[ SÊŞEM, 2024-04-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Gelo bira ji birayî ra dibêje ”tu birayê min î”
SWÊD, 8/2 2012 — Gelo we bihîstîye, ko birayên ji dê û bavekî ji hev ra bêjin ”tu birayê min î”? Min bi xwe nebihîstîye. Hela di ser da jî, eger birayekî ji birayê xwe ra got ”tu birayê min î”, tê wê maneyê, ko terk li biratîya wan ketîye. Ango, biratîya rast nemaye, ya bi gotinan dewsê girtîye.

Em biratîya herdu birayan daynine alîyekî. Li gelek welatan, xwesma li Sovyeta berê, xudêgiravî biratîya gelan, biratîya welatan, biratîya şoreşgeran, biratîya partîyan ya çêkirî û jiberxwevaderxistî hebû. Wek: ”Bijî biratîya gelên Sovyet û Vîêtnamê!”, ”Bijî biratîya welatên Sovyet û Angolayê!”. ”Bijî biratîya şoreşgerên Sovyet û Mozambîkê!”, ”Bijî biratîya partîyên komûnîstîyê yên welatên sosîyalîstîyê” û h.w.d.

Me ev gotin di zarotîyê da ewqas pir caran dibihîst, ko ew bê hemdî me diketine serê me. Paşê, dema em hinekî mezin bûn, me texmîn kir, ko gelên der û dorên me ji vîêtnamîyan ra dibêjin bira, ji me ra nabêjin. Min bi xwe virr û derewên vê biratîyê di xortanîya xwe da texmîn kir. Ji sala 1961ê destpêkirî dewleta Sovyet piştgirîya şorişa bi serokatîya Barzanîyê Mezin kir, rojnameyên welêt yên sereke bi van sernivîsaran va dixemilîn: ”Bijî biratîya gelên Sovyet û kurdên Îraqê!”, ”Bijî biratîya navbera Partîya Komûnîst ya Yekîtîya Sovyet û Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îraqê da”. Ez bi xwe fikirîm, ko çawa dibe kurdên Îraqê birayên gelên Sovyet in, lê kurdên Tirkîyê, Îranê, Sûrîyê ne bira ne, hela di ser da belkî neyar in jî? Ev fikir tenê bes bû, ko wê biratîyê pûç derxim.

Niha em mêze bikin ka wê biratîya sexte çi ecêb anîye serê me:

Bona zelalkirina dêmê vê pirsa ko em li ser disekinin, em berê xwe bidne çend îzbatî û malûmatîyên azirîyan. Anegorî hesabkirina binecîyan ya sala 1921ê tenê li gundên KSS (Komara Sovyet ya Sosîyalîstîyê) Azirbêcanê jimara kurdan 32 780 merî bûn. (Binhêre: Malûmatîyên Komîsarîyata Sovêtîyê ya Gelî ya KPSSF (Komarên Pişkavkazê yên Sovêtîyê yên Sosîyalîstîyê yên Fêdêratîv), Tîflîs, s. 1923, rûpel 16). Di sala 1926-an da jimara kurdan li Azirbêcanê weke 41 hezaran bû (1,8% binecîyên komarê). (Binhêre: K. M. Mamêdov, Jimara binecîyên KSS Azirbêcanê di nav 60 salan da, Bekû, s. 1982, rûpel 55). Giring e bidine destnîşankirinê, ko kurdên KSS Ermenîstanê û KSS Gurcistanê (piranî êzdî) di sedsalên 19an û 20î da ji dest zordestîya Tirkîyê mihacirî wira bûne, lê kurdên Azirbêcanê ji demên buhurî da li ser axa kal û bavan dijîtin (xuya ye ji sedsalên 10an û 11an da, dema mîrîtîya kurdan ya Şeddadîyan li wan deran desthilatdar bû û temamîya wê herêmê di bin bandûra wê da bû).

Di meha tîrmehê sala 1923an da bi biryara dewleta Sovyetê li Azirbêcanê di eynî demê da Devera Otonom ya Qerebaxê (ya ermenîyan) û Herêma Kurdistanê bi paytextê Laçîn va hatine teşkîl kirin, ko jê ra herwiha Kurdistana Sor jî dihate gotin. Ev yek ne bi dilê Tirkîyê bû. Serokên Azirbêcanê bi rû va xwe li riya "prînsîpên întêrnasîyonalîzmê" girtibûn, lê di rastîyê da di pirsa kurdan da sîyaseta bi dilê Tirkîyê derbaz dikirin, ji ber ko azirî û tirk ji xwîn-qinêtekê ne. Dîwana Azirbêcanê seba xatirê Tirkîyê hewil da xwe ji otonomîya kurdan xilas bike û navê "Kurdistan"ê ji holê rake, ko li Tirkîyê hatîye qedexe kirin û armanca wê ew bû ko kurdan bere-bere bihelîne û asîmîle bike.

Bona pêkanîna ewê pirsdanînê faktora îslamê jî dihate bi kar anîn, û di şertên kûltûra sîyasî ya nimz û xwefemdarîya miletîyê ya nekamilbûyî da, dîn ser miletîyê ra bû. Ango, azirîyan ji kurdên xwe ra gotin: "em ji dînekî ne, em birayê hev in, ferqa me tune, mafê me hemûyan wekehev e û h.w.d". Kurdan jî zû fêm ne kir, ko dema azirî dibêjin "em birayên hev in" û "ferqa me tune", tê wê maneyê, ko em herdu jî azirî ne.

Serokatîya komara Azirbêcanê sala 1930î navê "Herêma Kurdistanê" guhart û kir "Navçeya Kurdistanê". Lê hema di wê salê da bi bahaneya, ko kurd xudêgiravî bi xwe, bi reza dilê xwe helîyane, ew navçeya miletîyê jî ji holê rakirin û bi wê yekê va bingehê sîyaseta zêde asîmîlekirina kurdan, bêbeşkirina mafên wan yên miletîyê hate danînê. Lê di rastîyê da di nav salan da azirî kurdan wek azirî dane qeyd kirin. Û piştî hesabkirina binecîyan ya sala 1979an hate elamkirinê, ko li Azirbêcanê kurd tunene. Azirbêcanê bi vê yekê va biratîya azirîyan û tirkan îzbat kir.

Bona himberîhevkirinê em bidine destnîşan kirin, ko jimara kurdan li komarên cînarên Azirbêcanê - Ermenîstanê û Gurcistanê ji nîveka salên 20î û vir da bi 3,5-4 caran va zêde bûye. Em wê jî bêjin, ko piranîya kurdên Azirbêcanê li gundan diman û gelek zaro dianîn. Eger em hesabeke sade bikin, em dikarin bêjin ko niha li Azirbêcanê dikaribû 350-400 hezarî nekêmtir kurd hebûna. Îcar çima li Ermenîstanê û Gurcistanê kurd ne helîyan, ew jî ji wê yekê ye, ko li welatên xaçparêzîyê hewil nadin miletên kêmjimar di nav xwe da bihelînin û ji wan ra nabêjin "em birayê hev in". Ango, sebebê tunekirina kurdên Azirbêcanê û zêdebûna jimara kurdên Ermenîstanê û Gurcistanê hebûn û tunebûna gotina "em birayê hev in" e.

Hinek caran kurd bi xwe, bêy tevbûna tu miletekî an dewletekê bê hemdî xwe ji miletê xwe dûr dikevin, asîmîle dibin. Piranîya wan jî ew kes in ko dînê xwe ser miletîya xwe, ser welatê xwe, ser zimanê xwe ra digirin. Ez nimûneya kurdên musulman yên Ermenîstanê bînim: beşek ji kurdên musulman li Ermenîstanê li gundên ermenîyan diman, beşek ji wan li gundên azirîyan diman. Ewên li gundên ermenîyan diman, jinên wan hema bêje hemû kurd bûn. Ango, zarokên wan tam kurd bûn, kurdîya wan baş bû, ji ber ko di malê da zimanê axavtinê kurdî bû. Di hêleke din va jî, bi ermenîyan ra dikaribûn bibûna cînarên baş, hevalên baş, dostên baş, lê qet gotina "em birayê hev in" nedihate meydanê.

Lê yên li gundên azirîyan diman, beşek ji wan bi azirîyan ra dizewicîn û zimanê wan yê malê piranî dibû azirî, zarok jî nîv kurd û nîv azirî. Û ji ber ko dînê wan herdu miletan jî eynî dîn bû, gotina "em birayê hev in" rola xwe ya asîmîlebûna kurdan bi xurtî dilîst. Problêmeke din jî hebû: kurdên musulman ko li gundên ermenîyan diman, piştî temamkirina dibistanê (dibistan bi ermenî bûn), dikaribûn biketana ûnîvêrsîtêyan û xwendina xwe berdewam bikirana. Lê yên li gundên azirîyan diman nikaribûn, ji ber ko ewana li gundê xwe diçûne dibistanên bi zimanê azirî û ûnîvêrsîte û dayîreyên xwendina bilind yên bi zimanê azirî wan salan li Ermenîstanê tunebûn.

Rojekê yek ji wan kurdên musulman bi xanima xwe ya azirî ra hate dewata kurdekî hevalê me, ko ew jî musulman bû. Jina azirî kete nava govenda kurdî. Him bi xwe nikaribû gorî govendê bireqisîya, him jî bi reqsa xwe va kesên di govendê da dida şaşkirin. Paşê ew hevalê me çû mala wî kurdê musulman. Vegerîya, hat gote me: ez dijî tu miletî û tu dînî nînim, lê biratîya ha ji me ra ne lazim e. Ez û neferên malbeta min mecbûr bûn tevaya rojê di wê malê da bi azirî biaxivin bona xanima wî ji me fêm bike. Dema ew têne mala me, dîsa wisa, em mecbûr in bi malbetê va bi wan ra bi azirî biaxivin. Êdî biratî û wekhevî li kû ma?

Bi salan û zemanan li hemû welatên ko Kurdistan di nav xwe da perçe kirine, hewil dane bi biratîya sexte kurdan bihelînin, bikine bin hukumê xwe. Li Kurdistana Bakur bi dehan salan zordestî li kurdan kirin, tu mafekî wan nedanê. Niha jî hinek rê li ber kurdan vekirine, beşek ji mafên wan didin, lê mafê sereke – mafê bi awayekî fermî bikaranîna zimanê kurdî nadin û tew behsa axa kurdan jî nakin. Dema ez mafên ko dane kurdên Sovyeta berê û kurdên Kurdistana Bakur didime ber hev, têm ser wê bawerîyê, ko kurdên Bakur di dewleta Tirkîyê da wek me kurdên dervayî welatê xwe têne hesibandin. Heta ji me jî xirabtir in, ji ber ko mafê me yê bi fermî bikaranîna zimanê kurdî heye, lê yên wan tune. Ango, eger ferqa min û kurdekî Bakur ferqa axê ye, gerekê di mafdayînê da jî ew ferq xuya bibe. Eger wisa nebe, gotina tirkan ev e: "kurd birayên me ne, lê em ne birayên wan in".

Rojekê em bi hevalan va çûne qahwexaneyeke Diyarbekirê. Di wê da belkî 100 kes rûniştibûn. Min ji karmendê qahwexaneyê pirsî: -li vira çend kes hene û çend ji wan kurd in? Got – nêzîkî 100 kes hene û ji 100î 98 jê kurd in. Dû ra min pirsî: - çend kes bi tirkî dipeyivin? Got – ji 100î 98. Ez li xwe fikirîm ko çima li Kurdistanê, li bajarê kurdan, qahwexaneya ko tê da ji 100î 98 kurd in, çima bi tirkî dipeyivin? Min tu bersîveke din ne dît, xên ji – ev encama biratîya kurdan û tirkan e.

Biratîya dînî-olî jî heye. Di dînê musulmanîyê da hemû musulman birayên hev in. Ango, hemû kurd, ereb, tirk, qazax, afxanî, belûcî, azirî, faris û yên din ko musulman in brayên hev in. Ev yek wek malbetekê ye. Îcar cîyê kurdên êzdî di wê malbetê da tune. Dertê, ko gorî dîn ez û kurdekî musulman ne birayê hev in, lê tirkekî bavkuştîyê me dikare birayê kurdekî be. Îcar ez ê li bendê bim ka kî dikare bersîva vê pirsê bide, ka çima wisan e.

Dema hevalekî ji Kurdistanê ji min pirsî ko çima kurdên Sovyet himberî kurdên Kurdistanê di hêla çand û edebîyeta kurdî da zêde pêşketî ne, min ha bersîva wî da:

— Piranîya kurdên Sovyet jî dîndar in. Lê me tu caran dîn ser miletîya xwe, zimanê xwe, welatê xwe ra ne girtîye. Ev yek. Sebebê dudyan jî ew e ko di gundên me da xanîyê herî baş xanîyê dibistanê ye, lê di gundên we da xanîyê herî baş xanîyê mizgeftê ye.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMURÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2012-02-08
Xwendin: 5758
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org