilind bibînin.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2011-04-01
Xwendin: 8628
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org