[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Gelo kesê ko bibêje ”ez êzdî me” gunehkar e
SWÊD, 20/6 2011 — Dema ez li Ermenistanê bûm, hinek kurdên êzdî - piranî ew êzdîyên tund - ko digotin ”em ne kurd in”, ji min ra digotin: ”ew kurd e û dixweze me jî bike kurd”. Qesta wan ew bû, ko ez ne êzdî me. Piştî ez hatime Swêd, min gelek caran ji hinek kurdan bihîst, ko digotin: ”ew êzdî ye”. Lê qesta wan ne ew bû, ko ez ne kurd im.

Herdu jî him şaş in, him rast in. Eger merivek dibêje ”ez êzdî me”, tu xeterek tê da tune, ji ber ko dîrok jî, zanyarî jî, folklor jî, ziman jî, sitiranên me jî îzbat dikin, ko hemû êzdî kurd in, ango bi dînê xwe va êzdî ne, bi miletîya xwe va kurd in. Ew bi kurdî dipeyivin, bi kurdî distirên, bi kurdî xewnan dibînin. Ango, ew nahelin, asîmîle nabin. Ew xwe wek kurd jî nebînin, zureta wan wê xwe kurd bibîne. Lê eger kurdek dibêje ”ez tirk im” (heta dibêje ”ez tirk kurê tirka me”) ev xeter e, ji ber ko ew êdî bi kurdî napeyive, bi kurdî nastirê, xewnên xwe bi tirkî dibîne.

Di hinek malperên kurdî da gotar çap dibin, ko xudêgiravî li Ermenistanê gelek kurdên êzdî xwe wek êzdî dibînin û piranîya wan jî xwe kurd nabînin. Li vir pirsek serî hildide: ew çawa dibe, ko di cihanê da ji weke 500 hezar kurdên êzdî tenê 40 hezar kurdên êzdî xwe kurd nahesibînin û ew hemû jî ji Ermenistanê ne? Çend sebebên vê yekê hene: Dema sala 1992an li Ermenistanê serjimêrîya (statîstîka) binecîyên komarê hate derbazkirin, ji nişkêva ji 51 hezar kesên ko berê xwe kurd didîtin, 47 hezar bi carekê va bûne êzdî û tenê 4 hezar kesî xwe wek kurd daye qeydkirin. Sebebê vê yekê çi ye?

Wek ez zanim, li herêma Aragasê, li dor çiyayê Elegezê 11 gundên êzdîyan hene (gundê kal û bavê min yek ji wan gundan e), ko xwe kurd dibînin û hûn tu kesekî nabînin, ko bêje ez êzdî me û ne kurd im. Dema kesên hatine van gundan serjimêrîyê derbaz bikin an ji milet ne pirsîne, muxtarê gund ji wan ra gotîye ”li vî gundî ewqas êzdî hene”, an jî ji gundîyan pirsîne û wana gotîye ”em êzdî ne”, bi fikira ko ”em ji wan kurdan in, ko bi dînê xwe va êzdî ne”. Û hemû binecî wek êzdî hatine qeydkirin. Li hinek cîyan jî beşeke biçûk ji êzdîyan wisa difikire ko dema bêje ew kurd e, tê wê maneyê, ko ew musulman e û ev jî yek ji sebebên sereke ye.

Sala 1992an min ser vê sosretîya serjimêrîya binecîyan di rojnameyeke ermenî ya bi navê ”Azg” da (hejmar 24, 13ê adarê) gotareke pêkenînê nivîsî ko rojnameya kurdî ya ”Rya teze” gerekê bikeve nava Pirtûka Guinness ya rekoran, ji ber ko li komara Ermenistanê 4 hezar kurd hene û 5 hezar aboneyên rojnameyê hene.

Û piştî wê serjimêrîyê çend êzdîyên nezan û xwefiroş, ko xwendina wan ya bilind hebû, lê tu eleqê wan bi ronakbîrîyê tunebû û ne întêlêktûal bûn (di dema Sovyet da hewil didan bibine nivîskar, helbestvan, an jî di rojnameya kurdî ya ”Rya teze” û radyoya kurdî da kar bikin, lê nikaribûn, ji ber ko zanebûnên wan û kurdîya wan têr ne dikir), texmîn kirin, ko firsend heye bikevine ”govenda” ronakbîran û li ser ”kursîyên nerm rûnên”. Û ji bo daxwazên xwe pêk bînin, berê xwe dane serokatîya dewleta Ermenistanê û gotin: ”Madem gorî serjimêrîyê em jî miletek in, ka mafê me jî bidine me, wek rojnameya êzdîyan, radyoya êzdîyan, pirtûkên êzdikî û h.w.d.”. Dewletê jî da.

Dû ra ronakbîrên kurd berê xwe dane wan kesên ji serokatîya komarê, ko destûra wan kesan dane êzdîyan ji kurdan veqetînin. Bersîv ha bû: ”Em mafê hemû gelên komarê yên kêmjimar didin, ew jî yek ji wan gelan in”. Dû ra me ev bawerîyên xwe ser vê yekê ji serokatîyê ra gotin: Ya pêşin, her miletek dikare di dema serjimêrîyê da bêje, ez rûs im, ez îngilîz im, ez hindî me, ji ber ko miletên usa hene. Lê tu kes nikare bêje ez êzdî me, ji ber ko miletekî usa tune. Ya dudan, kesên xwe êzdî dibînin, heta xwe kurd jî nabînin, nayê wê maneyê, ko ew ne kurd in. Ew tê wê maneyê, ko ew kurd in, lê xwe kurd nahesibînin. Ya sisîyan, 40 hezar êzdîyên Ermenistanê xwe kurd nehesibînin jî, Kurdistana 40 mîlyonê zirareke mezin nabîne. Ya çaran, ji salên 50î heta salên 90î (yên sedsala buhurî) Ermenistan navbenda pêşketina çand û edebîyeta kurdî bû li tevaya cihanê.

Berê rojnameya me di heftêyekê du caran çap dibû, niha mehê carekê, radyoya me her ro sehetûnîvek bû, niha bûye nîv sehet, ji ber ko we nîv sehet ji kurdan birrîye û daye êzdîyên xwe kurd nabînin. Tirkîya neyara we jî dibêje, ko li Ermenistanê mafên kurdan yên çandî têne kêmkirin û li Tirkîyê têne zêdekirin. Ev hemû zêde zirarê dide komara Ermenîstanê û kêmtir zirarê dide kurdan.

Kesên ji serokatîyê dawîyê ji me ra gotin, ko emê van hemû gotinên we bidine ber çavan û kêmanîyan bidine hilanîn.

Îro eger li Ermenistanê mafên kurdan yên çandî kêmtir bûne, ew ne ji sîyaseta komarê ya di hindava kurdan da ne, lê di rûyê rewşa aborî ya tevayî da ye li Ermenistanê. Hemû kovar û rojnameyên ermenîyan jî ewqas alîkarî distînin, çiqas ko rojnameya ”Rya teze”. Lê yên ermenîyan bi kîsî aboneyan û rêklaman karê xwe pirî-hindikî baştir dimeşînin, ya kurdan ne abone hene, ne jî rêklam, abone hebin jî heqê postê pir buha ye. Îro li Ermenistanê çend ocaxên kurdî yên çandî û zanyarî hene, wek rojnameya kurdî, radyoya kurdî, beşa kurdzanîyê li Akadêmîya Ermenîstanê ya Zanyarî, Komîtêya ”Kurdistan”, Şêwra Ronakbîrên kurd.

Ber karên van ocaxên kurdî yên têr û dagirtî, rojnameya êzdîyan ya bi zimanê ermenî, radyoya êzdîyan, Yekîtîya êzdîyan ya bi serokatîya Ezîzê Emer Temoyan, ko tu eleqê wî bi ronakbîrîyê tune û xwe wek serokê hemû êzdîyên cihanê îlan kirîye (mîrê hemû êzdîyên cihanê Mîr Tehsîn beg e), karên biçûk in û tu zirarê nikarin bidin gelê me yê Ermenîstanê. Yên wek Ezîz Temoyan di nav gel da bi aktîvî kar dikin û derewên xwe li situyê gel dialînin. Wek di gotara birêz Nehro da xuya dibe, Ezîz Temoyan jê ra gotîye: ”Ti peywendiyek di navbera kurd û êzîdiyan de tune, ew xelkê Rojhilata Navîn in û em jî nifşê me vedigere bo Hindistanê”. Ev fikir bi hevokekê tê înkarkirin: ”Îcar çima Lalişa Nûranî li Kurdistanê ye û piranîya êzdîyan li wir in û çima li Hindistanê tu êzdîyek tune?”. Eger çend şerletan (provokator) di nav êzdîyan da behsên derew bela dikin û dibêjin: ”Eger hûn bêjin em kurd in, wê we ji komarê derxin”, ji ber wê jî milet dibêje ”ez êzdî me”, ma sûc yê dewletê ye?

Gotareke ser êzdîyên Ermenistanê van dawîyan ji alîyê doktorê Zanîngeha York li Brîtanyayê Nehro Zagros da hate nivîsar û li çend malperan çap bû. Ji gotara birêz Nehro xuya dibe, ko dilê wî ser beşeke kurdan, ko li Ermenistanê dijîn, diêşe û guhdarîya hemû kurdan dide ser pirsgirêkên heyî. I gotara wî da hinek şaşîyên berbiçav hene, ko hewcê rastkirinê ne, wek fîlma kurdî ya pêşin bi navê ”Zerê” ne sala 1928an, lê sala 1926an hatîye kişandin, hejmara pêşin ya rojnameya ”Rya teze” ne sala 1932an, lê sala 1930î (25ê adarê) çap bûye, elfabaya kurdî ya bi tîpên latînî ne Hecîyê Cindî û Emînê Evdal amade kirine, lê Erebê Şemo amade kirîye û di wî karî da Îsahak Marogûlovê aşûrî alî wî kirîye, Hovsêp Orbêlî ne bingehê kurdzanîya Ermenistanê danîye, lê bingehê kurdzanîyê li Sankt-Pêtêrbûrgê danîye.

Ji bo doktorekî, ko heft salan li ser pirsa êzdîyên Ermenistanê gîro ye û çend caran çûye Ermenistanê, ewqas nerastî pir in. Şaşî herwiha di gotarê tevayî da jî hene. Ew komara ko 70-80 salan bûye warê pêşketina çanda kurdî li tevaya cihanê, fîlma kurdî ya pêşin li vir hatîye kişandin, rojnameya kurdî ya here jîyandirêj li cihanê li vir dest bi weşana xwe kirîye, radyoya kurdî ya Rewanê ko di hiştyarkirina tevaya kurdên Kurdistanê da roleke giring lîstîye û eva 56 sal in karê xwe bi serketî dimeşîne, nabe, ko derheqa wê komarê da tenê kêmanîyên îroyîn yên di hindava kurdan da bidine rêzê.

Eger kurdên êzdî bi xwe dibêjin em ne kurd in, ma sûcê Ermenîstanê ye? Eger kurdên Ermenîstanê wek gelek ermenîyan ji dest rewşa aborî ya ne gelekî baş terka komarê didin, diçine Rûsîyayê û Ewropayê, sûcê ermenîyan e? Gava birrek êzdîyên serçavneşûştî dor li redaksyona ”Rya teze” digirtin, digotin ”emê we bikujin, hûn çima me dikine kurd” û em bi rêvebirîya polîs ji xanîyê rojnameyê derdiketin diçûne malên xwe, sûc yê ermenîyan e?

Bi bawerîya min, sûc yê dêmokratîyayê ye, ko gelek kes wek destûrdayîna her tiştî fêm dikin. Di dema Sovyet da her biryarek di dest kesên zane da bû, ji ber ko xwedîyê milet ew bûn. Û niha nizanî ji bo çi wê dem û dewranê bi nav dikin wek dewrana dîktatûrayê. Lê dema dêmokratî hat, gotin milet gerekê biryarê bide. Îcar milet jî ji ronakbîran ne zanetir e. Û kurdên Sovyet di dema dîktatûrayê serketî bûn û dema dêmokratîyê jî ketine rewşeke xirab.

Belê, îro di sîyaseta Ermenistanê ya di hindava kurdan da hinek kêmanî û têberdan hene, ko em nikarin bêjin, ko ew bi zanebûn têne kirinê. Wek, di radyoya dewletê da beşa radyoya bi zimanê êzdikî vekirine, ko ne bi dilê kurdan e; wek di parlamêntoya Kurdistana Îraqê da cîyek bi taybetî veqetandine bona ermenîyan, lê eva gelek sal in li parlamêntoya Ermenistanê tu kurdek tune, ew jî wê demê ko jimara ermenîyên Kurdistana Îraqê ji jimara kurdên Ermenîistanê gelek kêmtir e. Em hêvîdar in rojek ji rojan ew kêmasî bêne hilanîn û Kurdistana paşdemê Ermenîstanê wek cînareke xwe ya here nêzîk û xêrxwez bibîne.

Zirara çend sed kurdên êzdî yên Ermenistanê, ko dibêjin ew ne kurd in, ne mezin e, ji vê netirsin. Piranîya kurdên êzdî, ko dibêjin ”ez êzdî me”, bersîva du pirsan didin: ”ez bi dînê xwe va êzdî me, bi miletîya xwe va kurd im”. Ji wê bitirsin, ko beşek kurdên Kurdistana bakur dengê xwe nadin partîyên kurdan, didin AKP-ê, CHP-ê û heta MHP-ê jî. Ji wê bitirsin, ko rojek ji rojan eger li Kurdistana bakur mesele bigihîje wê dereceyê ko bêjin ka di nav kurdan da referandumekê bikin: ”Hûn dixwezin ji Tirkîyê biqetin, an naxwezin?”, çend selef (%) wê bêje ”erê” û çend selef wê bêje ”na”.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2011-06-20
Xwendin: 8077
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org